Ez çûm Qoserê 10:20 03.03.2016 Di roja 15 yê Sibatê de, piştî gera min a li nava Amedê ya 4 rojan min berê xwe dabû Mêrdînê. Lê belê min pêşî xwest herim Qoserê û ji ber wê yekê jî li dolmişên ku yekser diçin Qoserê siwar bûm. Berî ku dolmiş bi rê keve jî dixan ji Sûrê bilind dibû û helikopter bi qasî ku digotin bi hezaran metroyî bilind difiriyan. Mirov bi zor ew helîkopter didît. Xuya ye ku gellekî ditirsin ji gulleyan û ne wekî berê bi nizm firandin û guh kerkirin tune ye êdî ji wan re, kêfa firîna a li ser sûran ya bi hêsanî bi dawî bûye. Roj li ber ava bû dema em bi rê ketin û li Sûrê hê jî teqîn didomiya. Teqez niha çend çavên wekî dirêşan li roniya rojê dinêre û xwe ji mezinbûna jiyana xwe re amade dikin li nava gellek dîwarên kevirî, min got. Wekî min polisên sivîl li nava Amedê nedît herwiha min li dora balafırgeha Amedê jî qet nedît û li dor dora wê ya nêzî rê jî qet leşkerên ku ji derve nobet digirtin nexiyabûn. Cihê nobetê jî kiribûn wekî kelehan ku berê ji sac û hesin bû û nobedar ji her kesî ve xuya bû. Herwiha rê bi rê jî li ber qereqolan ne saxkirina mirovvan, ne sekinandina erebeyan û ne nobedarên qereqolan xuya bûn. Li ber qereqolên li ser rê cihê nobetê wekî kelehan hatibûn çêkirin û dora wan hemî ji kîsên qumê dorpêçkirî bûn. Bi rastî di salên 90 î de û heta 2004û5 an mirov ku di ber van qereqolana re derbas dibûn, her tim bi fikara ku bên saxkirin, bên girtin bûn. Wan salana leşkerek tenê li ser rê disekinî û bi dehan erebe disekinand û bi sedan mirov sax dikirin. Lê îro leşkerek tenê jî li derve tune ye û erebeyek wan jî li ser rê tune ye. Li ber hinekan panzerên wan hebûn. Bawer im kes jî fikara wê saxkirinê nake. Ji ber ku rewş gellekî ji wê qonaxê derbas bûye. Ango ew jî gellekî ditirsin. Êdî li her derê dibe ku şer di her demê, her kêlîkê de rû bide. Ku em dikevin nava Mêrdînê, ji alî kampûsa zanîngeha Artûklû de xuya dibe ku Mêrdîn bi avahiyên nû tije bûye û bajar hema hema heta neqeba Axreşkê hatiye. Gundê bi aliyê çiyê bi Akres re bûye yek û gundê Xincika di nava xwe de hiştiye. Li her derê inşaatên avahiyan bilind bûne û hê jî bilind dibin. Ev jî ji ber ku bajar bûye şaredariya mezin. Di nava lampeyên ku di dixaneke nerm de diçurisîn de, di nava Mêrdîn re em xwe bera nava Qoserê didin. Îro 15 yê Sibatê û rojek ji wan rojên berxwedanê bû. Derabeyên dikanan hemî girtî bûn û bêhna gazê ji hemî derê navenda Qoserê dihat û heta derengê şevê ciwanan û polîsan li nava kuçeyan bera hevdû didan. Li paş mala ku em lê diman teqînên çekan jî heta derengê şevê dom dikir. Tevlî vê yekê jî ku piştî şîvan em derketin derve, li ser cadeyan gellek mirov hebûn û digeriyan ango li vir jî hînbûneke dengê çekan hebû û di bin gulleyan re kêfa cixareyê dikirin mirovan. Mazûbanê min ku karmendekî dibistanê bû digot; tayina gellek mamosteyan derketiye û gellek ji wan jî neçûne û istifa kirine. Li vir jî dihat gotin ku “li hin deran heye li hin deran tune ye şer, ev tahdeyê li mirovên cihê şer dike”. Sibeha 16.02.2016 an rojeke germ û hilbet ji bo Qoserê nava taxan hinekî toz û xwêdan bû. Pêşî min berê xwe da Şaredariya Qoserê ji bo dîtina hinek nasan. Li wê avahiya wekî zîguratê û di nava