Çiyayê serî li Ezman GARÊ 01:39 28.02.2021    Îbrahîm Osman  Mîna Hedban, mîna Rêşan, mîna Kûmêtê Kabreş, mîna Kora Maka Hedban, serî li sînga siyarê xwe timî bi rewanî meşiya Garê.   Ji serdema Sumeran heta roja îro, vî çiyayî ji siyarê xwe, ji Delalê xwe pêve, tu siyaran li ser pişta xwe, li ser zîna xwe, nahemilandin. Her ku siyarên hêzên biyanî, ên mîna Eskenderê Mekedonî xwestin vî çiyayî zeft bikin, Garê mofirka pişta xwe hejand û tac û textên wan bi ser serê wan de anî xwar.   Rêze Çiyayê Garê, ji rojava ve, ji qerexa Ava Mezin( Dîjle-Tigrîs) bi çiyayê Bêxêr, ku dikeve binya bajarê Zaxo, ber bi rojhilat ve dest pê dike û bi rêzê mîna pişta gamasiyekî dirêj dibe. Hêza xwe ji ava mezin werdigre û hilma xwe bi ser deşta Endîwerê û çiyakokê Qereçox ve li giştiya Rojavayê welêt ve bi şanazî belav dike. Li vê derê ji aliyê Başûr ve silav dide çiyayê Şengalê. Ji aliyê bakur ve jî, bi destbirakê xwe çiyayê Cûdî re dimizice. Piştî geliyekî kûr, xwe digihîne Çiyayê Spî.    Ev rêzeçiya, mîna şûrekî parastinê di navbera Zaxo û Dihokê re dirêj dibe. Piştî deşteke bi girik û girmitik ya ne pir dirêj, ji navçeya Sersingê di ser çemê Xazir re ber bi çiyayê Akrê û Pirêz ve vedizele. Pozê vî çiyayî digihêje Ava Zapê (ava zê). Li bakurê rêzeçiyayê Garê, rêzeçiyayê Metînan bi heman heybet û dirêjayê dirêj dibe. Navçeyên Bêgova, Bamernê, Enîşkê, Qedîşê, Amediyê û Şêladizê di bin siya Metînan de ne. Li biniya rêzeçiyayê Garê, çiyayê Bergarê û çiyayê Xêrê hene.   Lûtkeya çiyayê Garê ewqas bilinde ku serî dikeve himêza ferîşteyên Xwedê. Li temamiya Başûrê welêt, tîrêjên rojê berê li vir tên dîtin û herî dawiyê li vir wenda dibin. Ji vê lûtkeyê, Kela Qumriyê, rûkeniya Kurêjaro, bajarê Êzdî Mîrza Mûsil, hatanî bi deşta Hewlêrê mîna awêneyekê xuya dike.   Dema mirov hildikişe vê lûtkeya bilind, axa Başûr bi giştî li bin lingê mirov mîna merşeke nexşîn ya Kirmanşanê raxistiye. Mirov li vê lûtkeyê mîna bazan ji xwe bawer e û wisa jî bi hêz e. Çi hêza ku bibe xwediyê Garê dikare bandora xwe li giştiya axa Başûr bike. Eger ez bibêjim Garê mîna dilê Başûr e, ne şaş e. Eger Başûr welat e, Garê tac e.  Garê gula herêma Behdînan e ku bi Çelê re qayişê dikşîne.   Saddamê xwînxar di dema xwe de ev girîngiya çiyayê Garê dîtibû. Loma hema li wê lûtkeyê ji xwe re qesreke bi heybet mîna nikilê bazekî ava kiribû. Bi destê hoste û şêwekaran dîmenên xezalan li ser dîwarên qesrê nîgar kiribû. Heta bi eywana ji bo çapemeniyê jî lêkiribû. Rêya qîr ji aliyê gundê Aşewa ve heta bi qesra li lûtkeyê anîbû. Ji jêr hetanî jor, bi dehan qesir û qonax ji bo xulam û xizmetkaran hatibûn lêkirin. Projeyeke Sadam a negiha serî jî telefirîk bû.   Ev proje, pirojeya bitirbûnê bû.    Sadam dixwest ji qesra Garê hetanî bi navçeya Enîşkê ku dikeve berpala çiyayê Metînan, telefirîkekê çêbike. Bi vê yekê xof û heybeta xwe nîşanî Kurdan bide. Lê jê re li hev nehat û me dawiya wî dît.    Hetanî sala 1995 an jî dengê zop, çakûç û qerasan ji wan qesr û qonaxan dihat. Lê vê carê ne ji bo avakirinê ji bo xerakirinê lê dixebitîn. Xelkê meyî Başûr dîwarên wan qesran hildiweşandin, hesin, tutya û bafûn jê derdixistin dibirin difrotin. Bi sedan qesir hebûn, yek bi tenê jî li ser piyan nehîştin. Tev hilweşandin. Ên zop û qerase di destên wan de tev jî pêşmerge bûn.   