1. Tekst

  2. Hevpeyvîn

  3. Ezîzê Cewo
  4. T’IRK HÎN HATINE, LI SER XAKA XELKÊ XWE WEK XWEDÎ HÎS BIKIN! [1]
T’IRK HÎN HATINE, LI SER XAKA XELKÊ XWE  WEK XWEDÎ HÎS BIKIN! [1],t,irk,hîn,hatine,li,ser,xaka,xelkê,xwe,wek,xwedî,hîs,bikin,1

T’IRK HÎN HATINE, LI SER XAKA XELKÊ XWE WEK XWEDÎ HÎS BIKIN! [1]

(Hevp’eyvîn bi mamosta Ezîz ê Cewo ra)

A+ A-

 

KURDISTAN TODAY20ê rêbendanê artêşa Tirkîyayê êrîş bire ser bajarê Efrînê. Di rastîya xwe da ev dagerkerî ye. Gelo Tirkîyayê ji bo êrîşa ser xaka dewleteke dinê bi kê ra li hev kirye?

 

EZÎZ Ê CEWO: Belê, bi r’astî ew dagerkerî ye – bi şêwazê xwe yê herî ebulu û k’irêt va! Û ev dagerkerî li cîyekî xalî dernek’etye holê.

Di destpêkê da me jî serê xwe diêşand, hewl dida, têbigihîjin, k’a çi li dû wê êrîşa T’irkîyayê a li ser wî bajarê k’urdan va heye. Me digot, ku vê care jî Erdoxan r’êvebirîya R’ûsîyayê xapand, wek ku di dema xwe da At’at’ûrk anî sere Lênîn… Û dilê miorv dêşya! Lê dyar bû, ku her tişt berovajî vê ye, bazirganîyeke sade pêk hatye… Dertê hole, ku Erdoxan “sparîşa” R’ûsîyayê pêk tine – helbet, ne belaş!

Binihêr’in, k’a endamê r’êvebirîya TEV-DEMê Aldar Xelîl di vê derbarê da dibêje, ku r’ojekê berî êrîşa T’irkîyayê ya ser Efrênê, R’ûsîyayê pêşnîyarî wan kirye, ku ew kantona Efrînê r’adestî r’êvebirîya Şamê bikin? Û li ber wê va soz dayne, ku dê T’irkîyayê bînin ser r’ê, ji bo ku t’evgera leşkerî ya “Çiqilê zeyt’ûnê” pêk neyne… Û li ser vê Aldar Xelîl daxwîyandye, ku wana ew pêşnîyar nep’ejirandne, lewra ku ew naxwazin xaka xwe r’adest bikin, ku ewê bi xwe wê bip’arêzin… ( http://kurdistan. today/kurdy-otkazalis-ot-predlozheniya-rf/ )

Ango, R’ûsîyayê dikaribûye T’irkîyayê bîne ser r’ê, ku ew t’evgera leşkerî ya “Çiqilê zeyt’ûnê” pêk neyne, lê ew yek nekirye, lewra ku k’urdan nexwastye bajarê xwe r’adestî r’êjîma Beşar Esed bikin. – Hişmendîyeke ne xerîb e! 

Weha, anegorî heşmendîya wê bazirganîya pêknehatî jî ev r’ewşa derk’etye hole – R’ûsîyayê komên xwe yên leşkerî ji Efrînê vek’işandine, r’êya hewayê a ser kantonê li ber Ankarayê vekirye ( https://zen.yandex.ru/media/3mvru/turciia-poprosila-u-rossii-vozdushnoe-prikrytie-vo-vremia-ataki-na-kurdov-5a620ca15a104fbfc30d3162 ), û bi wê yekê destûr dsye wê dagerkerîyê…

Bi gotineke dinê, R’ûsîyayê ew r’adest kirine, yên ku bi lehengî li dijî DAÎŞÊ têk’oşîyane, û ew r’adestî wê kirine, ya ku baregeha sereke ya wê r’êxistina têr’orîst a navnet’ewî ye! – Çi ferq – DAÎŞ an Tirkîya?! 

Û di r’êvebirîya R’ûsîyayê da evê yekê baş dizanin! 

Li vira pirs dertê hole – R’ûsîyayê ji bo çi ev gav avîtye? Li vira çi berjewendîyên wê hene? – T’enê ji bo xatirê wê, ku r’êjîma beesîst a Esed bip’arêze?...

Dîmenekî balk’êş dertê hole!..

