Kandahara rast û pîrozherêmeke Muradiye / Wan 08:56 08.06.2021 Li ba Kurdên Êzdî, li ba Zerdeştîyan heta li ba hin endamên Rêya Heq jî, cigeha nav Kandahar pîroz e. Çima pîroz e, bi serê xwe mijareyek taybet û lêkolînê ye. Lê niha pirs me ev e: Ev Kandahara pîroz kuderê ye? Çima em li weltê xwe lê nagerin, terin taaa Afganistana bi cinên Talîbanan lewitî lêdigerin? Pirseke din ya girîng jî ev e; yên Kandahara Afganîstanê bingeh digirin, ti belgeyeke wan ê berçav heye? Yan dagirkeran berê wan daye wir? Ango pirs û pirs! Kandahara Afganîstanê?!?! Em berê agahiyên li ser Kandahara Afganîstanê bidin. Ka têkiliya vî bajarî dikane bi baweriya gelê me re hebe? Di rastiyên dîrokî de ti belgeyeke îdiaya navê Qandaharê ji peyva grêkî Aleksandreiya afiriye tune. Ev di Encyclopediya Îranîka de jî tine. Hemû çavkanî mînak Encyclopediya Îranîka li ser Kandahara Afganîstanê wiha dinivîsînin: Dema Aleksandrê Mezin ev devera niha jê re Kandahar tê gotin dagir kir, di cihê Kandahara îro de ti avahî tinebû, wî bajarekî li vir avakir. A ew ew bajarok bû Kandahara ku îro ketiye zimanan. Tê bawerkirin ku cara yekem bi ev herêmê dagirkirina artêşa îslamê ve bi navê „Al Qandahara“ hatiye binavkirin, ev jî ne guncaw e. Baş tê zanîn ku fermandarê Îslamê Abbad bin Ziad navê xwe li vê deverê kiriye û gotiye „Abbadiya“. Di dema dagirkeriya Mongolan de jî navê vir bûye „Dewletabad“ Ji vir re Huseyînabad jî gotine. Di sedsala 11 û 12 piştê Mîladê de jî di ti belgeyîde navê „Kandaharê“ xuya nake. Wê demê ev dever di destê Xeznewiyan de bû, lê di ti nivîsên wan de Navê „Qandaharê“ Tine!“ Yanê bingehê vî navî ne zelal e. Hin lêkolîner dibêjin: „Dibe ku têkiliya vî navî bi serweriya antîk „Gand Hara“ ya di çîrokan de re hebe, lê hemû lêkolîner ji bo wê devereke bakurê Hîndîstanê destnîşan dikin, Her wiha hin jî vî navî bi peyva Îndo – Grekî Gondophareia re girê didin. Lê ev jî tenê angaşt in, ne rastî ne. Divê mirov vê jî bêje yên bi navê antîk „Condigramma“ ve girê didin jî hene. Nadîr Şah di sala 1747 piştê Mîladê ev der girt û kir paytextê xwe. (Hêjayê gotinê ye ku mirov bêje; zimanê wê mîrîtiyê darî bû. Tirk derewan dikin, Nadir Şah ji êlatek eşîra Kurd Avşaran bû bi Kurdiya avşarî û Darî dizanî, bi tirkî nedizanî.) Bajarê kevn yê Kandaharê di dema Nadir Şah de hate avakirin. Bê avahiyên ji dema Nadir şah ve mane, wekî din ti avahiyeke dîrokî tina, heta nişaneyên ji dema Îskenderê Mezin jî nemaye. Afganan sala 1780 de kandahar cih hîştin û Kabûl kirin paytext. Bi gotineke kurt û Kurmancî; 1 – Zerdeşt 300 – 400 sal berê  Dagirkeriya Îskenderê Mezin jiyaye. Di dema Zerdşt de ti ciheke xwedan pîroziyê li vir tinebû. (Ji kerema xwe li berhema Dr. Ezîzê Cewo Zerdeşt pêximber, rûpelên dîroka wendabûyî binêrin) 2 – Di dema Sasaniyan de jî ev herêm ne navendeke girîng û baweriyê bû. Ti belgeyên ku bikane, bibe nişaneya pîroziyek li vir Tine. Ev devre nikane bibe cihê pîroz! Li Îranê bajarê Yêzd ku ew jî bi destê Îskenderê Mezin hatiye damezrandin heye, ew di dema Sasaniyan de dibe navendeke pîroz ya baweriya Zerdeştiyan ku hê jî ji bo zerdeştiyên îro pîriz e û li wir Atêşgedeyeke gelek