Di dema desthilatdariya Sadam de Garê cî û hêlîna partiya Kominîst bû. Gerîla cara yekem di sala1992`an de derbasî Garê bûn. Dema PDK, YNK û dewleta Tirk di Cotmeha 1992`an de bi hev re hevkarî kirin û li dijî PKK`ê îlana şer kirin, wê demê komek gerîla ji bo kifşê derbasî Garê dibe. Grûp kişfa xwe dike û vedigere.    Li Sibata 1995 an gerîla li Garê bi temamî bi cî bûn. Di Adara heman salê de, êvara Newrozê deweleta Tirk operasyona ”Çelîk” da destpêkirin. Leşkerên artêşa Tirk şikeste xwar û gurorevî vekişiyan.   Pişt re, her ku hilma mezinên dewleta Tifk teng dibû ji bo stresa xwe bavêjin, çendek firok dişandin Garê û gundên deverê bombe dikirin û vedigeriyan.   Operasyona 10`ê Sibata 2021`an a dewleta dagirker a bi ser Garê ve, bêguman bi armanca dagirkirina Garê û mayinde hatibû destpêkirin. Her çiqasî birêz M.Karayılan hevkarî û şirîkatiya PDK`ê ya bi dewleta Tirk re di vê operasyonê de ser nixumandibe jî, PDK`ê êşkere bi Tirkiyê re hevkarî kir. Qet nebe îstixbarat da. Hevkariya wan ew e ku deriyê axa Başûr li ber dewleta tirk heta dawiyê li ser piştê vekirine û bi vê yekê jî kêfxweş in.   Dema Hulisi Akar çû Başûr, di wê demê de plana operasyona Garê û Şengalê bi PDK û hikûmeta Iraqê da pejirandin. Roj li nava rojê leşkerên Tirk ji Başîk û Bazan û deverên din ji bo Akrê tên veguhastin. PDK nabêje ne cejn e ne jî seyran e, ev leşkerên biyanî çima li Akrê li hev civiyane?!   Dewleta Tirk bi qasî hundirê mala xwe ji liv û tevgêra gerîla ya li Garê serwext bû û xwedî agahî bû. Ji xwe di şer de nîvê serkeftinê îstixbarat in. Dewletê bi têra xwe ji herêmê agahî wergirtibû ku polîs û leşkerên wan ên di destê PKK`ê de dîl li Garê ne. Û wan dizanîbû ku Karayilan an Kalkan li wir e. Loma mîna celadên serxweş êrîş kirin. Wan lingê dîk di tawê de dihesibandin. Wan dihesiband ku ewê demjimêr li 3`yê şevê  ji nişka ve werin û gerîla di xewê de zeft bikin. Wê bi kevirekî du çûkan an gelek çûkan bikujin. Loma 41 firokan 49 caran zortî kirin. Çekên kimyawî bikar anîn. Mîsketên ku li navdewletî qedexe ne bi qazanan berdan ser gerîla. Ew nehatibûn hêsîran rizgar bikin. Ew raste rast hatibûn wan bikujin û vî barî ji ser xwe rakin. Çend fermandaran jî bikujin û li Garê bi cîwar bibin. Lê gerîla bi lehengî li ber xwe da û artêşa tirk û hevkarên wê şikeste xwar.   Piştî serkeftina Kobanî, serkeftina gerîlayan li Garê serkeftina serdemê ye. Lê divê gerîla baş bizanibe ku yên agahiyan digihînin dujmin nêzîkî wan in. Dibe ku hinek sîxur bi cî kiribin, dîsa ew kesên ji wan re xurek tînin agahiyên wan dibin difroşin. Lewre li ser wê axê kirîn û firotin pir erzan e.   Di encamê de dewleta Tirk li Garê bi cî nebû, lê giyaşt armancek ji yên xwe. Dîl kuştin, bargiraniyek ji ser xwe rakirin û hewl didin vê têxine histûyê gerîla.   Wekî encam; çiya çiqas bilind û asê bin jî, yên vê paya rûmetê didinê û xilata şanaziyê dixine gerdena çiyê, mirov û berxwedan in. Ma eger berxwedana gerîlla nebûna, kê wê ev rûmet bidaba çiyayekî reqî rût? Divê her kes serkeftina Garê baş bixwîne.    28.02.2021