1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mahabad Felat
  4. OL, ÎDEOLOJÎ Û TOLERANS
OL, ÎDEOLOJÎ Û TOLERANS,ol,îdeolojî,û,tolerans

OL, ÎDEOLOJÎ Û TOLERANS

A+ A-

 

Mahabad Felat

 

TOLERANS

Tolerans çi ye, sînorên toleransê çi ne, li gor çi, li gor kê û çima tolerans? Yekalî tolerekirin dibe tolerans an mirov hev û du tolere dike? Yekalî tolerekirin encamên çewa diafirîne?

 

Tolerans, zanîn û têgihiştina rastiyên vê jiyanê û li ser vê bingehê jî, ragirtin, tebat û pejirandina dîtin, raman, bawerî, jîyan û rengên cuda ye. Tolerans, pêkanîn û parastina mafê jiyana cudahiyan e.

 

Mirov û hemû tişt bi hev ve giredayî ne û ne ji xwezayê, ne ji gerdûnê an jî ne ji hevûdu ne cuda ne. Loma jî li ser hev û du, li ser pêşkeftin, reng, teşe, rawestan, helwestgirtin û encamên gelek tiştan dikarin bandorên erênî an neyînî bikin. Çiku tu tişt, bêyî hevûdu ne tu tişt e.

 

Tolerans û ezezî du tiştên dijberî hev in. Loma jî, sînorên toleransê berjewendiyên gelemperî ne. Tolerans, li gor berjewendiyên gel û hemû aliyan, li gor gel û hemû aliyan û ji bo berjewendiyên gel, xweza û yên hemû aliyan, divêtiyeke jiyanî ye.

 

Yekalî:

Ji ber van taybetiyên xwe tolerans nikare yekalî be. Loma ku divê hemû alî rengînî, taybetmendî û cudahiyên hev û du tolere bikin. Toleransa yekali, ango aliyek tolere bike lê neyê tolerekirin, dê di encamê de bê bindestkirin. Lewre aliyê hatiye tolerekirin bi vî rengî dibe xwedî serdestiyekê. Ji ber vê yekê jî, aliyê hatiye tolerekirin di destpêkê de mafdar be jî, bi vê serdestiyê û girêdayî rewşa têdayî dikare heya dîktatoriyê jî here ku mînakên vê ji gelek welatan, ji civak, ol û îdeolojiyan dikare bê dayîn.

 

Pirrengî:

Rengînî û cudahiyên civakê, dewlemendiyên civakê ne. Weke ziman, çand, folklor, kevneşopî, ol û bawerî û reng û cudahiyên fîzîkî. Çiku her civak, li gor rastiya vê jiyanê û li gor rastiya xwe û rastiya erdnîgariya xwe xwedî pirrengiyekê ye. Bi bihevxistin û têkilkirina cudahiyan dewlemendiyên nû diafirin û hemû kes û civakên têkildar, di warê hişmendî, xweşbînî, wekhevî, demokrasî û bi van hemuyan re jî aborî de, ji vê yekê sûdeke mezin werdigirin. Lewre, hemû tişt, dema têne bihevxistin, ji wan tiştên nû diafirin. Raza jiyanê û hebûnê jî ev e. Tişta ji aliyê serdestan ve tê kirin, dijberî vê rastiyê ye. Loma jî dijberiya rastiya pêşkeftina jiyanê, bi tenê dikare tevlîhevî û kaosê biafirîne. Serdest xwe li ser vê kaosê dijînin û dikarin bimînin, dikarin he bin. Loma jî ev cudahî bi taybet di nav civakên paşvemayî ango paşvehiştî de, dibine sedemên nakokî û pevçûnên mezin.

 

Çand:

Ji ber sedemên li jor hatine nivîsîn, çanda toleransa li hember cudahiyan, di nav van civakan de pêş neketiye. Gelek caran sedemên vê paşvemayinê jî, dîsa bi zanebûn û li gor armancên xwe, ji aliyê serdest, desthilatdar û mêtîngeran ve hatine bipêşxistin, afirandin. Rengînî û cudahiyên civakan, bi armanc û zanebûn weke nakokî derxistine pêş, ji hev xistine, kûr kirine û bi hev dane pevçûn. Eger ev çand hebûya dê ew cudahî bikarîna li deverekê bigihêjine hev, bibine dewlemendî û rê li ber pêşkeftina civakê vekin.   

