1. Tekst

  2. Gotar

  3. Ezîzê Cewo
  4. WEZÎRÊ T’IRKÎYAYÊ, YÊ KU HEVSÛCÊ SERGERDEYÊN DAIŞ-Ê YE, TIRSÊ LI EWROPAYÊ DIFIR’ÎNE!
WEZÎRÊ T’IRKÎYAYÊ, YÊ KU HEVSÛCÊ SERGERDEYÊN DAIŞ-Ê YE, TIRSÊ LI EWROPAYÊ DIFIR’ÎNE!,wezîrê,t,irkîyayê,yê,ku,hevsûcê,sergerdeyên,daiş,ê,ye,tirsê,li,ewropayê,difir,îne

WEZÎRÊ T’IRKÎYAYÊ, YÊ KU HEVSÛCÊ SERGERDEYÊN DAIŞ-Ê YE, TIRSÊ LI EWROPAYÊ DIFIR’ÎNE!

A+ A-

 

(Rêplîk)

 

Di çapemanîyê da nûçeyek di wê derbarê da hatibû weşandin, ku: “T’irkîyayê gef xwarine, ku ewê têr’orîstan t’uje Ewropayê bike” – https://lenta.ru/news/2019/11/02/go_ away/?utm_referrer=https%3A%25%202F%2Fzen.yandex.com .

E-r’ojnameya R’ûsîyayê ya Lenta.ru li ser bingeha agahîyên Reuters-ê r’adigihîne, ku: “Rêvebirîya Tirkîyayê Ewropa tewanbar kirye, ku ew ji bo pirsa têrorîstên DAÎŞ-ê, yên ku di êwirgehên li bakûrê Sûrîyayê da dîl tên girtin, bi berpirsîyarîya xwe ranabe. Di vê derbarê da wezîrê karên hindur Silêman Soylû daxwîyandye...”– Bi gotina wî, eger demeke pêş a nêzîk da helwesta welatên cuda û ya Brûssêlê li hember pirsgirêkê neyê guhar’tin, Ankara dikare destpê bike, têr’orîstên dîlgirtî berbi Ewropayê va ver’ê bike...

Lê, hema wisa!

Tê bîra we, dema kanalên têlêvîzîonî yên cîhanê (di nav wan da wisa yên R’ûsîyayê)  bernameyên di derbarê hevk’arîya r’êjîma T’irkîyayê ya bi DAÎŞ-ê r’a pêşkêş dikirin? Dema belge û daneyên di derbarê hevk’arîya sazîyên dewletê yên T’irkîyayê (sîxurî, wezareta k’arên hindur’, leşkerên sînorp’arêz û yên dinê) bi k’omên xelîfeta îslamî r’a diweşandin? Helbet, di nav wan da wisa jî belge û daneyên derbarê pêkanîna k’ir’în-frotana nevta Sûrîyayê ya hevbeş di navbera malbeta Erdoxan û k’omên DAÎŞ-ê da!... – Tê bîra we?! 

Û demekê, dema hinek şirovegeran digotin, ku T’irkîya bêyî haydarîya dewletên cîhanê yên gewre tiştekî nikare bike, me nedixwast bawer bikin. 

Binihêr’in, di vê têk’oşîna li dijî xelîfeta îslamî (DAÎŞ) da Yekîneyên P’arastina Gel ên k’urdan (YPG) di avangardê (pêşenîyê) da bûn, ewan jî, wek r’êxistina sereke ya antî-têr’orê ya navnet’ewî, pişta DAÎŞ-ê şkênandin, bi hezaran endamên wan k’omên têr’orîst dîl k’etin destê şer’vanên azadîy yên k’urd, ên ku bûne p’arazvanên şaristanîya cîhanê...

Û civaka navnet’ewî (dewletên gewre) dikaribûn hema di cî da trîbûnala (dadgeh) navnet’ewî amade bikirana û ew sûck’arana darizandana. Di wê dadgehê da wisa jî dikaribûn daneyên di derbarê piştgirîya T’irkîyayê ya ji bo k’omên têr’orîst û hevk’arîya wê bi DAÎŞ-ê r’a pêşk’êşî r’aya giştî bikirana. Û dane û belge jî – çiqas bixwazin, hene! Wê demê wê bi dane û belgeyan bihata piştr’astkirin, ku serokdewletê T’irkîyayê Erdoxan bi xwe sergerdeyê (emîr) DAÎŞ-ê yê ne formal (fermî) ye. Wê demê divê bi wan têr’orîstan r’a t’evayî wisa jî r’êvebirîya  T’irkîyayê darizandana. R’êvebir T’irkîyayê, ya ku endama R’êxistna Net’ewên  Yekbûyî (RNY), NATO-yê, Întêrpolê û r’êxistinê dinê yên navnet’ewî ye! ...  

Lewra jî, ji bo ku trîbûnaleke wisa pêk neyê: “R’êvebirîya DYA hê berê bang kiribû, ku wan têr’orîstên di êwirgehan da girtî di welatên wan ên Ewropayê da darizînin”.

Lewra jî paşê van xwedîyên vê cîhanê berê vê pêvajoya xwezayî ya bûyeran wisa carekê r’a veguhar’tin...

Ji bo ku îro êdî bikaribin bibêjin: “... di derbarê beşdar û alîgirên “dewleta îslamî”, yên ku li bakûrê Sûrîyayê di êwirgehan da tên girtin. Heya van demên dawîyê ew di bin çavdêrîya kurdên Sûrîyayê da bûn. Lêbelê piştî destpêka tevgera leşkerî ya “Kanîya aştîyê” ya artêşa tirk ewana derbazî bin çavdêrîya leşkerên wî welatî (Tirkîyayê. – E. C.) bûn”.

A, hema ji bo vê ewana k’urd firotin, ji bo ku Erdoxan ji ber wan sûcan, ên ku wî bi DAÎŞ-ê r’a t’evayî pêk anîne, r’izgar bikin!  

Û lewra jî ev daxîyanîya sûck’arê şêr’ (Soylû) derk’etye holê – wek bersîv-dîyarî ji bo dewletên gewre yên cîhanî! Ma ne, ewana di nav hev da bi hev va girêdayî ne, ewê ji Erdoxanê emîrê DAÎŞ-ê k’uda winda bibin! 

 

Азиз э Джаво Мамоян

02. 11. 2019

 

http://kurdistan.today/tureckij-ministr-podelnik-glavarej-igil-ugrozhaet-evropu/51037/