baxçeyekî fireh û bi çîmen û gul de ez pêşwazî kirim canik û camêran. Van karmendên ku di beşa Şêwirmendiya Jinan de diman, bahsa xwe û têkiliya jinên Qoserî dikirin û digotin; êdî jin hîn dibin ku ji bo şêwrê serî li me bidin, bi dehan tên û diherin. Em jî hewl didin ku pirsgirkên wan çareser bikin. Û yekê bi ken digot ku çend roj berê çiwanekî law jî hatiye ba me û pirsgirêka xwe ya bi dildara xwe re ji me re vegotiye û alîkarî xwestiye. Kêfa wan ji vê hewla han gellekî girîng re dihat. Bi rastî xebata şaredariyê ya di vî warî de mirov kêfxweş dike û ez jî kêfxweş kirim. Xebatkarên vê şaredariyê jî ji ber zextên dewletê ku dibêje em dê pereyên we bibirin xistibû fikaran. Piştî ku em ji şaredariyê derketin û çûn ba nasine xwe yî din ku karê avahîsaziyê dikirin, sohbeta me ya li ser rewşê germ bû. Ji sohbetê xuyabû ku haya mirovên vê derê gellekî ji rewşa hundur û derve heye. Min gellek carî gotiye esil fikir û mafê peyvê yê ku di nava bûyeran de dijîn e. Rewşenbîrî li gurmika Qoserê ye ku divê mirov bibîne. Ne gengaz e ku mirov ji dûranî fêm bike û divê mafê mirov jî tune be ji rêberxistin û dahfdanekê. Haya mirovan ji hundur jî heye û ji derve jî bi saya teknolojiyê heye. Bawer bikin min tenê pirs ji wan dikir û li wan guhdarî dikir. Baweriya mirovan bi hêza ciwanan hebû ku digotin dikarin di demên kurt de bandora xwe li Qoserê bikin û ji derveyî dewletê tu girse jî nikarin li himber wan derkevin. Ji xwe di her sohbetê de bahsa 70 rojên şerê Sûrê jî her dihat kirin. Li maleke nas jî dibim mêvan û em xwarinê dixwin bi wan re. Heciyê ku emrê wî ji 75 salî derbas kiriye jî pir li ber van êşên ku mirov dikişînin û tawanbariya mezin dixe aliyê Erdoxan û bûyeran wekî bobelateke mezin dihesibîne. Û mirov di her kêlîkê dê van bûyerana nîqaş dikin û gellek ji wan jî dikevin hewldana tedbîrên malbatî ji bo stargeh û koçkirinan. Herwiha wekî Amedê li vir jî bahsa krîzeke mezin ji bo avahisaziyê tê kirin û bihayê xaniyan gellekî ketiye û ne kes dikire ne kes difroşe dibêjin. Gellek Nisêbînî, Cizîrî, Kerboranî û Sîlopîyî jî hatine Qoserê û li hin deveran jî wek taxên bi van navan ava bûne wekî “Taxa Cizîriyan”. Xuya ye ku kuştinên li van bajaran çêdibin bi piranî bandora xwe pêşî li bajarên wekî Qoserê dike ji ber nêzîkbûnê û mirovên vê derê jî ji her kesî bêhtir belkî li ber wan dikevin û alîkariyê jî dikin. Piştî sohbetên dûr û dirêj Em rabûn û ber bi navenda Qoserê meşiyan. Qoser jî wekî Mêrdînê ji alî avahîsaziyê gellekî guheriye. Avahiyên pirqat pir bûne û Qoser gellekî guherandiye li gor 10 salên dawiyê. Ku em çûn navenda çarşiyê, gerxêleyek pir ya mirovan hebû û li cihê ku erebe nediketinê de bi sedan mirov kom bi kom rûniştibûn û diçûn û dihatin. Bawer bikin navenda çarşiyên bajarên metrepolan dianî bîra mirov û çûn û hatina mirovan gellek bû li vê çarşiyê, tevlî ku qîz û jin kêm xuya bûn jî. Ev der wekî cihê bêhnvedanê û hevdîtinê bû ji mirovan re. Piştî gerek li nava Qoserê û heta ser Rêya Îpekê ku min toza wê dîsa tahm kir, li erebeyê siwar bûm û min berê xwe da Mêrdînê. (Nivîsa gera li Mêrdîn jî dê bê) Nîşe: Ev nivîs di 3'ê Adara 2016'an de di malpera http://rewanbej.com  de hatiye weşandin.