1. Tekst

  2. Nirxandin

  3. Rêzan Tovjîn
  4. Weşanên Kurdî Çima Tên Girtin?
Weşanên Kurdî Çima Tên Girtin?,weşanên,kurdî,çima,tên,girtin

Weşanên Kurdî Çima Tên Girtin?

A+ A-

Pîskek gotinê:
Rojekê, di sohbeta êlekê de mêvanek ji bo êla din kêm bixe, dibêje: "Şêxê min, ma gelo rast e, ku pêşiyên we berê fileh bûn?" Şêx dimizice, li çavên wî dinihêre û bi nermî dibêje "wê dema ku tu behs dikî, em fileh bûn û kalanên te jî diçûn dêrê. Îro hûn misliman in, em jî Şêxê ne. Rast e, le te kêm got."

Reşikê gotinê:
Çi weşanên kurdî dest bi weşanê kirin. Di çend cure û mijarên cuda de. Kovarên çandî, hunerî û wêjeyî. Kovarên qerf û henekan. Yên jinan û ciwanan. Çend kovarên nûçegihanî dest bi weşanê kirin. Çendê komputergerî. Hemû bi kurdî. Ku îro gelek ji wan ne bi nav, ne bi naverokê ji aliyê neteweya kurd ve ne tê zanîn, ne tê bîranîn.

Hindik ji wan wek cild derketin van salên dawî. Hindik ji wan jî di destê nivîskar û rewşenbîrên kurd de wekî parçekî arşîva şexsî tên veşartin. Ji armanc û ji mîsyona wan a wê dewrê pir hindik tişt tên zanîn. Ji derfetên wan jî hindik tiştên zanîn.

Hin şexs, di van waran de pir tiştan bizanin jî, ev nabe malê gel û civakê.

Gulîkên gotinê:
Gelek kesên ku dest bi weşanekê (kovar, rojname, tv, radyo û malper) pêşî nirxandinên bi vî rengî an kirin, an jî nekirin: Çima weşanek? Em ê bi weşanekê bi ser bikevin an na? Ji bo ev weşan bigihîje armancê divê çiqasî belav bibe û çend meh an jî salan bidome? Astengiyên pêşiya vê weşanê çi ne? Dê astengî çawa bên derbaskirin? Çend kes ji vê weşanê re divên û em niha çend kes in? Ev weşan dê li ser çend lingan be û kesê dê bibin ew ling kî û kî ne? Derfetên aborî û yên din ku pêdivî ne, çi ne? Kesên ku dê vê weşanê li ser piyan bihêlin, çi qasî dikarin dema xwe bidin vî karî? Ji wan kesan re çi divê? Derfetên ku pêdivî ne, dê çawa bên birêxistin?

Di destpêka gelek weşanan de ev xal pir hindik hatine nirxandin? Gelekan ji wan, tenê aliyê aborî nirxandine. Kesên ku dema xwe dane wê weşanê, hîn pirsgirêka xwe ya aborî çareser nekirine, dê çawa ya weşanekê çareser bikirina?

Kurdistan axek e, ku her parçeyekî wê (îro du parçe) bi hiqûqa dewletek din tê birêvebirin. Her weşana ku li se vê axê weşanê bike, divê ku li gor hiqûqa wan dewletan weşanê bike. Parçeyekî vê nirxanidinê jî dibe "gelo ev hiqûq çi qasî derfeta xebateke rast dide me?"

Ji salên 1995'an û pê ve malper jî bûn parçeyekî weşanê. Pêşî wekî weşaneke pir "erzan" hat zanîn. Lê di rastiya xwe de malper weşana herî bi derfet e. Ne ne wekî TV û Radyoyan e ku mirov negihaşt ser bernameyekê, ew bername filitî be. Ne wekî kovar an jî rojnameyekê ye ku mirov ji bo nirxandinekê li hêviya roja weşanê bimîne.

Lê berî mirov malperekê veke jî pirsên girîng hene. Navê malperê dê çi be? Dê weşana xwe ji ser serverên kîjan welatî bike? Di malperê de dê tenê nivîs hebin, an wêneyên mezin, deng û vîdeo jî dê hebin? Heke dê hebin, servereke çawa divê. Di malperê de dê kîjan beş hebin? Kê kî edîtoriya van beşan bike û di berdêla çi de? Ev malper dê nûçegihaniyê bike, an mîsyoneke wê ya din dê hebe? Edîtor dê çiqas dema xwe jê re veqetînin û di navbera kîjan saetan de?

Xwendevan dê bikaribin xwe îfade bikin an na? Xwendevan dê di kîjan astê de xwe îfade bikin û ji bo vê yekê çi amûr divê? Xwendevan pirtir çi dixwazin? Tiştên ew dixwazin neyên bicihanîn dê weşan çi qasî bi ser bikeve?

