Akat Ata: Em jinên berxwedêr in 09:46 06.05.2017 AMED - Berdevka KJA'yê Ayla Akat Ata ya hat berdan wiha got: "Em alîgirê têkoşîna azadiya jinan in. Em ne jinên mexdûr jinên berxwedêr in. Em xwediyê bîrdoziya rizgariya jinê ne. Heke daxwazên me yên azadî û wekheviyê tunebûnan, me yê ev pirsgirêk nejiyanan."   Berdevka Kongreya Jinên Azad (KJA) ya bi KHK'ê hat girtin Ayla Akat Ata, ya ku di dema protestokirina binçavkirina hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Firat Anli û Gultan Kişanakê de hat binçavkirin û di 30'yê Cotmeha 2016'an de hat girtin û paşê hat berdan, pêvajoya girtina xwe ya 6 mehan û geşedanên siyasî nirxandin.  ‘RUHÊ YENÎ KAPIYÊ BI XWE RE GIRTIN ANÎN'  Ata ya ku, di warê dînamîka civakiyî de astengkirina hewldana derbeya 15'ê Tîrmehê wek geşedaneke girîng dibîne, anî ziman ku lê belê ev pêvajo bi "Ruhê Yenî Kapiyê" hatiye hebakirin. Ata wiha axivî: "Gotin 'Ruhê Yenî Kapiyê' û sê partiyên siyasî (AKP-CHP-MHP) hatin gel hev. Diviya 'ew ruh' bibûna avakirina Tirkiyeyeke nû, lê bereksê wê çêbû. Ji dêvla sedemên ku derbeyê derxistin holê, li hemberî serokên partiyan û bi taybetî jî li hemberî jinan êrîş û girtin çêbûn."  ‘XWESTIN DESTKEFTIYÊN JINAN JI HOLÊ RAKIN'  Ata, anî ziman ku bi taybetî di vê pêvajoyê de êrîş li jinan hatiye kirin û hatine girtin û got ku, sedema vê jî ji ber ku jin dadikevin kuçeyan. Ata, diyar kir ku bi KHK û qeyûman, li hemberî destkeftiyên jinan bêtehamuliyek heye û wiha got: "Vîneke têkûz ya ku jinên rêxistinbûyî derxistine holê heye. Xwestin bi KHK'yan destkeftiyên jinan ji holê rakin."  ‘GEL GIRTIN LI VALAHIYÊ DERXISTIN'  Ata, diyar kir ku girtina wan netesaduf e û ew li benda girtineke wisa bûn û wiha domand: "Ayla, Gultan, Firat, HDP û DBP... yanî em wek kes nehatin girtin. Rastiyeke gel a ku hebûna me dide der heye. Xwestin peyamekê bidin wan. Ev peyam çi bû, danekevin kuçeyan. Peyama ku vîna azadiyê dernexînin holê bû. Lê belê, di 16'ê Nîsanê de bi pêşengiya jinan û vîna ku derket holê, ev peyam li valahiyê derket."  ‘VÎNA 'NA'YÊ BÛ CIHÊ MORAL Û HÊZEKE MEZIN'  Ata, da zanîn ku di referandûmê de encamên "Na"yê yên ku li bajarên kurdan derket, li girtîgehê hêz û moraleke mezin daye wan. Ata der barê darizandin û lêpirsînê de jî wiha got: "Dozgerê ku îdianameya min wergirt, wî bi xwe daneyên di îdianameyê de berhev nekiribûn. Belkî jî encama sepandineke antîdemokratîk a mekanîka derbeyê û ya derbeyê dilezand bi xwe be jî. Û ew dosye bi awayekî hatin lezandin û dan ber me. Dosyeya min jî wek a gelek hevalan, xebatên ji dema avakirina Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) pêk tên. Dema ev kongre hat avakirin, perspektîfa ku Birêz Ocalan derxistiye holê, civîn û encamên danezanên wê hene."  