1. Tekst

  2. Nirxandin

  3. Henîfe Hisên
  4. Xeta sêyemîn û şûrê Demoklasê
Xeta sêyemîn û şûrê Demoklasê,xeta,sêyemîn,û,şûrê,demoklasê

Xeta sêyemîn û şûrê Demoklasê

A+ A-

Hîn beriya 4 salan, tiştên ku îro li Sûriyê diqewimin, me di şîroveyên xwe de got ku şoreşa Sûriyê ne mîna welatên din, ên Ereban e. Hem di aliyê jeopolîtîk de, hem jî di aliyê demografîk de bi temamî jê cuda ye. Di hêla jeopolîtîk de mîna dilê Rojhilata Navîn e, û nêzî Derya Spî ye. Di hêla civakî de jî mîna mozayîkeke gelan e. Mijara din jî ya herî girîng ew e ku beşeke mezin ji erdnîgariya Sûriyê ji hêla Bakur ve Kurd in û bi taybetî jî di çarîka destpêkê ya sedsala 21’emîn de bûne xwedî hêzek polîtîk û leşkerî. Ji bo çareseriyê hîn ji destpêkê de xwedî projeyek çareseriyê bûn, hem ji bo Rojava hem jî ji bo tevahiya Sûrîye. Ev her sê faktor ji bo pêşeroja Sûriye xwedî bandoreke mezin bûn ku bala welatên Rojavayî û hêzên dagirkerên li ser herêmê her tim dikişand ku, wê nehiştina pêşketinên li Sûriye di mecreya xwe de bimeşe. Ji bo wê bi rengekî ji rengan di nava van 4 salan de zemînê destewerdana hundirê Sûriyê amade kirin. Vaye îro 2 hêzên cîhanî destwerdana nava Sûriye dikin. Ji milekî ve hêzên koalîsyona navneteweyî bi projeya bi perwerde û bi çek bike. Di encama berxwedana sedsalê ya bi rûmet ku li Kobanê hat dayîn de neçar ma bi yekîneyên parastina gel YPG re bikeve nava hevkariyê. Ji milê din ve Rûsya ku ji destpêka şoreşê ve bi piştgiriya Rêjîmê ket rojevê. Di roja me ya îro de, ger çiqas di binî de bi hevdû re di nava li hevkirinekê de bin jî, niha mîna du hêzên cuda li Sûriyê ne û êdî ev rastiyeke ku tu kes nikare jê birevê. Jixwe dewletên herêmê weke Îran û Tirkiyê ji destpêkê ve, Îranê ji bo ku hegemonya xwe li ser herêmê wenda neke û Kurd nebin xwedî statu, heya dawiyê piştgiriya Rêjîmê kir, Tirkiyê jî bi taybet ji bo statuyek Kurdan li bakurê Sûriye çênebe, bi buhayê Tirkiyê bixe nava çiravekê jî, heya dawî destek dan çeteyên herî tundraw û dij mirovahî. 
   Bêguman me weke Tevgera Azadiyê li Rojava ji destpêkê ve ev rastî dît û tedbîrên xwe li gorî vê girtin. Ji ber dema çareseriyên gerdûnî tên sepandin, çareseriyên herêmî li ber wan qels û lawaz dimînin. Lê dema hêzên herêmî xwedî proje bin û xwe bi hişmendiya parastina rewa amade kiribin, dikarin bandora xwe li çareseriyên gerdûnî jî bikin. Ji destpêka şoreşê ve me têkoşîna xwe bi vê zanebûnê meşandin. 
Li ser vê bingehê me xwe anî asta hêzeke ku cidî bê girtin û ji milê din ve jî ji bo tevahî Sûriyê jî me pêşniyarên xwe kirin. Ji ber li beramberî van hêzên  cîhanî yên mezin heya niha li ser erdê tu hêzan xwe negiritine. An tu yê bibe dûvik û teslîmî wan bibe yan jî tu yê li dijî wan derkeve û ji ber hêza te têrê nake, tu yê tasfiye bibî. Bi rastî ji bo em nebin teref û li ser bingeha rêgezî hebûna xwe berdewam bikin û li ber xwe bidin me berdêlên giranbuha dan. Di nava van çar salan de hemû komên xwe weke artêşa azad bi nav dikirin, bi helwestên Tirkiyê hatin xapandin û teslîmî Cebhet el Nusra û DAİŞ bûn. Li beramberî destkeftiyên Rojava, ne tehemulî nîşan dan û êrîşî van nirxan kirin. Ji milê din ve Rêjîma Baas ku tu qûral û qaîdeyên şer nas nake, dikare bi balafiran êrişî ser herêmên me bike û komkujiyan pêk bînê. 
