1. Tekst

  2. Helbest

  3. Ehmed Huseynî
  4. Sibehên Birca Belek
Sibehên Birca Belek,sibehên,birca,belek

Sibehên Birca Belek

A+ A-

vê sibehê, 

berê min li Cizîra Botan e, 

Diçim serdana biskên Zînê, 

Diçim da qurtekê ji êşa Memyî vexwim.. 

Diçim li ber serê Melayê Cizîrî nimêja aşiqan dikim.. 

Diçim ji Orhan Dogan re stirana bêrîkirinê dibêjim.. 

Diçim Bêrîvanê, Çîçekê, Xirî, Mesût û Mihemedê 18 e mehî tewaf dikim... 

Diçim li şopa girtiyan digerim û gunehên xwe bi ava Dicleyê dişom.. 

Diçim û dîwarên Birca Belek bi tiliyên rojê dikenînim.. 

Diçim û Mîrê Botanê di taca azadiyê de dizingînim. (Bo Cefer, Metîn, Guman, Cîhan, Ûnis, Bager, Mesût, Hesen û bo Hawara Botanê!) 


Vê sibehê, 

Dilê min wek qublenameyeke şkestî, ber bi we ve dizîvire, 

Êşên min diêşin, alên min li rengên xwe ewle nabin, sîberên min bi alî Birca Belek ve direvin, matmayîna sirûdên min ji matmayînê têr nabin, baskên ronahiyê, serçavk û bahozên bênûsa min, Hemî gunehbariyên nexşeya min, xwe li pêşberî we diçemînin.. Di damarên we de Botana reşgirêdayî ber bi berbangê ve diherike, Di xewnên we yên giran de, nameyên aşiqan wek pinpinîkan dişewitin, Di çavên we de rondik dibin kevir. 

Û lanetê bi ser ewrên derengmayî de dibarînin…. 

Nifiran li rêwî û li karwanên sultanan dikin…. 

Li xwe dikin û li dîwarên qalind ên hişê xwe dikin, 

Noşa şehîdên we di piyalên xwînê de vedixwim, 

Bazinên qîrîna we di destê Dicleyê de li pey xwe dihêlim, 

Zarokekî tirsyayî me, Bi dawa Cizîriyê we digirim, 

Û dûmana sînga xwe li ber serê Mem û Zîna we dihêlim, 

Tilîliyekê, bi qasî bejna we dirêj, di gewriya dayikên we de nîgar dikim, 

Û navê bêrîkirinê, bi tîpên reş, li ser eniya Medreseya Sor dinivîsînim, 

Ji sorê bêrîkirinê ji dayik dibim, 

Û di sorê bêrîkirinê de dimirim.. 


Vê sibehê, 

Li kuçeyên te, li şopa keserên Memo digerim, li peykerên ji rondikên Zînê, li çavkaniyên tirsê yên dilê Tacdînî digerim.. Neynikên kevnar ên ji tozê bi min re dikenin, Xewnên serjêkirî li hawirdora min direqisin.. 

Qehremanên Botanê serên xwe ji pencereyên çîrokan derdixînin li min dinêrin li xwîna Dicleyê dinêrin, li pirtûkên sor ên (Medreseya Sor) dinêrin û di bîna sorgulên azadiyê de wenda dibin.. 


Vê sibehê, 

Navên xwe amade dikim, 

Bazbendên xwe amade dikim, 

Hinasên xwe amade dikim, 

Nimêj û bendên xwe amade dikim, 

Germahiya dilê xwe amade dikim, 

Ferheng û şûrên zimanê xwe amade dikim, 

Rûbarên bêrîkirinê û pinpinîkên bîra xwe amade dikim, 

Gulên êşê û xunava axînên xwe amade dikim, 


Vê sibehê, 

Ji boyî pêşwaziya hilatina te, 

Ji boyî ku bi tava roja te bişewitim, 

Tembînameya xwe amade dikim… 


Ehmedê Huseynî 

[email protected] 

20. 05.2012


Gotinên miftehî :