1. Tekst

  2. Gotar

  3. Fêrgîn Melîk Aykoç
  4. Ga bû Oguz, derew jî bû dîrok û netew
Ga bû Oguz, derew jî bû dîrok û netew,ga,bû,oguz,derew,jî,bû,dîrok,û,netew

Ga bû Oguz, derew jî bû dîrok û netew

„Yên ji nebûnê peyda bûbin, dijminê rastiya hebûnê ne....“

A+ A-

 

Fergin Melik Aykoc

 

Divê mirovahiya têgîhîştî vê di mejiyê xwe de bide rûniştin ku dîroka dagirker yan jî çîna serdest amade dike û pêşkêşê civakê dike, ne dîroka rast e. Ew dîrok bi tevahî li ser bingehê derew, vir û lihevanînan rûniştiye. Birêz Fikret Başkaya di gotara xwe ya di “bianet.org” de bi mafdarî wiha dinivîse:

“Dîrokên fermî tenê dîroka anegorî daxwaziya çîna serdest e, ji wê derbas nabe. Ev awa dîrok verziyoneke derew, tahrîfat, tunehesibandin (occultation), bi navê rast binavnekirin, sansur û otosansurê ye...”

Di nava van dîrokên çîna serdest amadekiriye de ya herî zêde bi agahiyên vir, derew, lihevanînên dekbazî û xapandinan dagirtiye jî, rasterast dîroka “Komara Tirk” e.

Min di ronahiya van agahiyan de hewlda ku ez bingehê derewên wan yên dîrokî vekim, her vekirin jî bi destpêkeke kêrhatî dibe, lema min di gotara bi navê „Gelo Uguz /Ukuz /Oğuz mirov e, yan  Conega ye?“ de ku di malpera „Amidakurd“ de hatibû weşandin, ji bo ku kes nebêje hûn bi hestên dijberiyê van agahiyan didin, min ew gotar bi daneyên Tirkan destnişan kiribû ku Oguz ne mirov ga ye, ji gayeke bi qiloç jî êl, ezbet /boy çênabin, golik û conega çêdibin. Rastî ev e û li ser vê mijarê agahiyên gelek berfireh hene. Em mînakeke din jî ji Claus Schöning bidin; ew di gotara xwe ya di malpera Perspectiv net. de hatiye weşandin de wiha dinivîse: „...die als Uzen (=Oghuzen?) dinivîse. Yanê bi (?) pirseşanê dixwaze bêje; „lihevanîna hinan!“

Birêz rojnameger Îsmet Berkan ê ku berê kolomnîstekî rojnameya „Redîkalê“ bû, dû re di rojnameya „Arti“ de gotarên têr agahî dagirtî dinivîsî, di gotara xwe ya ku roja 01.03.2007 an a di Yenîozgurpolitikayê de derketibû de, wiha nivisîbû:

„Ez gelek caran bi SK Turgut Ozal û S. Demîrel re çûm komarên Tirkî yên Asyayê. Gelek zanyar, dîrokzan, lêkolîner, rojnameger û Prof. Yusuf Halaçoglu jî bi me re hevrêyî dikir. Piştî mê Nivîsen Orhûn û Kul Tîgîn jî ziyaret kir, di navbera me de li ser nijada “Tirk” gengeşiyên bi tîn dest pêdikir. Di encama gengeşiyan de me giştan pejirand ku “BI NAVÊ TIRK NIJAD Û GELEK TINE,” lê zimanê Tirkî heye! Li gel wê me pejirand ku hemû nivîsên mixî (Yazitlar) û dîrokî bi zanistî şaş hatine tercumekirin. Lê me ev ranegihand bala giştî.“

Yanê li wê rojavayê Asyayê ne tirk gelên Arî hebûn, nijad moxolî kêm bûn. Em vê dîtinê bi daneyeke zanyarên macarî xurt bikin: Çawa tê zanîn; beşeke gelê macar jî ne ewropî ne, ji navenda Asyayê hatine, tê ragihandin ku ew beşeke Hunan e. Macar ji bo lêkolîna dîroka xwe hin zanyarên xwe yên kêrhatî dişînin navenda Asyayê. Ji ber ku navê eşîrekê ji heft eşîrên Macaran pêktîne „Kurd-Gyaemat“ e. Ew dixwazin bi taybetî vê lêbikolin. Ev eşîr ji du ezbetan pêk tê, navê yekê Kurd (bi macarî; Kurtu, kirth, kyurta) ye. Ew têkiliya vê eşîrê û eşîra navê wê di nava nivîsên Elegeşê de derbaz dibe, rasterast yek in. Qaşo belê qaşo dîrokzanên Tirk di wergerandina vê mijarê de peyva „Kurd“ wekî „Körtle kan“ wergerandine ser tirkî.