 

Jiyana hevpar:

Di jiyaneke hevpar de tolerenekirina cudahiyan, hest, raman, daxwaz û nêzîkayiya "Eger tu mîna min bî, an bikaribî bibî mîna min, tu dikarî bi min re bijî an na ez ê bi te re şer bikim, te bikujim, li dijî te têbikoşim, te înkar bikim an jî te nêzî xwe nakim." diafirîne û vê hişmendiyê dike desthilatdar.

 

Herwiha, çandên "serdest" (Ev bi giranî, ji serdestiya sîyasî, olî û desthilatdariyê tê) ji bo tunekirin an talankirin, eger di hin tiştan de bi ser nekevin, wê demê jî, ji bo berevajî kirin û xwedîlêderketina çandên "jêrdest" têdikoşin. Mîna talankirina çand, nirx, rûmet û hebûna kurd ji aliyê desthilatdaran ve.

 

Rewş:

Bi taybet mirovên Rojhilata Navîn, derba yekem nakokiyên xwe bi tundî derdixine pêş û eger tiştên wan ên hevbeş ên bikaribin parve bikin hebin jî, ji ber vê yekê wenda dibin.

 

Di bin pirsên gelek mezin de, ev mentalîte radizê. Ev jî gelek caran dikare bibe sedema gelek bûyer û qewmînên mezin.

 

Ewropî; piştî serdemeka tarî û dûvedirêj a Serdema Navîn û Engîzîsyonê û piştî êş, azar û dayîna bedêlên pir mezin, bi pêşkeftina ronesansê û pêre jî zanebûn û hev û du û vê jiyanê baştir nasînê re, toleransê jî nasîn. Ev di nav pêvajoyeke dirêj de, di nav civakên Ewropayê de bû çand û nêzîkayiyeke sereke. Lewre ji vê yekê xêrê dîtin. Pêre paralel, çand û nirxên demokrasiyê bi pêş ketin û civak li ser vê bingehê bi pêş ket. Îroj, nakokiyên wan hebin jî, bi sebir û aramtir in li hemberî hev. Gotina dawî, pêşî nabêjin. Pêşî tiştên ku dê bikaribin li ser, li hev bikin derdixine pêş û di nav demê de ev dibe sedema nakokiyên heyî jî wenda bibin an çareser bibin. 

 

Demokrasî û tolerans sedemên pêşkeftina Ewropayê ya herî mezin in ku di nav civaka xwe de bi pêş xistine. Divê bê gotin ku ev taybetmendiya wan, li dijî welat û civakên ji derî Ewropayê, dijberî vê ye. Ango tişta sereke û derbasdar ne demokrasî û tolerans e lê berjewendiyên wan in ku ev jî bi temamî bi pergala kapîtalîzmê ve girêdayî bi pêş dikeve. Li jêr wê ev hinekî bê berfirehkirin.

 

Gelek caran û di gelek rewşan de, giraniya mirovan, bi rexneyên tûj û ne li rê, bi çêr an bi awayên hîn dijwartir êrîş dibine ser raman, dîtin û baweriyên cuda, bêyî naverok, armanc û hedefên wan cudahiyan lêbikolin an bizanin. Ji xwe gelek caran pêwîstiyeke bi vî rengî nabînin jî. Lewre pîvanên wan bi tenê rastî, bawerî, dîtin û jîyana wan e, an bi kurtayî rengê wan e. Bi gotineke din, berjewendî an hestên ferdî, didine peşiya gelek tiştan. Rengînî an cudarengî nikare bê pejirandin, an daqurtandin. 

 

Berjewendî û ezeziya mirovan, li ber toleransê astengên bingehîn in. Lewre ev kesayet û xwedî kodên manîpulekirî, cudahiyan ji xwe re xetere dibinin û nikarin bipejirînin.

