Delala Min 02:30 26.05.2013 Delala min! Dema bi şev tu derdikevî  gerê, Heyv ji fedya binewr dibe, Li ber şînaya çavên te, Behra Wanê dilerize, pêl nade, Dema tu dikenî, Çavên min brûskan vedidin, Şa dibe dilê min, Bi hebûna te geş dibe mala me. Nûdema min! Çûna te tehmsarî ye. Şev derbas nabin bêyî te, Mirov dixeniqe di hindur de Çûna derve ne xelasî ye, Çavên min ji hêsiran hûrik dibin, Dilê min diçilmise Bi kerb li hilma te digerim, nabînim. Di poşmaniyê de qudumê min dişikê!                                         Delala min!