1. Tekst

  2. Gotar

  3. Ezîzê Cewo
  4. “RÛDAW” DÎSA DEFA FITNE Û DEREWAN DIXE
“RÛDAW” DÎSA DEFA FITNE Û DEREWAN DIXE,rûdaw,dîsa,defa,fitne,û,derewan,dixe

“RÛDAW” DÎSA DEFA FITNE Û DEREWAN DIXE

A+ A-

Hişyar bin – provokatsîon e!


Ezîz ê Cewo

Wek ku tê zanîn, piştî êrîşên DAÎŞ-ê yên li ser Şengalê û Kobanê hêzên siyasî yên kurdistanî gavên berbi bi yekîtî dijî wan êrîşan bisekinin, avîtin. Komên YPG-ê di Şengalê da li dijî DAÎŞ-îyan ketine şerekî berxwedanî, wisa jî komên pêşmergayan çûne Kobanê... Û di dilê gelê kurd da pirîskên hêvîyekê hatin xuyan, ku eva yeka dikare bibe bingeha avakirina Yekîtîya Netewî.  

Û ji bo avabûna vê Yekîtîyê, dive ev hevkarî bi xurtî bê domandin!…

Lê, wek ku tê xyanê, ev yek ne bi dilê hinek hêzan e, bi taybet jî, ne bi dilê hêzên dagerker û hinek hêzên kurdistanî ye, yên ku bi wan va girêdayî ne. Di vî warî da  Komara Tirkîyayê serkêşîyê dike…    

Ji bo ku hêzên kurdistanî nebin yek, hêzên derva her rêbezeke kirêt, fitne, derew,  şer û şiltaxan  bikar tînin, ku dutîretîyê bikin nava wan. Ji bo vê, çi ku ji destê wan tê, dikin, hemû pergal û derfetên xwe dikine kar.

Û hema ku di warê yekîtîya kurdan da birûsîya helwesta erênî tê xuyan, ev makîneya belavkirina agahîyên fitneyî û derewan dikeve kar, û her tişt tê kirin, ku ji yekîtîya kurdan ra astengîyan çêbikin…   

Li vira jî RUDAW rola sereke dilîze. Û di vî warî da li ser rêze weşanên wê yên berê da yek jî zêde bû, ya ku di rêza provokatsîonên wê da cîhê xwe yê taybet digire.

Ev provokatsîona vê dawîyê, wek ku tê xuyanê, di navendên taybet da hatye amadekirin – bi prênsîpa: Derewa ku sed carî bê dubarekirin, wê li şûna rastîyekê bê  pejirandin!

Fermo, bixwînin û matma nebin:

Dihok (Rûdaw)- Piştî dagirkirina bajarê Şingalê ji aliyê rêxistina DAIŞê ve, hêzek ji gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) berê xwe dan çiyayê Şingalê. Serkirdeyekî wan li wê deverê jî dibêje ku, mebesta wan ji Şingalê avakirina kantona wê deverê ye û piştî avakirina “Kantona Şingalê” dixwazin li Qendîl û Silêmaniyê jî kantonan ava bikin...

http://rudaw.net/kurmanci/kurdistan/0501201510

Mirov ji tiştê weha ra çi bibêje?...

Û ev nû nîne, wek ku tê zanîn, li ser pirsa Şengalê demekê berê jî agahîyên ne rast hatibûn belavkirin, xwedêgiravî, PKK û PYD dixwazin, şengalê ji Herêma Başûrê Kurdistanê biqetînin. Li dijî van agahîyên ne rast endamê Konseya Birêvebir a Koma Civakên Kurdistanê (KCK)ê birêz Murad Karayilan daxuyand, ku Şengal herêmek û  bajarekî Kurdistana Başûr e, û eva misoger e û nabe kesek li ser vê nîqaş bike

 …Ewî wisa jî zelal erênîya vê demê derxiste pêş. Ew jî ew e, ku  …mijara niha ya sereke azadkirina  Şengalê ye, ku divê em hewl bidin Şengalê azad bikin û divê hemû hêzên Kurdistanî beşdarî vê hemleyê bibin û bi hevra Şengalê rizgar bikin. Daku xelkê  me yê Şengalê cardin vegerin.

