Handy, nostaljî û golika beş
Hobûnên demê gelek caran dibin bingehên xemê, carnan jî dibe pêkenoka cemê.
Fêrgîn Melîk Aykoç
Gelo hin pêkhatin rengekê henekê jiyana li rûyê erdî ne, yan rasthatineke nepayî ya ji milyonan yek e? Nizanim! Dibe! Ha hoo Mamoste ye! Weyla li min û vê pirsê! Ma ev çîrok e, yan pirseşane!.. Her çi dibe, bas, serê min tim bi bela, baş ku zimanê min dibiriqe weke çoyê hildana tola, bi giranî li hemberê hêrsa kes û rasthatina! A ew mîrata rasthatinana carnan ji nedîve bi awayê diran qîçkirî derdikevin pêşberî min, li henberê wê ez ê ku hîç nikarim zimanê xwe yê gilover bigirim jî, bi wan rasthatinan her seriyan dêşînim. Dibe ku ev bextê min ê rengwêjeyî jî, min tûşê ser diyardeyên wiha beloq bike, çima na! Bi serê pejna we dibe û dibe, bêguman ev dikare were serê herkesî jî! Sê tiştên ji hev dûr, di bîsteke bi hev re têkildar de, lê ne ji cihanên hev, bes dîsa jî di nava kêlî û yekitiyekê giyan raz de bi carê ve li pêş min li hev geriyan û hem jî bûn yekitiyeke mîna gevola nezanan. Her yek ji welatekî cûda, ji têgîhîştineke ji hev dûr, lê her çawa bû, her sê jî bi hev re ketin tûrê min! Belê tûrê min, yê bi qeda û bela!.. Hem jî ketin wê çaviya tûr ya niçikî û pêkenokî, sor bûn, mîna cinan bi carê ve derketin pêşberî min û bûn diyardeyeke bîranîna min, hem jî bi rengeke wisa xerîb, wê neçe ti car ji bîr!..
Ji bo rakirina perdeya mijê ya li ser rastiya wê dîyardeyê, em hinek çeng bavêjin:
Em berê weke remildaran bi xwebaqiliya bêaqili hin agahiyên serêşe li dor xwe biweşînin. Ne şaş bim, „Handy“ bi Îngilizî ye, ne wisa!.. Dibêjin; „nostaljîya“ grêkî ji „nostos“ (li xwe veger) „algosê“ (êş) hatiye li hev geryaye bûye têgîneke wêjeyî û zanistî. Ha ha haylo dilo, li min û van şiroveyan! Li gel wan gotinên biyanî yên kêm tên bihîstin, gotina kûr kurdî ya herî xweş „golika beş!“ heye. Bi baweriya we, vê gotina xweşik jî, ku ji pêkenokên gundiyên Kurdan tê, weke sorxaçeke xwerû reng daye wan herdu gotinokên bîyanî!..
Nizanim ev henekê feleka xayîn e, yan jî rastiya gerdûna bêdoxîn e, çi!.. A wê rojê ev her sê gotin bi hev re li ber bayê felekê ketin, weke gijgêlekê li hev geriyan û her weşiyan, ta li bajarê Dortmunda Almanyayê tûşê hev bûn, derketin oxira min û bûn bela serê min! Na na, ne bela!.. Bûn bîranîneke ne lêpayî û bi hev re ketin tora min. Ez û em gêj û metal, ew bi ken û bal!...
Roj roja 13 hê îlonê bû, aha îlon! Meha dîlana rengan! Destpêka payîzê, demsala ser û binbûna heyamê, ev serdema reng guhertina xwezayê ye. Belê demeke xwe guherandina xwezayê ye, hem jî mehên rengareng bi çêşt û fêkîyan e! Ne tenê çêştên ji meyxoşî ta şîrînîyên nav fêkî dixuye, bi hêza vê serdemê, pelên daran jî zerdibin yek bi yek diweşin, erd ji goniyên belgên ku ji guliyên daran pekyane, weke xalîçeyekê xwe diguhezîne coşa dîlana rengan. Giha zer û zerçoqî, bayê ji hêza heyamê ji wan behna payîzê direşîne ser xakê, ji guvîna bayê û xişîna belgan newaya xemgînîyê olan dide. Berê li welatê me ev dem dema dagera zozanvanan û destpêka dîlanên evînê bû, dewet û seyran bû. Her wiha şingîn û ringîna qiloçên nêrî û beranan dibû muzîka mêrg û terazinan. Li nava gundan jî dibû hire hira xortan xortên simêl badayî. Eh jiyan wiha ye, bihewîne hey dilên min, şahî û şîn her li gel hev in. Li gel şox û şengê, serdema pelweşînê, guvîna bayê, xişîna qirş û qalan, xembariya jiyaneke têkçûyî li giyanan bar dike. Belê belê ev tuşê hevbûna dijberan carna dibe rêbaya xwejibîrîyê jî. Û vê re awazên rengê payîzê ku botanî jê re payîzok dibêjin, carna wek vê strana dilinî jî olan dide: „Ha li ba bû, ha li ba bû, bayê Hemzewa li me rabû, pêşa perdê wa belabû, Dûdî xanim têde xuyabû şêst û şeş deqan di nava sîng û beran bû, her deqik cudacuda ramîsa bû....“ Bi newaya wê stranê re nostaljî û golika beş jî di vê rêwîtiyê de di nava bilqikên kenê de xuya bû!... Bîr li malma, sawa tirsê li me rabû û were hayê ha hayê!...
