1. Tekst

  2. Gotar

  3. Fêrgîn Melîk Aykoç
  4. Fenomen yan kolonyal hiş û fen
Fenomen yan kolonyal hiş û fen,fenomen,yan,kolonyal,hiş,û,fen

Fenomen yan kolonyal hiş û fen

A+ A-

 

Fêrgîn Melîk Aykoç

 

Divê mirov berê nexweşiya ku dagirkerên sentêza Tirk – îslam, yan jî bi giştî dagirkeran di pêvajoya salên bindestiyê de di derûnî û têgîhîştina me Kurdan de afirandiye „HÛR Û KÛR“ bijene. Bi tespîteke zanistî navê vê nexweşiyê dayne.

 

Şirova nexweşîyê:

 

Dema dagirker (xwerû Tirk) êrişê kes, kom, partî yan jî parçeyeke welatê me dike;

hemû derdorên qaşo xwe muxalîf, pir hişmend, rewşenbîr, têgîhîştî û û û dibînin, bi boneyên cûda wan kes, kom, partî û parçeyên di bin erîşan de ne, rasterast yan jî bi boneyekê tewanbar dikin, yanê erkê troleriyeke bêbext werdigirin. Ti kes li ser karektera êrişkariya dagirkeran ranaweste û nake rojevê. (Bêguman mirov dikane xeta û kêmasiyên hêz û kesên rastê êrişê hatine di demekê ku nakeve xizmeta dagirkeriyê de rexne bike. Lê di pêvajoya êrişan de tenê ji dagirkeriyê re xizmet dike.)

 

Mînak bi sedan, heta hezaran e...

 

M. 1 – Dema dagirkerên Iraqê bi piştgiriya alîgir û hevkarên xwe (Îran, Tirkiye û çavgirtina DYA) di ser Kerkuk û nîvê başûrê Kurdistanê re girtin û dagir kirin, ti kesî karektera dagirkeran û êrişkariya dagirkeran negirtin ber pirsiyariyê û tewanbar nekirin,  heta rola PDK ya di vê têkçûnê de jî nekirin rojevê, tenê YNK kirin keçelokê gunehkariyê û bi awayek dagirkerî pûr û pak nîşan dan.

 

M. 2 – Di dema şerê di navbera YNK û PDKê de, artêşa dagirkerên Tirk li Başûr bi cih bû. Yek jî karektereke dagirkerên Tirk heye, her demê boneyek dibîne û dikeve derekî û her tere xwe di wir de bi cih dike. Mînak Qibris, Îdlîp, Lîbya, Karabax Ti kes vê karektera dagirkerên Tirk nabîne, tewanbar nake rastiyê dernaxe hişmendiyê, mîna ku dagirkerên Tirk biparêz in, derûdorên din tewanbar dikin. Bi gotinên „Ew nebe, dagirkerên Tirk jê derdikeve! Hopa!

 

M.3 - Dijmin jineke Kurd digire, ew wek sebeb partîyeke bi navê Kurdan tewanbar dikin. Dijmin di ser şaredariyê de digire, ew şaredar û partiya şaredar tewanbar dikin. Dema dijmin êrîşê Efrînê kir, wan derdoran rêveberiya Efrînê tewanbar kirin. Dijmin êrişê Şengalê dike, ew hêza şengaliyan tewanbar dikin û û û.....

Kêmasiya kes, kom û hêzan heye, tineye ew mijareyeke din e. Bes di nava bala giştî de dagirker mafdar tê derxistin, ji xwe dagirker jî vê dixwazin.

 

Çima û egera vê fenomenê

 

1 – Her  dewlet piştî damezrandina xwe mejiyek dewletê diafirîne, hemû saziyên dewletê xwerû sazî û derdorên perwerdekar li ser bingehê mejiyê dewletê dike nava tevgerê. Di dibistan û zanîngehê xwe de psikolog, SOSYOLOG, perwerdekar, stratejîst, yekîneyên sîxwiriyê, çîrokbêj, dîrokzan, wêjekar, dezgehên ragihandinê bi tevahî li dor mejiyê dewletê birêkdixe û perwerde dike. Ev rêbaya perwerdeya li dor mejiyê dewletê xweber siya xwe berdide ser gelê bindest jî. Her wiha dewlet her cûre rengê xwe di nava gel û welatê dagirkirî de jî bi cih dike ku bikane mejiyê bindestan jî di bin kontrola xwe de bigire.

Mînaka balkêş Surî û Iraq e. Hetanê şerê cihanê yê yekem bi navê Iraq û Surî dewlet tinebû, di ti demê dîrokê de jî tinebû. Lema mejiyê iraqî û suriyeyî jî pêknehatibû. Kesî nedigot; „ez iraqî me, Siriyeî me!“ wê demê di nava Kurdên van beşan de pergaleke eşîrî hebû, her wiha ev çekek xweparsatinê jî bû û têkiliya wan bi osmaniyan re hebû.

2 – Mirov di nava kîjan civakê de bijî, ne bi giştî jî be, karektera wê civakê werdigire. Hin malbatên li Almanyaye dijîn (Kurd, Tirk), zarokên wan ên mezin li welêt hatine cihanê, hetanî 16 saliya xwe li welat mezin bûne û  zarokên wan yên li Almanyayê hatine dinê û mezinbûne, di warê têgîhîştin û karekterê de wek Alman û Kurdek /Tirkek ji hev dûr in. Yanê têgîhîştina welatekî xweber bandorê li karektera mirovan jî dike.

 

Encam

Di nava pergala perwerde û têgîhîştina dagirkeran de jiya ye, bi salan mamostetiya sosyolojî, psikolojî, dîrok, wêje û ya dagirkeriya Tirk kiriye, di nava civaka mejiyê dagirkerên Tirk afirandiye de jiya ye. Her roj çîrokên reşkirinê Kurd yan jî hêzeke Kurd bihîstiye, di medya wan de xwendiye, berhemên teorisyen, sosyolog û psikolog û wêjevanê wan xwendiye, di her warî de çîrokên gunehkarkirin û tewanbarkirina hêz û komên Kurd ên dijber bihîstîye. Di salên Heftêyi de berê ku ji nexweşiya eşîrî rizgar bibe, bi dijberiya tevgereke Kurd mejîyek afirandiye. Ma ev kes dikane xwe ji vê cendera dagirkerî, eşîrî, komperestî rizgarke û bi nêrîneke zelal bûyaran binirxîne, yanê erkê rewşnbîrîyê werbigire. Di medya civakî û di nav derdorê xwe de çi nav li xwe dike, bila bike, hetanê wê têgîhîştina di mejî de daye rûniştin, yan jî hinan dane rûniştin nekuje, ew tenê bi rengekî dagirkeriyê nêzîkê bûyer û rûdanan dibe.

 

Rastiya di her êrişê dagirkeriyê de goriyan yan ji hêza di hedefa erişên dagirkeriyê de tewanbarkirinê di vir de veşartiye.

 

2021-01-31