1. Tekst

  2. Ziman û Perwerde

  3. Bahoz Baran
  4. Bersivek ji Nivîsa Samî TAN re
Bersivek ji Nivîsa Samî TAN re,bersivek,ji,nivîsa,samî,tan,re

Bersivek ji Nivîsa Samî TAN re

A+ A-

Dema ku bi giştî mirov bala xwe dide xebatên rêzimanê yên vê dawiyê, mirov dibîne ku zêde zêde bêhna dogmatîzmê ji wan tê. Ji xeynî xebata Celadet Elî Bedirxan û Roger Lescot, heta niha xebatên berfireh û xurt nehatine kirin. (Çima nehatine kirin divê mirov vêya ji xwe bipirse.) Xebatên ku hatine kirin, ne zêde dewlemend û berfireh in ji dûbarekerinê xelas nebûne. Herçend ziman guherbar û zindî bin jî xebatên ku hatine kirin, mixabin zêde zêde teng in û ne li gorî giyanê zimên û demê ne.


Niha li Kurdistana bakur, gelek xebatên rêzimanî yên rêxistinî li ser weşanên Enstituya Kurdî ya Stenbolê û li ser pirtûka Samî Tan didomin. Bû heft-heşt nivîsên dirêj in ku ez di heqê pirtûka Samî Tan de dinivîsim û di nivîsa herî dawîn de min lîsteya çewtiyên pirtûka wî da. Di hejmara kovara Zendê ya dawîn de Samî Tan ji bo wan nivîsên min dîsa bersivek daye1. Dema ku min dest bi xwendina wê nivîsê kir, pêşî ez kêfxweş bûm û min got, dê tiştên cuda û nuh gotibin. Lê dema ku min nivîs bi temamî xwend ji xeynî dûbarekirinê û çewtiyên nuh, ez rastî tiştekî cuda nehatim. Di ser de ji fikrên min re jî gotiye ‘tez’. Tê zanîn dema ku mirov tiştekî nuh bibêje ew tişt dibe tez. Lê ez bi piranî qala çewtiyên wî yên berbiçav dikim û dixwazim hinek tiştên çewt bên rastkirin. Bersivên ku Samî Tan dide bi nakokî ne û xwedî lêkolîn û lêgerîneke qels in. Hinek çewtiyên wî wisa berbiçav in ku, ku mirov  ji rêzimanê piçekî jî fam bike dikare tê derxe. Gelo Samî Tan çima wan çewtiyên berbiçav qebûl nake?(Wî hinek qebûl kirine û rast kirine, jixwe ez qala wan nakim.) Ez dibêjim, sedema herî girîng ev e:  “Dema ku Samî Tan wan çewtiyên berbiçav qebûl bike, dê mecbûr bimîne ku di hemû pirtûkên xwe de wan serast bike, wê çaxê di serî de ‘hînker’ û  alavên perwerdehiyê yên din divê bên guhertin. Ev jî karekî pir zor e.”  Sedema din ya herî girîng jî ev e: “Deh panzdeh sal in ku ew mijarên bi nakokî û çewt weke ku tu pirsgirêk di wan de tune bin hatine qalkirin, loma jî zû bi zû nikare wan çewtiyan qebûl bike.” Lê çi dibe bila bibe, rastiya zimên çi be divê mirov li gorî wê tevbigere. 

Mijareke din a girîng jî ew e ku Samî Tan bersivê nade vê pirsê: Pirtûka Celadet E. Bedirxan ya dawîn kîjan e û çima Samî Tan geh ji notên Hawarê jêgirtinan digire geh ji pirtûka dawîn? Min baş bala xwe da vê yekê û ez gihiştim vê encamê: Dema ku nikare fikrên xwe piştrast bike diçe ji pirtûka ku Arif Zêrevan ji notên Hawarê ên Celadet E. Bedirxan amade kiriye jêgirtinan dide,(Di wê pirtûkê de Arif Zêrevan dibêje, pirtûka Celadet E. Bedirxan ya kamil, ya dawîn e.) dema ku di wê de tiştekî nabîne îcar berê xwe dide pirtûka nuh. Lê dema ku ji pirtûka nuh jî jêgirtinan dide, qala hinek tiştan dike qala hinek tiştan jî nake. Di mijara ‘tewang’ê de nikare ji pirtûka Celadet E. Bedirxan ya dawîn jêgirtinan bide;  tiştên ku ew digere di wê pirtûkê de tune ne. Di mijara gihaneka “ku”yê de berê xwe dide pirtûka nuh û ji wir qala beşa cînavka pêwendiyê “ku”yê dike; lê bala xwe nade qalkirina “ku”ya gihanek û ya rengdêr. Li gorî pîvanên zanistî, pirtûka mirov a dawîn kîjan be divê ew bibe krîter.  Loma jî di warê rêzimanî de pirtûka Celadet E. Bedirxan û Roger Lescot, pirtûka dawîn e û krîter ew e.