Ne tenê nexş û nîşana heyama xwezayê, dîlana çanda gelan jî gelek caran tevê vê gevola payîzê olan dide. Dibe ji razên cihana vê demsala payîzê, yan jî ananeyeke ji kûrahîya dîrokê şeqitîbe, hatibe, bi rengê qelema min jî olan dabe. A bi wê olana diyardeyê li welatê me dibe destpêka dewet û dîlanan, çand û seyranan, bê şik carnan li gel hêvî û gûmanan. Gelek dibêjin ev e razê wêjeyên dewlemend û ew raz wekî laserê bi civakî pêl dide. Kurdan ev bîra civakî ya ji kûrahiya wê dîroka qedîm tê, bi xwe re anîne vê xopana Ewropayê jî. Ji sala 1992 an vir ve li Almanyayê bi rengê vê dîlana xwezayê „Festîvala Wêje û Çanda kurd“ di bîr û jiyana me Kurdên li Ewropayê de weke dîlan û kevneşopiyeke dîrokî reng daxistiye qada jiyanê. Ev 33 sal in ku dil û giyana min di vê rojê de radibe çargavê, hem jî bi wê kelecana destpêkê!.. Hê jî wisa zindî ye ku gotin têra venivîsandina wê nake. Carna bi wê kelecanê dest û lingên mirovan jî li hev digere. Mirov plan jî bike, dem bi dem dibe ku mirov ji ber wê kelecanê, tiştê ku êdî bûye pareke jiyana rojane jî ji bîr bike. Û min jî ji bîr kir! Ha çi ji bîr kir? Ew alava êdî bûye parçeyeke jiyana me ya bivê nevê. We fêmkir neee! Ax ya derdê Handîyê, ha ew Handy ye, bêrîfone, destefone, titika têkilî danîn û agahî dayînê ye çi ye! A wê bêtêla ku êdî bûye pareke jiyana me! Ew Handya di giyana me de bûye mîna kiras û derpê. Bîsta çûm ser destavê, min ew danîbû ser terega salonê û li wir ji bîrkir. Gelo ev xweşbîrî ji kalaniyê ye, tê serê min, yan dîyardeyeke xwezayî ye, dikare were serê her kesî?.
Dema zavayê me katjimêr di 7 an de ez li ber gara Frankfurtê danîm û çû, di wê hînikahiya rêbaya sibehê de bê ku dest bavêjim bêrîka xwe, hinek meşiyam û gihîştim cihê cîvanê. Mixabin cihê ku hatibû destnîşankirin vik û vala bû, ne otobûs li wir hebû, ne jî rêwî û ferdeke nas. Min xweber dest avêt bêrîka xwe ku telefon bikim, destê min di valahiya bêrîkê de wenda û ez bi carê ve lal û metal mam. Bêrîka bê bêrîfon, ma dibe! Hesteke di rengê bîyanîyê de wenda, mîna ku bê derpê û bê kiras şilptazî li wir mabim û her kes bi min bikenin! Wisa şaşwaz di cihê xwe de sar bûm û mam. A li wir ne heval, ne jî nimiroyên bêrîfonên hevalan. Lê neyên! Wê veger çawa be! Bi gotina têgîhîştina berê „Fêlê xirabê!..“ Di vê serdema serîxwarî de li Almanyayê gelek xetên trênan ji ber temîr û nûkirinan girtî bûn, xeta bi aliyê me ve diçû jî, her wiha. Êhhh! Wê veger çawa be? Di nava xewn û xewjînên vê tirsê di giyana min de afirandî engizîm, bi şêweyeke di nava wê guraniyê de tik û tenê bêkes mayînê ketim avahiya gara trênê û li dost û nasek geriyam, bi salan bû ku lingên min bi vê garê neketibû, rengê nava garê bi tevahî guherîbû, mîna ku hatibim garekê, yan jî welatekî bîyanî, yek rûçikekî nas xuya nedikir. Lê wê çi be? Ezê çi bikim!..
