Erdogan, Mihemed Eliyê Qelşo û gotûbêjek 12:01 28.01.2018   Dostek îroj ji min re wiha got: Ev Erdogan ji Mehemed Eliyê Qelşo buhartiye. Min got, haşa! Got, çima? Min got, ka raweste ez ê bêjim çima: Beriya her tiştî Mehemed Eliyê Qelşo ji aliyê gelê xwe ve pir dihate hezkirin û hîn jî pir tê hezkirin. Ya din; tu kes ji ber derewên Mehemed Eliyê Qelşo nehatiye kuştin, tu xanî û mal talan û wêran nebûne, kesek koçber nebûye û di deryayan de li gel zar û zêçên xwe ve noqî avê nebuye, zarok û pîr û jin nehatine kuştin û derewên wî nebûne sedema destdirêjiya li namûsa gelekî,an kesekî. Ango derewên wî zirarê nedidane tu kesekî; dijberî wê gel him didane kenandin û him jî fikirandin. Kesayet û sembolekî xweşî û şahiya civakê bû. Loma jî li gor min, ew tirb û ziyaretên li welat hene divê hemû bêne rûxandin û tirbên kesên mîna Mehemed Eliyê Qelşo divê bêne çêkirin û bibine wekî ziyaret. Divê gel ji salê herî kêm du caran li ser wan tirban kom bibin û gotûbêjên xweşik li ser bîranîn, serpêhatî û çîrokên van kesayetiyan bêne kirin û pê şa bibin û roja xwe xweşik derbas bikin. Ev dê bibe sedema germahiya civakê û parastina ziman û nirxên neteweyî jî.  Û ev pêşniyazeka min e jî ji Komeleya Farqîniyan re! Got; himmm! Min got lêêê, himm lêê! De ka îcar bi Erdogan re bide ber hev! Got; ma êdî çewa bidime ber hev? Ma mirov dikare şêr û çeqelan bide ber hev? Axir me li hev kir, ya grîng jî ew bû. Karîkatur ji rûpela rêzdar Îbrahîm Osman hatiye dizîn, bila li min bibore. Mahabad Felat