R’êjîma beesîst a Sûrîyayê bêyî wê jî pirsgirêkên xwe bi welatîyên xwe r’a hebûn, û ev êrîşa DAÎŞê ya li ser vî welatî di ser da zêde bû …

Di têk’oşîna dijî vê r’êxistina têrorê da hêzên k’urdan ên YPJ û YPG r’ola biryardar lîstin, lê piştî serk’evtina li dijî DAÎŞê, li şûna wê, ku ji k’urdan r’a bibêjin: “Spas!” – û  pirsgirêkên wan ç’areser bikin, hewl didin, ne ku t’enê mafên k’urdan teng bikin, hela di ser da jî pêşnîyareke wisa bêr’ûmetîyê ji wan r’a tînin? ku k’urd divê ji xakên xwe kantona Efrênê bibir’in û r’adestî r’êjîma Başar Esed bikin, eger na, wê demê ewê mak’îna faşîst a T’irkîyayê (hevk’ara DAÎŞê ya sereke!) berî ser wan bidin …

Lewra jî ji hêla k’urdan va helwesteka weha r’û da!

 

K.T.: Berê hatibû gotin, ku krîza Sûrîyayê bêyî kurdan nikare bê çareserkirin. Sammîtên Jênêvayê (Cenevra) û Astanayê bêyî kurdan pêk hatin. Ji ber vê alozîyê, ya ku îro derketîye holê, gelo ev krîza leşkerî dê bikaribe di sammîta Soçîyê da bê çareserkirin, a ku dê di dawîya meha rêbendanê da bêyî kurdan pêk bê?

 

E. C.: Çi dixwazin, bila bibêjin, lê krîza Sûrîyayê bêyî ç’areserkirina pirsgirêka k’urdî nikare bigihîje ç’areserîyê. Divê bê zanîn, dijberîya Sûrîyayê û k’urdan berî p’eydabûna DAÎŞê jî hebû… Û, eger mirov bi obyêktîvî li pirsê binihêr’e, wê demê dê bibîne, ku ji hêla binp’êkirina mafên mirov va, r’êjîma beesîst a Sûrîyayê hîç jî ji r’êjîmên Îranê û T’irkîyayê danaxe, heya di hinek pîvanan da ji wan jî derbaz dike…

Ma ne, hemû partîyên BEES ji hev cuda nabin – çi ya Îraqê be, çi ya Sûrîyayê! ...   

Dertê, ku DAÎŞ hate hewara vê r’êjîmê, û ew di nav kêlîyekê da ji katêgorîya stemk’arîyê derbazî ya stembarîyê (mexdûrîyê) bû…

Lê, her çi jî bibû, piştî êrîşa DAÎŞê ya li ser vî welatî, T’evgera K’urdî ya R’izgarîxwaz ji bo demekê dijberîya leşkerî ya li hember r’êjîma beesî ya Esed danî hêlekê…

K’urd beşdarî têk’oşîna li dijî DAÎŞê bûn, beşekî xaka Sûrîyayê r’izgar kirin, di nav wan da, wisa jî, p’ayt’exta DAÎŞê – bajarê R’eqqayê û Dêra Zorê! …

Û r’êvebirîya kurdan ne carekê û ne dudyan daxwîyandiye, ku armança wan p’erç’ekirina Sûrîyayê nîne, ku armanca wan t’enê dêmokratîkirina wî welatî ye, li k’u r’êjîma totalîtar desthilatdar e.   

Ango, dertê hole, ku R’ûsîya ne ku Sûrîyayê, wek dewlet, dip’arêze, lê – r’êjîma wê ya beesî. Pirs dertê hole – ji bo çi?

Û p’arazvanên Esed û r’êjîma wî naha jî pêşnîyar dikin, Efrêna k’urdan r’adestî vê r’êjîmê bikin, eger na, bi êrîşên T’irkîyayê trsê li k’urdan difir’înin…   

K’urd, ev êdî 40 sal in, li dijî wê r’êjîma faşîst şer’ dikin, heya wî çaxî, dema art’êşa wê di nav NATOyê da ya duyem bû jî… Lê îro, êdî ne art’êşa T’irkîyayê ya berê ye, û ne jî hêzên k’urdan! 

Eger mirov bi ciddî di derbarê ç’areserîya krîza Sûrîyayê da biaxive, divê bizanibe, ku bêyî k’urdan dikarin pirsgirêkên Şamê yên bi muxalefeta hindur’în r’a ç’areser bikin, lê bêyî k’urdan – û wê demê R’ojava dê bi otomatîkî derî sînorên Sûrîyayê bimîne…

Naha dor ya wan e, yên ku hewl didin, yekp’arebûna axa wê k’omarê biparêzin, bila ew jî r’êya ç’areserîyê hilbijêrin.

Ev pirsgirêk ne ya k’urdan e!

 

K.T.: T’irkîya di derbarê hinek k’urdan da dibêje, yên ku ew bixwe plan dike, vexwendîne sammîta Soçîyê. Gotina wan di derbarê k’îjan k’urdan da ye, gelo?