Bi van herdu hêzan re serî derxistin bi zehmetiyên mezin pêk hatin. Hîn jî ev metirsî derbas nebûne, bi rastî di Rojhilata Navîn de, di nava van hêzên mezin û nakokiyên heyî de, siyaset meşandin qabiliyet û hostetiyek mezin dixwaze. Me weke tevger li Rojava bi şopandina polîtîka xeta sêyemîn ev hostetî nîşanda û niha hemû alî rastiya vê xeta, niha em dibînin. Em dikarin bêjin ku li cîhanê bi taybetî jî li Rojhilata Navîn sê proje bi hevdû re di nava şerekî de ne. 
Yek, projeya modernîteya kapîtalîst e û serkêşiya wê welatên Rojavayî dikişînin. Bi vê projê dixwazin herêmê ji nû ve dîzayn bikin û globalîzmê pêk bînin. 
Du, hêzên statuparêz in ên ku naxwazin bêne guhartin, Rûsya jî çiqas li beramberî DAÎŞ’ê şer îlan kiribe jî di şexsê Sûrî de piştgiriya hêzên statuparêz dikin. 
Sê, projeya me modernîteya demokratîk e û serkêşiya wê jî tevgera me dike. Ji ber her du projeyên din xwe dispêrin dewlet neteweyê û ne pergalên li ser bingeha azadî û demokrasiyê ne, di aliyê sosyolojîk de civak analîz nekirine û berjewendiyên gelan, çandan, nasnameyan, baweriyan, jin, ciwan û kedkaran ne di bala wan de ye. 
 Di roja me yî îro de Kurd xwedî proje ne û alternatîfên me pir in. Hem jî em îro faktoreke esasî ne di formula nû de. Kurd wê di vê dema nû de, ne bibin leşkerê tu kesî ne jî hevkariya bê rûmet nepejirînin. Rast e hêzên li herêmê tenê dixwazin di aliyê leşkerî de me derxînin pêş, lê statuya me ji nedîtî ve tên, her yek dixwaze me bikşînê bi aliyê xwe ve. Lê em di ferqa vê yekê de ne. Ger statuya me di aliyê siyasî de neyê qebulkirin û di Sûriya nû de li ser bingeha zagonî neyê misogerkirin, em ê bi tu kesî re tu gavan bi tu derê de navêjin. Ji bo wê çi aliyê ku bixwaze bi Kurdan re bikeve nava hevkariyê pêwîst e hesabê vê yekê bike. Ji ber em li ser hêza xwe ya cewherî têdikoşin, heya niha me xwe nespartiye ti hêzan û em temsîla xetekê dikin. Ev jî xeta neteweya demokratîk e. Çi hêz çawa tên herêmê bila werin, lê li Rojava rastiyek heye ew jî pêkanîna xweseriya demokratîk e. Kî bixwaze bi me re di nava danûstandina de be pêwîst e, vê rastiyê bide ber çavan. Ji bo vê em dibêjin, li Rojhilata Navîn temsîlkirina xeta sêyemîn mîna ku tu li ser şûrê Demokles bimeşe ye. Hem hesas e, hem jî bi xeter e. Ji bo wê hostetî dixwaze. Em jî weke tevger bûne xwedî ezmûn û hostetî. Li ser vê bingehê li Rojhilata Navîn li ser hîmê projeya neteweya demokratîk e, ew ê gel, netewe, jin, kedkar û hemû beşên civakê ên derveyî pergalê xwe bigihînin azadiyê û ji niha ve coş, heyecan û morala vê yekê dijîn.