1. Tekst

  2. Gotar

  3. Selîm Biçûk
  4. Rewşa dawî ya Rojavayê Kurdistanê û Sûriya?
Rewşa dawî ya Rojavayê Kurdistanê û Sûriya?,rewşa,dawî,ya,rojavayê,kurdistanê,û,sûriya

Rewşa dawî ya Rojavayê Kurdistanê û Sûriya?

A+ A-

Selîm Biçûk

Rewşa lihevparkirina herêmê di nav berjewendiyên hêzên navnetewî û herêmî de, ber bi dawî ve diçe. Amadekariyên şerê dawî yê kontrola leşkerî û di şûn de, nîgarkirina sînoran tên ber bi dawî ve, birêkûpêk tên pilankirin. Nexşeya cihanî ya guherîna sînoran ji Sûrî dest pê dike, ji bo me Kurdan ji Rojava dest pê dike. Rojava û Sûrî dibin kilîta çareseriya guherîna Rojhilata Navîn û dibin kilîta çareseriya doza kurdî. Ev şer dê bi pêkhateyên herêmê birêve here. Dewletên xwedî bandor dê bi hev re nekevin nava şer, her dewletek ji wan dê piştgiriya pêkhateyên bi xwe re girêdayî bike. Bi qasî tê xuyakirin, aliyên şer (pêkhateyên Sûrî), li ser pênc beşan parve dibin:


1- Kurd û hevalbendên xwe, ereb, suriyanî, asûrî her weha pêkhateyên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûrî hevpeymaniya navnetewî bi serokatiya Amerîka piştgiriya wan dike. Li aliyê din pêkhateyên Elewî û durzî jî bi wan re di hevpeymaniyê de ne. Yên ku şerê wan bikin çeteyên Tirkiyê ne û dibe ku Colanî jî tevî wan bibe. Ew ê bi piştgiya Tirkiyê şer bikin.

2- Çeteyên Tirkiyê, li Bakurê Sûrî şerê bingehîn dê di nava wan û kurdan de be, dibe ku Colanî jî, li hember wan bikeve şer eger li gora amerîkî, europî û israeliyan tevger bike. Lê ku li gora Tirkiyê tevger bike ew jî bi çeteyan re dê şerê kurdan bike.

3- Elewî êrîşên li ser wan ji aliyê Colanî ve dê pêk werin. Rûsiya û Israel pişta elewiyan digirin. Eger Colanî mîna Tirkiyê tevger bike ew ê piştgiriyê bidin wî.

4- Durzî li Başûrê Sûrî şerê wan wê bi Colanî re be û Israel piştgiriya wan dike, dibe Amerîka û hevpeymaniya navnetewî bikevin wê xetê û piştgiriya durziyan bikin.

5- Colanî di nava du rêyan de asê maye. Xwestekên navnetewî jê hene, mîna: Li dijî DAIŞ şerkirin, şer li dijî cihadiyên biyanî, misogerkirina mafên pêkhateyên Sûrî û lihevkirina bi QSD re û lihevkirin û parastina Israel. Yan divê van bipejirîne yan hevpeymaniya navnetewî û hemî pêkhate dê pê re şer bikin. Bi baweriya min Colanî nikare van mercan pêk bîne. Çawa DAIŞ wê li dijî xwe şer bike? Çawa wê xwe ji Tirkiyê dûr bike? Çawa Calanî dê bi QSD re li hev bike? Û çawa daişiyek dê dewleteke demokrat ku mafê jin û pêkhateyan biparêze ava bike? Ev hemî li ba Colanî ne pêkan in û nikare bipejirîne. Weha xuya dike dê riha xwe dîsa dirêj bike û kirasekî afganî li xwe bike û bi dinyayê re bikeve şer, dibe careke din vegere Idlibê, heta ku bi tevahî ji Sûrî bireve yan tune bibe.