Ata, balê kişand ser hewldana îllegalîzekirina KCD'ê jî û wiha axivî: "Di navenda fealiyetên KCD'ê de perspektîfa çareseriya demokratîk a Birêz Ocalan heye. Heke ne ji vê perspektîfê bûna, dê pêvajoya ku di 3'yê Çileya 2012'an (Tevî Ahmet Turk çûyîna Girava Îmraliyê) nebûna. Dê Heyeta Îmraliyê gelek caran neçûna Îmraliyê. Ev hemû bi destûra dewletê hatin kirin. Zemîna rewa ya herî mezin a KCD û KJA'yê, ji ber hebûna alîgirekî ya li wir e. Tevî vê, mekanîzêmayên wek KCD, KJA'yê di dema pêvajoyên pevçûnî û çareseriyê yên cîhanê de mekanîzmayên jêneger in. Xebatên ku me kirin û dewletê destûra wan dan, hatin darizandin."  ‘DEWLETÊ DESTKEFTIYÊN JINAN WEK TEHDÎD DÎTIN'  Ata, anî ziman ku dewlet dixwaze sînorekî ji têkoşîna azadiyê ya jinê re xêz bike û wiha domand: "Di îdianameyê de sînorekî ku hatibû xêzkirin heye. Yanî hûn nikarin derkevin derveyî sînorên ku me xêzkirine. Lê belê, ji zûv de ye ku em derketine derveyî wan sînoran. Jin tu carî ji bo maf, huqûq û edaletê neketin pozîyona libendemayînê. Wek çalê bikolin me destkeftiyên xwe bi dest xist. Dewlet van destkeftiyan wek tehdîdê dît. Ne cara ewil e ku saziyên me yên jinan hatin girtin. Di sala 1991'ê de Komeleya Jinên Welatparêz hat avakirin. Tecrûbeya me ji wir tê. Wek jinan me ev tecrûbe bi vîneke azadiyê ya ku naheje kir yek."  ‘JI BER SAZIYÊN ME HATIN GIRTIN EM NE MEXDÛR IN'  Ata, dest nîşan kir ku ew ne di pozîsyoneke mexdûr de ne û got ku, bereksê vê ew di serdemeke ku jin têkoşînê bilind dikin re derbas dibin. Ata wiha axivî: "Em alîgirê têkoşîna azadiya jinan in. Têkoşîna me tenê ne girêdayî daxwazên netewî ye. Em di warê cinsî de têdikoşin. Em xwediyê bîrdoziya rizgariya jinê ne. Em ne wan jinên ku femînîzm wan dîtine. Me xwe gihandiye wan. Em bi vê rastiyê tevdigerin. Jinan bi xebatên xwe yên 'Na'yê di 8'ê Adar û Newrozê de girtina saziyên jinan, derbeya wan li valahiyê derxistiye. Saziyên me hatin girtin. Lê em ne jinên mexdûr in. Em jinên ku têdikoşin bi xwe ne. Heke daxwazên me yên azadî û wekheviyê tunebûnan, me yê ev pirsgirêk nejiyanan. Heta ku ev daxwaza me bi cih bê, em ê bitêkoşin." Ata, anî ziman ku heta ku pirsgirêka kurd neyê çareserkirin, îktîdar jî di nav de dê hemû civak girtî be û got ku, divê vegera li riyên çareseriya demokratîk çêbibe. Ata wiha axivî: "Li holê ye ku darizandin tu encamê nade. Daxwezeke siyasî heye. Divê li Tirkiyeyê huqûqek pêk bê. Ev gomlekeke ji êgir e. Pêvajoyeke ku kî dest bidê dişewite. Di warê pirsgirêka kurd de, daraz tu carî nebû cihê çareseriyê. Dereng an jî zû lê dê siyaset barekî bide ser milê xwe. Yên pirsgirêka kurd çareser nakin, dê ew bi xwe biherifin. Divê ev bê zanîn û li gor wê tevgerîn hebe. Ya ku li Tirkiyeyê dê deriyê geşedana herî mezin vebike, rastiya netewa demokratîk e." Ata, anî ziman ku girtîgeh di heman demê de ji bo jinan zemîna têkoşînê ye û wiha axivî: "Li girtîgehan behreke mezin a agahiyan heye. Hin hevalên me yên jin ên ku 37 sal in di girtîgehê de ne hene. Careke din wek jinên kurd, her nêvenga em lê ne û em vediguherînin qada têkoşînê, li girtîgehan şênber dibe."