1. Tekst

  2. Gotar

  3. Fêrgîn Melîk Aykoç
  4. Pêvajoyên Baweriya Rêya Heq tê re derbas bûye û Terminolojiya Baweriya Rêya Heq
Pêvajoyên Baweriya Rêya Heq tê re derbas bûye û Terminolojiya Baweriya Rêya Heq,pêvajoyên,baweriya,rêya,heq,tê,re,derbas,bûye,û,terminolojiya,baweriya,rêya,heq

Pêvajoyên Baweriya Rêya Heq tê re derbas bûye û Terminolojiya Baweriya Rêya Heq

A+ A-

Fergîn Melîk Aykoç

 

1 - Pêvajoya yekem, ji destpêkê, ango ji serdema Girê Mirazan hetanî serdema Darîos I. e. Ev serdemeke gelek sade û bi têgîhîştina xwezayî ye. Nîşaneyên vê serdemê „Şeva Yêlda“, her sibê û êvarê berê xwe dayîna rojê û bi wî awayî ketina nava dîrozê (dua), baweriya bi agir û rojê, Gaxend e. Belê ev nîşaneyên wê serdemê hê îro jî bê ku ji rengê xwe tiştek wenda bike di baweriya gelê me de wek têgihîştineke derûnî zindî ye.

 

2 – Serdema bi Darios I. destpêkir. Piştê Darios serweriya Pers bi dek û dolaban ji destê zarokên Kuroş II. Yê kurê Kambîs derxist, Persepolîs avakir. Vê re baweriya Zerdeştî jî bi kotek, konetî û komkujiyan kir bin kontrola xwe û bi darê zorê sembola serweriya xwe (Pers), ango „Faravahara“ bi wêneyê xwe dabû pejirandin destpêkir.  Di vê pêvajoyê de cudahiya di navbera Zerdeştî û têgîhîştina baweriya qedîm yanê baweriya bi rojê de, her çû zêdetir û kûrtir bû. Dema mirov serhildana Gaumada û Fravartîş, Vahiyas Data, Frada, Stran Taxma ya li dij Darios I. lêdikole vê rastiyê bi zelalî dibîne. Berfirehiya wê di roman min ya bi navê „Neviyê Aştiyago Gaumada“ de heye. Di serdema Baweriya Manî de reng hineke guherî lê vê jî dirêj nekudand. Serhildan û berxwedana Mazdak, hevjîna wî Hurrem jî rastê vê serdemê tên.

 

3 – Pêvajoya sisyan bi hatin, dagirkerî û serdestiya serdema têgîhîştina îslamî dest pêkir. Ev têgihîştineke hov û biyanî, ji hemû normên mirovbûn û sincên li ser xaka Kurdistanê pêkhatibû, cûdatir bû, tenê koletî dixwast, şeref û namûs dihat paymalkirin. Di vê pêvajoyê de hin eşîr ji ber êrişên wehşane revîn, xwe avêtin bextê newal û geliyên çiyan, Hin êl û eşîrê jî bi baweriya qedîm ji ber êrişên îslamîstan ta hetanê Xorezmê (Xorasa) çûn, li wir serweriya Gor avakirin, dû re jî ji ber êrişên Moxolan cardin berê xwe dan çiyayên Kurdistanê. Di vê pêvajoyê de Şah Hoşeng (li ba dêrsimiyan Şaûşên) û Baba Tahîrî Uryan, Pîr Şalyar, Mansûrê Xalaç ê berxwidêr, wêjewanên bê nav tev de nişaneyên wê serdemê ne.

 

4 – Pêvajoya herî xeternak di serdema şerê serweriya Farisên şîî û Osmaniyan de destpêkir. Wan hovan şerê xwe li ser xaka Kurdistanê gurr kirin. Şah Îsmaîl hewl da ku Kurdên ne îslam, Kurdên Rêya Heq bikişîne aliyê xwe. Yavuzê Osmanî yê xwînxwar jî hewl da ku Kurdên îslam bikişîne alîyê xwe. Heta şer berê bi sitran û helbestan hîtabê mejiyan kir. Şah Îsmaîl kulikê kalikê xwe yê reng sor da ser serê Kurdên ne mislima û ji Rêya Heq, ji wan re got; „Kumsorî“ (Qizilbaş). Yavûz jî şaşikê îslama sûnî bi rêya kesên weke Îdrîsî Betlîsî li serê Kurdên misliman pêça. Kurd bi vê bi her awayî hate parçe kirin. Kurdên li ser baweriya bav û kalan man (Kurdên Êzdî) jî, di navbera van herdu aliyan de bi êş û birînan ve man. Di kuştina baweriya Kurd, Kurdistanî û parçebûna Kurdan de, xwerû jî di mejî û hişmedî de pêvajoyeke herî xeternak e. Bi wê parçekirin û perçiqandinê tevahiya Kurdan wê serdemê ji hev hatin qetadin. Bingehê parçebûna mejî, gelbûn, nûveyên aîdîyeta di çarçoveya  gelbûnê de ya di wê şerê Yavûzê Osmaniyên Sunî û Şah Îsmaîlê neviyê  Şeyx Cuneytê Hewlerî de hate avêtin. Bandora wê hê îroj jî, wek nexweşiyeke derûniya bê tedawî li ber derê me ye. Rapora Pîr Alî Kalederê Hewremanî, serhildana Baba Îshaq, mijara Pîr Sultan Abdal û Xizir Paşa tev de serhildan û bûyarên xwe ragirtina wê pêvajoyê ne.

