KÊLİYA KÊR GİYAŞT HESTÎ 03:55 26.07.2020 Îbrahîm Osman Ez dibêm qey êdî dem hatiye ku ez hinekî neqebekê di gewriya lênûska xwe ya heyaman de vekim. Jan û birînan rûpel bi rûpel li ber tîrêjên roja nûranî verêsim, raxînim. Ji ber ku bi demê re kela heyaman dişkê û dîwar yan zeng yan jî xwelî digrin. Lê belê ez ê li vê derê ne tenê keziyên bûyerên dîrokê ta bi ta, hevde bi hevde verêsim, ez ê di ber re jî kakilê rastiyan birêsim û li teşiya hêviyan bihûnim.   Eva ez li vir dinivisînim dîrok e, ne xebroşk, çîrok û çîvanok in. Bi qasî tê hizra min, di jiyana xwe de, kiyêm caran min ji şopnêran lave kiriye û gotiye vê nivîsa min bixwînin. Lê vê carê ez adetê xerab dikim û dibêjim, eger hûn ji şîrê dayika xwe re xerîb nebûbin û bi zimanê zikmakî zanin bixwînin, ji kerema xwe re vê nivîsê bixwînin.   KÊRA MİN A SİWÎSRÎ Kêrên qelîta wan baş, ku li seranserî dinyayê tên ecibandin û naskirin, kêrên rismê alayê li ser ên sorî Siwîsrî. Ez bawrim hûn tev van kêran dinasin. Ev kêr qet ko nabin, zeng nagrin û zû bi zû naşkên. Taybetiyeke van kêran a din jî heye, ku pirdev in û bi kiyêrî her tiştekî tên.  Kêr, mûçink, cawbir, birek, devikê ji bo vekirina şûşe û qotyên teneke, derzî û dirankolk, pense û gelek babetên din jî hene. Ango li çiya û yabana palpişt û hevalê mirovî herî baş e. Kêreke te ya Siwîsrî bi te re be, pişta te nagiyê erdê û tu qet li xwe naheyirî. Heta tu dikarî bi nîka wê masiyan jî bigirî.   Lê mixabin çi wexta ez çav li van kêrên Siwîsrî yên ji rengê xwînê dikevim, dîmenê di binhişê min de nimyayî ji nû ve mîna hûtekî diranbefşî heft serî, serê xwe radike û li ber çavên min zindî dibe.    Trauma min bi kêrê dest pê dike. Yekser lingê Selîm ê jêkirî, qare qara wî ya ji ber êşa dijwar û dûpişkê di bin qalikê êzingê li ser gurmika milê min ku dûvê xwe ji bo bi patka min vede rep kiribû û li bende keysa xwe dipa, weki filîmekî tirsnak tê berçavên min.    Destpêk: Wexta li bihara 1992 an, min ji parzemîna Ewrûpayê berê xwe da welatê navbera her du çeman, welatê çiyan, warê bav û kalan ez xort bûm. Ez nabêjim şûr simêla min nedibirî, lê mûyên simêla min nû serê lêvan digirit. Ez li ser hêla xwe fît bûm, mîna îro baweriya min xurt bû.    Ez evîndar û sewdalî bûm.  Sewdaliyê azadiyê... Li ser şopa egîdan.   Min jî mîna Dewrêşan ji bo peydakirina giyayê bêmiriniyê dabû ser rêya hatenatê.  A ez lê digeriyam, qîzeke berbûk bû û  li paş heft çiyayan di şikefteke derî hesinî de dîl girtî bû. Heftê û heft hûtên qîl bi girêz li ber derî nobedar bûn.   Min qesta wê şikeftê kiribû û dabû ser rê.    Serdema siyarên Hedbanên hemdem bû. Min pireyên li pişt xwe tev hilweşandibûn. Wê heyamê peyvên mîna Serxwebûn û azadîyê yên bi evsûn, bi hev re dihatin bi lêvkirin û ji hev venediqetiyan...   