1. Tekst

  2. Nirxandin

  3. Can Seker
  4. Zerdeştî Ezdayetî Pênûs Dehaq
Zerdeştî Ezdayetî Pênûs Dehaq,Zerdeştî,Ezdayetî,Pênûs,Dehaq

Zerdeştî Ezdayetî Pênûs Dehaq

A+ A-

Ez dixwazim gengeşiya li ser mijara zerdeştî û ezdatiyê bi çend rapor û çavkaniyan berdewam bikim.Di vê gengeşiyê de li ser hinek xalan, min û birêz Receb Dildar li hev nekiriye. Lewra jî ez ê hewl bidim ku li ser xalên me li hev nekirine, hin dîtinên xwe li gel çavkaniyan ji mêvanên malpera Amîdayê re pêşkêş bikim. Li gor birêz Dildar:-Baweriya zerdeştî di nav Kurdan de belav nebûye-Êzdîyatî û zerdeştî du dînên ji hev cuda ne.-Êzdîyatî ne berdewama zerdeştiyê ye-Di zerdeştiyê de zor û zixt heye an na-Kawayê Med Astîyag Azidehak e, Kralê Ahamenda Kurus jî Kawaye hesinkar e.Di serî de ez ê bi rîwayetek dest bi niqaşê bikim, da ku bingehek çê bibe.Keçikek gelek bedew û jîr, bawermenda yek ji her sê olen semawî bûye. Rojek xortek gelek bedew ku çavên meriv jê nabe, tê bajarê wan. Xort wisa xweşik e ku hiş ji serê keçên bajêr dibe. Herkes wî bi tiliyan nîşan dide. Lê kes nizane ev xort kî ye, ji ku ye. Rojek keçika semawî rastî vî xortê bedew tê û jê pirs dike; "Gelo tu kî yî"? Xort bersiv dide; "Ez Azazîl im ê ku hûn jê re dibêjin Şeytan". Kecik ji xwe re mat dimîne û dibêje: "Di her çar pirtukên me yên pîroz de (Tewrat, Zebûr, Incil û Quran) tu gelek xerab û ne rind têyî nîşandan. Ev şeklê te yê rast e an na"? Xort bersiv dide: "Belê, keça delal ez bi Xwedayê şev û rojê kim ev şeklê min ê xas û aşkere ye, tu niha min çewan dibînî ez wisa me". Û berdewam kir: "Heger ku pênûsa meriv di destê dijminê meriv de be û bixwazê kîjan şekil û şemal û kesayetî bide meriv, dê bide. Her tişt mayê li ser bext û ucdanê dijminê meriv". Ez bawer im ev rîwayet dê zingînî ji serê gelek kesên kurd bibe, lewra pênûsa me, ji dema berê heta niha di destê nijadperestên faris, ereb, tirk û dijminên din ên kurdan de bûye. Hubra pênûsa wan ji xwîna gelê kurd e. Hin ji wan dinivîsin ku kurd arperest in, çîyayî ne, nezan in û belengaz in. Hinekên dî dinivîsin ku kurdên bi qemçik ji xwe di koka xwe de ew ne mirov in, nîv ajel in. Pênûsa hinekan jî dinivîse, bapîrên kurdan cin in. Hinekan em birin pişt Çîyayê Qaf, li ser axa me jî konên xwe vegirtin, li nav rûniştin û di bin sinbêlan de bi me keniyan. Bi ser de jî nakokî kirin navbera me û me bi hev dane kuştin. Ji nakokiyan wek nimûne: Zerdeştî ne ola kurdan e, êzîdî ereb in, Dimilî (zaza) ji benda tirkên oxuz in û ne kurd in. Kurdî zimanekî xwedî 300 gotinî ye, kurdî lehçeyek farisî ye hwd. Hin nivîskarên me jî bi nezanî serî li nivîsen ku li hember kurdan hatine nivîsîn didin û wana wek çavkanî nîşan didin. Wek nimûne; Astîyagê Medî dehak bi xwe ye! Ev çavkanî ji pênûsa yekî nijadperestê ermen hatiye girtin. Di pirtûka Pasagen (Onbinlerin dönüşü) de qala (karduxan) kurdan, ermenan û romayiyan tê kirin. Di wir de bi awayekî vekirî em dibînin ku kurd û ermen di wê demê de dostên hev nînin. Ermen zêdetir hevalbendiya parsan dikin. Dîsa em di pirtûka Pasagen de dibînin ku çewa bi awayekî hovane kralê ermenan Tîgran, kralê karduxan Gordenyê Zerben û malbata wî qetil dike. Xuya ye ku ev "diroknas"ê ermen jî li ser şopa bav û kalên xwe Tigran dimeşe û dîroka kurdan berevacî û qetil dike. Êdî zikê kurdan ji van tewanbarkirinan û nivîsan têr e. Heta ku pênûsa kurdan nekeve destê kurdan, dê herkes bi kurdan henek û yariyên xwe bike.De werin em hemû guhdariya kurdekî ku pênûsa wî di destê wî bi xwe