 

5 – Pîvajoya Osmanîyan jî anegorî wan islahkirina baweriya Rêya Heq.

Padîşahê Osmanî Bazîd II. peyayê xwe yê baş perwerdekirî yên weke nûser Kalender Çelebî (ev şanenaveke padîşahê Osmaniyan e.) Devşîrme û kurê devşîrmeyan Balim Sultan şand navenda Anatolya yê, wan ji kesayetiyek bi navê „Haci /m Bektaş“ afirandin (lêkolînên dawiyê destnîşan dikin ku kesekî wisa ne jiyaye, Keskekî bi wî navî hebe jî, ti têkiliya xwe bi Haci Bektaşê ku di pêvajoya salan de hatiye afirandin re tine. Osmanî – Tirkan bi rêya wî hewldan ku baweriya Rêya Heq bi wî navî bibin bi şêxê naxşîbendî Ahmet Yeseviyê xelîfê Yûsuf Hamedaniyê Naxşîbendi ve bizeliqînin. Mirov îro dikane bêje, bi serketine. Mejî wisa şuştine, mirov rastiyê jî bêje, rastî nayê pejirandin. Mînak: a) -  Ahmet Yesevî di navbera 1009 – 1071  de jiyaye. Lê Heci Bektaşê hatî afirandin di navbera  1209 – 1271 an de jiyaye. Yanê di navbera wan de 200 sal heye, wî çawa h. Bektaş kiriye xelîfê xwe û şandiye? Yanê dereweke derê têgihîştinê ye. b) – Êdî gelek lêkolînerên bê layan û durist, hin rastiyan dibejin. Ji wan yek jî Erdal Gezîk e. Ji bo  şandeyên tekkeyên bi Şahîsmaîlê Hewlêrî û bi têgîhîştina Bektaşiyan ve girêdayî re mîsyoneren Erbîlî û Bektaşî dibêje, ku binavkirineke di cih de ye.

 

6 – Pêvajoya Îttihat Teraqî û kemalîzmê jî, pêvajoya bi her awayî têkbirin, ji rîçalên jê hatî re dijmin kirinê ye. Bektaş, Atatirk û kesayetiyên wekî wan di navanda baweriyê de rûniştindayîn e. Ji bo vê jî ji nivîskariya M. Şerîf Firat bigire hetanî nivîskar û kesên bi teriya Dr. bi sedan pirtûk afirandine. Kê rabe qaşo lêkolînekê jî bike, ew pirtûk dibin çavkaniyên qaşo akademîk. Hem jî xwebaqilî, pêşverû, zanyar! Mixabin ku rastî jî rastê gotinên herî xirab tê.

 

 

Peyv û Têgînên Rêya Heq

 

Peyv û têgînên di baweriya Rêya Heq (Elewîtîyê) de tên bikaranîn, ji sedî nod peyv û têgînên Arî (kurdî, farsî) ne, ti peyveke têkiliya xwe bi tirkî re hebe, di nava wan têgînan de tine.

 

 

Rêya Heq: „Rê“ kurdî, „Heq“ =  her çendî tê îdîakirin ku ji „Ibr. Aramî“ tê jî, ti mantiqê wê tine. Dibe ji îdyoma „H“ ya Xaldî/ Ûrartu hatibe. Ev îdyoma „H“ di wateya qatê xweda, warê Aşa (cihê giyanan) de ye.  Ji ber ku forma herî kevn ew e. Mirov tene dikne bi îdyoma „H“ ve girêde. Her wiha di hin rolyefan de jî „Hâkû“ hatiye nivîsandin.

 

Kamil: Sumerî= ge – mâ /Akadî „gama“ di wateya gihîştina pîleya herî berz de ye, yanê pîleya kemilînê. Dibe ku ev peyv di ser aramî re derbasê erebî bûbe. Peyva kurdî, „kemilî“ ne ji erebî, rasterast ji Sumerî / akadî tê. Yanê peyveke ji zimanên bingehê kurdî tê.