Di qada înternetê de çend weşanên ku mîsyona wan dişube mîsyona me hene? Xwendevanên wan çi qas in? Bi qiştî çi qas xwendevanên înternetê (bi texmîn) bi kurdî dizanin? Ew xwendevan bi piranî li ku dijîn? Em dikarin wan çawa ji weşana xwe agahdar bikin?

Xwendevan dixwazin weşan di kîjan çarçoveyê de were nûkirin, rojane, heftane, mehane? An saet bi saet, xulek bi xulek? Li gor daxwaza wan çavkanî heye an na? Em dikarin çi qasî bibin bersiv?

Girseya (xwendevan, bikarhêner, serlêder) ku em armanc dikin pirtir dikevin malperên kîjan zimanî (kurdî, tirkî, erebî, farisî, îngilîzî, rûsî, almanî û hwd)? Ew pirtir dikevin kîjan weşanan (facebook, twitter, google+, youtube, hotmail, yahoo, yandex, mynet)? Çima pirtir dikevin wan weşanan? Em dikarin kîjan derfetên wan malperan di malpera xwe de bi kar bînin, ji bo em wê girseyê bikişînin cem xwe?

Girseya ku em armanc dikin, di înternetê de rojane çi bi kar tîne (epeyam, amûrên sohbetê, temaşeya vîdeoyan, guhdariya muzîkê, xwendina nûçeyan, temaşeya televizyonan)? Di van waran de jî xizmetê bidin wan, an na? Heke em di van waran de xizmetê nedin, em ê bi ser bikevin, an na?

Gelo em ê van xalan hemûyan binirxînin û li gor wê, li gor ku em bi rastî bi ser bikevin, em ê xebatekê bikin, an ji bo hema weşaneke me jî hebe? Em li pey dixweşkirinekê ne, an li pey nostaljiyekê?

Em bixwazin bi vî rengî xebatekê bikin, dê her roj pirsgirêkên teknîk derkevin? Dê kî van pirsgirêkan çareser bikin, çi qasî bi lez û di berdêla çi de?

Pîskek gotinê:
Google'ê demek berê lêkolînek kir, ku "gelo bikarhênerên malperan herî pir derfetek çawa dixwazin?" Di encama lêkolînê de derket holê ku ji %98'ê bikarhêneran dixwazin di malperê de servîsek online hebe, ji bo pirs û bersivan û alîkariya teknîk û hin wekî din.

Pîskek gotinê:
Ev çend sal in, ku tu kanalên cîhanê bi qasî malperekê reklamê qezenc nakin? Li berê niha bi du salan jî, li cîhanê herî pir kanalên televizyonan di hatina reklaman de yekemîn bûn.

Kêla gotinê:
Berevajî tişta ku tê zanîn, ne radyo û tv, an jî kovar û rojname ji bê derfetiyên aborî tên girtin, hemû malperên kurdî yên ku hatine girtin jî, ji ber vê yekê hatine girtin.

Kêla gotinê:
Malper weşanên herî erzan in. Nivîsbariya wê biha ye, lê li gor avantajên wê di demek nêzîk de ji ber xwe amortî dike, ji hemû weşanan çêtir e. Lewre, malperek bi hatina aborî dikare bibe sedema ku kanalên tv, radyo û rojname jî bi wan derfetan vebin.

Tenûra gotinê:
Îsal "Netkurd" û "AKnews" hatin girtin. Çend sal berê malperek ku arşîva wê bi rastî mezin bû, Mehname hate girtin. Malpera "Nûkurd" jî venabe. Malperên ku hatine girtin bi sedan e.

Çima ku vekirina wan erzan e: 10$ ji bo nav, 50$ ji bo servera weşanê, 100$ ji bo dîzayneke ji rêzê, aha ji te re malperek.

Weşanên wiha, wekî exlaq, ku bên girtin jî divê vekirî bimînin! Divê wekî arşîvekê di weşanê de bimînin.

Niha jî kanala Kurd1 tê girtin. Dîsa ji bêderfetiyên aborî.

Mirov dikare bêje "van weşanan misyona xwe bi cih anîn." Erê. Çima? Ku mîsyona wan tiştekî mezintir bûya, an dê dest bi weşanê nekirina û xwe pê nekirina, an jî dê li gor mezinahiya mîsyona xwe bingeha xwe bidina rûniştandin.

Wan çi kiribe kirine, bi ser ketine û hatine girtin. Heke nostaljî be nostaljî, xwe bi xwe xweşkirin be xweşkirin, heke pê serî li xwe mezinkirin be mezinkirin, heke çi be ew.

Şîreta gotinê:
Hûr bajo, kûr bajo, dûr bajo.