Mayan Xatûn,Mayan,Xatûn

Mayan Xatûn

A+ A-

Di dîroka kevn û ya nûjen de gelek jinên kurd ên navdar hene ku ji malbat, e?îr û gel re pê?engî, serokatî, rêberî û ?êwirmendî kirine. Yek ji wan navdarên jin jî, Xatûna Mayan e. Di gotinên pê?iyên kurdan de, li ser jinan gelek ti?t hatine gotin. Wek nimune: "?êr ?êr e çi jin çi mêr e". "Li pi?ta her mêrekî serkeftî, jineka çeleng heye". Gelek caran mêrên kurd bi navê dayika xwe hatine naskirin; navê dayikê bûye mîna pa?navek ji wan re û hîn jî kesên weha pir in. Her çiqas bi hatina Îslamê re, di civaka kurdan de rol û tevgerên jinan hatibin bi sînorkirin jî lê disa gelek caran rolên xwe leyistine û dileyzin. Xatûna Mayan jineka kurd û bawermenda ola Êzî ye. Di civaka êzîyan de Mîr herî ast û kesayetiya bilind e. Di demê de Xatûna Mayan ji êzîyan re rêberî heta Mîrîtî kiriye.Xatûna Mayan di sala 1874an de ji dayik dibe. Qîza Mîr Evdî beg e ku birayê Mir Husên beg e. Navê dayika wê, Xatuna Xomî ye ku ji êla colê qîza Cesîm beg e. Navê birayê wê Îsmaîl Beg e. Xatûna Mayan di panzdeh saliya xwe de bi Mîr Elî beg re dizewice. Dem dema Osmaniyan e û siltan jî Evdilhemîd e. Di siltanata osmanî de tevliheviyek heye. Jon Tirkan serî rakirine û Siltan Hemid ji bêgavî reforman kiriye. Li heremê îngilîz hene û desthilatdarî geh di destê wan geh jî di destê osmanîyan de ye. Mîsyonerê ewropî û emerîkî di nav hewldanan de ne ku xiristiyaniyê li heremê di nav êziyan de bi cih û belav bikin. Gelek ji wan mîsyoner û lêkolînvanan cara yekem bi ola êzdatiyê hesiyane û herem ji wan re dibe cîhê kar û lêkolîn ê. Hinek ji wan dixwazin êzîdiyan weynin ser ola xirîstiyanî, hinek jî lêkolînan li ser ola êzdatiyê dikin û dixwazin nivîs û pirtukên pîroz wek misheva re? û celve, dokuman, gotar û ti?tên pîroz wek sancax hw. bi dest xin û bibin welatên xwe û di muzeyên xwe de deynin.Osmanî jî di nav hewldanan de ne ku êzîdiyan bikine misilman û desthiladarî û kontrola heremê têkin destên xwe. Osmanî jî li pey tunekirin, wendakirin û ?ewitandina dokuman û ti?tên ku di ola êzdatiyê de pîroz in. Heta demek zîyaretgeha Lale?a nûranî û pîroz bi destê dewrê?ê misilmanan weke camî bi kar tînin. Osmanî bi sedan ferman li ser qirkirina êziyan didin. Bi deh hezaran alîgirên ola êzî tên qetilkirin. Sirgûn, zîndan, talan, kul, derd, ê? û elem dibe wek jîyana êziyan a rojane. Di nav vê tevliheviyê de jî nakokî dikeve nav hinek êlên êzîyan bi xwe jî. Hinek ji ber zilm û zorê dibin misilman, hinek dibin xirîstiyan. Lê belê car caran, dema ku sikunet li heremê çê dibe car din vedigerin ser ola xwe êzdatiyê.Xatûna Mayan di demek wisa de jiyaye û kar û barên xwe bi rêya akil birêve biriye û bi ser jî ketîye. Çi osmanî, çi jî ewropî û emerîkî be; di têkilîyan de, Xatûna Mayan herdem bi sebrek mezin û bi ?ik û guman nêzîki bîyaniyan bûye.Mêrê Xatûna Mayan Mîr Eli Beg di sala 1913an de bi awakî nedîyar tê ku?tin. Ji ber ku kurê wê Seîd Beg hîn biçûk e, birayê wê Ismaîl Beg dixwaze bibe Mîr lê belê Mayan Xatûn destûr nadê û wekaletiya Mirîtiya Seîd Beg di destê xwe de dihêle heta ku ew mezin dibe. Di sala 1933yan de Xatûna Mayan Mîr Seîd Beg bi qîza birayê xwe Ismaîl Beg Wansa re dizewicîne. Wansa li Beyrûdê dibistana hekîmiyê xwendiye. Di navbera Mîr Seîd Beg û birayê Wansa Yezdîxan Beg de nakokî derdikeve. Mîr Seîd Beg biryara ku?tina Yezîdxan Beg digre. Wansa mêrê xwe Mîr Seîd Beg birîndar dike û direve diçe Helebê cem êlên êzîdiyên wê hereme û pi?tî demek jî tê Bexdayê û li wir jiyana xwe berdewam dike. Mîr Seîd Beg di sala 1944an de diçe ser dilovaniya xwe. Bi mirina Mîr Seîd Beg re divê Mîrê nû were hilbijartin.Ji Mir Seîd Beg û jina wî ya din Xoxê kurek bi navê Tehsîn Beg heye. Tehsîn Beg jî hîn biçûk e û wekaletiya Mîrîtiya Tehsin Beg jî, Xatuna Mayan dide ser milên xwe û kar û barên heremê û êlên êziyan bi hostetî bi rê ve dibe.Serbazek osmanî û tirk Sadik Damluci di sala 1949an de di derheqê Xatûna Mayan de weha dinivîse: "Neha temenê Xatûna Mayan 75 in. Lê min wê di xortaniya wê de dîbû. Jinek gelek çeleng û bedew bû. Bi mirina mêrê wê Mîr Elî Beg re, ji Mîr Seîd Beg û Mîr Tehsîn Beg re wekaletiya mîrîtiyê kiriye. Xatûna Mayan û Mîr Eli Beg 3 sal sirgûnê bajarê Sêwasê bûne. Xatûna Mayan gelek jîr, akilmend û pê?erojê jî ba? dinirxand û ditît. Xatûna Mayan di nav civaka êzî de xwedî asteka bilind bû. Ji tirsê zêdetir gel jê re rêz digirt. Tu kes cesaret nedikir ku li hember wê derkeve. Dema ku ew di nav gel de nebûya, gel diket nav xem û hizran. Karekterek wê yê xurt û esilane hebû. Xatûna Mayan zû bi zû bawerî bi kesî nedianî û bi ?ik nêzî bûyeran dibû. Ya ku dibex?îne ya ku ferman dide, heta ya ku dikuje disa Xatûna Mayan bû".Xatûna Mayan di 31ê hezirana sala 1957an de di 83 saliya xwe de çû ser dilovaniya xwe. Ez bejna xwe li ber Xatûna Mayan ditewînim û bi hêviya ku baweriya wê, ola êzdatî, bibe ola fermî ya Kurdistana azad.Çavkanî: Yezidiler Tarihi, John S. Guest, Avesta yayinlari, ceviri: Ibrahim Bingöl

Can Şeker 19 tîrmeh 2006


Gotinên miftehî :