 

Bê guman ku rola perwerdê di vir de jî pir grîng e. Lewre perwerde û agahiyên ji xweza û ji jiyanê têne girtin, dibine rizgariya ji giyana dejenere û bende.

 

OL

Ol bi giştî tirs, tehdît û reda cîhana ji derî xwe ne. Ji serdema pagan, şaman û baweriyên pirxudayî û vir ve ev wisa ye. Lê dema liv, tevger û fenomenên xwezayî li ”hêz” û ”taybetî”yên mirovan hatine barkirin û ew mirov wekî pîroziya herî mezin derketine pêş, ev tirsa ji cudarengiyan pir zêdetir xwe dane der û mora xwe li liv, tevger, helwest, çand, kevneşopî û kesayeta mirovan xistine. Ev fenomenên xwezayî, êdî bi xurafe û vegotinên derxwezayî hatine ravekirin. Ev ravekirin, bûne dûrketina ji rastiyên jiyanê, ji zanist û xwezayê. Serdemên tarî, bi vî rengî bi olan dest pê kirine.

 

Ev rewş di Mîtraîzmê û baweriyên li ser wê kevneşopiyê bi pêş ketine de bêtir erênî xuya dikin. Lewre di van baweriyan de liv, tevger û fenomenên xwezayî, bi rêzgirtin û pîrozîlêbarkirina xwezayê bi xwe têne ziman û derdikevine pêş. Heya serdema Şêx Adî, ev di Êzdîtiyê de jî her wisa ye. 

 

Fenomenên xwezayî û rola afirîneriyê li mirovan barkirin û bi vê ve girêdayî pêşkeftina xurafeyan, her çendî bêtir humanîst xuya bikin jî, di Bûdîzm û Hîndûîzmê de jî naguhere û di olên semawî de jî, ev di rengê peyamberiyê de derdikeve pêş.

 

Ji ber li erdnîhgariya em lê dijîn û li giraniya cîhanê serdemeka pir dirêj bandora her sê olên semawî pir zêdetir xwe dane û didine der, wê mînakên li ser mijara toleransê jî, bêtir li ser van her sê olan bin.

 

Di Îslamê de tolerans: 

Di ola Îslamê de ji ber çanda ”fetih”ê, ne pékan e qala toleransê bê kirin. Lewre fetih, destdirêjî, dizî, komkujî, dagirkerî, li ser keda gelan rûniştin e. Fetih, ji hiş û giyan ve xesandin, ji rastiya xwe, ji erdnîgariya xwe bidûrxistin, koledarî, bazirganiya mirovan û bi taybet ya jinan, talan û talankerî ye. Fetih, weke hişmendî û çandeka sereke ya ola Îslamê, li dijî yên derî ola Îslamê zordestî û destdirêjiya li can, mal, nirx, rûmet, şanazî û erdnîgariya wan e. Lewre li gor ola Îslamê, hemû kes û tiştên li cî û deverên têne dagirkirin, ji bo dagirkeran “helal” e. Dagirkeriya xwe li ser navê olê dikin û vê di xwe de weke mafekî ku ji aliyê Allah ve hatiye dayîn dibînin. Lewre ew kesên li wan cî û deveran dijîn ne ji ola wan in û loma jî kafir in. Can û mal û milkên kafiran jî, ji musulmanan re helal e û navê cîhad û fetihê li vê kiryara xwe dikin. Van kiryarên xwe, bi rêya olê meşrû dikin. 

 

Di destekî van talankeran de Quran û di destê din de jî şûr heye. Bi hezaran mînakên fetihê ji serdema peyamberê ola Îslamê Muhammed ve heya roja me hene ku jixwe ev ol hebûna xwe deyndarê van fetihan e. 

 

Bi koçkirina musulmanan a Medîneyê re, musulman dest bi êrîş û talankirina karwananên Qureyşan dikin. Di van talanan de dest datînin ser malên karwanan û yên nayêne kuştin, ango bi xweşî dikevine destên wan, weke kole têne firotan. Şerê Bedirê (13ê Adara sala 624) di encama van êrîşan de dest pê dike û peyamberê Îslamê Muhammed, şer ji ser girekî li Bedrê bi rê ve dibe. Di vî şerî de musulman bi ser dikevin.

