Kurd û Taksîm,kurd,û,taksîm

Kurd û Taksîm

A+ A-

KCK'ê berxwedana civakî ya ji bo Parka Geziyê silav kir. Bûyerên Tasksîmê wekî "berxwedan" bi nav kir û da xuyakirin ku armanca wê Tirkiyeyeke Nû ye. Her wisa KCK'ê bang li gelê kurd jî kir ku înîsiyatîfê bigirin destê xwe.
Daxuyaniya KCK'ê bi taybetî ji aliyê kurdan ve rast were famkirin. Ji be ku hinek kurd û tirk ji serî ve dixwazin mijarê bi dereke din ve bikişînin. KCK jî bi qasî her kesî dizane ku bêyerên ji bo parastina darên Taksîmê dest pê kir, ji ber ku daxwazeke gel e, meşrû ye û dewleta ku bi awayekî tund û tûj çû ser gel, tawanbar e, zilimkar e.
Lê wekî di nivîsa borî de jî me anîbû zimên, xetereyek mezin di van bûyeran de heye. Xetere jî ew e ku înîsiyatîf dema têkeve destê nijadperestan û netewedewletparêzan, dê rewş ji bo hemû demokrasîxwazin xera bibe. ji bo vê yekê me fikra xwe wekî "divê kurd dûrî van bûyeran rawestin û netewedewletparêzan bi tenê bihêlin."
KCK'ê daxuyaniyeke xurt da. Daxuyaniya KCK'ê ji xurtiya wê ya li Tirkiyeyê pêk tê. Ew bi xwe bawer e, ku dikare nehêle kontrol têkeve destê netewedewletparêzan. Heta bi xwe bawer e, ku dikare înîsîyatîfê têxe destê kurdan. Ji bo vê yekê gazî li kurdan dike ku înîsîyatîfê têxin destê xwe. Dema wisa be, kengî bixwaze dikare gavekê pêş ve, an gavekê paş ve bibe û bîne. Ev ji vî alî ve girîng e. Kurd bi vî awayî nakevin xetereyê. Ji xwe tirsa me ya ji bûyeran jî ev bû.
Tevgerên mezin, em bi kurtasî ji wan re bêjin "hêz", di hemû rewşên wiha de hewl didin ku kontrolê têxin destê xwe. Wekî me gotibû, bûyerên li Misrê, Libya û Sûriyeyê dest pê kirin, bê serok û bê partî dest pê kirin. Wekî me got bê nasname bûn. Li Tirkiyeyê jî wisa bû. Ev yek dê mijarê ber bi cihekî xerab ve bibe. Lê heke tevgereke çepgir, wekî tevgera kurd vê înîsiyatîfê têxe destê xwe, wê demê dê valahiya vê nasnameyê jî were tijîkirin.
Li gor vê yekê, KCK dê bûyeran ji bo hikûmet makezagonê rojekê berî rojekê biguherîne, bi kar bîne. Heke hikûmet der barê peymana kurdan de rast tevbigere dê kurd van bûyeran mezin nekin, lê heke hikûmet şaş tevbigere, êdî şenseke din li kuçeyan heye. Gerîla vedikişin, lê qad tijî dibin.
Di vê rewşê de helbet dê netewedewletparêz, nijadparêz û heta lîberal û mîberal vekişin. Piştî ku kontrol ket destê kurdan, heke kurd gavekê pêşvetir bibin, îhtîmala ku êrîş li dijî kurdan pêk bên heye. Ew jî xetereyeke girîng e. Ne mimkûn be ku KCK vê jî nebîne. Lê ku armanca wê demokratîzekirina Tirkiyeyê ye, dê di vî warî de girseya herî mezin û herî berfireh ava bike. Dê nehêle ku şerekî navxweyî jî derkeve.


Gotinên miftehî :