1. Tekst

  2. Helbest

  3. Ehmed Huseynî
  4. Sibehên nîra te..
Sibehên nîra te..,sibehên,nîra,te

Sibehên nîra te..

A+ A-

Vê sibehê, 

Li welatê birîna xwe vedigerim, 

Porekî spî, 

Çavine zelûl, 

Pişteke xûz, 

...Û dilekî ji berfê sartir.. 

Dergehên te wekî berê kesk in welato! 

Berbejnên te wekî berê kesk in welato! 

Aşiqên te jî wekî berê helbestên xwe bi xwîna xwe ya kesk ji te re dinivîsînin welato! 

Li welatê evîna xwe vedigerim, 

Kumkujiyên min jî wekî berê li ser milên min in, qublenameyên gunehbar ên temenê min in, 

Berê min didin pêlên reş ên dengvedana dîroka te.. 

Berê min didin mirina reş; Mirina bi kêra tûj a çîroka te, welato! 

02. 2012 


Vê sibehê, 

Gulekê didim destê te, 

Di hêlînên sînga te de qulingên peyvê har dikim, 

Bagera te ji pêxîra berbangê direve, 

Dilê te bi xuşîna baranê dijene, 

Navê te wekî hespekî sergerdan hildipereke pêlên xwîna min, 

Navê te di ferhenga zimanê min de nîn e, 

Navê te li ser zimanê min wek qenda heyatê şêrîn e.. 

Tu hebî yan tu nebî, 

Tu yê sîbera jiyana min bî.. 

Dengvedana viyana min bî.. 

Navê te di dilê min de wek gulfiroşan bi bîn e.. 

Ve sibehê, 

Banga te mina tîrekê ji kevana dilê min derdiçe, 

Nizanim ne banga te ye yan jî dengvedana nalîna te ye..? 

Alên te yên serhişk ji dûmanê ne.. 

Baskên te yên azadîbexş ji dûmanê ne.. 

Keştiyên xatirxwestina te jî, di dûmanê de, ji pêlên aziryayî yên bêrîkirina min direvin.. 

Ez û tu, 

Li şopên mirinên hevûdû digerin! 

Bîna te ji daristanên şewitî, ji pinpinîkên mizgîniyê, ji bendergehên bendemanê, difûre.. 

Bîna te ji dilopên xwînê yên li ser eniya Zagrosan difûre.. 

Bîna te ji darbestên demsalên derewîn difûre.. 

Bîna min jî ji gernameya êşa te difûre 

Vê sibehê, 

Li morîkên şîn ên navê te digerim, li tizbiya zeytûnî ya bavê xwe digerim.. 

Te di dilê dastanê de dibînim Û xwe jî di dûmana evîna te de wenda dikim..

Ehmedê Huseynî 

[email protected] 

London 02. 02. 2012


Gotinên miftehî :