 

Şerê Uhudê jî (23yê adara sala 625), weke tolhildana şerê Bedirê, ji aliyê yên ne musulman ve dest pê dike û musulman di vî şerî de wenda dikin. Li gel apê Muhammed, musulmanê yekem Hamza bin Abdulmuttalîb (569~570 – 625), 70 musulman di vî şerî de dimirin û Muhammed bi xwe jî bi giranî birîndar dibe.

 

Ev ên ne musulman îroj jî weke muşrîk ango kafir têne binavkirin û ew êrîşên bi ser karwanan û ew talan, ji bo Muhammed û musulmanan weke mafekî têne pejirandin. Lewre bidestxistin û talana karwanên muşrîk, ango nemusulman, li gel mirovên di nav de, ji bo musulmanan mafekî meşrû ye. Ev talan, bi vê hişmendiyê têne kirin û heya roja me jî berdewam e. Kiryarên DAÎŞê yên bi taybet li bajarên kurdan, serîjêkirin, revandina jin û zarokan, carîyekirin û firotana bi hezaran jinên kurd, ji rastiya xwe bidûrxistina bi sedan zarokên kurd, talan û destdirêjî, wêran û kavilkirina gund û bajarên kurdan li ber çavên hemû cîhanê rû dan û têne zanîn. Ev hemî, bi heman hişmendiyê hatine kirin.

 

El Nusra dema êrîş dibir bi ser gund û bajarên kurdan ve, ji hoperlorên camiyan bang dikir û ji endamên xwe re digot; “Can û mal û jinên kurdan li we helal in”.  Dîsa dagirkirina bajarên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ji aliyê dewleta tirk û rejîma Tayyîp Erdogan ve, weke fetih hatine binavkirin û Erdogan aşkere got “Em nebiyên Fetihkaran in”.  Bi vê gotinê û bi kiryarên li her sê bajarên kurdan, dîsa li pêş çavên cîhanê aşkere kir ku bi çi hişmendî û armancê tevdigere û vê yekê, ango dagikerî, komkujî û talanê çewa weke mafekî meşrû dibîne û dinirxîne.

 

Li gor hişmendiya fetihê, ya grîng ne mafdarî, lê hêzdarî ye. Ji bo bidestxistina hêzê, her rêyên erjeng ”meşrû” ne û têne bikaranîn. Bi vî rengî tirs berî ser dilê mirov û civakan didin. Hêz û desthilatdariya xwe, li ser vê tirsê ava dikin. Bi vê tirsê gel û civakan bêkesayet, bê nirx û bê rûmet dikin. Yên musulman, ango yên hemû van fetihan dikin, fatih û mucahîd in ku li vê jîyanê bi mal û milk û cariyeyan û li bihiştê(!) jî bi hûrî, qesr û koşkan û bi jiyaneke mayende(!) têne bixelatkirin. Tolerenekirina hemû kesên ne musulman, dibe xelata wan.

 

 

Di Yahûdîtiyê de tolerans:

Di Yahûdîtiyê de tolerenekirin, weke “Qewmê bijartî” xwe dide der. Li gor baweriya yahûdiyan, ew ji aliyê El, ango Eloah ve hatine hilbijartin û qewmê Eloah in. Loma jî qewmekî taybet û ji hemû mirovên din cudatir in. Loma ku tu kesên bi taybet ji aliyê dê ve ne yahûdî ne, têkilî nav xwe nakin. Baweriya wan, ango ola wan bi qewmê wan ve bi sînor e. Kesên yahûdî, divê ji Yehûda (1566 - 1448  b.Î.) bin. Yehûda kurê Îsraîl û Lea´yê ye, mezinê olî û bapîrê îbraniyan e.

 

Dema mirov bi musulmaniyê re bide ber hev, aliyên vê yên erênî jî hene, lewre ji bo belavkirina ola xwe di nav gelên din de, dest neavêtine çeka “fetih”ê. Li gor wan, axeka ku Eloah bi wan re soz daye ”Kanan”, divê li wê derê bi cî bibin. Mafdar in an na ew ne mijara vê nivîsê ye lê her ji bo vê têkoşiyane.

