1. Tekst

  2. Lêkolîn

  3. Rêzan Tovjîn
  4. Paralel û Tiştên Nayên Zanîn
Paralel û Tiştên Nayên Zanîn,paralel,û,tiştên,nayên,zanîn

Paralel û Tiştên Nayên Zanîn

A+ A-

Hatî Berî Zayînê (BZ) di navbera 2500-2000/1700'an de li Enetolî û Mezopotamyayê jiyane.

Xaleke girîng e, kurd ji wan re dibêjin "Hutî". Tiştanek zarokan heye; bi "Hutî, felemez, şafez" dest pê dike û didome, bi îhtîmaleke mezin ew Hutî û ev Hutî jî yek in. Kurdan gelek tişt di zargotinê de veşatine, cureyekî otosansurê ye, lê cureyekî ragihandina bi şîfre ye jî, ji bo neslên piştre.

Hutî (Hatî) 1500 salî desthilatdar mane.

Yên din Hîtît in. Ataturk ji wan re gotiye "Etî", lê navekî şaş e, şaşiyek xwendina arkeolojiyê ye. Ord. Prof. Dr. Ekrem Akurgal di pirtûka xwe ya bi navê "Anadolu Tarihi" (Weşanên Tubitak) de vê şaşiyê aşkere tîne zimên û serast dike. Di Wikipediya tirkî de hîn jî ji bo wan navê "Eti" derbas dibe, dûmahîka wê şaşiyê ye.

Ew jî (Hîtît) Berî Zayînê (BZ) bi 2000 salan der basî Enetoliyê bûne.

Hîtîan dû re, bi demê re rêveberiya hutiyan xistine destê xwe. Lê, riya wan a bidestxistinê pir balkêş e: Hîtît pêşî hînî zimanê hutiyan bûne, navê Xwedayên wan (di heman demê de navê çiyayên wan in) li zarokên xwe kirine. Nifşên nû di rêveberiya hutiyan de hindik hindik, hêdî hêdî cih girtine. Dû re, bi demê re baş di rêveberiyê de bi cih bûne. Hutiyan qet ferq nekirine ku çi hatiye serê wan, heta ku hîtîtan gotine "em ne hutî ne, em hîtît in" û dest dane ser her tiştî.

MÎNAKA CIHÛYAN

Di 1920'an de, piştî ku Împaratoriya Osmaniyan ji Misrê û dewletên ereb vekişiyaye sînorên îro, îngilîz ketine Filistînê. Filistîn bûye mandayek îngîlizan.

Berevajî îro, wê demê îngilîz û cihû, bi qasî îro ji hev ne razî bûn. Îngilîzan tişt pir bi destê cihûyan ve bernedidan. Cihûyan, ji bo bandorekê li ser rêveberiya îngilîzan ava bikin, rêveberiyek ava kirine. Navê wê yê fermî û veşartî, wê demê "Rêveberiya Paralel" e. Ev rêveberî piştî hatina îngilîzan bi 6-7 salan hatiye avakirin.

Mîsyona Rêveberiya Paralel ew e, ku li beramberî her rêveberekî îngilîz rêveberekî cihû jî hebe; berpirsê aboriyê, berpirsê leşkerî, berpirsê saloxdarî, berpirsê siyasî û hin wekî din. Ev rêveberên paralel li dora hempîşeyên xwe yên îngilîz bi cih bûne û armanca wan ew e ku proje û planên wan li gor armanca xwe revîze bikin.

Di 1936'an de nêzî yek milyonê filistînî hene, lê tenê çarsed hezar cihû hene. Cihû hewl didin ku axê, erase û malên filistîniyan bikirin. Bi demê re ji ber ku filistîniyan ev ferq kirine, îngilîzan jî biryar standine ku pêşiya vê yekê bigirin. Bi vî rengî gelek caran têkiliyên navbera cihû û îngilîzan xerab bûne. Lê, li aliyê din, cihûyan hewl dane ku cihûyên Sovyetê û Tirkiyeyê bikişînin Filistînê. Tirkiyeyê di vê demê de alîkariyek rind daye cihûyan, da ku bi ewlekarî derbas bibin.

Di vî warî de herî pir, piştî kirinên Hîtler cihû hatine herêmê. Heta wê demê, cihûyan pir zehmetî kişandine, ji ber ku nikaribûn cihûyên Ewropayê bikişînin Filistînê.

Di wê demê de kesek heye ku roleke wî ya pir girîng heye; mirovekî cihû ye; navê wî Danîn e. Danîn, berpirsekî saloxdariyê (îstixbarat) ê cihûyan e. Cihûyan ji xwe hîn wê demê bi navê Ajansa Cihûyan saziyek ava kirine, ji bo vî karî.

Danîn, digel xebatkarên xwe, bi salan agahiyên filistîniyan ber hev kiriye; kîjan malbat û êl dijminê kîjan malbat û êlan e, navbera kê ne baş e, pirsgirêkên wan ên olî, malbatî, êlî, qebîletî, terîqetî û hin wekî din.

Cihûyan zanibûye ku ereb û filistînî çi qasî dijminê hev bin, dê ew qasî parçe bin û wê demê heke cihû yek bin, dê parçeyê herî mezin cihû bin.

Di vî warî de bi ser ketine; ji aliyekî ve Rêveberiya Paralel bandor li ser rêveberiya îngilîzan a herêmê kiriye, li aliyê din filistînî hatine parçekirin, ango parçekirina wan hatiye organîzekirin û birêvebirin.

Ji 1926'an heta 1948'an, sal bi sal di vî warî de pêşketin çêbûne.

Pêşî filistîniyan pir ji cihûyan kuştine. Piştî nimêjên înê cihû birine serê giran, kuştine û veşartine. Li kuçeyan êrîşên berfireh li dijî zar, zêç, esnaf û xebatkarên cihûyan bi rê ve birine. Lê Ajansa Cihûyan bi riya tolhildanê, pêşagahiyê û operasyonên wekî din sal bi sal ev xebatên filîstiniyan têk birine.

Ta ku ereban bi hev re êrîş birine ser cihûyan (1948). Ew jî pêşî bi berxwedana cihûyan, dû re jî bi êrîşa tund a cihûyan hatiye şikandin û cihû bûne xwedî herêma xwe ya serbixwe.

Bi qasî em dizanin li cîhanê du mînakê bi vî rengî, ên bidestxistina rêveberî û herêmê hatine ciyîn. Yek a hîtîtan e, ya din a cihûyan e.

Reng û dirbê rêberiya Rêveberiya Paralel, ango Rêveberiya Paralel a Tirkiyeyê li gor we dişube kîjanê?