 

Rehber: Peyveke Arî, lê rasterast forma kurdî ye. Forma farisî „Rah + bar“

 

Gulbang: Kurdî ye. (Arî-Kurdî) pêşwazî kirin, bi gulbangan (formek helbestan) pîr pêşwazî kirin.

 

Koçek: Arî-kurdî ye, forma farsî = „xoçek“ hevrêyê pir, rêberê pîr.

 

Semah: Arî – Kurdî/farsî= Dîroza (dua /perestin) bi gerê, dîroza folklorîk. Ji xareya ronahî û çembera ronahiyê ya li dor heyvê hatiye wergirtin „Sî mah“

 

Niyaz: Avestî= ni – az,  Arî (kurdî, farsî) = niyaz

 

Dara /darezandin, derxistina pêşberî dada dara yê. Peyveke xas kurdî ye. Darezandin =  bi kurdî Mehkeme kirin. Di zimanên din de ev form tine.

 

Ketî / düşkün = Ev awa gunehkariya mirovan dikane anegorî zimanan reng bigire.

 

Perwane: Arî- kurdî /persî ye.

 

Post: Ev peyv ta ji dema berê Medan ve tê bikaranîn, ev postê pezkuviya „sur“ bû, ev pezkuvî gelek kêm dihat ditin jiwê tenê di malên paşa, mîr û rêberên baweriyê yên di pîleya kamiliyê de bûn de dihat ditin. Heta peyva „Sur-ney = zurne“ jî ji pezkuviya „sur“ tê. Navê çemê Surderya jî ji vê pezkuviyê tê. Cisneke wê pezkuviyê li Dêrsimê jî heye û hê jî pîroz e.

 

Dayîka post: Niha hatiye ji bîrkirin. Berê dayîkeke kamil û paqij ew post ji gizûz û dizan diparast, jê re dayîka post dihat gotin.

 

Cem / Cem girêdan: Her çendî hin lêkolîner vê peyvê bi peyva erebî „cam`a“ ve gire de jî, peyva „cami´a“ bi aliyê wateyê ve ji peyva „cem“ pir dûr e. Ji wê ji ez ne di wê baweriyê de me ku têkiliya wan bi hev re heye. Heta mirov dikane bêje, ji bo rê li ser şaşkirinê vê îdîayê bikartînin. Navê Serwerê Kasîtan „Cemşîd“ pir ji bingehê erebî kevntir e. Di sumerî de peyva „cî par“ (mala civînê), Akadî = cîparu /giparû (Mala civînê) bingehê vê peyvê ne. Di Kurdî de peyva „cem“ heye. Mînak; „ew li cem min e!“ Yane „ew li ba min ne.“ Her wiha di kurdî de „civat /civîn“ heye. Berê bi navê „evîna Mîthra“ civat diciviya û diketin nav dîrozê. Çima ne ji kurtbûna „Civata evîna Mithra (cem)“ nehatibe. Yanê şert e ku mirov her tiştî bi teriya erebî ve girê de. Lêkolînerê Tirk vê bi zanistî dikin. Erebî hê zimanê do û zimanekî melez e.

 

Pîr : Peyveke Arî(Kurdî / farsî) ye. Yanê kesê kemilî, sal mezin.

 

Delîl: Sumeri = „del di / dîl di,“ akadî = „delû /dalu“  ji sumerî di ser akadi re derbasê erebî bûye û bûye „dl“. Bi kurtî peyveke ji bingehê kurdî ye.

 

Çira : Arî-kurdî „çira“, Arî – farsî „çarax“

 

Dergehvan: Arî -kurdî

 

Zakîr: Sumerî = „zag“, Akadî = zakaru (gotin bêjer) lêkolînerên tirk bi zanistî bi tîpên erebî „dkr“ ve girêdidin ku rê li ser peyvê şaş bikin.

 

Ferraş /malişt = „Ferraş“ peyveke aramî ye. Malişt kurdî ye, yê paqijiyê dike.

 

Sakî /kuzakî = Sumeri = „ku sa / a ku sa“  akadî = şaku

 

Loqmekar = Hin kes bi „lkm“ erebî ve girê de jî, ti belgeyeke wan tine. Hin lêkolîner jî ji ber ku di gelek zimanan de ev peyv heye, xwerû jî di kurdî de peyva „Loq“ heye „Min loqekî nan jî nexwariye.“ lema dibêjin bingehê vê peyvê nayê zanîn.

 

Tezekar (avdestkarî) = Arî (farsî kurdî)

 

Semahger: Peyveke xas kurdî ye. Kesên semahê digerînin.