 

Xwe bi qewmê xwe ve bisînorkirin û qewmê xwe weke qewmê Eloah (Afirîner) dîtin û binavkirin, hişmendiya xwe ji hemû qewmên din cudatir û mezintir dîtinê jî, bi xwe re diafirîne ku ev jî dibe bingeh an destpêka nîjadperestiyê. Loma jî di vê hişmendiyê de, cî û rê ji toleransê re ne pêkan e. Lewre di vê  rewşê de, her tiştê ji bo xwe weke maf dibînin, ji bo qewm û kesên din napejirînin. Dijberî wê, xwe ji qewm û kesên din hêjatir û wan bindestî xwe dibînîn.

 

 

Di Xirîstiyaniyê de tolerans: 

Heman tişt nebe jî, nêzî vê hişmendiyê û bi hin aliyên xwe ve ji vê hişmendiyê hîn kûrtir, di kesayetiya avakar û peyamberê ola Xirîstiyaniyê Îsa de tê dîtin. Ew her çendî bi mirovperwerî û dijayetiya şidet, şer û pevçûnê bê nasîn jî, xwe wekî “kurê Yehova” ango “kurê Xwedê” bi nav dike ku Yehova weke tê zanîn Xudayê netewî yê keyaniyên Yehûda ye.

 

Li gor piraniya xirîstiyanan, Îsa him bav, him kur û him giyana pîroz e. Bav, kur û giyana pîroz, di kesayetiya Îsa de kom bûne. Ango Îsa xwe bi xwe afirandiye. Bi gotineka din, Îsa Xweda bi xwe ye.

 

Loma ku pêgirtî û bawermendên wî jî kesên herî zêde nêzî Xwedê ne. Kiryar û gotinên Îsa çendî weke mirovperwerî xwe didine der jî, ev nêzîkayî û hişmendî, paye û taybetmendiyeke veşarî dide Îsa û bawermendên wî. Ev paye û taybetmendî, wan dike rewşekî taybet û dike serdestê gel, civak, derdor û kesên din ên ne bawermendên Îsa ne.

 

Dema Îsa çarmîx dikin, ew li jor dinêre û bang li bavê xwe(!) ango Xweda dike û dibêje; “Bavo, li wan bibore, ew nizanin çi dikin”.

 

Di destpêkê de ev weke gotineka pir watedar, bi êş û mirovperwer tê guhê mirovan. Lê taybetmendiya vê ola Xirîstiyaniyê jî, razên wan in ku di nav gotinên wan de veşarî ne. Sedema biserketin, pêşkeftin û heya roja me jî, yek ji ola herî mezin û teqez herî bi bandor a hemû cîhanê ye jî, ev razên vê olê ne. Lewre, hema em ji gotina Îsa tenê jî bigirin, dibêje; “Bavo, li wan bibore, ew nizanin çi dikin”. Li gor vê gotinê, hemû kesên ne bawermendên Îsa, nizanin çi dikin. Di nav nezanî û bêhişiya xwe de digevizin, xirabiyan, neçêyiyan, zilm û zordariyan dikin. Loma ku divê bêne hişyarkirin, ango “terbiye” kirin. Ev jî bi tenê bi dîtin û hatina ser rêya rast pêkan e ku ew jî rêya Îsa bixwe ye. Lewre ew Mesîh e.

 

Hişmendiya “Ew nizanin çi dikin”, rê li ber armanca “terbiyekirin”a gel û civakên din vedike ku ev jî bi xwe re “fetih”ê tîne. Fetih çiye, dema dikeve pratîkê çi dibe, hatibûn nivîsîn. Mînaka fetihkariya ola Xirîstiyaniyê ya herî mezin û dîrokî jî, Seferên Xaçparêzan in (1095 – 1291). Her wiha êrîşa Krîstof Kolomb (1451 – 1506) a bi ser parzemîna Amerîkayê ve û di bin navê ola Xirîstiyaniyê de kuştina bi milyonan niştecihên parzemînê û dagirkirina wê; dîsa di sedsala 18´an de êrîş û koçberiya ewropiyan bi ser Avusturalyayê ve û di bin navê ola Xirîstiyaniyê de “terbiyekirin”, kuştin û talankirina Aborjînên niştecih û dagirkirina welatê wan, mînakên herî balkêş û bi bandor in ku mora xwe li ser dîroka mirovahiyê û pêşkeftinên îroj jî xistine.

