Ezê Dîtir,ezê,dîtir

Ezê Dîtir

A+ A-

1
ew ezê ku di kûratiyên 'min' de veşartiye
ewê ku 'ez' wî nas nakim
ewê bo min biyanî…
ewê li kûratiya dil xwe li min veşartiye
ew ezê ku 'ez' qet nizanim çawaye
ew ezê dîtir yanî
ezê ku min qet nedîtiye
ezê ku di nepeniyan de digere
û veşartokê bi min re dilîze


2
ew ezê di nava min de
ku dişibe darkirokê
her êvarî tobe dike
û her spêdeya piştî wê êvarê jî
toba xwe betal dike…

3
ew ezê du perçe…
ewê bêpêjn xwe dikuje
û dîsa piştî her xwekuştinekê
bi xweliya xwe ve xwe vedijîne

4
ew ezê ku 'min' berze kiriye
û hinde sal in bêrawestan lê digerim
li ser rûyê cîhanê
hin caran di tîna awirên xezalekê de
hin caran di çirûska dilê dayikekê de
hin caran di bişirîna zelal a zarokekê de

5
ew ezê ku bi qasî dîroka mirovahiyê kevin
bi qasî teyrê eylo resen
û bi qasî 'xwe' jî têkçûyî
ew ezê dîtir,
ewê ku bi çarlepkî xwe gihandiye asoyên winda
ewê bi dewisandinan re tixûb çirandine
û xwe gihandiye stêrkan…
ew ezê bûme stêrk

6
ew ezê dengê xwe di nalîna bilûrekê de berzekiriye
ewê di nav pêlên evînê de serobin bûye
ew ezê ji bo evîneke pak birçî
ji bo evîndareke dilsoz bûye derwêş
û xwe bera nav çol û çolistanan daye

7
ew ezê dîtir…
ezê ku di xewnên zaroktiyê de maye
hê jî bi dileke zarokane
bi çirûskekê şad dibe,
bi dilopekê xemgîn…
yanî ew ezê qet mezin nebûyî
qet hînî jiyanê nebûyî
qet neketiye gengeşiyên serdemê
û qet bera nav bayên derdorê nedayî

8
ew ezê min di riya lêgerînê de winda kiriye
ezê winda…
ezê kena 'wî' li ser rû tirş bûye
rondik di çavan de hişk bûye
ezê di nava peyvên tûle de gêr dibim
li ser hişkerûyê kaxezên qirmiçî

9
ezê ne ji bo 'xwe' bikarî bijî
ne jî mifadarê derdora xwe
ezê dîtir…
ewê ku ji nava hemû lîsteyan hatiye renîn
ji hemû heyiyan hatiye vederkirin
ezê ji marî rûstir, ji gurî birsîtir
ezê ku 'min' hilma wî seh nekiriye

10
ezê delodîn
ezê bo xweziyeke avis fêk bûye
di nav mij û morana jiyanê de
xwe li hespê hêviyên winda siwar kiriye
û dajot…dajot
li şevexwînên dûvedirêj
ber bi bayê kur,
li gel afriya karwankujan
di nav dilê çiya û baniyan re…

11
ezê ku di şopa xezaleke kûvî de winda bûye
bi tena serê xwe…
li çiyayeke dûr î pişt asoyan
di rojeke ne li salnameyan hatiye tomarkirin de
ne jî di nava rûpelên dîrokê qeyd bûyî de

12
ezê ku bi zêmarên dayikan hişyar bûye
li ser kêliya goreke nenavkirî
ezê bi janên 'min' di xwe de çûye
li nav nameyeke qet rênekirî

13
ezê dîtir yanî
ew ezê ku qet nizane derewan bike
nizane bi ristên 'lê ferz dikin' bilîze
û rûpoşan li rûyê xwe bipêçe
di nav dubendiyê de bikare bimîne
ew ezê lawaz,
ewê têkçûyî…
ji ber ku nezaniye bilîze

14
ew ezê ku bi senfoniyeke dengketî
strana 'yên dîtir' dinehwirîne

15
ew ezê dîtir,
ezê ku li 'min' digere
ji bo 'min' têdikoşe
ji ber 'min' diêşe
ew ezê ji bo 'min' xwe dikuje
û bi xweliya xwe ve 'min' diafirîne
ezê xwe gorî 'min' kirî…
li welateke hemû êşan pêçayî,
hemû jan lê akincî bûne
û 'jiyanê' di bin xweliya 'mirinê' de aj dayî

16
ezê dîtir,
ango ezê azad
ew ezê ku hê jî kariye xweser bimîne
hê jî kariye bêhna axê jê bifûre
ew ezê ku hê jî 'ez' im…

2003-12-11/ Amed


Gotinên miftehî :