Di xewjîna bîra xwe de vegeriyam 40 – 50 sal berê, wê serdemê handy mendî nebû, lê jiyana rojane dimeşiya, jiyanekî bê handy! Titik yan jî alaveke wisa hîç li bîra mirovan nebû, bes jiyan dimeşiya, hem jî bi bextewarî, mirovan dikarî tiliya şandekê têkira kerika guhê xwe bigota „Haylo diloo loo!“ bistira û bimeşiya... Yan jî têketa wê kozika telefonê 20 sent bavêtayê û telefonê malê bikira! „Eloo Ez ez!“ Erê lo! Baş tê zanîn ku sed, sed û pêncî sal berê ew jî nebû. Telgiraf hebû: „tak tak tiki tak“ û postacî danî. Ew jî tenê li bajaran, di nava saziyên fermî de! Jiyana bi rengê wê serdemê jî, bi bextewarî dimeşiya, handy mendî nediket nava xewjînan jî! Lê niha!.. Bê handyîtî! Wey bavoo! Mîna ku di çolistaneke bê ser û binê ku hemû aliyên bayê lê wenda de çik bûbim mabim û hîç nizanibim, ka bi kîjan alî û hêlê ve biçim! Gelo ev ji kalaniyê ye, yan jî tenê ji hobûna bêbext e, ketiye pêsîra min!... Bê Handy, bê titik, êhêê! Divîbû min çi bikira?...
Dibe ji ber vê rewşa xiloxwarî be, bi carê ve peyveke mejî tevlihevkirinê hate bîra min, min got; ez bi şûn ve vegerim, biçim malê! Lê çawa û bi çi? Bi tramvaya binerdê hetanî sînorê bajêr! Lê ji wê wêde? Bi bextê lingan, yan Texsî? Dema ez di nava van xewn û xewjînên serêşên ku ji hobûnan dihat de digevizîm, bi carê ve hin dengên nas, hem jî bi kurdî hatin min! Di nava bêhêvîtiyê de tirîjên hêvîyê li min veda! Min serê xwe bi weş rakir, bîsta min dost û heval dîtin, min ew mîrata Handy ye, bêrîfon e, destefone, qutîka gotgotê ye, çi ziqim be, ji bîr kir û bi hêvî xwe li wan girt.
Ha Handy!.. Wekî Alman dibêjin: „scheise Handy!“ Na loo, eybe, em gotinên wisa û qutika gotgotê li cih bihêlin. Haa qutîka gotgotêê! Li welatê me bi qasê 70 -80 sal berê mirov li çengê xaniyan, li ber dîwaran rûdiniştin û dest bi mijûliyên gotingerandinê û fesadiyê dikirin. Bêguman carna jî qehermaniya xwe bi gotinên tofan barkirî direşandin û vê re çiya di ser xwe de werdigerand, ew dikir bilqikên kenê û diket nav mijûliyê qal û qiran. Lê niha, di vê serdema titikan de çi ketiye cihê wê? Bêguman a ew mîrata Bêrîfonê, na lo ev gotineke çêkirî ye, Handy ê, a wê ev rola gotgot û gotin gerandinê wergirtiye! Handyê digirin ber guhên xwe û bi saetan vir, vir û vir!
„Elooo! Keçê, kero tu dizanî filan kes çi dike, çi dibêje!.....“
„Dee di gora sed û yek bavê wî /wê!...“
„Filan kes bi bêvan kesî re ye haa!....“
„Ê bavê min dem were ye em çi bikin!“
„Ax lawo, te ez di xortaniyê de bidîtama!..“
„Erê bavo erê! Me li ser kevirê neweqê re bazdida!...“
û û.... her û her gotinên wiha!...
Himmmm! Em wê gotingerandina Handy ê bidin aliyekê lo! Ne gotina kesayetiyên di tanga me re ye! Pirss!...
