KURT Û XURT -1 04:43 12.12.2020 Mahabad Felat   Li welatên bi pîvan û rêbazên demokrasiyê têne birêvebirin muxalefet hêz û egera pêşkeftin û hêza gel û welat e.   Lê li welatên ji nirx û pîvanên demokratîk bêpar, muxalefet gurê manco ye û benê wî jî di destê hêzên ji derve de ye.   Lewre li van welatan armanc ne pêşvebirina jiyana gel e, lê parastina text û berjewendiyên rêveber û dîktatoran e.   Derew, xapandin, manîpulasyon, tirs, tevlîhevî, şer, dijminahî, zordestî û talan, adan û çekên wan in û hêza xwe ji van digirin. Ew, pîvanên demokratîk weke egera tunekirina desthilatdarî û berjewendiyên xwe dinirxînin û wisa bi ser ve diçin.   Loma ku li van welat û deveran şer û tevlîhevî sar nabin, rê bi tu awayî li ber aramiya gel nayê vekirin. Lewre aramî avdaniya zeviya gel e û gel bi wê bi pêş dikeve, ber û berhem dide û di nav mirovahiya pêşverû de ciyê xwe digire.   Ji ber van jî, divê mirov baş bala xwe bidiyê ka kî ne yên bi çekên mîna derew, xapandin, manîpulasyon, tirs, tevlîhevî, şer, dijminahî, zordestî û talanan, tevlîheviyan derdixin û rê li ber aramiya gel û herêmê digirin?   Kî ne yên hêz, kes û derdorên ne mîna wan û ne ji bo wan bin, weke çekên di destên hêzên derve de bi nav dikin?   Destê kê di destê dijminan de ye û kêra kê li ser pişta birayan e?     Bê guman ew in yên ji bo berjewendî û desthilatiya xwe di bin navê dostaniya gel de, dijminahiya gel dikin.   Bê guman ew in kujerên dîrok û çîroka gel û kujerên çarenûsa zarokên gel.   2020-12-11