1. Tekst

  2. Gotar

  3. Amîda Kurd
  4. Girê Mirazan(Xirabreşk) Û Cejna Newrozê
Girê Mirazan(Xirabreşk) Û Cejna Newrozê,girê,mirazan,xirabreşk,û,cejna,newrozê

Girê Mirazan(Xirabreşk) Û Cejna Newrozê

A+ A-

 

Cemal Özçelîk

Girê Mirazan ango Xirabreşk, cihekî şûnwarnasî ye ku dîroka wê digihêje heta berî 12 hezar salan. Ev cih 15 km dûrî bajarê Rihayê ye. Ew dikeve bakûr rojhilatê bajêr û di heman demê de li bakûrê Deşta Heranê ye. Ev cîh di sala 1994an de ji hêla Arkeologê Alman Prof. Dr. Klaus Schmid ve hatiye keşifkirin û kolandinên bi rêk û pêk jî di sala 1995an de destpê kiriye. Piştî ku Prof. Dr. Klaus Schmid di sala 2014an de jiyana xwe ji dest da, çend salan kolandin hatin rawestandin, lê ji demekê û vir de ye ew cardin têne domandin. Ev cîh di dîrok û kevneşopiya mirovatiyê de cihekî pirr girîng e û keşifkirina wê jî kir ku nêrîna zanyar û dîroknasan di derbarê dîrokê de were guhertin. Ji ber vê yekê jî ev herêm ketiye bin parêzeriya UNESCOyê.

Perestgeh û bermayiyên ku li Girê Mirazan hatine tespîtkirin, ne tenê li vê deverê hatine dîtin. Roj bi roj diyar dibe ku ew çandeke mezin û li erdnîgareke berfireh belav bûye. Ji ber wêya zanyar û lêkolîner jê re dibêjin Çanda Girê Mirazan. Tevî ku pirsa, gelo ev der ji hêla kê ve hatiye avakirin hîn bi awayekî zelal nehatibe bersivdayin jî, em dizanin ku ew perçakî çanda Kurdîstanê ye. Dr. Klaus Schmid jî ev yek bi awakî sergirtî anîbû zimên. Di daxuyaniyeke xwe de wî gotibû; «Ana kî li vê herêmê dijîn, wan ev avahî çêkirine.» Bi riya keşif û lêkolînên nû, em bawer in dê binyada vê çanda ku dîroka mirovatiyê guherandiye bêhtir derkeve holê û baştir were zelalkirin.

Dîroka mirovatiyê tijî surprîz in. Ev, di serdemên herî tarî de jî hêza hêvîdariyê dide me û baweriya me ya xurtkirina berxwedanê zindî dike. Şoreşên netewî û civakî her yek bi xwe surprîzên dîrokî ne. Li nik hilweşînan aj didin û ji nişkê ve yên xwe hertişthesêb serobinî dikin. Tarîtiyên hezarsalane diçirînin û Roj, bi hemû ronîdariya xwe ya rewnaq di asoya çiya, deşt û bajaran re hiltê.

Dîroka me Kurdan mişt şoreş in. Hin jê weke efsaneyan di hişê me yê netewî-civakî de cih girtine, hin jê jî di nava tarîtiyê ve çûne û hatine jibîrkirin. Lêbelê, tiştekî heyî bi giştî ji holê ranabe, roja wê tê û weke tovekî ji axê derdikeve.

Berhemên Çanda Girê Mirazan ku berî 12.000 salan ava bûne, tovek e ku weke şoreşekê û rojekê ji rabirdûya tarî ya dîroka Kurdistanê de hilatiye. Keşifkirin û derxistina wan a ser rûyê erdê jî, bêguman dê ji bo jinûvevejîna hefizeya me ya netewî-civakî û pêxistina çiraya bengîtiya me ya azadiyê bibe hêzeke bêhempa.

Welatê me Kurdistan hat xwestin ku bi çendîn caran were binaxkirin. Lê ew, li ser kevneşopiya berxwedan û têkoşînê ji nû ve hilat. Çarenûsa Girê Mirazan bi vê hêla xwe weke prototîpeke biçûk a çarenûsa welatê me ye. Ev berhemên ku deh hezar salan binax bûne, li dû ewqas zemanan ji nû ve zindî bûne û serî ji binê erdê derxistine, gotine, em nemirine, hê jî dijîn û ji nû ve derketine ser dika dîrokê.