Hun jî dikarin rojekê bê bêrîfon, yan jî bê wê mîrata Handyê bîjîn?...,
**
Û bi kelecan, hestê ku me cara yekem bi otobûsan berê xwe dabû festîvala destpêkê ya li stadyuma Bochumê, şer gurr, kelecan gurr, sal salên masûrkên dest û millan bû, axx Lawoo, xwezil bi wan çaxan!... Cihê vê festîvala 33 an jî, ne ji cihê berê dûr e li kêlaka wê stadyuma Bochumê ye. Belê 33 sal berê bi kelecana 41 salî û niha jî bi lerzandina dest û dilê 74 salî, me berê xwe daye wê hêla bi halan û dîlan! Bes, mîna ku cardin ciwan bûbim, cîwan! Min ew mîrata Handy ye, bêrîfone, titik e, çi ziqûm e, ji bîr kir. Kelecaneke mîna ya destpêkê li giyana min geriya. Min li kêleka Memoyê bi bêhna Dêrsimê rûniştibû, pal da. Bîsta me xwest em bi bêhn û dêhna serdema nostaljî têkevin nava gengeşiyan, Usivê Yozgatî berê xwe da me û silavek ji silavên 25 - 30 sal berê da me. Bi dîtina wî re xweber bîranîn, belê; bîranînên xwîn bi germahiya tekoşîna li çiyan û bajaran olan dida diherikî. Bi hêza wê herikînê şerê me û nijadperestên Tirk yên di pîrozbahiyên Almanan de hatin bîra min! Ez û Usiv na lo! Ez û hevalê Nostaljî, em bi hev re di nava wî şerê germ de bûn, wê demê şingîna gulmist û gotinên qelew bûn, daxwarin hîç nebû. A bi wî hestî dil rabû kelecanê, rondik şeqitîn ser hinarikên qurçimî! Dibe ji kelecana germahiya wan bîranînan be, min „Hevalê Usiv“ negot; her çawa bû min peyva girêkî NOSTALJÎ bikaranî û bi kirmanckî got: „Wey çimê mi ser, serê mi ser, lo lo embazê Nostaljî!“ Usivê me yê bi dil û can peyva „nostaljî“ femnekiribû, bi hêrs got: „Piştî ewqas salan tu nav û navçikan li min dikî, çi!“ Yên dizanî bi tîqînîya hevalbendî keniyan. Lê ji bo ku dilê wî mirovê xweşik ê hîç xirabî nizane neêşe, dibe ku ji pîşeya min jî be, hima ketim nava şiroveyê. „Na hevalê delal, dostê rojên teng! Ez heyran! Yanê tu rengê Bîranîna me, rabirduya me, dostaniya me ya di nava şer de yî!.. Bê wê ti wateyeke din a vê peyva nostaljî tine!“ Hevalên li dor me bi tîqetîqên germ keniyan! Ew jî keniya! Em tev de keniyan! Oxx be, xwezil bi vê rewşê, kenê dostaniyê çi xweş e! Tev de heval û dostên berê, hevrêyên berê, çiyayên baweriyê, jiwê bilqikên şahiyê bû dilan û di hundirê otobûsê de bi guminî olan da. Yên ev mijara me bîhîstibûn û yên ku nebîhîstibûn jî, bi me re keniyan. Nostaljiya girêkî ya weke her zimanî ketiye zimanê me jî, di vê roja me ya xweş de xwe guhezandibû bilqikên kenên dostên ji dil û bi bawer!...
Ê bavo em Kurd çi bikin! Li welêt pêlên asîmîlasyonê em bi zimanê dagirkeran fetisandiye, li vir Ewropayê jî ji neçariyan zimanê welatên em lê dijîn, bela serê me ye. Ma êdî cîh ji zimanekî weke grêkî û peyvên zanistî re ma! Mixabin ku hin têgînên zanistî yên ku ketiye her zimanî û xweber ketiye zimanê me jî? Lê em ji ku bizanin „Nostaljî, Kamerad û veteran!“ têne çi wateyî? Piştî bilqikên kenên dostaniya germ, çend kesên din jî, li ser peyva „nostaljî“ di nava pêlên gengeşiyan de li hev sor bûn. Gelo ev henekê rêwîtîyên bê dawî ye, yan jî tenê henekên nava rêwiyên vê otobûsê bû? Belê bi vê destpêkê re em ketin nava bîranînên 25 - 30 sal berê, yanê me di nava wê deryaya nostaljîyê de hûr û kûr avjenî kir. Hele wê li qada festîvalê çi derkeve pêş me. Wê ev festîval bikare me bibe wê kelecana festîvala yekem ya li Bochumê! Min gotibû, Bochum ne dûrê cihê festîvala îro lê ye, tenê û tenê bi qasî 30 – 40 km jê dûr e. Dibe ku bilqik û şahiya wê roja destpêkê li vir Dortmundê jî rêbaya heyî biguhezîne dîlanê!...