Lê, ji bilî vê, birêz Karayilan nêrîna PKK-ê aşkere kirye:  …divê Şengal sîstemeke xwe ya xweser û taybet hebe. Ango gelê me yê êzîdî li wir bi xwe bikaribe xwe birêve bibe û bi xwe bikaribe xwe biparêze û em hemû hêzên Kurdistanî jî piştevanîya wan bikin. Di hundirê sîstema federasyona Herêma Kurdistanê de weku herêmek xweser dive ku Şengal jî cihê xwe bigre.   

http://www.xendan.org/kurdi/dreja.aspx?=hewal&jmara=4198&Jor=1

Helbet, eger di dilê mirov da helwesta xirab nîn be, mirovê vê rast têbigihîje, ji ber ku li vir her tişt rast û vekirî hatye gotin, Balkêş e, li vira çi ne bi dilê biraderan e? Çi ye, gelo ev daxweza mirovî nine? Çima em – kurd dixwazin di nav sîstêma Îraqê da xwedî mafên xwe yên taybet bin, lê kurdên êzdî di nav sînorên Herêma Başûrê Kurdistana Fêdêral da nikarin xwedî mafên xwe yên mirovî bin? Çima dive ew bi xwe xwe birêva nebin, bi xwe xwe neparêzin? Hinek ji vê ne razî ne? Çima dive bê merc û peyman xwedîkî wan hebe, ji bo li şûna wan biryaran ji bo wana bigire? Wê demê, hêzên ku xwe kurdistanî-giştî dihejmêrin, çima ew bi devê wan hov û harên DAÎŞ-ê va berdan?  Wê bi wî awahî wan biparêzin? Na! Şengalî û hemû êzdîyên Başûrê Kurdistanê dive ne ku xweserîya xwe di herêmê da hebin, lê her weha cîhê xwe di rêvebirîya navendî ya Herêmê da (parlamênto, hûkumet) bigirin, ji bo ku bibin  endamên wê civakê yên xwedî maf û bi xwe jî beşdarî çareserkirina pirsgirêkên xwe bibin, ne ku li rex hukumetê berpirsekî êzdîyan hebe, yê ku ji bilî nav tu erk û hêza çareserîyê di dest wî da nînbe… Ma kurdeyetî wisa dibe?

Lê wek ku tê xuyanê, ev daxweza mafdar bi dilê hinekên li der û hindur nine, ji bo  wê jî her tiştî dikin, ku yekîtîya netewî anegorî berjewendîyên xwe ava bikin, ango: Hemû mafên we dê di dest min da bin, lê ezê ji bo we tiştekî nekim, dema ku hûn ketin tengasîyê, ezê we wek berxa qurbanê bidim devê dijminên hov û har! – Erê?

A, ji bo wê jî, wek ku birêz Mûrad Karayilan di daxwîyanîya xwe da dibêje: …hin kes hene dixwazin fitneyê di navbrea hêzên Kurdistanî de derbixin … Hinek kesên kontra û bi istixbaratên dewletên dagirker re dixebitin, fitneyên weha belav dikin û armanca wan di navbera PKK û PDK de nakokiyan çê bikine û dixwazin weha nîşan bidin ku çi PKK û çi HDP ango siyaseta Bakûrê Kurdistanê di derheqê Şengalê de nêrîna wan cuda hene, dixwazin Şengalê ji Başûrê Kurdistanê cuda bikin, ew kes bi qestî dixwazin tiştekî wisa belav bikin. Ya rastî jî ne wisaye.

Gelo ev karê reş ê RUDAW” wê rojekê raweste? Ez dibêjim – na! Heya sparîşdarên wê yên derva hebin, ewê vî karê xwe bidomîne. Tenê dimîne, ku rayedar û siyasetmederên me dûrdîtî bin, guh nedin wê...

Gelê kurd îro pêdivîya xwe bi Yekîtîyê heye. Tenê bi Yekîtîya Netewî, emê di vê  cîhana hov û haran da bikaribin xwe wek netew li ser pêyan xwebikin!