1. Tekst

  2. Gotar

  3. Selîm Biçûk
  4. Xweza, dîn, netewe û sînorên çêkirî
Xweza, dîn, netewe û sînorên çêkirî,xweza,dîn,netewe,û,sînorên,çêkirî

Xweza, dîn, netewe û sînorên çêkirî

Sînorên xwînê li Rojhilata Navîn ji nû ve bi xwînê tên nîgarkirin

A+ A-

Selîm Biçûk

 

„Xwedê pir e, jiyan pir e, mirov pir e, dinya pir e, xweza pir e, eger hat û yek ji wan ji pirbûna xwe ket û bû yekî bi tena xwe, zagonên xwezayê li hev dikevin, jiyan û bihevrejiyan tev hev dibin û berevajî digerin, her tişt dişemite û ji rê derdikeve!“

 

Li cihekî ku hala dînbûnê lê belav dibe sînor tevî hev dibin, alî li hev dikevin, tewş dibin, mirov xwe winda dikin, ji xwe biyan dibin, dibin her tişt ji bilî xwe, li dînistana ku xweda û xweza yekbûn, tenê zagona xwezayê hebû. Mirov, lawir, kesakayî, kevir, çiya, çem bi hev re hemaheng û her yek li gora xwe hebûn. Jiyanek piralî û fireh bû. Jiyaneke rengereng û hemaheng bû, mirov bi xwezayê re, li gora zagonên xwezayê û bi heyberên xwezayê re aşt dijiyan, xwedayên wan jî xwezayî bûn wan dikarîbû her heybereke xwezayî wek xweda ji xwe re destnîşan bikin. Di rastiyê de her mirovek hem xweda bû, hem wî bi xwe xwedayê xwe bi reng, teşe û xisletên xwe çêdikir.

 

Bihevrejiyana mirov, xweza û heyberên xwezayê weha sade bû, weha aşt bû ku her mirovek bi xwe xwe bû, wek xwe dijiya, wek xwe dihizirî, wek xwe dipeyivî û wek xwe dihat jiyanê û diçû mirinê.

 

Rojeke bedbext bablîsokek ji welatê TARISTANÊ rabû, bi hêrs û kîn ber bi welatê XWEZASTANÊ ve hat. Di rêya xwe de çiya req û rût kirin, keskayî daqulpand, li şûna avê di çeman de xwîn herikî, ronahî kir tarî, agir, rok û hemî xwedawendên hebûn kuştin, bidar vekirin û serên wan birîn. Xwedayê xwe ku di reng û teşe û xistetê wan de bû wek xwedayekî bi tenê û bê hevpar danîn. Ev bablîsok û bagera hat artêşa Taristanê bû, ji kuliyên birçî yên çolistanê hatibû avakirin û mîna agirê bi zeviyên zuha dikeve li dinyayê belav dibû. Li pey xwe tenê şewat û rijiya agir dihişt, tenê rengê reş dihişt. Hemî reng şewitandin, reşahiya şewatê li dilên mirovan de jî neqişandin. Ji wê rojê ve Xwezastan bû dînistan, bû wêneyekî sexte ji taristanê, mirovên Xwezastanê bûn wêneyên sexte ji kuliyên taristanê. Mêr kuştin, jin li xwe par ve kirin, yên zêde jî firotin yan wek diyarî didan hev, zarokên biçûk, wek xwe perwerde kirin û kirin kulî, kuliyên tewşomewşo, kuliyên sexte, ew zarok ne man wek xwe, ne jî bûn wek wan, bûn kole li ber deriyên wan, bûn leşker ji bo wan, xwe û hebûna xwe xwarin, bi gezan hatin laş û giyanê xwe, xwe bi xwe tune kirin. Ji wê rojê ve heta niha li xwezastanê şerê tarî û ronahiyê ye. Kulî û sextekulî di hewildana tunekirin bermayên Xwezastanê de ne, dixwazin çirûskên ronahiyê yên mayîn vemirînin. Dixwazin yek xweda, yek dîn, yek ziman û yek çandê bi zora şûr, kuştin û talanê bi cih bikin. Bawerî di zagonên Xwezastanê de pirrengiya jiyanê bû, Bihevrejiyana mirov û xwezayê, yekbûna takemirov û xwedê bû. Xelkê Xwezastanê navê wê baweriya nû kirin dîn.

