Lorîna Arşevê Oskan 05:49 10.12.2012 Lorîna Arşevê Oskan  Çima tu ew qasî ji birînên min hez dikî helbestvano!?  Va ye stêrkekê, esmanekî tawanbar, bi qurbana êşa te dikim helbestvano!  Va ye frişteyekê li ber serê te, li ber lingên te digurînim helbestvano!  Va ye alên xwe yên spî ji bêbextiya êşê re bilind dikim helbestvano!  Va ye di dawa bêrîkirina helbestê de wek miriyekî rûdinim helbestvano!  Va ye destmala rondikên xwe bi rengên gernameya koçberan dixemilînim helbestvano!  Va ye çiyayên dilê te ji bîna dermanan û ji tîna şaristaniya bajaran direvînim helbestvano!  Va ye zilaman, rêçên tirsnak, karwanên sergerdan û şivanên dozê  Di bêhûdeyiya bêhûde de dikanînim helbestvano!  Va ye ez û tu û kefenên tozê bi hev re, di govenda gumanê de direqisin helbestvano!  Va ye Amûdê di himbêza te de digirî,  Dirbêsiyê li nalîna dilê min guhdarî dike helbestvano!  Va ye dergehên laşê xwe,  Pencereyên bîra xwe ji êşê re vedikim  da ku bi hêminî, tu derbasî xaçepirsa xewnê bibî,  Va ye şevan ji te re vedikim  da tu jî, bi gurmegurm, derbasî nimêjgeha jehrê û derbasî dîroka peyvê bibî helbestvano!  DI ÊŞÊN MEZIN DE  Bo Selwa Gulî  Di êşên mezin de zimanê min pûç dibe..  Di êşên mezin de çavên xwe li bazbendan digerînim..  Di êşên mezin de naxwazim hîveronê bibînim..  Di êşên mezin de naxwazim bi stiranan bişewitim..  Di êşên mezin de naxwazim çîrokên xewnê ji bîr bikim..  Di êşên mezin de guh nadim têkçûnên xwe yên mezin..  Di êşên mezin de tenhatî min dixwe..  Di êşên mezin de di bêdengiyê de dixeniqim..  Di êşên mezin de li we digerim hevalino!  De giyanê min biguvêşin!!  Di êşên mezin de bi tenê bêriya girî dikim!   MA TU DIXWAZÎ?  Ma tu dixwazî ji te re  axînkêşanên çîrokê şirove bikim?  Ma tu dixwazî ji te re  rûpelên ferhenga bindestiyê rûreş bikim?  Ma tu dixwazî ji te re  Şînîgiriya dayika xwe li çar welatan dabeş bikim?  De ka bibêje!  Ma tu dixwazî ku mîna nîşangirekî,  Keysa xwe li eniya qederê xweş bikim?  Vê sibehê,  Kelepçeyên xwe davêjin destên ramana min,  Çavên xewna min girêdidin û davêjin odeyeke tarî,  Nasnameya min îşkence dikin..  Vê sibehê,  Leşkerên xwe,  tang û topên xwe,  balefir û zikreşiya xwe amade dikin  da ku bîna rîhana destên dayika xwe ji bîr bikim!! 13.10.2012 London Ehmedê Huseynî  ehmedehuseyni@live.co.uk