Bawerî xurt bû, serî bilind bûn, awir tûj bûn û hevîrê vînê ji pola bû.   Di vê rêwîtiyê de, ji xeynî baweriya min, kêreke min a Siwîsrî bi min re bû. Li her warên ku ez lê bûm mîvan, pir kes li dora min viz bûn, çûn û hatin ew kêr ji min xwestin. Min dilê tevan hîşt lê kêra xwe neda wan. Min ew vedişart ji bo rojên giran.    Payizekê berwext xurînî bi nav ewran ket. Bi ser me de hat zivistaneke giran û zext. Erd û ezman hişk bûn, bûn mîna text.    Her der bû berf, pûk, bager, bahoz û boran. Em neçar man di meha Sibatê de ku li zozanan keviyên berfê digiyaştin navika meryan, têkevin ser rê û dirban.    Bi hesabê. Min hejmara me digiyaşt 52 kesan. 52 can, 52 însan.     Ji herêma Besta nêzîkî gundê Osyan (Ev gund ser û bin tev cerdevan bûn) me berê xwe da zozanan.    Sibat bû. Ba û bager bû.    Zozan bi timtêla asoya firinê bû.   Kî bişimitya ew diçû.   Tu mirovên baqil, xwedan ezmûn di wê dema salê de, berê xwe nedida wan zozanan. Tu Eskenderê Çarqurnebûya jî şensê te nebû ku tu sax bifilitî. Qanûnên xwezayê li van zozanan dijwar û bê rahm bûn. Ên ku li dijî van zagonan rabûbûn di rêyan de bê ser û şûn çûbûn, zozanan ew daqurtanibûn.    Zozan bi yek gotinê ji serman tevizî bûn. Gerdûn rû tirş û bê mirûz bû. Nav û dilên çiyan ji serman re dilerizîn. Sibat dema aşûtan bû. Lê ne xema me bû. Em rêwiyên rêya xwe bûn. Şert û merc çibûna jî em ê biçûna. Ferman welê hatibû dayin. Em mîna qulingên koçber li pey hev rêz bûn û çûn.   Di Sibatê de berê me li Zozanê Feraşînê bû. Em mahkûm, firar, qaçax û qaşqûnê dewletê û dinyaya romê bûn. Em û wan li ku li hev rast bihatana me yê mala hev bida ber qaqa reş û li mîratê bigeranda. Ya ji mer re bû yan jî ji wan re bû. Ne kesî dengê lingê me dibihîst ne jî dewsên em tê re dimeşiyan didît. Yan jî nedixwestin bibihîzin û bibînin. Ava reş bi çavên xwe de anîbûn û morîkên xewê xistibûne guhên xwe.   Zozanên Feraşînê çiqasî biharan bi giya û enwahî pincarên xwe geş, fireh û şînbûya jî, zivistanan jî her wisa dijwar derbas dibû. Gulyên darên marsîsên Tehtereşê û pincarê Siyabo yê li derdora Çiyayê Serhsin ku bi ser bejna mirovan diket, di binê berfê de wenda dibû.  Nizmo û Çelenîx jî zivistanan serên xwe ditewandin. Ji xwe Serkê Mihemedê Ûso mîna sêkuça Bermûda bû zivistanan. Em ê di Serkê Mihemedê Ûso re derbas bibûna.   Bi qasî qonaxa du roj û du şevan, beyî ku em li derekê bihêwirin yan jî li berqefekê bi sêwirin em mîna ajnevanên oqyanûsan qut bikin, li pey hev di nava berfê de meşiyan. Carnan bêhemd di çehlên berfê werbûn, ketin, şimitîn û êşiyan lê dîsa radibûn û dimeşiyan. Lê her ku rê dirêj dibû rehên laşê me ditevizîn û li hev digeriyan. Êdî meş giran dibû.   