Di nivîsa xwe de Samî Tan qala “dogmatîzmê” dike û dibêje divê mirov di warê rêzimanî de ne dogmatîk be. Belê, ev tiştekî pir rast e; lê divê mirov bi liv, tevger û fikrên xwe jî li dû vî tiştî be û wî biparêze. Rêzimana ku Celadet E. Bedirxan 70-80 sal berê amade kiriye qet naguhere? Du sed sal paşê em ê dîsa li gorî  heman rêzimanê tevbigerin? Ku em ne dogmatîk bin divê em van pirsan jî ji xwe bikin.
Dema ku min bala xwe da hinek jêgirtinên din ên Samî Tan, min dît ku di wan mijaran de ne xwedî agahiyên xurt e û hema weke rasthatinekê cih daye wan jêgirtinan, weke mînak, dema ku qala “ku”yê kiriye gotiye, Tirk ji vêya re dibêjin “İlgi zamiri”. Ev agahî ji sedî sed şaş e. “İlgi zamiri”ya Tirkan, bi mijara “Cînavkên Pêwendiyê” re eleqedar e. Çawa eleqeya wan bi hev re çê kiriye min fam nekir.

Ez ê di vê nivîsê de hinek çewtiyên Samî Tan ên nivîsa wî dest nîşan bikim û behsa çewtiyên wî yên nuh bikim.

Hinek Hêman Peyv in ne Qertaf in

Divê mijarê de nîqaş ew bû ku min digot, peyvên mîna “man, zir..” bi wate ne û divê qertaf neyên hesibandin. Lê dema ku min bala xwe da nivîsa Samî Tan, min dît ku hin mînakên din jî dane û peyva “saz” û rayên lêkeran yên mîna “bêj, avêj, kuj…”ê weke qertaf nîşan dane. Ev hêman nabin qertaf, xwedî wateyekê ne, weke lêker tên bikaranîn û ji wan peyvên nuh tên bi dest xistin:
“Sazî, bêje, bêjer, ajovan, kujer”
Ku “saz” qertaf be “î” jixwe qertaf e, qertaf bi piranî bê wate ne, ev peyv çawa ji qertafan çê bû?
Ku “bêj” qertaf be “e” jixwe qertaf e, ev peyv çawa çê bû? Lêkerên me ji qertafan çê dibin?

“Min ew saz kir” baş xuya dibe ku “saz” bi lêkera alîkar re hatiye bikaranîn û peyv e, ne qertaf e.
“Tîravêj, mêrkuj,komkujî” li gorî zanîna Samî Tan dibin peyvên pêkhatî.
Lê divê mirov baş bala xwe bide vê mijarê, li holê du hêmanên bingehîn hene. Ji mînakan baş diyar dibe ku “tîr”ek heye “avêtin”ek heye. Du hêmanên serbixwe hatine ber hev û peyveke nuh çê bûye. Ji ber vê yekê ew peyv ne pêkhatî ye, hevedanî ye. Ji xwe rayên lêkeran ên dema niha û bê diguherin û ji wan gelek peyv çê dibin. Mirov nikare wan hêmanan weke qertafan nîşan bide. Ku wisa be ew ê çawa bibin lêker? Lêker qertaf in?

Di cihekî nivîsa xwe de Samî Tan piçekî li mijarê mikur tê û dibêje, ev qertaf carinan weke peyv jî tên bikaranîn û peyvên mîna “bêje, bêjer” ji wan çê dibin. Lê dîsa jî ji  nakokiyê xelas nabe. Ew peyv in loma peyv ji wan tên çêkirin, ku qertaf bûna hem dê weke lêker nehatina bikaranîn û dê hem jî peyvên nuh jî ji wan çê nebûna.