 

Di zimanê xwezastanê de, peyva dîn du wateyên wê hene; kesê bi derûniya xwe nexweş ku serê xwe winda dike, wateya din baweriya bi xwedayekî tenê ku mirov ji bo wî dikare xwe jî bikuje û mirovê din jî bikuje û heta jiyanê bi tevahî bikuje, di rastiyê de, baweriya bi xwedayekî dîn e û di her du wateyan de, mirov serê xwe winda dike. Bi awayekî din mirov dikare bibêje: Dîn û dînîtî hevwate ne.

 

Li vê ednîgariyê ji bo windakirina pirbûn, pirrengî û firehiya çand û hizrên cuda û bi hev re jiyana wan têgîneke din bi navê netewe û neteweperestiyê derxistin û bi awayekî ji awayan ew kirin mîna dînekî nû da ku serdestiya xwe li ser xêr û bêrên dinyayê teqez bikin. Pêşî dîn û xweda pişt re jî netewe û neteweperestî wek du çekan li dijî azadiya mirovan li dinyayê bikaranîn.

 

Di bin bandora van her du çekan de çi li Rojhilata Navîn kirin û çi dikin? Destpêk ji vekirinên islamî derket (Fitûhat), ji dagîrkirina islamê û ereban li ser piraniya cihanê gavên pêşî derketin û şerên di nav dînan de, agirê mirinê gur kir.Cihê ku islam gihayê hem bûn misilman û hem bûn ereb. Li tenişta van her du hizir û bîran, hizrê sosiyalîst derket, di bin siya vî hizrî de têgîna wekheviya gelan derket. Para gelê kurd ji van têgînan tenê tunekirin bû, li aliyekî dibû misilman û hebûna xwe ya rast bi xwe tune dikir û jê re qedexe bû ji bo mafê xwe şer bi dewletên dagîrker bike wek ereb, tirk û farisan, ji ber ku dibû (Kafir).

 

Berî sed salî dewleta xîlafetê ya dawî hat hêrifandin. Erdê di bin dagîrkeriya wê de, li ser hin miletan hat parvekirin û dewletên dagîrker yên nû hatin avakirin. Di bin vî pilanî de Kurdistan li ser çend dewletan hat parvekirin. Vê carê hem fikirê netewî hem jî yê sosiyalîst hatibûn bi cihkirin û pê re jî fikirê dînî berdewam bû. Kurdên li mafê xwe dipirsîn, di nav van têgînan de, yan dibûn kafir, yan sosiyalîst yan cudaxwaz û di her sêyan de para wan kuştin û talan bû.

 

Ji bermayên osmaniyan dewletek nû bi navê tirkiyê hat avakirin û zimanek bi navê tirkî hat çêkirin. Her kesê di nava wê dewletê de, bû tirk û diviyabû ji bo netewa tirk bibe welatparêz yan jî welatperest.

Her weha piraniya dewletên ereban bi destê dagîkeriyê hatin avakirin, hin miletên ku bi tevahî li nav ereban hatibûn pişavtin û erebên ji Yemen û Siûdiyên li wan welatan ji demên fitûhatan ve hatibûn bicihkirin bûn dewletên cuda, îran jî bi wî awayî di bin desthilatdariya farisan de, ji miletên cuda hat avakirin. Ev dewletên neteweperist, carna bi navê netewê û carna jî bi navê dîn bûn dojeha qirkirina neteweyên din, carna qirkirinên netewî, carna jî qirkirinên fizîkî.

