1. Tekst

  2. Komputer

  3. Rêzan Tovjîn
  4. Javascript dikare çi bike û nikare çi bike?
Javascript dikare çi bike û nikare çi bike?,javascript,dikare,çi,bike,û,nikare,çi,bike

Javascript dikare çi bike û nikare çi bike?

A+ A-

Javascript çima tê bikaranîn?

Em ê ji vir û pê ve bi kinasî li şûna Javascript bêjin JS.

JS çûnûhatiya pêwendiya rûpela Webê pêk tîne. Kes ji malpereke ku têkiliya çûn û hatinê tê de tune be, hez nake.

JS di nav pelên Webê de tên bicihkirin.

JS ji bo malpereke zûtir xwe bigihîne bersivan û bikêrhatî be, pêwist e.

JS derfetê dide ku mirov rûpelên HTML ên taybet derxe holê.

JS derfetê dide ku mirov Gerokan (IE, Firefox, Opera, Chrome) saxtî bike.

JS dikare rûpelên HTML test bike.

JS dikare karê tevîn (+), derîn (-), parîn (/) û carînê (x) bike.

JS jî her wekî gazîkirina pela CSS dikare were gazîkirin û bikaranîn.

JS derfetê dide mirov di nav kodên wê de şîroveya kodan jî binivîse.

JS dema daxuyaniyan dide di rûpelê de wekî paceya Popup vedibe. Bi bikarhêner re jî gelek caran bi riya Popup diyalogê pêk tîne.

JS dikare şertan saxtî bike.

JS dikare piştrastkirinê bike. Dema bersivek rast hat dikare erê bike, dema bersivek şaş hat dikare erê neke.

JS dikare vebijêrkan pêşkêşî bikarhêneran bike û li gor bersivên wan bersivan bide.

JS ji ber ku dikare nasyaran biafirîne, dikare hîn bibe ku bikarhêner kîjan Pergala Xebatê bi kar tîne (Mac, Win, Linux) an jî dikare hîn bibe bê kîjan gerokê (IE, Opera, Firefox, Chrome) bi kar tîne û hwd.

JS dikare di neqandina çewtiyên rûpelê de were bikaranîn.

JS dikare karekî bi qasî me jê xwestiye dubare bike. Mînak di malperekê de 10 nûçeyên dawî dikare ji 10 saniyeyan carekê biguhere û nîşanî bikarhêneran bide.

JS dikare bi hatin û çûna mişk (mouse) re guhertinan pêk bîne.

JS ji bo çêkirina formên baqil derfetan dide. Ji bo bikarhêner derin forman vala ji bîr nekin, ji bo şaş danegirin û dema şaşiyên wiha pêk hatin ji bo bikarhêre bên hişyarkirin û rast bên agahdarkirin tê bikaranîn.

JS di formek ku epeyam tê xwestin de, dikare saxtî bike bê awayê epeyamê rast e, an na. Her wisa dikare saxtî bike bê awayê dîrokê rast e an na. Li şûna hejmarê nivîs hebe, an li şûna nivîsê hejmar hebe jî JS dikare bibîne û bikarhêner agahdar bike. Berî dane ji danegehê re bên şandin saxtîkirina van agahiyan dike.

JS bi riya nasyaran der barê bikarhênerên rûpelan de gelek agahiyan berhev dike û ji bo malperek çêtir bi dilê bikarhêneran were avakirin, derfetan derdixe holê.

Javascript nikare çi bike?

JS nikare bi danegehê re pêwendiyê ava bike.
JS nikare li pelan daneyan binivîse.
JS nikare karê hejmara tiştina bike, ji ber ku nikare daneyan binivîse.
JS ji bilî agahiyên nasyaran, nikare agahiyên rewşê hilîne. Yanî nikare nîşan bide ku mirov niha di ku dera malperê de ye.