Di Kurmancî de Navgir Tune ne Tîpên Alîkar Hene

Di Kumancî de navgir tune ne, tîpên alîkar hene. Ev di gelek zimanan de wisa ye. Lê Samî Tan bi israr ji dengên alîkar re dibêje navgir.(Taybetiyeke wisa bi me re çê bûye ku, em dibêjin qeyde tiştên me çiqas pir bin dê em ewqas dewlemend bin.)Di peyvên mîna ”Serobino, xwaromaro, rasterast” de tîpên ku binê wan hatine xêzkirin ne navgir in, ew tîp alîkariyê dikin ji bo peyv hêsantir bên xwendin û bigihin hev.

Çend mînakên din jî “Şewt-şewat, lebt-lebat, xebt-xebat” in ku Samî Tan her û her wan mînakan nîşan dide. Di wan hêmanan de tîp ketine.

Veqetandek Ne Peyv in û Ne Cureyên Bêjeyan in, Qertaf in

Di nivîsa xwe de Samî Tan dibêje ziman ne “dogtamtîk”e; lê dema ku mirov li şîroveyên wî dinihêre bêhna dogmatîzmê ji wan tê. Dema ku li raveyên îro dinihêre, dibîne ku tiştê ku ew di vê mijarê de dibêje li gorî rastiya îro nîn e; berê xwe dide notên Hawarê yên Celadet E. Bedirxan( Berê xwe nade pirtûka Celadet E. Bedirxan a dawîn, ji ber ku li wê derê, nikare tiştê ku dibêje piştrast bike.) Dibêje veqetandek cureyeke peyvan e, ka em baş bala xwe bidin qertafên xwe yên “-a, -ê, -ên”ê. Belê berê belkî peyv bûne lê îro qertaf in. Di mijara qertafan de wî ev tişt diparast û digot “Dema ku wateya xwe winda kiribin û êdî ne weke peyvê bin qertaf in” qey mijar bibin veqetandek raveya wî ne derbasdar e? Çima di vê mijarê de qala pirtûka Celadet E. B. û Roger L. nake, ji ber ku nikare li gorî wê pirtûkê fikrê xwe pişrast bike. Ji ber ku di wê pirtûkê de ew weke qertafan tên binavkirin. Tiştek gotiye û naxwaze ji ya xwe dakeve; lê ziman ne dogmatîk e! Veqetandek, ku ew qertafên raveberê ne û ji wan re “hevbendî” jî tê gotin, ne peyv  in, qertaf in û zayend û mêjerê diyar dikin.

Cînavka Girêkî Tune ye Gihaneka “ku”yê Heye

Di vê mijarê de jî Samî Tan ketiye nava çewtiyeke berbiçav û naxwaze jê derkeve. Cînavk ciyê navan digirin, hêmanan nagihînin hev, gihandina hêmanan peywira gihanekê ye. Ji ber vê yekê “ku” gihanek e, ne cînavk e. Di mînaka wî ya Ansîklopediya Azad de jî ew bi xwe dibêje “digihîne” hev,  ku gihand hev nabe cînavk gihanek e, nav li ser e û diyar e. Samî Tan çûye eleqedariya wê bi “İlgi zamiri” ya Tirkan re jî çê kiriye û çewtiyeke din jî kiriye. Tu eleqeya “ku” ya Kurmancî ya gihanek, bi “İlgi zamiriya” Tirkan re tune ye. “İlgi zamir”iya Tirkan, bi cînavkên me yên pêwendiyê re eleqedar e.

 Em bibînin “ku” çawa hêmanan û hevokan digihîne hev û dibe gihanek. 
 Ez hatim ku te bibînim
 Bavê min got ku:” Here çayê bistîne.”
 Kesên ku bang dikin bila werin.

Celadet Elî Bedirxan tenê li gorî mînaka dawîn dibêje “ku” di rola cînavka pêwendiyê de ye. Lê dema ku mirov baş bala xwe bide hevokê dê bibîne ku, jixwe pêwendî di navbera wan peyvan de heye, ango mirov dikare bibêje-tê gotin jî- “Kesên bang dikin bila werin”. “Ku” li wê derê tenê hêmanan digihîne hev û dikeve rola gihanekê. Jixwe di vê mînakê de “Lêkernava rengdêrîn” heye. Kîjan kes? Yên ku bang dikin. Ku’ya me ya gihanek bi awayekî çalak di nava lêkernavan de cih digire.