de ye bikin û bibînin ka Dehak kî ye? Zerdeştî olek bi zor û zext e an na? Bingeh û wekheviya herdu olên kurd zerdeştî û ezdatî çi ne? Avesta bi kîjan zimanî hatiye nivîsîn? Pirtuka Aryan uygarliklarindan Kurdlere nivîskar birêz Selahaddin Mihotulî:Di zerde?tîyê de zor heye?"Tê texmîn kirin ku di sala 800î bz. de zerdeştî derketiye holê. Zerdeştî tu carek zor li hember olên ji derveyî xwe nekirine û olen din jî red nekirine. Hezkirin, karkirin, wekhevî û başîtî di bingeha vê olê de esas in. Mirov, di vê olê de pîroz in, loma jî zor û zixt di vê olê de nîne. Di feylosofiya zerdeştî de xêr û şer hene. Xêr û şer ne tenê di ruh de, herweha di materialan de jî hene. Meriv bi iradeya xwe ya azad di xêr û şerê de cih digre. Dê rojek başîtî bi ser bikeve û xerabî ji holê rabe. Zerdeştî, olek zanistî û mirovahî ye, loma jî feylozofê mezin ê Alman Fredrik Nizteche di pirtuka xwe ya bi navê (Zerdeşt wer digot) "Also spracht Zarathustura" de ji devê Zerdeşt bi rengekî helbestî û feylosofî ji me re pêşkêş dike.Zerdeştiyan tu carî kesî nedane zorê ku ola xwe bi wan bidine qebulkirin. Di salên 400-500î bz. de piştî zerdeştiye olên bi pir xwedawendi car din hatin dîtin û gelekan xwestin ku fikr û ramanên olên xwe di nav zerdeştiyê de bi cih bikin. Kralê Ahamendiyan Kurusê duemîn xwedawend Marduk nîşan dide ku dagirkeriya xwe meşru bike. Darayê yekemîn jî dibêje ez li ser daxwaziya Ahûra Mazda bûme kral".Avesta bi kîjan zimanî hatiye nivîsîn û ji aliyê kê ve hatiye şewitandin?"Avesta bi zimanê arî-med bi zaravayê zend hatiyê nivîsîn û bi navê zend-avesta hatiye naskirin. Ev pirtûka pîroz di gelek deman de tahribat lê hatine kirin. Dema Helenîtiyê de ji alî Romayiyan ve û di dema hatina îslamê de jî avesta hatiye berhevkirin û şewitandin. Ji ber vê yekê jî, orjinalê zend-avesta tune. Vê paşiyê, orjînalên ku hatine dîtin û tiştên ku di bîra rahîban de mane bi zimanê pahlewî car din hatine nivîsîn. Di şewitandina zend-avestayê de Îskenderê mezin ê Romayî û fermandar û xelîfê îslamê Omerê kurê Xetab Ibni-vakkas tên tevanbarkirin".Zerdeştî û ezdayetî; têkili û bingeha van herdu olên kurd bi hev çi ne?"Ezdayetî di bin sîya îslamiyetiyê de ji aliyê sofî û tasavvufkarê mezin Şêx Adiyê Musafir ve hatiye reformkirin. Ji ber ku bingeha ezdayetî û zerdeştiyê yek e, ezdayetî di nav îslamiyetê de di bin barê giran de bûye û nehatiye pejirandin û reh nedaye. Di ezdayetiyê de Roj û Agir du tiştên bingehîn in. Esasek din jî Teyrek e, ku di baweriya ezdayetiyê de çîya ji pûrta wî û hewa jî ji hilma (nefes) wî afirî ne. Ev Teyr gelek bi tirs û xof e, loma jî bi melekê mewtê Azrail re dikin yek, ango wisa tê naskirin. Ji ber ku jê tê tirsandin û navê wî nayê gotin, navê tawus lê hatiye kirin". Peykerê vî teyrî qet jî diruvê teyrê tawus lê naxe. Hinek ji vî teyrî re dibêjin Teyrê Sîmir, ku di mitolojiya kurdan de cîhek giring digre. "Ji bo ku melekê Tawus rihan distîne, di nav ezdahiyan de bi tirs û xof û loma ji êzî ji melek ê Tawus re rêz digrin û pirê caran ew bi nav jî nakin. Di zerdeştiyê de Ehrîman heye û freştehê mewtê ye. Di îslamiyetê de jî ehrîman û melekê tawus wek hev têne dîtin û ola ezdayetiyê tevanbar dikin". Bi dîtina min ehrîman û meleke Tawus du tiştên gelek ji hev cuda ne.Gelo Kawayê Medî Astîyages Dehak e? An Kurusê mezin ê Ahamendî Kawayê hesinkar e?! Emê dîsa herin cem birêz Mihotulî, ka di vî warî de çi nivîsiye:"Di Şahnamê de Fîrdewsî dîyar dike ku Dehak ereb bû, hezar sal jîya û bajarê wî li