 

Peyk (vexwendkar) = Arî – kurdî = peyk, Arî farsî= paik

 

Îznîk /Meydaner = Dibe ji peyva „Rêznîk“ hatibe, rêznîk tê wateya tanzîm bi rêk û pêk, ev jî di vê wateyî de tê bikaranîn.

 

Meydan = Arî – Pehlewî „meyan /medyan“

 

Hozan /ozan = Pehlewîkî /partî= „hu zan“ Kurdiya îro= „ho“ = bîr, mejî, hafiza; zan, ji lêkera zanînê tê = Hozan yê dizane û bîra xwe de werdigire.

 

Keya = Ji peyva Key (padîşh) tê di wateya muxtar de ye.

 

Dost = Peyveke xas Arî (kurdî /farsî) ye.

 

Civat = Peyvke xas Arî -Kudî ye.

 

Ana = Ji xwedawenda Arî Anahîta tê.

 

Newroz = Bingehê peyvê gelek zelal e. Kurdiya kevn e. Yanê „new“ û „roz“

 

Kirivatî /kîrvetî = Peyveke xas Arî – kurdiye (kîr – ve)

 

Musahîp /destbirak = Ev peyva erebî „musahîp“ dû re ketiye nava beweriyê, berê tenê û tenê peyva „destbirak“ dihat bikaranîn.

 

Talip /bawermend = Talib, murîd peyvên erebî ne, xwedan wateyên din in, lê îro di baweriyê de rûniştine. Peyva kevn û rast bawermend e.

 

Abdal : Sumerî = Ibdalu /îbalû (kurê têgîhîsti), Akadî = Aplu, abdlu, erebî= Abdal (bedel) Kurdî Apdil (xweda dil)

 

dergah: Peyveke xas Ari Kurdî û Farsî ye û tê wateya deriyê mezin û pîroz weke mîhrgehan

 

derwîş: Ev jî peyveke xas Arî = Kurdî, farsî ye; peyv tê wateya kesê mîsyoneke pîroz wergirtî

 

dem: Arî Kurdî farsî, yanê reng, hêzgirtin, giyan germbûn...

 

Hû: Îdyoma navê xwed. Formeke kevn e. Berfirehiya peyvê „Xwuda /Huda“ ye.

 

pençe (Peçey -î Alî Baba): Ji peyva pênc û pencikan tê. Peyveke xas Arî ye.

 

Serçêsm : Çêşm yanê çav ronahî, çavkanî

 

Weke encam: 1 – Di bingehê xwe de pêvajoyên pêşketina baweriyê her rastiyê li ber çavan radixîne. Ji ti gumanê re cîh nahêle.

2 – Pirsa bingehîn: Yên bi zanistî û hestên konetiya nijadperestî baweriya Rêya Heq dibin bi Tirkan ve girê didin, çima peyveke Tirkî di nava termînolojiya Rêya Heq de tine? Her wiha yên baweriyê bi Elî û zarokên wî ve girê didin, gelo bê peyvên qedîm ku dû ra ketiye zimanê erebî, çima peyveke xas erebî di nava termînolojiya baweriyaaa Rêya Heq de tine? Gelo ew derdorana wê bikanin vê pirsê ji xwe bikin?

 

Hin Çavkanî:

1 – Lêkolînên min, yên bi dehan salan,

Gengeşî û pirsên di semineran de, bersiv û lêkolînên min yên li ser wan pirsan.

2 – Erdal Gezik "Alevi Kürtler"

3 – Mehmet  Bayrak

4 – Alevilik-Kürdoloji-Türkoloji Yazıları 2 (1972-2018) .

5 – Innsburger Sumerische Leksîkon

6 – Hevpeyvînên bi hozanê nemir Silê Qiz re 

7 – Ferhenga bingehîn ya Akadî Sumerî (Innsburger Sumerische Wörterbuch)

8 – Lêkolinên û têbiniyên min yên demê cuda

9https://www.evrensel.net/haber/57985/alevilik-bir-ulusa-ait-degil

10 – Doğan Munzuroğlu’nun yeni kitabı “Dersim Aleviliği”

11 – Alevi trimler ve degimler sölügü. Alper Çaglayan

12 – Erdal Gezîk https://books.google.de/books?id=YAOcDwAAQBAJ&pg=PT32&lpg=PT32&dq=alevi+terminolojisi+k%C3%BCrt%C3%A7e+mi&source=bl&ots=HTIVUv84cL&sig=ACfU3U3GHf2yOW_pDZfoSnWf_vBBjk3W1Q&hl=de&sa=X&ved=2ahUKEwjq58nLsKPyAhVTPOwKHeZ_A8kQ6AF6BAgeEAM#v=onepage&q=alevi%20terminolojisi%20k%C3%BCrt%C3%A7e%20mi&f=false

13https://bahozsavata.com/alevi-dili/


Înstîtuta Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanistî li Almanyayê