Li gor lêkolîn û bidestxistinên zanistiya bi riya genetikê, Kurdistan ji derdora 50 hezar salan û vir ve ye ji gelê Kurd re bûye niştiman. Li gor van daneyan, bi demê re hin navguhertin hebin jî, hebûna xelkê ku îro bi navê Kurdan tên zanîn ev derdora 50 hezar salî ye bê navber li ser vî  erdî

 berdewam kiriye. Daneyên Serdema Paleolîtîk a Jorîn yê berî 30-35 hezar salan yê ku bi navê Çanda Zagrosê tên zanîn û berhemên gellek kolanên arkeolojik yê li Kurdistanê yê Serdema Neolîtîk û beriya wê ku Berî Zayînê(B. Z.) ji derdora 12 hezar salan û heya hezarsalên dawî yê Berî Zayînê ne, vana piştrast dikin. Bermayiyên ku ji kolanên li Zeviyê bi Morî û Girê Çemka(Kerboran/Merdîn) hatine bidestxistin, dide xuyakirin ku ev cih berî Xerabreşk bi 300 salî ye, yê li Çemê Halan(Bismil) jî berî Xerabreşk li derdora 500 salî ye. Newala Çolî (B. Z. hezarsala 9an), Girê Xenzîr(B. Z. 7000 salan), Girê Kortikê(Bismil-B. Z. 10 hezar salan), Qota Berçem(Erxenî-B. Z. 9000 sal), dûre Çanda Gûtiyan, Hurrî-Mitanîyan, Med, Kurtî,.. Ev tevde domandina çandeke bi hezaran salan yê vê herêmê didin xuyakirin. Yanî Kurd bi dehhezaran sal in li ser vî erdî niştecîh û xwediyê vê axê ne. Her çiqasî pisporê van mijaran ji ber sedemên siyasî navê Kurd û Kurdistan bi kar neanîbin û geh bi navê Mezopotamya geh bi navin din îfade kiribin jî, ev çand û dîrok ya Kurdan e. Ev erd digel talan û dagirkeriyên bêhejmar jî nasname û cewherên xwe parastiye û gihîştiye heta roja îroj. Dîroka Kurdan ya berê, ji bo geşedanên dahatûyê jî dê bibe cihêtname.

Her wiha berhemên Girê Mirazan her yek parçeyekî mîras û nirxên hevpar ên hemû mirovatiyê ne jî. Lêkolîna van berhemên nirxên netewî û gerdûnî yên di nav hev de û pêşkêşkirina wan a ji bo hemû mirovatiyê, ji bo famkirina dîrokçeya mirovatiyê jî xwedî girîngiyeke mezin e.

Berhemên perestgehên Çanda Girê Mirazan bi rasthatinî û bi nezanî li wê derê nehatine avakirin. Xuya ye ku li dû lêgerînên dûdirêj hatine tesbîtkirin, ji ber hin taybetmendiyên xwe avakirina berheman li vê derê pêk hatiye. Berhemên kevnare yên beriya bi hezaran salan li gora baweriya civakê dihatin avakirin. Ji ber hindê li gora taybetmendiyên qesirbendiya van berheman, mirov dikare derbarê baweriyên wan de bibe xwedî hin agahiyan.

Avakirina perestgehên Girê Mirazan ji hêla teşeyî ve ku li serê girên dişibin bûnewera mêza ya yekem ku ji wan re Dayika Zayok û Dayika Mezin tê gotin, derbarê pergala baweriya vê derê de jî agahiyan dide mirov.

Dayika Mezin, bûnewera yekem e ku kaînat aniye dinê û her tiştî di xwe de dihewîne. Li gora olên sirûştê her tişt ji wê afiriye. Ev ol, bi xwe re baweriya bi yekîtî û piştevaniyê jî pihêt dike. Şexsên civakê, bi xwebaweriya ku ji heman dayikê çêbûne di nava xwe de derfeta pevgirêdaneke qehîm bi dest dixin. Ev ol, bi xwe re ramana wekheviyê jî tîne. Heke hemû mirov ji heman dayikê çêbûbin, hingê di navbera wan de ti cudawazî tineye û ji hêla mafan jî divê weke hev bin. Şopa bi vî awayî fikirînê li ser histûnên Girê Mirazan têne dîtin. Ev raman, bi remzên di teşeyê H yê ku li ser hin histûnan hatiye xêzkirin û bi herdû kevirên bi girs û di teşeyê T’yê de ku li nava perestgehên gilover in, têne îfadekirin. Ev rewş, tîne bîra me ku rola jinê ya di civakê de zehf xurt e û weke mêran bi heman statuyê hatine nirxandin. Ji dêvla tenê jinê ango mêrî derxine pêş, kevirên girs û teşeyê T’yê yên ku nasnameya mirov a gerdûnî diteyisînin, îro ji bo me rênîşandarên pirr girîng in. Di kolandinên Girê Mirazan de hin fîgurên ajalên nêr hene, ev ne teyisandina çanda serdest a mêran e. Ev bêtir nîşaneya bereketê, berhemdariyê û zayînê ye. Di baweriyên berê de figurên ajalan rênîşandar e ji bo giyanê miriyan li ser rêya rêwingiya cîhana din e û rêhevaltiyê bi wan re dike.

