"Ku",ku

"Ku"

A+ A-

Di pirtûkên rêzimanê de  li ser “ku”yê pir nayê sekinandin. Di hinek pirtûkan de tê gotin ku “ku” gihanek e, çend mînak tên dayîn û hew. Vê dawiyê hinek pirtûk jî “ku”yê bêtir weke cînavkê nîşan didin û çewtiyekê dikin. Dema ku em bala xwe baş bidinê, em ê bibînin ku “ku” di zimanê me de cihekî berfireh û girîng digire û hinek peywirên cuda digire ser xwe. “Ku” li gorî peywira xwe ya bingehîn gihanek e, herî pir weke gihanekê derdikeve holê;  dema ku beriya navdêrekê tê û pirsiyariyê çê dike dibe rengdêr. Weke din, dema ku navdêra “der”ê dikeve “ku” ji ber ku ciyê wê jî digire, tenê li wê derê peywira cînavkê digire ser xwe.

A. Ku’ya Gihanek
“Ku” bi piranî weke gihanekê tê bikaranîn. Dema ku du hevok bi hev ve tên girêdan, beriya gotinê, dema ku em hevoka yekê/a din vediguhezînin, di lêkernavên hokerî û rengdêrî de, di raweya divêtiyê de, di qalibên gihanekan de, di qalibên daçekan de derdikeve holê.

1. Di hevokên hevedanî de: Di hevokên hevedanî de, hevoka alîkar bi hevoka bingehîn ve girê dide, ev cure hevok wateyên weke  armanc û sedemê didin.

Mînak:
Ez nehatibûm ku ez te bibînim.
Ew reviya ku wî negirin.
Min jê stend ku ji me re nebe pirsgirêk.

2. Di axaftinan û hevokên veguhestî de: Di hevokên hevedanî de beriya gotinê û dema ku em hevokekê ji yekê/a din vediguhêzînin “ku” derdikeve holê û di peywira gihanekê de wan bi hev ve girê dide.

Mînak:
Diya min dibê je ku: “Ji wan bawer nekin.”
Ez dibêjim ku hûn wisa bikin nabe.
Berfînê got ku, mamoste ji me xeyîdiye.

3. Ji bo raweya şertê: Di hevokên hevedanî de di raweya şertê de “ku” tê serê hevokê û wateya şertê dide hevokê. Wateya wê û peyva “eger”ê yek e.

Mînak:
Ku hûn bixwin ez ê ji we re bistînim.
Ku ew bê, em nikarin biaxivin.
Ku tu herî, dê pir baş be.

4. Ji bo lêkernavên hokerî: Di hevokên hevedanî de lêkernav jî tên bikaranîn. Di nava qalibên lêkernavên hokerî de, peywira gihanekê hildigire ser xwe. Lêkernavên hokerî wateya demê didin û di nava mijara raweyan de divê neyên dayîn. Di dabeşkirina hêmanan de ev qalib nayên parçekirin.

Mînak:
Dema ku em ji gund dihatin, ew li ser rê bû.
Piştî ku em çûn, baran bariya.
Berî ku ez bêm, min çar pirtûk xwendin.

5. Ji bo lêkernavên rengdêrî: Di nav qalibên lêkernavên rengdêrî de, peywira gihanekê hildigire ser xwe. Lêkernavên rengdêrî wesfê navdêrê diyar dikin û  ew di nava mijara raweyan de nayên dayîn. Di dabeşkirina hêmanan de ev qalib nayên parçekirin.

Mînak:
Hevalê ku nan dixwe, ne ji me ye.
Pirtûka ku çap bû, ya min bû.
Nanê ku şewitiye tu bixwe.

6. Bi raweya divêtiyê re: Di raweya divêtiyê de jî “ku” di peywira gihanekê de ye. Hinek wê bi kar naynin; lê dema ku bê bikaranîn hevok têkûztir dibe.