Têbinî: Li Elegeşê 32 kêlik hene, li ser kêlikekê wiha dinivîse:„Ez serwerê Kurdan Alp (Asp) Urungu me, kemera zêrîn li pişta min, neh eşîrên min hene, ez 40 salî me“

Dîrokzanê tirk Sadî Koçaş yê ku berê walî bû, li ser vê mijarê wiha dinivîse: „Hin Kurd berî li rojavayê deryaça Baykalê, li dor çemê Yênîsey û li dora çiyayên Altay dijiyan.“ Ji nivîsên Elegazê tê fêmkirin ku li wê derê jî mîrîtiyeke kurd hebûye.(7) Ji min: yanê çawa min di gotara navborî de nivisîye. Tavheviya herêma dora deryaça Aralê û rojhilatê Derya Hezarê hetanî diçe digîhîje, Çîn û Hîndîkuşê tev de axa gelên Aryanî bû.

Dema profesor û rojnamegerên wan gihîştin wê encamê ku bi navê Tirk gelekî tine, wêçaxê ew qaşo eşîrên ku Ziya Gökalpê gule berdabû mejiyê xwe navên wan ji çîrok û pêkenokên kurdî ango ji navê „Kino, Qeyo, Bozo“ wergirtibû (ji sitraneke gelêrî: „Kuro Kino siwar be, li şînbozê rewan hûr hûr baco berbi çiyan e, Bila gira bêbextiyê bişkê li ber lingê mêrane were Qeyo loho lo lo...) û bi forma tirkî „Kino =Kinik, Qeyo=Kayi, Bozo=Bozok boylariyê“ ku qaşo ji ga /Oguz /Öküz welidîne wek konetiyekê pêşkêşkiribû, her çendî di destana gayê nav Uguz /Öküz de tenê navên „Uygur, Kangli, Kipçak, Kalaç û Karluk“ derbas dibin û ev navên ku Ziya Gökalp lihevanîne tinene jî, bi aliyê wan ve mîna hêviyekê hate pejirandin. Li pey vê qaşo dîrokzanên wan jî, ev bi konetî di her berhemên dîroka xwe, heta di nav berhemên bi zimanên Ewropî de jî dan rûniştin, di zanîngehan de weke rastî be, dane xwendin. Ev îro wisa di mejiyan de wisa rûniştiye, mirov rastiyan bi belgeyan têke çavên wan jî, ew pê bawer nakin. Heta di gengeşiyan de hin dîrokzanên wan bi aşîkarî dibêjin: „Derew jî be, tiştê em dibêjin, divê wek rastî werin pejirandin(!!!!???)“

Encama van agahiyan û pêşniyaza Ziya Gökalpê seri bi gulle gejbûyî çawa rûnişt: Dema gelekî bi navê Tirk tinebe, çawa nijada wan û ezbetên qaşo nav „Kino, Qeyo û Bozo“ yê Z. Gökalp afiarndî dibe??!!

Em vê mijara lihevanîna dîroka wan hinek vekin.

 

Ji belgeyên Tirkan; Netewdewleta Tirk

 

