Mala min li cem mala Memed Axa ye 08:38 23.09.2020 Çîrok, destan, metelok, mamik û pêkenokên gel ne tiştên vala ne, ne jî tenê ji bo bîsteke kenandin û ramandinê ne, ew wekî şiyarî û dazanînên dîrokî ne, Pirseşan û şiyariyên kone dagirtîne. Mafê kesên ku ji wan berhemên gel bêhay in, tine ku dîrok, psikolojî, sosyolojî, bi giştî bîr û boçûnên gelê me binivîsîne. Ev berhemên gel tevhiya têbinî û şiyariyên gelê me di naveroka xwe de veşartine. Mînak Destana Memê Alan ne tenê bingehê evîna „Mem û Zîn“ a Ehmedê Xanî ye. Ew çîrok û dîroka Alyanîs û Aştiyago ye jî. Mînakek jî çîroka di bin navên „Gamor, Comerd, Gayê Mardo, Gomerd“ de tê vegotin e. Ev jî çîroka serhildana Gaumada /Gaumata yê bi tevê Fravartîşe li dij Darios I. ê xwînxwar tîne ziman (522 – 515 B. M.) Her wiha divê mirov çîroka Siyabend û Xecê  û yên din jî bi bîr û boçûna bingehê wan lê bikole.    Ez dixwazim îro mijara metelokek vekim, ji ber ku şiyariya ji bo vê roja me ye. Ew jî ev e: „Mala min li cem mala Memed Axa ye!“    Miroveke belengaz rojekê ji bo kar diçe gundekî. Axayê gund ji dûr ve wî dibîne, peyayê xwe dişîne pey wî. Dema camêr dibîhîse ku axayê gund bang wî kiriye, serê xwe xwar dike û dide pey peyayê axe. Meteloka me ya îro wiha didome:    „Mala min li cem mala Memed Axa ye!“    Êh Mala we li ku ye?    Mirovekî belengaz rojekê ji bo kar diçe gundekî. Axayê gund ji dûr ve wî dibîne,  peyayê xwe dişîne pey wî. Dema camêr dibîhîse ku axayê gund bang wî kiriye, serê xwe xwar dike û dide pey peyayê axe. Kêliya nêzîkê Axê dibe, xwar dibe û silav dide.    Axa berê li şêl û pêla wî, pepûkiya wî dinêre û dipirse:    Kuro navê te çi ye?  Navê min Kaşo ye!  Tu ji kîjan gundî yî?  Ez ji gundê Deşta Sor im.  Ez gelek caran hatime wî gundî, lê hîç rastê te nehatim!  Mala min li cem mala Memed Axa ye!“  A ev çîroka piraniya, xwendayên yan jî endamên kom û komikên BAKUR e.  Siyasetên wan, fikrê wan têkçûye, tenê ziman jî (bêguman tiştek baş e) nikana vê rewşa wan porbike.  Nikanin xwe bi navên siyasetên xwe, bidin nasandin, ji ber ku têkçûye  divê bi awayekî vê rewşa xwe veşêre, bere hin hêvî çûn TRT6 ê, ew jî nebû  Niha?!?!  Ne ku ji PDK hez dikin, bes dibêjin; „Mala min li cem mala PDK ye.“   Bî vî qaşo rastiya xwe, nebûna xwe vedişêrin û zirar didin PDKê jî.  Ne tişteke din, rastî ev e.