 Hevalê ku hat, nas e.(Lêkernava Rengdêrîn)
 Pirtûka ku stûr e, ya min e.(Lêkernava Rengdêrîn)
 Dema ku ez li ser xwe bûm, tu nehatî.(Lêkernava Hokerî)
 Beriya ku ez werim, bila bînin.(Lêkernava Hokerî)
 
“Ku” Dibe Cînavka Pirsiyariyê

 “Ku”ya ku dibe cînavka pirsiyariyê jî heye. Ew “ku” şûna “cîhekî” digire loma jî dibe cînavk. Celadet Elî Bedirxan jî di pirtûka xwe de qala vê cînavka pirsiyariyê dike.

 Ew çû ku?
 Ew li ku ye?
 
“Ku” Dibe Rengdêr

“Ku”ya ku dibe rengdêr jî heye. Ew jî beriya peyvê tê û wê dinimîne. Celadet E. Bedirxan qala wê jî dike; lê Samî Tan qet qala wê jî nake.

 Ew çû ku derê?
 Ew li ku derê ye?

 Di van mînakan de baş diyar dibe ku “ku” peyvê(derê) dinimîne ji ber vê yekê dibe rengdêr.  

“Cînavkên Xwedîtiyê” û “Cînavkên Pêwendiyê” Divê Neyin Tevlihevkirin

Cînavkên Xwedîtiyê

Di vê mijarê de jî çewtiyeke berbiçav tê kirin. Samî Tan cînavkên xwedîtiyê û cînavkên pêwendiyê têkilhev dike û wan dike “Cînavkên Xwedîtiyê”. Lê cînavkên xwedîtiyê cuda ne, cînavkên pêwendiyê cuda ne. Cînavkên xwedîtiyê di Kurmancî de de bi koma ‘Cînavkên Diyarkirî’ çê dibin.
Min → Dara min, birê min, pirtûkên min
Te       →     Dara te, birê te, pirtûkên te
Wî/wê  →     Dara wî/wê, birê wî/wê, pirtûkên wî/wê
Me      →     Dara me, birê me, pirtûkên me
We      →     Dara we, birê we, pirtûkên we
Wan    →     Dara wan, birê wan, pirtûkên wan

Cînavkên Pêwendiyê

Dema ku raveber dikeve, qertafên raveberê(hevbendiyê) dikevin rola cînavkê û şûna hêmana ku ketiye digirin, ji ber ku ciyê wê digirin û pêwendiyê çê dikin,  dibin cînavkên pêwendiyê.

Mitbexa malê     →     a malê
Destê jinikê       →     ê jinikê
Pelên pirtûkê     →     ên pirtûkê

Qertafên raveberê dema ku di nava raveka rengdêrîn de bin, lêkernavan çê dikin.

Hevala baş        →     a baş (başbûn)
Deriyê xwar        →    ê xwar (xwarbûn)
Keçika jîr           →     a jîr (jîrbûn)

Cînavkên xwedîtî û yên pêwendiyê bi hev re jî dikarin bên bikaranîn. Çewtiya ku Samî Tan dike jî bi vê mijarê re eleqedar e. Ew, her du cînavkan bi hev re bi kar tîne û ji vêya re dibêje “cînavkên xwedîtiyê”.