Berê em vê mijarê berfireh bikin, divê em vê rastiyê teqez bizanin. Piştî şerê cihanê yê yekem Îngîlîz û Fransiz Rojhilata Navîn anegorî berjewendiyên xwe ji nû ve parçekirinê berê planên xwe amadekirin. Encama vê biryar û hewldanê parçekirina ku di bin navê „peymana Sykes-Picot“ de tê zanîn bingehê wan e. Ji wê divê em berê mijareya „Peymana Sykes-Picot“ vekin. Lewra planên dagirkerên welatê me bi giranî bi vê peymanê re têkildar e. Rastiya vê peymana bêbext ev e: Dîplomatê bîrîtanyayî Mark Sykes û hempîşeyê wî yê firansiz François Georges - Picot li gel hev rûdinin nexşeya dewletên divê li Rojhilata Navîn werin damezrandin xêz dikin. Anegorî berjewendî û daxwaziyên dewletên xwe navê dewletan dinivîsînin. Lê di nava vê peymanê de Kurdistan tinebû, ji ber ku mijara Ermeniyan (xiristiyanî) li hemberê wan serhildanên eşîrên Kurdan wek Şêyx Mehmud Berzenci hebû, li gel wê Îran ji xwe di bin destê Îngîlîzande bû, Îngilizan nedixwest ew were parçekirin, lema dest nedan sînorê dewleta Îranê ya ji peymana Qesr-î Şîrîn mabû. Ev dewletên di vê peymanê de li Lozanê wekî „Surî, Iraq û Tirkîyê“ hate pejirandin. Yanê dewleta Tirk ya îro heye, tenê û tenê berhemeke vê planê ye. Serkarên tirk jî, wekî ço û erkdarên vê pilanê derketin pêş, ya rast wan ew derxistin pêş.

Di serdema Îtahat Teraqî de ji bandora pêşveçûnên li ewropayê lêgerîna li Anatolya neteweyeke bi bîr û pîvanên ji rastiya pêkhatina neteweyan û gelên li Anatolyayê der, afirandinê hebû. Mirov dikare bêje; berê bi alîkariya Îngîlîzan bingehê wê yê ideolojîk danîn. Baş e, em di vî derbarî de çi dizanin? Agahî gelek in, lê em bi kurtî wiha bêjin:

1 – M.Kemal dema li eniya Filîstînê fermandar bû, Bi Mareşalê Îngiliz Falkenhayn re li hev dike. Pêşniyazên Îngîlîzan ta wê demê dipejirîne û bê şer leşkerên xwe bi şûn ve dikişîne.

2 - ...Vahdettin li ser mijara Mustefa Kemal û şandina Samsunê; wiha dibêje: „Kabîneya wê demê hê li pê bû, biryar dabû. Min jî li ser biryara wan Mustafa Kemal şand Samsûnê.“ a) Di fermannameya Mistefa Kemal şandina Samsûnê de li gel îmza Vahdetîn, vîzeya Îngîlz jî hebû. Yanê destûra bingehîn ya îngîlîzan bû. b) Di gelek belgeyan de ev heye, heta di „Ekşî Sözlük de jî ev agahî hatiye nivîsandin. Padişah Vahdettin û Sadrazam Damat Ferît Paşa ta di 30 adara 1919 de ji bo Axa Anatolya weke koloniyeke Îgiliz were pejirandin Serî li qiraliyeta îngîlîz dabû...“ (???? 

3 – Yê ku Mistefa Kemal ji stenbolê şand Samsûnê Îngîlîz bûn, ji ber tirsa tevliheviya li Rûsyayê wan xwestin serhildanên dibû ku li Anatolya û Kurdistanê pêkwerin, têk bibin.

Bi vî awayî bingehekî ji neteweyeke ji gelek kêmar û pêkhateyan biafirînin. Ev lêgerîna li ser hin daneyan rûniştindayînê di dema Mustafa Kemal de bi zimanekî din kemalîstan de gîhîşt armanca xwe. Hem jî li ser teorîya kasekî bi aliyê ti kesî ve cidî nehatiye girtin ve. Navê vî kesê avusturyayî Dr. Philolog H. F. Kvergiç e. Ji ber ku li Ewropê ew teoriya „ziman û roj“ ya Kvergiç peşkêşê zanyaran kiribû, weke teoriyeke bê bingeh hatibû dîtin, ti zanyar û welateke ewropî, heta faşîstên li Ewropayê jî ew ciddî negirtibûn. Ew piroje wisa di tûrê Kvergîç de mabû. Di dawiya dawiyê de Kemalîstan ev weke hêviya neteweyeke sûnî afirandinê dîtin û mîna dayina xwedê yan jî pişkê ji bo wan lêdabe, li vê pirojeya Kvergiç xwedî derketin, hê ew bes nedîtin, têza dîroka roj ya çêkirî jî lê zêdekirin. Ji bo ku kes ji vê rastiyê re nebêje; „ev derew e, tenê û tenê lihevanîneke we ye,“ her çendî di vî derbarî de belgeh pirin jî, bes em tenê ji ragihandinên malpera zanîngehên li Tirkiyê ya bi navê „Dergi Park“ tê nasîn paragrafeke vê rastiyê erê dike bigirin:

„Bêguman ditina ku mohra xwe li „korî zimanê tirk a sîsyan“ dabû, teoriya Dr. Phil H. F. Kvargiç ya bi navê „La Psychologie de queques elements des langues turques“ (piskolojiya hin şîve û parên zimanê tirkî) ji Ataturk re şandibû bû. Ew teoriyeke têkiliya zimanê tirkî ya bi zimanên din re bû û ev bû bingehê „Teoriya Zimanê Rojê.“ Di vê teoriyê de bi rikî tê iddiakirin ku hemû zimanên cihanê ji tirkî derçûne, lê ti bingeh û daneyeke bawerkirinê dananîye, tenê weke idia ling li hewa maye. Ev têza Kvergîç xuyaye ku li ser bingehê antropolojî û psikoanalîza Freud hatiye amadekirin. Kvergiç di vê teoriya 47 rûpelî de iddia dike ku têkiliya zimanê tirkî bi hin zimanan re heye. Lê rastî tişteke din e, ji ber bêbingehbûna vê teoriyê, heta wî nekanî ku vê teoriya xwe li Ewropê çap bike. Di encamê de Atatirk ev têza Kvergîç ji bo „têza dîroka tirk û zimanê tirk“ weke hevkar û bingeheke nayê bidestxistin dîtibû û bi çar destan pêve zeliqîbû.“ (1)

Li ser vê mêjiyê:

„M. Kemal, daxwaz dike ku hemû rîçal û kîteyên tirkî werin tespîtkirin, kîte û peyvên biyanî werin avêtin, ji kîte û paşgînan peyvên nû werin afirandin. Li ser vê peyvên biyanî yek bi yek tên avêtin. Bikaranîna peyvên biyanî tên qedexekirin. Lê ev di ziman de tevlihevîyê derdixe, gelek rêgezên dij avahiya tirkîya heyî jî dikeve nav, hin rîçalên biyanî jî tên bikaranî. Rewşeke wisa derdikeve êdî kes nikane wî zimanî fêm bike. Ziman ji zimanî derdikeve. Heta Falîh Rifki Atay êvarekê di dema xwarina êvarê de ji M. Kemal re wiha dibêje: „Paşayê min, ez bê heddê xwe jî be, dixwazim tiştekê bibêjim. We hemû peyvên berê qedexe kirin, qet nebe, peyva „şey“ qedexe mekin...“ (2)

Yusuf Akçûra ji Tatarên Volgayê bû, wî jî bi serê xwe têzeke dîrokî ya bêbingeh bi pêş xistibû. Ti kesî ew jî ciddî negirtibû. Atatirkê li têza dîrokê digeriya, vê fikra wî baş dibîne û ji bo têza dîroka Tirkan bikartine. Di vî derbarî de jî gelek çavkanî hene. Di malpera SCRIBD de li ser vê mijara têza dîrokê wiha dinivîse:

„Lihevanînên di bin navê „Teoriya dîrok û zimanê tirkî“ (Teoriya zimanê rojê û têza dîroka tirk) de Piştî pergala komarê (cimhûrîyetê) hate pejirandin xwerû di bin serokatiya Ataturk de hate birêvebirin. Berê navên zimanzan û dîrokzanî li kesên wekî Yusuf Akçûra û Afet Înan kirin, zimanzanekî jî qaşo Agop Dîlaçar (Hagop Martayan) ê ermenî bû, li pey jî bi alîkariya katibên bîrdoza fermî hewl dan ku kirasekî zanyariyê li vê teoriya ziman bikin...“ (3)

Bi gotineke kurt ji gelek kesên ne Tirk yên weke Kvargiç, Ziya Gökalp, Yusu Akçûra, Îfet Înan, Agop Dilaçar, Sämih Rif`at, Celal Sähir Erozan, Yakup Kadrî Karaosmanoglu û û komisyonên Ziman avakirine û bi rêya wan ziman û dîrokeke nû afirandin.

