1. Tekst

  2. Gotar

  3. Îbrahîm Osman
  4. Mîrên Êzdiyan Bi Qedera Êzdiyan Dilîzin
Mîrên Êzdiyan Bi Qedera Êzdiyan Dilîzin,mîrên,êzdiyan,bi,qedera,êzdiyan,dilîzin

Mîrên Êzdiyan Bi Qedera Êzdiyan Dilîzin

A+ A-

 

 Îbrahîm Osman

Gotineke me ya miletiyê heye;”Eger tu bû Mîr Xwedê meke jibîr.” 

 

Mixabin, ên me tavilê ji eyarê xwe derdikevin. Xwedê jî milet jî ol û erkanê  jî jibîr dikin.

 

250 sal in, ku malbava Meyan Xatûna hevjîa Elî Beg (Malbata Çol Begê) û Malbata Elî Begê li ser textê Mîratiya Êzdiyan şer dikin.

 

Nakokiyên li ser bidestxistina textê mîratiyê, bu sedem ku  her du malbat pirr kesan ji hev bikujin û heta şer ewqas dijwar bibe ku xwîna hev vexwin.

Wan her dû malbatan dîrok û çîrokek bi xwîn li dû xwe hîştin.

 

Neviyên wan îro jî hîn li ser heman rêyê di nava dek û dolabên qirêj de perwaz lêdidin.

 

Di encamê de, her du malbatan jin dane hev, agir sarkirin û qaşo aştî pêkanîn. Ango di rû re xwedêgiravî li hev hatin. Lê nakokî û şerê li ser text her wekî xwe ma û qet ranewestiya.

 

Meyan Xatûna ku 45 salan mîrîtiya Êzdiyan kir, di serdema mîratiya xwe de sê keçên xûçkên hev ji malbava xwe, bi kurê xwe Sêîd Begê bapîrê Hazim re(Mîr ê nuha) zewicandin. Lê dîsa jî şerê li ser text ranewestiya.

 

Ji ber ku kî ji wan rûdinê li ser textê mîr, ew xêr û xêratên olî dixun, dibe paşa, sûltan, wezîr û Emîr.

 

Her du malbatan gelek dek û dolab li serê hev gerandin û bi xwe re jî mala Êzdiyan birin ber mîratê. Xelk dibe mîr xizmeta miletê xwe dike, ên me miletê xwe didoşin.

 

Mîr Muawuyê ji binemala Çol Begê, di heyamê xwe de xeleka dawî bû ji şer û pevçûnên sedsala çûhîyî.

 

Muawî, ji bo bibe Mîr, bi dehan dewletan re, ji Tirkiyê, Iraqê, Îseaîl heta bi dewletên bendava Erebî têkilî danîn. Li ser navê Êzdiyzn sîxurî ji wan dewletan re kir. Berdêla xizmeta xwe jî nasnameyên wan dewletan wergirtin. Gava Muawî li cimata rûdinişt jî, bi serbilindî ev nasname nîşanî cimatê dida û pê xwe dipesinand.

 

Muawî bi vê jî têr nebû. Mîna ku tamijîbe û negitaşt armanca xwe di nava lêgerînê de bû. Loma piştî salên 1980, çû li paytexta Almanya Bonn ê, komeleyek bi navê Êzdiyan vekir. Bi dewletê re têkilî danîn. Di wan salan de Êzdiyên ku dihatin li Almanya doza penaberiyê dikirin, diviyabûn ji komeleya Muawî belgeyeke morkirî bîbin da ku biçespînin ew êzdî ne.

 

Muawî jî ji bo her kaxezeke morkirî, bi kêmanî 500 Markên alman xûkî ji Êzdiyan distand.

 

Hasilî wexta Muawî mir, ji ber van nakokiyên bi malbata Elî Beg re, ew ne li Şêxan li Şengalê hate binaxkirin. Gora wî nûha tikî tenê li qûntara çiyayê Şengalê ye.

 

Nuha jî şerê Kurê mîr Tahsîn Hazim û yê Kurê Muawî  di dewrê de ye.

 

Berê Mîrekî endamê PDK ê hebû nebes bû, îjar nuha Iraqê jî mîrek ji xwe re çêkiriye. Kurê Miawî jî derketî holê. Her yek ji aliyekî de bi Êzdiyan dilîzin. Her du jî bûne amûr û maşikên hêzên derve. Bûne pêkenokên alemê. Kurê Muawî li Şengalê li nav Êzdiyan digere, civînan çêdike û hewil dide Êzdiyên Şengalê bi hikûmeta Iraqê ve girêbide. Dibêje hikêmetê soz daye min, emê hêzeke 100 hezar çekdar ava bikin. Ji xwe ew diçirîne û derewan dike. Dixwaze bi vê yekê Êzdiyan bixapîne. Lê ji Fermana dawî heta îro ev mirov li qadê nebû. Îro Êzdî hatin bîra wî!

 

Sala çûyi piştî koça Mîr Tahsîn, kurê wî Hazim li ser textê Mîrîtiyê rûnişt. Hazim endam û qadroyê PDK ê ye û bi salaye mûçeyê xwe ji PDK ê werdigre. Mîr û Babê Şêx ji bo Êzdiyan têxin xizmeta PDK, bi fen û gûtên osmanî bi destê PDK hatin erkdarkirin. Loma ji konsûlê dewleta Tirk ê Hewlêrê di bin kontrolê de xwe digihîne wan.

 

Mîrîtî di çanda Êzdiyan ya resen de nîne.

 

Çawa bi hatina Şêx Adî re Adanî, Qahtanî û Şemsanî mîna sê xetên cûda di Êzdiyatiyê de peyda bûn, her wisa jî pergala mîratiyê jî bi vê veguhartinê re peyda bû. Pîrên ku heta wê serdemê ji civakê re jîriktî û pêşengtî dikirin hatin bêbandorkirin û tasviyekirin. Mînak nuha di heyeta ruhanî de pîr nînin. 

Di pergala mîrîtiyê de hê ji destpêkê de şer, pevçûn û nakokî hebûn.

Sedem ev nexweşî û nakokî ne ku îro jî ên qaşo navên wan mîr Êzdiyan dikin qurbanî ji bo berjewndiyên xwe yên malbatî.

 

10.4.2021