qerexê çemê Diclê bû. Ev tarîfa Fîrdewsî di dîrokê de asuriyan tîne bîra meriv ku di dîrokê de împaratorîya wan bi xwîna gelan û hezar sal domiya ye. Em dizanin ku paytexta asûriyan a pêşîn Asûr e û paytexta herî dawîn jî, Nînova ye ku herdu paytext jî li qerexê çemê dicleyê ne. Herweha em dizanin ku ereb jî xelkek samî ne û bapîrên wan (proto-ereb) Asurî ne. Kawayê Medî Keyakser paytexta yekemîn Asurê, pişt re jî Ninovayê di sala 612ê bz. de ji destê Asûriyan derdixe û bi wê buyerê jî, nave Medan bêmirin dike. Bi stendina Ninovayê re kurd li çîyayan û cîhên bilind agir pêdixin û hev agahdar dikin û şahî dikin. Ev îşaretên Newrozê ne. Li gor Heredot (bavê dîrokê) Deoikes 728-673 bz. eşîrên Medan hemû anîn cem hev û li hember Asuriyan şer kir. Li gor Heredot, Deoikes yekî gundî bû û bi îhtîmalek mezin hesinkarî dikir. Di sala 673 bz. de kurê wî Fraortes (Ferhad) ket ciyê bavê xwe. Wê sale kralê asûriyan Asarhaddon bajarê Khorayê talan kiribû. Fraortes bavê Keyakser e û Keyakser jî bavê Astîyag e.. Wek ku tê dîtin Dehakê kralê Asurîyan Asarhaddon bi Dehakîyê û Kawayê Medî Keyakser bi Kawayê hesinkar hatiye sembolkirin".Xanna Omerxalî dersdara Zankoya Georg-August- Göttinge, beşê Irannasî. Birêz Xanna raporek li ser êzdîyatiyê nivîsiye û rapora wê li cem min heye. Ger ku xwendevan bixwazin ez dikarim ji wan re bi rêya e-mailê bişînim. Min kopiyek ji redasiyona amidakurd.comê re jî şandiye. Rêvebirên amidakurd.comê xwestîn ku pêşiyê rapora birêz Xanna biweşînin, lê beriya wê jî divê jê desturê bigirin, loma jî dikare hinek wext bigire heya di malperê de bê weşandin. Ez ê hinek ji lêkolînên birêz Xanna ji we re bi rêz û bêz bikim ku di raporê de bersivên pirsên birêz Dildar jî hene"Heta hatina dînê îslamê, li ser erdê Kurdistanê piranîya kurdan şopedarên (dûketiyên) êzdatî û zerdeştiya klasîk bûne". "Tê dîyarkirin ku bingeha dînê êzdatiyê, divê di nav dînê civaka Îndo-Îranî de bê lêkolandin. Ji ber ku di êzdatiyê de tomeriya fikrên Îndo-Îranî yên kevn esas in ku bi fikrê Îndo-Arî ve nêzîkê hev in. Gotina "êzîd", kifş e, ku ji gotina Avêstayê ya „yazata" tê. Gotina „yazat" jî ji koka gotinên Îraniya kevin *yaz- tê, ku fêlnîşê gereke ye (–a + ta- → yazata-), ew, ku gere bê hebandinê"."Roj û Agir wek nîşaneya wekhevbûna êzdîyatî û zerdestîyê dihate dîtin. Ji her aliyan ve eyankirina her du dînan destûr dide wekî em bêjin ku êzdîyatî û zerdeştî ne tenê gelek nêzîkî hev in , lê belê koka wan jî yek e"."Taybetiyên mîna hev, ji aliyên baweriyan de gelek in û her wisa dogmayên mîna hev jî herdu dînan de gelek in. Bo nimune; duayên her roj pênc caran ku di îslamê de heye, ji zerdeştiyê hatiye. Edetê înîtîyatîon û nîşanê fiqekirinê jî di herdu sistemê dînan de angorî hev in; kirasê spî yê binî di herdu dînan de û cem êzdiyan pêsîra gulover ser kirasê de ku dibêjinê "grêban" û cem zerdeştiyan jî ser kirasê de cêbik ku dibêjinê "girêvan"."Objeyên eslî yên hebandinê di êzdiyatî û zerdeştiyê de ev in: agir û av"."Bona êzdiyatiyê di dîrokê de faktorek gelek ferz û girîng Şêx Adî û ulemê wî bû ku navbera salên 1073 û 1162 yan de dijiya. Di wextê wî de êzdiyatî ji gelek aliyan ve hatiye reformekirinê".Me di vê mijarê de cîh da du lêkolînvanên xwe yên kurd, Birêz Selahaddin Mihotulî û birêz Xanna Omerxalî. Û ji pirtûka pasagen "On binlerin dönüşü" hinek mînak dan.Ez jî, ji hemû xwendevanan re û bi taybetî jî, ji birêz Receb Dildar re spasiyên xwe pêşkêş dikim.Li gel silavên germ

Can Şeker 11 sibat 2006