1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mahabad Felat
  4. OL Û WEKE NEXWEŞÎNEKE DERÛNÎ EGOÎZM
OL Û WEKE NEXWEŞÎNEKE DERÛNÎ EGOÎZM,ol,û,weke,nexweşîneke,derûnî,egoîzm

OL Û WEKE NEXWEŞÎNEKE DERÛNÎ EGOÎZM

A+ A-

Mahabad Felat

Xweperestî, ango egoizm:

Koka nav Ego ye û bi Yunanî ye. Tê wateya ez, an jî zanistiya giyanî. Egoîstî, xweperestî, xwedbînî, ezezî û ezîtî ye. Ev hemû wateyên ego û egoîzmê ne ku di ferhengan de hatine dîyarkirin.

Freud, fenomenolojiya Huserl (her tiştên me yên ku meriv bi sehekan têdigihîjê. Zanistiya bûyeran) û hin kes û derdorên din vê bêjeyê kirine mîna term an têgîn. Herweha ji vê bêjeyê gelek termên mîna egoisme, egotisme, egocentirsme hatine çêkirin ango afirandin.

 

Kesên egoist nikarin li kesekî din bifikirin, bi tenê li berjewendiyên xwe difikirin û pîvana wan a jîyanê "ez" e. Pîvanên wan bi tenê berjewendiyên wan in û jiyana wan li dora vê rastiya wan dizîvire. Her kes û derdorên li gor vê rastiyê bin dikarin di nav wê  çerxê de cî bibînin.

 

Hedonîzm:

Peyvek bi yunanî (hedone: zewq) ye . Li gor felsefeya Hedonîzmê, zewq di jiyanê de başiya bi tenê, ango bingehîn e. Tevger an kiryara herî îdeal bidûketin, lêgerîn û jiyîna zewqê ye. Li Yunana kevin du bîrdozî an teoriyên hedonîst bi pêş ketine. Yek jê; kesên Dibistana Kyrenê dişopînin, ango hedonîstên egoîstin. Ew bingeha rastîn a hebûna mirovan, di pêkanîna daxwaziyên ferdî yên wî qasî de dibînin, bêyî li kesekî din bifikirin. Ev e doktrîna hedonîstên egoîst. Li gor wan koka zanistê di zewq û sehekên wî qasî de veşarî ye. Ji ber vê yekê jî, lê kûr nabin ku, ew zewqa wan a wî qasî di pêşerojê de dikare bibe sedema êşên mezin. Sîstemeke wan a ehlaqî ya nirxî tune, pêwîstî jî pê nabînin jixwe.

Yên din; Epîkurosî ne, ango hedonîstên bi hişmendî ne. Li gor wan jî, mirov dikare zewqa rastîn, tenê bi hiş bi dest bixe. Li gor angaşta Epikuros, meriv her tiştî ji bo xwe û zewqa xwe dike.

 

Narsîstî:

Narsîstî herçendî weke evîndariya xwebixwe tê zanîn û binavkirin jî, ew dijminê hezkirinê û evînê ye. Lewra koka xwe ji egoîzmê digire û narsîst bi tenê bi xwe ve bi sînorkirî ye. Lew narsîzm sînorek e û narsîst di nav wê sînorê de ye. Loma jî bi tenê evîndarê xwe ye. Her tiştî ji bo xwe dixwaze, ji bo xwe maf dibîne. Ev jî ne evîn û hezkirin, lê nexweşîn e, derd û bela ye û dikare derdora xwe jî birizîne.

Li gor van nêrînan, kesên xweperest, nikarin kesekî din, an tiştekî ku ne bi dilê wan be, ne li gor berjewendiyên wan be tolere bikin. Peyva ”tolerans”ê di ferhenga kesên egoist de tune.  Lewra her du tişt ji sedî sed dijberî hev in. Bêtoleransî û pê ve girêdayî, giraniya kul, derd, êş û merezên mirovan, bingeha xwe ji egoîzmê digirin.

 

Daxwazî û pêdivî:

Gelek caran daxwazên mirovan û pêdivî û berpirsyariyên jîyan dispêre mirovan li hevûdu nakin, ango bi hev re nameşin. Divê mirov yekê ji wan hilbijêre. Kesên egoîst nikarin rahêjine pêdivî an berpirsyariyan, lewre ne li gor berjewendiyên wan ên ferdî ne. Eger caran bêçare bimînin û rahêjinê jî, nikarin baş ragirin an pêk bînin, lewra ne ji dil dikin.