Di nava van şeran de Tirkî li ku ye?
Ez ê dîsa rastiya vê dewleta bi sextekarî çêkirî bînim ziman: Kurd hebin, Tirkiya tune dibe û li ser vê yekê ev dewlet hemî hêz û têkiliyên xwe dike rê da ku kurd nemînin. Piştî hêzên hevpeymaniya navnetewî, di destpêkê de bi awayekî tektîkî bi YPG û YPJ re li dijî DAIŞ hevpeymanî çêkirin û pişt re jî dema QSD hat avakirin bi QSD re. Niha jî ev hevpeymanî bûye hevpeymaniyeke istratîjî. Tirkiya ji bo wan têkiliyan têk bibe da ku kurdên Rojava bêmaf derbikevin û bi awayekî din tune bibin ket gelek rêyên li dijî hevpeymaniya navnetewî: Mîna alîkariya bi DAIŞ re, şerê hebûn û nemanê li dijî Rojava, şandina çeteyên xwe bo Lîbiya, Kerebach û cihên din û di dawiyê de pilana aşîtiyê bi PKK re, ku ew bi xwe pilana Tirkiya bêteror yanî bi wateyeke din Tirkiya bêkurd bi nav dike. Di hemî têkilî û danûstandinên xwe yên derve re, armanca Tirkiyê tunekirina Rojava bû. Çûna dawî ya Amerîka jî ew bi xwe bû. Lê di vê çûnê de, destevala vegeriya, lê bi hin barên ku dikarin wan tune bikin. QSD xeta sor e, hun nikarin êrîş bikin û piştî rezalet û perîşaniyeke mezin dest û lingên wan di nav dafkeke tunekirinê de girêdan: Qedexe ye hun bi sotemenîyê (gaz û petrolê) û pereyan alîkariya Rûsiya û Îranê bikin! Gazê ji me bikirin û eger şerek li nav me û Rûsiya de çêbû divê hun li aliyê me bin! Gelo Tirkiya dikare xwe ji Rûsiya û Îranê dûr bike? Çi bandora aborî û siyasî dê li ser çêbike? Tirkiya jî mîna Colanî du rê li pêşiya wê hene, yan xwe ji Rûsiya dûr dike yan jî, ji Nato: her du rê jî mirina wan in.


Tevî ku êrîşa Tirkiyê li ser Rojava xeta sor e jî, lê ew ê bi rêya çeteyên xwe û Colanî êrîş bikin û piştgiriya wan bikin. Eger li serê xwe siwar bûn jî û bi xwe êrîş kirin, dibe ev yek bibe tunebûna Tirkiyê. QSD xwedî hêzekê û rêxistinekê ye ku li Sûrî û heta li gelek dewletên li herêmê jî bi qasî wê kes bihêz nîn e. Bi çek û teknolojiya di destên wan de û piştgiriya hêzên navnetewî dikare li ber xwe bide û biser bikeve.


Pilanên dinyayê li Rojhilata Navîn bê gelê kurd û hêza Rojava nikarin bikevin rê û li gora wê yekê ew hêz hatiye amadekirin.

Rewşa Rojava ji hêla navxweyî ve
Helbet e, Tirkiya bi qasî ku navnetewî li ser tunekirina Rojava radiweste hewqasî jî li ser gelê kurd jî dilîze û şerê teybet bikar tîne. Beşek ji kurdann ketine dewrê, beşek ji mîtên xwe bi rol kirine da ku ji hindur ve hêza Rojava qels bikin. Bi hezaran bêbextîyan dikin stûyê QSD û bi rêya peyayên xwe yên kurd belav dikin, ev kurd jî du beş in; yek jê peyayê dewletê ye, yên din bi nezanî tevî karê dewletê dibin. Di vê demê de peyayên xwe yên kurd û nezanên kurd li ser pirsa netewa demokratî yan jî biratiya gelan gerim dikin. Her weha çima kurdên Rojava dewletê naxwazin? Çima daxwazên xwe bilindtir nakin? Em rewşa hevgiraniya hêzên navnetewî ji ber çavan derbas bikin û siyaseta wan hêzan di guherînê de û pêwîstiya ku hêza me di hevpeymaniya navnetewî de bimîne li cihekî bihêlin. Em mînaka pêşî binirxînin, gelo dewlet çi ye? Eger em bi giştî û bi kurtî şîrove bikin. Dewlet avakirina saziyên leşkerî, aborî, civakî, perwerde û dadmendiyê û bi giranî saziyên din ku li gora peymanek civakî (destûrekê) ava dibin. Eger em bi vî awayî li dewletê temaşe bikin û ji xwe bipirsin: Ma Rojava ne dewlet e. Tenê fermî bê naskirin. Eger hun dixwazin dewletê ava bikin: Fermo va dewleta Rojava, biparêzin û bigihînin naskirinê.


Sûrî bi giştî perçe bûye û di rastiyê de, dewletek bi navê Sûrî nemaye. Eger ew nav bimîne jî dê ji bo demekê be. Ev perçebûn destpêka avakirina sînorên nû û dewletên nû li Rojhilata Navîn e. Ev perçebûn destpêka çareseriya doza kurd e.