 

E. C.:  Ew – ew in, ên bi navê, xwedêgiravî, ENKS, PDK-S û k’omikên dinê yên marginal in – ên ku ji kesên li wan navberan mayî pêk hatine. T’irkîyayê bi alîk’arîya hevk’arên xwe yên li Başûrê K’urdistanê (Barzanî û PDK) li ew hev civandine û bi sunî ew k’omikana saz kirine, ji bo ku paşê wan di k’arê t’evlihevkirina r’ewşa R’ojava da bik’ar bîne…

  Ew k’omikana dê di civînan da nûnerîya berjewendîyên T’irkîyayê, ne ku yên k’urdan bikin… Lewra jî amadebûna wan ji bo k’urdan hîç wat’eyeke xwe nine.

 

K.T.: Eger t’irk di vê êrîşê da li ser bik’evin, ewê ji wir û wêda jî pêşva her’in, gelo? Mînak, berbi Mambîcê va?

 

E. C.:  Xwedê neke!

Ez hêvîdar im, dê negihîje wê yekê…

A yekem, hêzên k’urdan ji bo şer’ekî weha amadek’arîyên xwe yê baş hene û bersîvne xweş didin dagerkerên t’irkan, ya duyem, cîhan bi berekê va t’evahîya metirsîya wê avantyûra t’irkan tê digihêje, lewra ku t’erefekî dinê jî yê aktîvbûna t’irkan a li dijî şer’vanên azadîyê yên k’urd heye. Binihêr’in? Hêza k’urdan –di têk’oşîna dijî DAÎŞê da hêza bejayê ya sereke ye, lê T’irkîya – donora (daner) sereke û baregeha bingehîn a DAÎŞê – vê r’êxistina navnet’ewî ya têrorê, ye, û dagerkerîya T’irkan a li hember Efrînê û  şervanên azadarîyê, derfetan dide k’omikên bermayên DAÎŞê, ku ew xwe berevî ser hev bikin, û bi hêzeke nû va derbazî êrîşê bibin… Ango, bi vê êrîşa li ser Efrînê t’irk alîk’arîyê didin DAÎŞê – hevk’ar û hevpeymanîya xwe. Ewana dost û hevk’arên xwe t’enê nahêlin, wek ku, qaşo, hevpeymanîyên dij-têr’orê dikin…

Û di derbarê armancên T’irkîyayê yên pêşer’ojê da!  

Helbet, metirsîyeke wisa heye! Dewletên r’ojavayî (NATO) p’ir’ r’û dane wê. Ma ne, T’irkîyayê sala 1974an bakûrê Qibrisê dager kirye, û heya naha hevk’ar û  hepeymanîyên wê yên r’ojavayî nikarin wê ji wir derînin… Ji ber siyaseta dijnet’ewî ya  Barzanî-PDKê heya naha li ser axa Herêma Otonom a Başûrê K’urdistanê bi dehan baregehên leşkerî û yên MITa t’irk hene…

T’irk hîn hatine li ser xaka xelkê xwe wek xwedî hîs bikin!

 

K.T.: Dagerkirina xaka Sûrîyayê, gelo, ji bo artêşa tirk ne şaşîyeke stratêjîk e, wek ketina nava axa Afxanistanê, ji bo artêşa Yekîtîya Sovêtê?  

 

E. C.: Divê bê zanîn, ku Sûrîya ne Afxanistane, û T’irkîya jî ne Yekîtîya Sovêtê ye. Û dem jî ne ew in. Û motîvên wan jî cuda ne, û r’ewş jî bi bingehîn cuda ye… Û ya dinê jî, T’irkîya ketye xaka R’ojava, ne ku ya Sûrîyayê. Û ewê ne ku t’enê li vir r’astî berxwedaê bê û derban bixwe, lê, wisa, di mala xwe da jî… Û ji bilî van hemûyan, di t’evahîya cîhanê da k’urd li dijî vê êrîşê r’abûne ser p’êyan…

Bi gotinekê, ev êrîşa dê wek hestuyekî di qir’ika T’irkîyayê da bimîne û ewê têk here!

Di şêr’ da – wek ku di şêr’ da!   

(Hevpeyvîn şirovegerê malpera Kurdistan today (Kurdistan îro) Wezîrê Kaşaxî pêk anye).

___________

[1]Ev hevp’eyvîna bi zimanê r’ûsî 23-ê r’êbendanê di malp’era Kurdistan today da hatye weşandin, a ku di Moskovayê da weşanên xwe pêk tine -http://kurdistan.today/aziz-e-savo-tureckoe-gosudarstvo-privyklo-na-chuzhix-zemlyax-chuvstvovat-sebya-volgotno/