Rêzanên me, xistibûn lingên xwe lekan. Ew  mîna pilingên bi guran re qebê bilîzin li pêş  me dimeşiyan. Me jï piyên xwe datanin dewsa yên wan. Ne xew hebû ne razan. Me û zemên bi hev re qayiş dikêşan.   Serma û berfa Sibatê ya zozanan!    Bi gotin helbet hêsan tê guhê meriyan.    Ên ku nedîtî û nejiyayî, ji wan re mîna “baqê nîskan.“  Lewra ji nezewiciyan re jin zû tên berdan. Sê kevira têxe dest û bişîne ser xwediyan. Lê li ser dika jiyanê dudu û dudu her dem nabe çar.   Erd û ezman nola gogeka ferfûrî bi hev ve hilyabû. Bi qasî bihostekê jî reşayî li ser rêya me tunebû. Çiya û zozan, gelî û zinar bûbûn yek perçe. Xweza mîna hêkeke spî û bê derî bû.   Em dimeşiyan. Ziman bihostekê  ji şikeftên devên me dikişiyan. Ji ser serê me bilind dibû hilm û kuldûxan. Lê em bê rawestan her û her dimeşiyan. Me baş zanîbû ku rawestan û xewa berfê mirin bû. Meş jiyan, rawestan mirin bû li wan deveran.   Hilma ji firnikên me derdiket li ser simêlan dibû lûleyên qeşayê. Lûleyên qeşayê ji por û bijangan dadilqiyan. Her yek ji me bûbû mîna mirovekî ji berfê.   Roja dudiyan Selîm bêtaqet ket. Hinekî jî xemsarî kir û li ser me bû bar. Me çi kir û nekir ew nemeşiya. Ji dest û piyan ket. Lingekî wî lareşi bû. Bijîjkê me got: ”Divê ev ling were jêkirin. Eger neyê jêkirin xwîna di rehan de tîrbûyî wê bihêle ku beden tev lareşî bibe.”   Bijijkê me Sawaş, kêra min a Siwîsrî ji min xwest.    Min got: Tûyê çibikî?   Wî got: Ez ê bi bireka wê lingê Selîm jêkim.    Bê benc û bê derman, mîna qesaban lingê Selîm ê lareşî  da ber devê birekê. Qîrîna Selîm digiyaşt erşê Xwedê û Felekê. Wexta bireka kêrê hestîyê ling dibirî, berfa zozanên Feraşînê bi xwînê sor dibû, hinek xwenenasan jî li paytextên Ewrûpayê di quncikên loş û dûxan de cixarê pûro dikşandin û  îskanên şeraba sor bi ser lêvên xwe de dikirin. Di ber re jî ji bo paşîvê awirên xwe li tiştîrên xam digerandin.   Nûha jî dema ez qal dikim, diricifim û girûzî digrin laşê min.    Selîm piştî çened rojan çavên xwe girtin û careke din venekirin.   Serpêhatya min û kêra min a duduyan jî weha bû: Min darekê ji bo şewatê bi bireka kêra xwe birîbû. Darê min li ser milê min e, ez dibim. Di rê de ez li hevalekî sekinîm. Gava min dar danî, ez çi bibînim baş e.   Dûpişkek serî bi qasî guwîzekê ji bin qalikê dêr derketibû,  tam li texma pişta histûyê min, dûvêyî xwe yê tije jehr ji bo pêvedanê rep kiribû. Ji ber ku berê carekê di şerekî de dûpişkekî bi zenda min vedabû û ez xeriqandibûm, loma ji dûpişkan ditirsiyam.    Lê li gel hemî zorî û zahmetiyan xweş bû ew heyam. Bîna serxwebûn û azadiyê ji hemû demsalan difûriya. Sed xwezî bi dîlana egîdan.   26.07.2020 ---- Amîda Kurd amidakurd.org amidakurd.net