Hevala min → a min
Destê te → ê te
Gulên me → ên me

Tewang

Di mijara tewangê de jî Samî Tan dixwaze hinek tiştan li pênaseyê zêde bike. Ji ber ku qertafên diyariyê(-î,-ê,-an) weke qertafên tewangê dihesibîne û ji ber ku di pênaseya tewangê de qala ‘qertafan’ nayê kirin ew dixwaze bibêje ku “qertafên tewangê” hene. Di warê rêzimanî de tiştekî wisa tune ye û dûrî mentiqa rêzimanî ye. Di nivîsa xwe de birêz dibêje ez ji xeynî Doğan AKSAN li tu cihekî rastî raveya ku Bahoz B. dike nehatime. Ravekirina ku em dikin li herî derî heye, ravekirina ku Samî Tan dike li tu cihî tune ye. Ravekirina ku heye û tê kirin di malpera Enstituya Kurdî ya Stenbolê de jî hebû. Zana Farqînî jî di gotara xwe ya bi navê “Tewang û Rayeka Lêkeran” de heman pênase bi kar aniye. Min di nivîsa xwe ya bi navê “Qertafên tewangê tune ne, tewang heye” de bi awayekî berfireh qala tewangê kiribû2. Weke ku min diyar kiribû, di vê mijarê de Samî Tan nikare berê xwe bide pirtûka Celadet Elî Bedirxan û Roger Lescot, ji ber ku li wê derê tewang li gorî ravekirina ku me kiribû tê qalkirin. Celadet Elî Bedirxan di heman mijarê de qala “eğik durum”ê jî dike qala “büküm”ê jî dike. Di pirtûka wî de “eğik durum” û “büküm” ji hev cuda ne. Di rewşa “eğik” de peyv qertafan distîne û tê kişandin, zayend û mêjer diyar dibin; di rewşa “büküm”ê de peyv ji hundirê xwe diguhere û xwe diyar dike. Ev jî bêtir ji bo peyvên nêr e. Jixwe Celadet E. Bedirxan ji rewşa “eğik” re dibêje “Tümleç olma durumu”. Di vê mijarê de divê mirov li gorî feraseta ferhengî li peyvê nenihêre, li gorî feraseta rêzimanî li peyvê binihêre.

Rengdêr

Di mijara rengdêran de jî Samî Tan hinek peyvan ji binyadê ve weke rengdêr nîşan dide. Belê, peyvên wesfîn jixwe çawaniyê di hundirê xwe de dihewînin; lê weke ku ji ravekirina rengdêrê jî diyar e, peyvek heta ku bi peyveke din re neyê bikaranîn, nekeve nava ravekê û wê diyar neke nabe rengdêr. Celadet Elî Bedirxan jî di vê mijarê de diyar dike ku di Kurmancî de peyv gelek peywiran digirin ser xwe. Weke mînak em li peyva “xweş”ê binihêrin.
Dema ku bi navdêrê re bê bikaranîn û qalibê çê bike dibe rengdêr
Jiyana xweş, baxçeyê xweş

Dema ku bi lêkerê re têkildar bê bikaranîn dibe hoker.
Ew xweş dixwe.
Tu xweş dipeyivî.

Dema ku bi tena serê xwe be jî, navdêr e.
Jiyana me xweş e.
Xweşî, bibe para te.

Qertafa Lêkerçêker “t”

Di vê mijarê de Samî Tan bala xwe baş nedaye mijarê û şîroveyeke çewt kiriye. Belê, “t” qertafa lêkerçêker e, rola wê û “and” ê yeke, mirov dikare bibêje ku “and” di hinek lêkeran de veguheriye “t” yê.

Guher+t+in= Guhertin      Guher+and+in= Guherandin
Pelax+t+in=Pelaxtin        Pelix+and+in=Pelixandin
Qeşar+t+in                    Qeşir+and+in=Qeşirandin
Axaf+t+in                      Axiv+and+in=Axivandin

Me di vê mijarê de nîşeyek jî dabû û  gotibû di Kurmancî de “t”yeke din jî heye divê ew bi vê “t” yê re neyê tevlihevkirin. Ew “t” aîdê koka lêkerê ye.

Hat(in), ket(in), cût(in)…

Samî Tan gotiye qey me qala vê “t”yê kiriye. Lê ev “t” û “t”ya lêkerçêker ji hev cuda ne.

-Bedirxan, C.A û R. Lescot, 1991, Kürtçe Dilbilgisi Doz
-Ciwan, M. 1992, Türkçe Açıklamalı Kürtçe Dilbilgisi Jiyana Nû
-Ebdulfettah, D.2006, Nav Di Zimanê Kurdî De Enstîtuya Kurdî ya Amedê
-Bilbil M. û Baran B. 2008, Rêzimana Kurmancî Enstîtuya Kurdî ya Amedê
-Aksan D. 2007, Her yönüyle Dil Ana Çizgileriyle Dilbilim, Türk Dil Kurumu
1Zend-12 R.80, Zivistan 2010
2http://www.amidakurd.com/qunciknivis.php?id=3600

Bahoz BARAN