Weke encam: Neteweya îro li Anatolyayê heye û jê re netewa Tirk dibêjin. Rasterast neteweyeke ji gelek pêkhateyên cûda bi zora kotek û asîmîlasyoneke xwînîn hatiye afirandin. Ez îdia nakim, bes anegorî rastiyên berdest; eger Ingiliz, Fransiz û Rûs nebana li Anatolya bi navê Tirk neteweyekê nedibû, bi îhtîmalek mezin bi navê Anatolya yan jî komên cûda nav û rêveberî pêkdihat.

 

MIJARA „SAKAN“

Hîleyeke wan jî mijara Sakan e. Wan hemû êl û ezbetên Sakan weke „tirkmen“ ragihandine. Di rastiyê de divê mirov lêkolîneke taybet li ser vê mijarê binivîsîne. Bes bila îja bi kurtî be. Wan li ser wê bingehê Sakan tirkmen nîşandanê keybanû Tomrîsa weke qiralîça Tirk derxistine pêş. Lê di hemû daneyan de bi aşîkarî dinivîse û her dîrokzanê cihanê baş dizane ku ew ji gelê arî ne, piranî jî wan weke Kurd nîşan didin. Yên li dora Bazîdê bi Kurmancî, yên di nava soxdiyan de bi soxdî diaxivin. Yên di nava komarên di navbera Çîn û derya Hezarê de hatine damezrandin de jî nîvanîv bi zimanên fermî yên wan komaran diaxivin.

Em dîteneke hinek cuda jî bidin: Di malpera Otripedya de wiha dinîvise: „Sakan bi hîndî „Şaka“ Farsî „Saka“ Bi giranî eşîrên bi devoka îranî diaxivin anegirî lêkolînên dîrokî êl û eşîrîn koçer yên îranî ne....“

Anegorî hin daneyên berdest hin êlên kurd yên mîna Avşaran, Masekan, beşeke Alanan, Reşan rasterast êlên Saka ne, peyva „Avşar“ bi xwe jî peyveke xas kurdî ye û tê wateya „şelale“ yê, lê Tirk û hin derdorên bi Tirkan ve girêdayî her hewldidin ku tevan wek Tirk nîşan bidin. Jixwe ew kevir û daran jî bi gayê nav Oguz ve girêdidin, peyva „boy“ jî pêve didirûn û dikin Tirk. Divê herkes êdî vê baş bizanin, li kuderê peyva „boy û oguz“ derbas bûn, li wir sextekar, „getürkt“ kirin heye.

 

 

Hin Çavkanî

 

https://bianet.org/yazi/neden-resmi-tarih-115476

https://www.oteripedia.de/Reich_der_Saken

https://ansiklopedi.tubitak.gov.tr/ansiklopedi/sykes_picot_anlasmasi

https://perspectivia.net/servlets/MCRFileNodeServlet/ploneimport_derivate_00012240/schoenig_hunnen.pdf

https://tr.wikisource.org/wiki/Orhun_Yaz%C4%B1tlar%C4%B1_(K%C3%BCl_Tigin)

https://dergipark.org.tr/tr/download/article-file/214376 (1)

https://ataturkansiklopedisi.gov.tr/bilgi/gunes-dil-teorisi/ (2)

https://de.scribd.com/document/8551029/Turk-Tarih-Tezi-Komedisi (3)

https://dergipark.org.tr/tr/pub/tuhed/issue/39129/456051 (4)

https://birikimdergisi.com/dergiler/birikim/1/sayi-105-106-ocak-subat-1998/2301/turkiye-resmi-ideoloji-yaptirimci-ve-butunculdur/6278 (5)

https://www.tr724.com/turk-ustunlukculuk-2/ (6)

https://www.kurdenanatolien.com/sores-resi/ (7)

https://www.aydin.edu.tr/haberler/Pages/ataturku-samsuna-vahidettinin-gonderdigi-iddiasi-carpitma.aspx (????

https://www.amidakurd.net/ku/tekst/Gelo_Uguz_Ukuz_O%C4%9Fuz_mirov_e_yan_Conega_ye

bianet.org