 

Piştî sedsalî ji avakirina dewletên neteweperist, pergala birêvebirina cihanî hat xitimandin. Awayê dagîrkeriyê jî pê re hat guherîn, dinya cihane (globalisim) û teknolojiya nû û mejiyê çêkirî ket meheleyek nû. Hêzên cihanî yên nû derketin meydanê divê êdî ew herêm ji nû ve bê li hevparkirin û bi pergalek nû. Ew sînorên bi xwînê hatibûn çêkirin divê ji nû ve bi xwînê bên xêzkirin. Bi xwîna gelên wê herêmê hatin danîn û bi xwîna wan dê bên rakirin.

 

Gava yekem bi hêzên islama tundrew dest pê kir. Daiş ji Îrakê û pişt re Hemas ji Israyîlê rê li pêşiya çirandina sînoran vekirin. Piştî şerekî dijwar li dijî hêza duyemîn ya nato û bi hemî teknolojî û silahên nato PKK bi salan li ber xwe da û Tirkiyê nikarîbû wan têk bibe, bi derketina Daiş re hema hêz li ser piyan bû û organîzekirî bû. Gelê kurd rû bi rû li hember wê barbariyê li ber xwe da, nikarîbûn bi Daiş jî kurdan têk bibin. Vê carê li Kurdistanê gelê kurd bû yek ji lîstikvanên herî bihêz, bê vî gelî ne pilan û projeyên hêzên navnetewî tên cih û eger bên cih jî dê nikaribin li ser piyan bimînin. Tirkiyê serkêşiya van projeyan dikir lê tê xuyakirin ku ew bi xwe jî ber bi parçebûnê ve diçe,

 

Di demeke nêzîk de dewletek bi navê Tirkiyê namîne. Ew dewletên çêkirî yên din jî dê hemî parçe bibin; Sûrî, Îrak, Îran û hemî dewletên ereban.

 

Ji bo ku projeyên aborî, gaz, neft, av û meteriyalên biyanî hêzên navnetewî dabîn bikin pêwîstiya wan bi hêzek kurdistanî heye û ew hêz amade ye û organîzekirî ye. Tiştê bi tevahî ji tevgera kurdî tê xwestin daxwazên xwe ji bo avakirina dewletekê bikin yek. Ev daxwaz ji zû ve dest pê kirine; Kurdistan dagîr kiriye, divê rizgar bibe! Eger çiqasî ev daxwaz li gora demê û rewşên siyasî carna bi tektîkî hatibin guherîn jî, şerê ku bûye û organîza ku çêbûye ji bo vê armancê hatiye kirin.

 

Rewşa parastina Israyîl jî û serkêşiya wê ji van projeyan re yek ji bingehîn armancên hêzên nanetewî ye, ev yek di bicihkirina projeya aşîtî û projeya Ibrahîmî de tê kirin. Yek ji bingehên vê projeyê jî vegera xelkên vê herêmê ya ser koka xwe ya bingehîn. Kurdên ku xwe û doza xwe ji bîr kirine yan jî hatine pijavtin di bin hizrên dînî, netewiya ne drust yan sosiyalîzmê de vegerin bibin xwe bi xwe. Her weha netewên din ku bûne ereb yan tirk yan jî faris dîsa vegerin ser xwe û bibin xwedî mafên netewî, dînî, çandî. Ev dîn û netewe aşîtiyê bi Israyîl re çêbikin û li ser axa xwe bijîn.

 

Helbet ji bo vê yekê dibe ku gelek şerên giran çêbibin, dibe ku li hin cihan bê şer derbas bibe. Lê di dawî de hemî tişt vedigere ser koka xwe, imperatoriyên mezin, dewletên çêkirî ku bi xwînê hatin avakirin, dîsa bi xwînê sînorên wan diçirin û ji hev belav dibin!