Parqa otobêsan li bakurrojavayê cihê festîvalê di nava daristanan de veşartî xuya dikir. Ji bo rêwî bikarin xwe bigîhînin qada festîbvalê, li ser rêyên ku bi aliyê cûde ve diherikî, çend pireyên bi çiv û koveyên hunerî lêkirî rêwî digihandin qadê. Van pireyên bi wê dîzaynên xwe yên hunerî dîmeneke xwerû dabû wan rê û qadên pîrozbahiyên li hawîrdor. Em Kurd wisa hestyar û hunermend in ku li her derê reng didin qad û rêyan! Cil û bergên kurdî yên ku jinan xwe bi wan xemilandibûn, rengê gulî û bergên darên daristanê dabûn wê pireya betonî. Ew rengê dilgermiya dostanî û hevaltiyê bûn, ji wê xemla daristanê hê germtir bûbû. Bîsta em bi girseya bi cil û bergan xemilî gihîştin qada festîvalê, bi dehan heval û dostên nas, yên serê wan mîna tilikê dîharê çiyayê Agiriyê bi belekiyên berfê xemilî ve hatin û em pêşwazîkirin, wan li pey hev:
„O Mamposteyê delal tu hê li ser pîyan î lo!“
„Mala xwedê ava, tu jî hê dijî!...“
„Erê ev bû çend sal me hev nedîtiye!“
„Ev mîrata salan çi zû derbas dibin looo!“
„Hey maşallah, bi Xwedê tu hîna wekî berê yî, wisa zindî û te hîç spînekiriye haa!“
„Way hevalê ji rengê nostaljîya dîrokî tu bi xêr hatî looo!..“
„Felek bêbext e! Dibe ku ev hevdîtina me ya dawiyê jî be, ka nêzîkê min be, ez wan çavên te yê reşbelek maç bikim!“
„Mamoste heyfa me ku em kal bûne, kal!..“
„Ji xwedê re şukir me cardin hev dît, ji careke din re jî xwedê kerîme!...“
Vê peyva razber „Kerîme,“ xweber Sîmsarê qeraja Gêxiyê ya Depê yê salên 70 yî anî bîra min. Dema li wê serdemê yekî li qeraja Gêxiyê (Depê) bigota: „Xwedê kerîm e!“ Kerîmê sîmsar hima bi hêrs digot: „Tobe tobe! Law wele ez ne xwedê me, tenê Kerîmê sîmsar im!“
Belê xwedê kerîm e! Emê hê bijîn! Daxwaziya me Kurdistana azad û serbixwe dîtin e!
Hin hevalên ez baş nasnedikirim, li hemberê vê bi aliyê herkesî ve bi dilgermî pêşwazîkirina min lal û metal mabûn. Li gel wan Hevalê Nostaljî, yanî Usivê me yê dildost jî, wisa metalmayî li vê rewşa pêşwazîkirina me nêrî û nêzîkê min bû û: „Te ji min re „nostaljî“ got, Nee! Lê tu jî wekî „golika beş“ î ha! „Golika Beş!“ Her kes te nas dike û silav dide te! Ev çi ye loo!...“
Bi vê gotina wî re bû tîqîna nas û dostên li hawîr dora me û yekî jî ew wiha erê kir: „Ma ew ji berê ve wekî „golika beş“ e, her kes wî nas dike!..“
Yê din jî wiha lê germ kir: Me golikên beş aniye Almanyayê jî loo!“
„Golika beş“: Peyveke jiyana gundîtîyê ye. Hem jî ya zarokatiya gunditiyê ye. Di zarokatiya me de golika me beş ba, em pê şa dibûn, me bi dilekî germê gede digot: „Tiprî tiprî menteşe, golika min a beş e, Nanê çolê çi xweş e!“ Golikên beş kêm dihat dîtin. Lema dihat hezkirin û di nava naxira dewaran de jî hima dihat naskirin. Dibe ji wê taybetiya wê be, di mijara nasrawbûnê de bûye weke têgîneke şibandinê. Bes şibandineke erênî ye, nakeve beşa heqaretê. Heta reng dide wêjeya axaftinê.
Belê Mîrata telefona li mal mabû, bûbû xembariya li ser dilê min, lê dost û hevalan ew bi min dan jibîrkirin. Peyvên „nostajî û golika beş“ jî bûn kenên rojê, hedana rêwîtîya dûr û xwîna vejîna vê çîroka me. Em bi zimanê mezinan gotara xwe bi dawî bikin: „Çîroka me ya roja festîvalê olanda çû dîharan, rehmet li dê û bavê guhdaran! Handya ma li malê, ez engizandim, hevalê Nostaljî jî berê hêrs bû, bi awirên tûj ez tirsandim, lê belê lê dû re bi navê xwe şa bû û heyfa xwe bi peyva „golika beş“ ji min girt.
14.09.2025