Gellek sembolên li Girê Mirazan hatine bikaranîn bûne bingeh ji baweriyên ku dûra derketine û bi rengekî din be jî ev çand dom kiriye. Wek mînak, duwazde histûn di nava dîwarên gilover de hatine bicihkirin, em dibinin ku ev di baweriya Alewiyan de bi 12 îmaman û di baweriya Îsewiyan de bi 12 hewariyan hatiye temsîlkirin. Divê were zanîn ku sîmgeya “12”yê, Komstêrka Zodiyak a li ezmên yanî bircan jî temsîl dike. Ev sîmge, dide nîşandan ku koka esasî ya baweriyên olî û qadên berbelavbûna wan ji Kurdistanê ye.

Parastina hebûna civakî, hewcedariya wê bi baweriya oleke xurt û hişmendiya piştevaniyê heye. Efsaneyên koka hevpar jî, van tiştan zexmtir dikin.

Bi tenê ne cihên ku berhem lê hatine avakirin, di heman demê de dîtbariya berhemên perestgehan jî Dayika Zayokî temsîl dikin. Dema ji nêzîk ve li avakariyên Girê Mirazan tê nihêrîn, tê dîtin ku hin berhemên qesirbendiyê yên gilover dişibin malzarokê.

Malzarok bi tenê ne werselek e ku zayokbûnê temsîl dike, di heman demê de qapsûleke parastî ye ku jinûvevejînê pêk tîne. Di baweriyên zemanê berê de dihat bawerkirin ku mirovên mirî vedigeriyan axê yanî malzarokê. Bedena mirî ya ku maweyekê li wê derê dima, piştî demekê bi giyanê ji bedena mirî veqetiyayî re digihîştin hev û derfeta ji nû ve vejîn û vegera jiyanê bi dest dixistin. Definkirina li axê jî vê baweriyê diselimîne.

Baweriya Girê Mirazan di heman demê de baweriya xwedayên cîhana din a ezmanî jî di xwe de dihewîne. Ev her wiha baweriyek e ku felatê di bihuştên ezmanî de peyda dike. Giyanê mirî destpêkê dadikeve axê, binê erdê, li wê derê dikeve lêpirsînê û tê darizandin, dû re jî derdikeve ezmên cem qatê xwedayan. Her wiha ev maf bi tenê aydî kesên pak û bêguneh in. Dema wexta wê tê jî ji nû ve vedije û mafê daketina dinyayê bi dest dixe.

Perestgeh di navbera binerd, sererd û ezmên de weke pirekê ango pêlikan kar dikin. Cihên ku ragihandin bi dinyayên din re têne danîn, kurterêyên ji bo miriyan qewlgirtin û lavakirina ji bo miriyan ev perestgeh in. Perestgeh bi van hêlên xwe di civaka mirovan de xwedî girîngiyên mezin in.

Perestgeh di heman katê de navendên rêxistinkirî yên civaka kollektîf in. Ev berhem ji teref kesên pêşengên civakê ji bo nirxandina berbihevanîna baweriyên olî xercek e û weke amûreke hevgihandina civakî têne bikaranîn.

Em şahidiyê dikin ku mirov di serdemên ku ajalên nêçîrê û dar, ber û nebatên zehf hebûne weke komên biçûk jiyane û xwe bi xwe têra xwe kirine. Lêbelê ji ber ku şert û şirûtên erdnîgarî û avhewayê jiyana komên biçûk dijwar dike û li hin cihan negengaz dike, pêdivî bi sazûmanên civakî yên hîn mezintir çêdibe. Berbihevanîna komên biçûk û tevgerîna wan a ji bo heman armancan weke peywir dikeve ser milên perestgehan.