Mînak:
Divê ku ew jî bên mala me.
Lazim e ku em xwe bigihînin wan.
Divê ku tu wisa nekî.

7. Bi lêkerên alîkar re: Bi hinek lêkerên alîkar re jî tê bikaranîn û di peywira gihanekê de ye. Ew cure lêker wateyên weke daxwaziyê, xwestekê, îhtîmalê didin hevokê.

Mînak:
Dibe ku em jî bên dibistanê.
Dixwest ku bi me re were malê.
Dikir ku bihata.

8. Bi qalibên gihanekan re: “Ku” bi tena serê xwe jî gihanek e; lê bi gihanekên din re jî tê bikaranîn û qalibên nû çê dike.

Mînak:
Ji bo ku em nan bixwin em çûn.
Ji ber ku tu nehatî, bername betal bû.
Em hatin da ku te bibînin.

9. Bi qalibên daçekan re: Ku bi daçekan re jî tê bikaranîn. Di van qaliban de “ku” komepeyvê têkûztir dike. Ev qalibên daçekî di nav hêmanên hevokê de weke hoker tên hesibandin.

Mînak:
Heta ku ji te tê baş be.
Weke ku min got, dengê xwe neke.
Qasî ku ez dizanim, ew ne yekî baş e.

B. Ku’ya Rengdêr

Weke gelek peyvên din “ku” hinek peywirên din jî digire ser xwe, yek ji wan peywiran peywira wê ya rengdêrê ye. “Ku”  beriya navdêran tê û dibe rengdêriya pirsiyariyê ya ciyan.

Mînak:
Ev, ku der e?
Ew çû ku derê?
Ku der warê me ye?

C. Ku’ya Cînavk

Bi rastî ev “ku” jî rengdêr e; lê ji ber ku navdêra wê “der” ketiye ew êdî şûna wê digire. Weke tê zanîn peyv dema ku ciyê navdêrê bigire dibe cînavk, ji ber ketina peyva “der”ê “ku” dibe cînavk. Ji ber ku pirsê dike jî dibe cînavka pirsiyariyê ya ciyan.

Mînak:
Ew çû ku?
Tu ji ku têyî?
Ew bi ku ve çû?

Rastnivîsa Ku’yê

Di warê rastnivîsê de car heye ku em dibînin ku “ku” weke “kû, kî, ke, ko, kur”ê tê nivîsîn. Hinek ji van awayan berê dihatin bikaranîn û hinek jî herêmî ne. Lê em dikarin bibêjin ku îro êdî di gelek weşanan de awayê “ku”yê tê bikaranîn. Ev gihanek tu carî bi peyvan ve nayê nivîsîn, tim ji wan cuda tê nivîsîn. Hinek awayên cuda yên ku pir nayên tercîhkirin ev in:

Mînak:
ez bêm, tu yê aciz bibî.
Min nizanibû tu hatiyî.
Ke ew bên ez ê herim.
Ew çû ko?
Ew ji kur tê.

Weke ku em dibînin, “ku” pişt û stûna kurdî ye, divê em li “ku” yê xwedî derkevin, kurdî û “ku” pir li hev dikin; ku “ku” tune be kurdî nikare li ser piyan bisekine.

Bahoz Baran
[email protected]

Nîşe: Li ser malpera Nefelê nivîseke  Arif Zêrevan a bi navê “Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de” heye. Di wê nivîsê de li ser bingeh û sedemên guherîna dengan tê sekinandin. Arif Zêrevan ji Mem û Zînê jî mînakan dide, qala Hawarê dike û “ko”, “ku” û “kû”yê di wateyên cuda de rave dike. Lê li gorî min ziman li gorî demê xwe organîze dikin û hinek awa xwe didin qebûlkirin. Min di vê nivîsa xwe de pirtûkên rêzimanî, wêje û çapemeniya kurdî ya îro bingeh girtine.

Çavkanî:
-Bedirxan, C.A û R. Lescot, 1991, Kürtçe Dilbilgisi Doz


Gotinên miftehî :