DÊLIK Û HEVALÊ WÊ 08:51 09.05.2019 Dêlik kete ber zanê Bê navber êşan danê Bi kutek û hem bi zor Rê diçû bi qore qor Çû ber derê dostê xwe Li wir xwar kir serê xwe Gotê : Ey dostê delal Xweş nîne li min hewal Li zanê dem hatiye  Ne mal ne avahiye Bi xêra miriyê xwe  Tu demin xaniyê xwe ? Hema bi du sê rojan Heta biqede ev zan Gotê : Heval ser çavan Xêr hatî bi her gavan Mal ne ya min ya teye Madem tu pê hewce ye Wî mal ji dêlik re hişt Ta sê rojan dayê pişt Dêlik anîn çend cewrik  Hin belek bûn hin gewrik Wek yê hat ji newalê Û bû xwedîyê malê Dema borîn her sê roj  Dost xuya kir ji beroj Lê xist deriyê xanî Got: Heval pê dizanî ? Qewlê me danî xelas Îcar ji min tê ev qas Kelogirî bû dêlik Got : Hêj şîrmij in çêlik Neketine ser pêkan Ku ew biçin li rêkan Nikarin bikin hedar Me nehêle bêsitar Ji te dikim sed hêvî Nehêl xêra xwe nîvî  Panzdeh roj din bide me Ji paş pê ve ne xem e Dîsa li wê hat guneh Jê re berda wî wargeh Piştî panzdeh roj borîn Îcar cewrik dizûrîn Xwedyê xanî dûbare  Dîsa kir qesta war e Lê xist deriyê xanî Li ser qewlê ku danî Dêlikê vekir derî Ji ber xwe rakir serî Digel koma cewrên xwe Da nîşan wê kelbên xwe Got: Mi minet ne ji te D'xwazî bêje qeşite ! Mezin bûne cewrên min Çavbelek û gewrên min Bide rê xwe de alî Ku te nekin du alî Guneha xwe lê bîne Ew kesê tê bibîne Destê xwe didî hinan  Ji mil dibî bê guman Li wan ne xem û derd e Rezîl dikin hê ser de Gelekî ecêb e w zor Bazara kesê nankor. LA FONTEN 03.03.2019 Werger û helbest: Memê Miksî