 

Bê guman ku her cure fetih û dagirkerî, talan, komkujî û barbarî bi xwe ye. Ol bi tenê amûr û rûpoşa vê rastiyê ye û rola herî xirab jî di vir de, ol dilîze. Ango bi olê didine lîstin.

 

 

Îdêolojî:

Gotina “Îdêolojî” bêjeyeke hevedudanî ya fransî ye ku ji du gotinan pêk tê. Îdê: Raman û Olojî: Zanist. Ango Zanista Ramanê. Wateya gotinê ev be jî, bandor û berfirehiya wê hema bêje tevahiya jiyanê dadigire. Lewre îdêolojî tevahiya ramanên exlaqî, olî, felsefî, zanistî, siyasî û huqûqî di nav xwe de dihewîne û îdêolojî, dibine rê û rêbazên partî, rêxistin, rêveberiyên welatan û ya civakan.

 

Bêjeya îdêolojiyê, di pêvajoya Şoreşa Fransayê de, cara yekem ji aliyê Antoine Destutt û Tracy ve hatiye bikaranîn û cara yekem jî di sala 1796`an de bi giştî û fermî hatiye bikaranîn. 

 

Îdêolojiya kapîtalîst heye ku îroj cîhanê bi rê ve dibe. 

Îdêolojiya Marksîst heye ku yek ji îdeolojiya herî berfireh û bi bandor e û ji dawiya sedsala 18´an heya salên 1980´yî, li ser pêşeroj û çarenûsa mirovahiyê dewreka mezin lîstiye. 

 

Îdêolojiya Îdealîst heye ku ew jî dijberî Îdêolojiya Marksîstî û Ii dijî materyalîzmê ye. Li gor îdêolojiya Idealist, tişt û hebûn ji ramanê ne serbixwe ne. Ev cure nêrîn û nêzîkayî, bêtir di nav olan û olperestan de tê dîtin ku di encamê de, bi îdeolojiya kapîtalîst re di nav xweşbînî û hevkariyekê de ne. Şer û nakokiyên car caran di nav herikîna dîrokê de di navbera ol û desthilatdariyê de rû dane jî, vê rastiyê naguherin, neguherandine. 

 

Ekolek din heye ku weke parastvanên îdeolojiya îslamî têne nasîn. Ev ekol armanc dike ku hemû musulmanên cîhanê di bin baneyekê de bibine yek û li ser siyaset û aboriya cîhanê bibine xwedî roleka aktîf û bi bandor. Lewre ew li gor xwe, li dijî pergala kapîtalîst û li dijî pergala komunîst in jî. Li dijî van her du îdeolojiyan, ew pergaleka îslamî diparêzin û têkiliyeke piralî ya navbera welatên musulman pêşniyaz dikin.

 

 

Têkiliya ol û îdêolojiyê:

Ol îdeolojiyên destpêkê ne. Lewre ol, ji bo tirs, fikar û hêviyên mirovan ên li hemberî fenomenên xwezayî, şaş an rast, bûne watedayîn û şiroveyên yekem û bi van re jî bûne ramana yekem. Ev raman rê dane ber civakê, civak li dora van watedayîn, şirovekirin û ramanan kom bûne û jiyana xwe li gor van bi rê xistine, reng û teşe danê. Tore, pîrozî, çand, pîrozbahî û hemû rîtuelên wan li ser vê bingehê şîn bûne û ev bûne kodên jiyana mirovan. Loma ku hêz û desthilatdarî jî cara yekem li ser heman bingehê, ango li ser bingeha olê şîn bûne û oldar bûne rêveber. Di nav herikîna demê de jî bûne serdest û desthilatdarên civakê. Ev bûye bingeha hişmendiya neditîn û nepejirandina hemû reng û rûdanên ji derî xwe. 