 

Berjewendiyên civakî û ferdî:

Egoîst, berjewendiyên xwe û yên civakê tu carî têkilî hev nakin. Lewra dema pêdivî pê bibînin, an ji bo xwe xetere bibînin, pir bi hêsanî dikarin berjewendiyên civakî nas nekin, an bifiroşin. Ew aram û tebata wan a li ser pêşerojê û dema dirêj kûr bibin nîne. Lew egoîzm di heman demê de korbûn e. Korbûna giyan, mêjî û pêre jî korbûna çavan û ya hemû hestên mirovan e. Loma nikarin bibînin, bibihîzin ku berjewendiyên civakî girîngtir in û ew bi xwe jî parçeyekî wê civakê ne. Dema civak belav bibe, ji hev bikeve, dejenere bibe, an nexweş bikeve, dê ew jê bêpar nemînin. Egoîzm, perdeyeka reş e li ber dîtina vê rastiyê.

 

Egoîzm û pergala desthilatdar:

Bi hêsanî dikare bê gotin, pergala serdest jî ku di roja me de ev pergala kapîtalîzmê ye, bingeha xwe ji egoîzmê digire. Egoîzm, sedem û bingeha herî grîng a hemû pergalên serdest ên dîroka mirovahiyê ye. Ew ne ji derî hev in, lê bi hev in û tenê dikarin wisa hebin. Herdu hevûdu xwedî û geş dikin. Tirs, her cure birçîtî, lawazî û ajoyên mirovan çekên wan ên sereke ne. Ol, di vir de jî hevkara sereke ye. Lewre di bikaranîn, terbiyekirin, birêvebirin û teşedayîna van hemiyan de ol rolên sereke dilîzin, ango pergala serdest temam û kamil dikin. Lewre ew bixwe jî, xwe li ser heman tiştan dijînin, dikarin bijînin. Sedema bingehîn a hevkarî û hevpariya ol û desthilatdariyê ji vir tê.  

 

Azadiya Ferdî:

Bi sîstema kapîtalîzmê re bi pêş ketiye, ango bi zanebûn hatiye pêşxistin. Lewra di bin navê azadiya ferdî de her çendî hin aliyên erênî derketibine holê jî, bi giranî serfkarî bi pêş ketiye, tiştên madî bûne nirx û rûmetên herî mezin. Dema wiha bûye, li hember mirovahiyê, nirx û rûmetên ku bi ked, xwîn û xwedana hezara salan hatine avakirin û honandin û bi taybet jî li hemberî xwezayê tu rêz nemaye! Lewra her tişt, her nirx û rûmet bûne amûr ji bo mirovan, ji bo bikaranîn û tetmînkirina hest û daxwazên wan, bêyî li ser encaman hûr û kûr bibin. Azadiya ferdî ya serfkar, giyana afirîneriya mirovan kuştiye.  

 

Gîyan û pîvanên mirovahiyê, ji destpêka mirovahiyê ve, ji parzûna dem û serdemên dirêj û cuda ve herikîne, ava bûne û mirovahî li ser wan geş bûye, reng û teşe girtiye. Egoîzm metirsiyeke bingehîn û mezin e li pêşberî van hemiyan.

 

Bikaranîn:

Kesên egoîst, ji bo zewq û kêfa xwe, ji bo berjewendiyên ferdî, bikaranîna her kesî û her tiştî ji bo xwe mîna maf û meşrû dibînin, bêyî ku ew ji xwe tiştek bidin. Tişt ji xwe dayîn ji wan dûr e. Felsefeya wan, her stendin e. Egoîst, nikarin ji bo kesekî din tu tiştî bikin. An kedek bidin an fedakariyek bikin. Lê li bendê ne û bi gelek dek û dolaban hewl didin ku her kes û her tişt di ber wan de û ji bo wan kedê bidin, fedakariyan bikin.

 

Derewker in, fenok û xapînok in, bi dek û dolab in. Û di karê xwe de gelek hoste ne, ji ber jiyana wan li ser van tiştan ava bûye. Tiştê sosret ew e ku vê yekê ji bo xwe pir normal û meşrû dibînin, lê ne ji bo kesekî din!.. Mîna ku bi taybet hatibine vê dine û kes û tiştên din ji bo wan hatibin afirandin.

 

Nîjadperestî:

Nexweşineke derûnî ye. Şof e û zû belav dibe. Sedem û bingeha faşîzmê ye. Faşîzm bixwe ye. Rîşa miroxwir e. Serxwira xwe û ya civakê û ya hemû nirxên mirovahiyê ye. Bingeha xwe ji nezanî û egoîzmê digire. Nîjadperest ji xwe pê ve rûmetê nadine tu kes û civakeke din. Naxwazin û nikarin bipejirînin ku, heq û huqûq, mafên her kes, gel û civakî ne. Dema şofa nîjadperestiyê li civakê belav bibe, êdî hêza wê bikaribe wê şofê ji nav civakê safî bike, şoreş bixwe ye. Kurt û kurmancî, nîjadperestî bela herî mezin a serê mirovahiyê ye.

Egoîzm serkêş û rêbera hemû sazî û dezgeh, sîyaset, çapemenî, perwerde û hemû aliyên din ên civaka nîjadperest e.