Bi vî awayî perestgeh dibin navenda pergala birêvebirina kollektîfî. Ev sazûmanên herî pêşketî li cem Dewletên Rahîban û Dewletên Dergahan têne dîtin. Ji ber ku mîrên Sumeran di heman demê de rahîb bûn, ev nîşanî me dide ku çavkaniya Dewleta Rahîban a Sumeran çi ye û ne çi ye.

Hatin û hilberînên civakî yên li perestgehan dihatin berhevkirin û dû re ji teref rahîbên perestgehê li nava civakê dihat payêkirin, dibû sedem ku qedr û hêza rahîban hîna zêde bibe.

Em dikarin texmîn bikin ku ev qada ku perestgehên li Girê Mirazan (û  li çend girên li dora wê hatine tespît kirin hatine avakirin bi vê hêla xwe ve hem bûne navendaên berevkirina qût û zad, hem jî bûne qadên serdanên heciyan û danûstandinên bazirganiyê ku di heman demê de bûne qadên tîcaretê.

Perestgeh, rêberên jiyana rasteqîn in. Hemû danûstandinên civakî incex li ser hîmên sincekî zexim dikarin li ser piyan bisekinin. Baweriyên olî bi vî aliyê xwe wezîfeyeke girîng radigire ku regezên exlaqî û civakî destnîşan dikin.

Hem li vê dinyayê, hem jî li dinyaya din ji bo berdewamiya jiyaneke xweş di serî de bûyîna saf, pak û dirûstî pêwîst e. Ji bo ku rêwingiya giyanê mirî bi awayekî ewle bi rêya xwe de biçe, hewcedarî bi jiyaneke exlaqî û bawermendî ya li vê dinyayê heye.

Ruh, di rêwingiya xwe ya dinyaya din de hemû zoriyên li pêşiya xwe bi baweriya qewîn a li gora regezên civakî û sincî berteref dike û mafê çûyîna bihuştê, yanî dinyaya xwedayan bi dest dixe. Nexwe dê heta hetayê tune bibe û nemîne.

Li ser vî esasî gerek li vê dinyayê û gerek li dinyaya din, başî û xerabî di mêzîna xwedayî de tê wezinandin û kîjan jê qezenc bike, encam li gora wê diyar dibe. Dinyaya din, navenda bingehîn e ku li wê tol ji xeraban tê stendin û edaleta xwedayî pêk tê. Lê ne tenê li dinyaya din ji xeraban heyf tê stendin.

Baweriyên der barê roja qiyametê û saetên heyfstendinê de berovajî zanînan digihîje demên kevnartir. Xerab bê ceza namînin. Dema wext tê, ew di mêzîna edaleta xwedayî de tên wezinandin. Lêbelê “wezna” li vê dinyayê, ango dinya vî alî ne bi lêpirsînê, ne bi pîvandina hêlên baş û xerab pêk tê; xerab ligel xerabiyên xwe têne îmhakirin. Ev jî di şerê hesabpirsîna roja mahşerê û li nik wê bi rabûna tofanan tê pênasekirin. Heta roja hesabpirsînê tim û dayim yên xerab vî şerî qezenc dikin û yên baş bi awayekî neheqî têne cezakirin û qetilkirin.

Lêbelê, di şerê herî dawî ya dîrokê de her tişt berevajî dibe. Qehremanekî temsîlkarê hêzên başiyê peyda dibe û hemû xeraban ceza dike. Ev di dema tofana ku vê dinya û pergala kevin dide ber xwe de pêk tê.

Ji bo avakirina dinyayeke nû û paqij, divê civakeke mirovên adîltir û biexlaqtir were avakirin, di serî de jî divê pergala dinyaya kevin were hilweşandin. Li ser histûneke Girê Mirazan fîgura sîsarkekî birûpûş(maske) di destekî wî de seriyekî jêkirî heye û ev jî vê rastiyê bi me dide hesandin.

Efsaneya Newrozê ya ku em ji dîroka netewî ya Kurdistanê pê dizanin û mîrê zalim ê bi navê Dehaq ku ji teref Kawa ve hatiye cezakirin û serê wî hatiye jêkirin û ew weke nîşaneya serfiraziyê li serê bircan hatiye daleqandin, wateyeke weke wê tîne bîra me. Bi serfiraziyê re azadî bi dest dikeve û her der dibe gul û gulîstan.

Şûnwarnas Cemal Özçelik

(Têbinî: Ji bo amadekirina Kurdiya Textê sipasdari ji bo Mamoste Yaqûp Tilermenî re)