1. Tekst

  2. Gotar

  3. Îbrahîm Osman
  4. PÎRÊ MIN PÎR TAHLO
PÎRÊ MIN PÎR TAHLO,pîrê,min,pîr,tahlo

PÎRÊ MIN PÎR TAHLO

A+ A-

 

 Îbrahîm Osman 

Pîrê min.

Piştî 29 salan, do tu hatî bîra min. Dirûve te yê mîna çiyayekî ji berfê hat ber çavê min. Şîret û gotinên te yên mîna zêr hîna zingîniyê ji kerrika guhê min tînin. Ax pîrê min, li min bibore ku ez dereng li te vegeriyam. Bi rêz û hûrmet Pîrê min!

 

Pîrê min Pîr Tahlo kî ye? 

 

Berî ku ez pîrê xwe bi we bidim naskirin, çîroka wî ji we rêzdaran re bibêjim, gotina ewilî ji rêzdar Selîm Biçûk re dihêlim:

 

”Kesekî wek wî nebû. Bi tena xwe dima, ew bi xwe ji Şengalê bû. Dengbêjekî bêhempa, zaneyekî bêhempa û qencekî xwedê bû.”

 

Belê, dengbêjekî bêhempa, zanayekî bêhempa û qencê Xwedê. A pîrê dilê min, yekî wilo bû. Ew nerovajî navê xwe şîrin wekî gezo bû. Bi zarê xweyî ji dil, ferîşteyekî serdema xwe bû. 

 

Ewla payiza sala 1992 an bû. Ez wî wextî hîna ciwanekî çalakî xwîngermbûm. Mîna tivingeke dagirtî, dîkê wê rakirî ji çirpandinê re amade, li ser hêz û qeweta xwe bûm. Simêlê hê nû mîna mûyên zerik serê lêvan digirt. Dibe ku ev tiştên ez bahs dikim ji bo we ne balkêşbin, hûn wekî çîrok û çîvanok bibînin. Lê rastiyeke ezmûnên jiyanê daye min, bihara ciwaniya umrê mirov, dema çalakbûna bedenê ye. 

 

Bira nebe mîna pesin dayinê, lê wê heyamê  min ji melkemot re jî kiyêm nedikşand. Ez mîna xencereke di kalanê hilneyê, peşkek xwîna di rehên laş de rabûbû herikîna serhildanê, wilo dîneciwanekî baqilbûm. 

Helbet ev ne taybetiyeke zikmakî bû li ba min. Na xêr. Fikir û ramanên hosteyê mezin, bîrdozî û felsefeya wî ya azadiyê, ruhekî wêrek bera bedena min dabû. Ruhekî ji siberojê bihêvî, ji xwe bawer, dilsoz û çalak.

Divê hûn wer bizanibin, ku kesên herî tirsonek jî, eger qultek ji ava wê felsefeyê vedixwarin, tavilê wêrek dibûn. Hêzeke xwezayî û Xwedayi dida mirov. Ez jî ji hezaran û dehhezaran yek bûm. Perwerdeya hostayê mezin, mîna ava qudretê li şanikên mirov belav dibû. Mirov li ba wî bi rastiya xwe dihisiya.

 

Li ser rêya heqîqetê, bayê azadiyê ez dabûm ber xwe war bi war digerandim. Bi talîzokekê re, bê ez birim avêtim beriya Binxetê. Binya Xetê. 

 

Ez ne biyanîbûm li binxetê. Berî şîva hesin di nava dilê me re derbas bibe û ew der wekî serxet û binxet ji hev biqete û were binavkirin, bavê min li dewsa wan şivên hesin şivanî û cotkarî kiribû. Bavê min şadey wê bêbextiya ku li erdîngariya me hatibû kirin bû. Lema berê nîvê laşê me li Binxetê mabû. Nîvê eşîr û mervên me piştî çêkirina sînoran li Serê Kaniyê û Hesiça mabûn. Pismam û pisên pismaman li wir bûn. Lema ez nîv Binxetîbûm.

 

Min ji Kobaniya miradan heta bi Endîwerê, şop ajot. Demekê li Endîwerê bûm mîvanê bavê cangorî Zinar. Li Tirbesipiyê bûm mîvanê Mele Beşîr, Evdelselam û bavê Bilal. Li gundê Dirêckê bi Mamoste Şemo re min taştiya sibehê ji tokê miyan xwar. Tevan bi rêzdarî bi bîr tînim.

Bi pirs û saloxan, ez çûm gundê Otilce yê li herêma Tirbespiyê. Li wir bûm mîvanê Pîrê xwe Pîr Tahlo.  Min ew li wir dît û naskir.

 

Pîrê min di nav libasên spîboz de li ser kulavekî raxistî rûniştîbû. Kulekekî ji kulav li serî bû. Di nava rihên dirêjî spîboz de ku mirov ew û libas ji hev nedigerandin, lêva wî dilipitîn ji Ezdanê xwe re dua dikir. Temenê wî di ser 90/100 salan re bû. Yanî ew ji komara Suryê, Tirkiyê û Iraqê bi umirtir bû. 

Pîrê min bi çûyina min hisya lê wî ez nedidîtim. Dua xwe betal nekir û di ser milê xwe re li min nenêrî. Çavên wî nuxsanbûn dûr nedidît. Pirr hindik didît. Wî her tişt êdî ne bi çavan bi dilê xweyî pak didît. Ez rawestiyam heta ku wî tiştên dilê xwe wek dua ji Xwdayê xwe re gotin û rawestiya.

 

Pişt re pîr bi xêrhatiniya me kir û me li halê hev pirsî. Pîr Tahlo ji Şengalê hatibû li wî gundê Êzdiyan Otilce li binxetê bi cî bûbû. 

Pirsa ewil ku pîrê min ji min kir:”Tu jî hevalê hevala Bêrîvan î” Bahsa Binefş Agal dikir. Min got; belê pîrê min. 

Pirr kêfa wî ji bersifa min re hat. Got:”Bêrîvan şêrejinek bû. Jinên wekî wê pirr kiyêmin. Ew jî wekî Leyla Qasim xurt bû. Min ew xistibû dewsa keça xwe. Mixabin ku zû çû. Ji xêra xweziyan re taqet di çongên min de hebûya, nûra çavê min ne kiyêmbûna min bikaribûya heyf û tola Bêrîvanê bi destê xwe hilaniya, da ku ev kul bi min re neçûba gorrê.” 

 

Pîrê min Pîr Tahlo, Calalî (YNK) bû. Hevalê doza Hisên Babe Şêx bû. Di dema xwe de pêşmergebû. Loma YNK her meh mûçeyê wî 500 Dînarê Îraqî jê re dişand. Wî berî ku Bêrîvanê nasbike ev dirav li zarokan û feqîrû jaran dabeş dikir. Piştî ku pîrê min Bêrîvan naskir, dîrhemek jî ji mûçeyê xwe ranedikir. Tev dida partiyê. Wî digot;”Hûn li dijî romê şer dikin. Hûn tola fermanên ku wan li Êzdiyan rakirine jî, radikin. Pêdiviya we ji çek û fîşekan heye. Bira ev dirav mîna şîrê diya we li we xweş helal be.” 

 

Bi rêz û hurmet bi bîr tînim.

20.5.2021


Gotinên miftehî :