 

Çendî reng û rûdanên ji derveyê hişmendiya olan xwe dane der, jinedîtîvehatin û nepejirandina wan, ji bo olan veguheziya dijayetî û dijminahiyê. Hewl dane van hişmendî û rûdanên ji derî xwe an ji xwe û ji civaka ku li ser xwedî biryar in bi dûr bixînin, an jî tune bikin. Loma ku di dîrokê de gelek kes û civak bi angaşta dijayetiya ol û Xwedawendan, an jî dijayetiya Xweda û olê, hatine tewanbarkirin û bi rengên pir erjeng ji holê hatine rakirin.

 

Hemû îdeolojiyên reel, bi çi raman, armanc û xiyalî ava bûbin û li ser bingeha çi ava bûbin jî, piştî ji aliyê civakê ve hatine naskirin û pejirandin û bûne xwedî cî û gotin, êdî pejirandina reng û dengên cuda ên ji derî xwe, ew çendî li wan giran hatiye. Piştî demekê êdî hestên dijayetî, dijminayetî û xweparastina li dijî van deng û rengên cuda derdikeve pêş û rengê xwe dide ser raman û helwestên van îdeolojiyan.

 

Di îdeolojiya kapîtalîst de jî, di destpêkê de wisa bû ku loma li hemberî îdeolojiya marksîstî roj bi rojê lawaz diket. Lewre Marksîzm li hemberî dogmatîzma pergala kapîtalîzmê, weke alternatîfek derdiket pêş. Îdeolojiya marksîstî her çendî li hemberî pergala kapîtalîst hêz girt û li gelek deverên cîhanê bi pêş ket, bi taybet ji bo gelên bindest û çîna jêrdest bû hêvî, lê bi xwe jî ket nav heman dogmatîzmê. Bi hêzgirtinê re, xwe, bi xwe û bi hişmendiya xwe bêtir bi sînor kir. Hemû tiştên din weke sîxuriya pergala kapîtalîst bi nav kir û li dijî gel jî wisa tevgeriya. 

 

Nakokî çendî kûr dibin, alternatîfên ne di rojevê de ne jî derdikevine pêş an têne afirandin. Nakokiyên civakî ku bi taybet li ser rêvebirina civakê didine der, beriya her tiştî civakê ji hev dixînin, dubendîyan diafirînin. Dogmatîzm, maka afirandina nakokiyan e ku di encamê de serê xwediyê xwe jî dixwe.

 

Pergala kapîtalîst vê rastiyê û pêre jî têkçûna xwe zû dît. Loma ku dest avêt çeka sosyaldemokrasiyê û pêşkeftina nirxên civakî, demokrasî û mafên mirovan. Ne ji dil û daxwaza xwe kir, lê ji bo têkneçûna xwe kir. Xwe ji wê dogmatîzma çîna serdest heya ciyekê rizgar kir, sînorên pêşkeftina aborî û bipêşxistina jiyana civakî berfirehtir kir. Civak bi vî rengî, bêyî tiştekî ji jiyana xwe bike nav metirsiyeke mezin, bû xwedî derfetên kar û pêşxistina jiyana xwe. Loma ku alternatîfên radîkal êdî balkêşiya xwe û aktueliya xwe di nav demê de wenda kirin û pêre jî ramana marksîstî û rê û rêbazên pergala sosyalîzmê bi paş ketin.

 

Encam:

Di nav rengîniya jiyanê de, karîn û biserketina jiyana hevpar, tenê dikare bi rê û rêbazên demokrasiyê û pêve girêdayî bi toleransê pêkan be. Bisînorkirin dogmatîzmê û ew jî nakokiyan diafirîne ku bingeha hemû tevlîhevî û kaosên vê jiyanê jî ev in. Pirrengî û nakokî jî di nav de, her tiştên heyî, li me bên an neyên jî, rastiyên vê jiyanê ne û jiyan ji van hemiyan pêk tê. Êdî dimîne ka mirov bi hev dixe an ji hev dixe. Ango tolere dike, an xwe bi xwe ve bi sînor dike û rikberî û dijminahiya hemû tişt, liv û tevgerên ji derî xwe dike.

 

2021-03-14


Gotinên miftehî :