modern û mezin heye. Lê ev bajarê Yezd ku navê xwe ji Yêzdegertê ku li dij Omer bîn Xatp şerkiriye digire. Ev bajar di navenda Îranê de ye. Di navbera wê û Kandaharê de herî kêm 1500 km heye. Yanê bayê bajarê Yêzd jî nagihîje wê Kandaharê ku rêbayeke pîroz bireşîne ser wê Kandaharê. Ê êêêê! Wê çaxê kî ev Kandahara Afganîstan paşverûtî dagirtî, anî wekî pîroziyekê danî pêşiya me? Yan em ji mala bavê xwe ji baweriya bav û kalên xwe sil in û evîndarê der û dertûlên ango kuçeyên biyanîyên genî ne?   KURT Û KURMANCî Di warê daneyên zanistî de Kandahara Afganîstanê ciheke vik û vala ye, ti têkiliyeke wê Kandahara Afganîstanê bi baweriya me re tine. Xilasss! KANDAHARA ME YA RAST Em werin Kandahara rast ya pîroziyeke dîroka me, pîroziyeke çanda me, pîroziyeke baweriya bav û kalên me. Pîroziyeke dîroza me ye. Dema mirov li dîroka bajarê Muradiye bi navê kevn Bergirî dinêre, rûpelên wê dîrokê vedike, di hemû çavkaniyan de dinivîse ku Bajarê Muradiya ji DU HERÊMAN herêman pêk tê. Yek; Bakurê bajêr hetanî digîhîje çiyayê Tendûrekê re Bergirî tê gotin. Ji Başûr, başûrêrojhilat re jî ku niha beşeke wê bi Çaldiranê ve girêdane, hetanî Kêrga (mirişk /Ozalp)  re jî KANDHAR dihat gotin. Li vir gelek pîroziyên Dîroka me hene. 1 – Keleha Kordzot /Kurdzewtê û bajarê Arsunî yê bi destê serwerê mezin Kurê Îspûnî Menûwa yê bavê Argiştî ve hatiye avakirin. Ku dema sibehê zû roj derdikeve, tirîjên wê berê li bircên vî kelehê dixe. Her wiha tirîjên êvarê dema roj diçe ava jî. 2 – Serwer Menuwa li ser levhaya xwe ya li Qerexanê (gundeke Muradiyê) hatiye dîtin de dinivîse ku wî bajarê Arsunê li ber keleha Kordzotê avakiriye, li bajarê Arsûnî perestgeh û du Dergahên pîroz hene. (Li nivîsa min a keleha Kordzotê /yeniozgurpolîtîkayê binêrin) 3 – Ziyareta Dayîka Xezalê ya li Mezreya Çilî ya girêdayiyê gundê  Şêx Romî (yücelen) ta ji dema Xaldiyan /Ûrartuyan ve pîroz e. (Li nivîsa min keleha Dayîka Xezalê Yênî ozgurpolîtîkayê binêrin) 4 – Li bakurrojhilatê gundê Muçê (Kemerkopru) /Muradiye Avşara Êzdî ya anegorî baweriyê mirov xwe di binde bişo ji gunehan dibe heye. Mixabin ku Tirkan niha navê wê guheriye kiriye „Yaşar Kemal şelalesî) 5 – Çiyayê Êzdî li vir heye. Ciheke pîroz e. Gel (her çendî bûbe misliman jî) ji bo duayê sira wê çiyayî bigire, di mehe Newrozê de (21 adarê  hetanê Çarşemiya Sor 16 – 18 nîsanê) derdikeve ser û berpalên çi yê û dua dikin. Divê ev jî were gotin; ev tiştên min nivîsine, tenê yên li ber çav in. Eger lêkolîneke arkeolojîkê bingehîn li vê herêmê pêkwere wê hê gelek tiştên pîroziya vê Kandaharê li ber çavan raxîne derkeve. Bes gelê me bi xwe bi erdnîgariya xwe, bi diroka xwe bawer be. Bi gotineke kurt û Kurmancî Kandahara di baweriya Ezdîyan û di ya Zerdeştiyan de derbas dibe ev KANDAHARA Wanê ye.             Avşara Êzdî Keleha Kordzotê Hin Çavkanî https://www.britannica.com/place/Kandahar Jürgen Paul: Zentralasien. S. Fischer, Frankfurt am Main 2012 (Neue Fischer Weltgeschichte, Band 10). https://www.wortbedeutung.info/Kandahar/ https://www.dieter-kloessing.com/afghanistan-kandahar.html https://www.bizevdeyokuz.com/yezd-gezi-rehberi-iran/ https://www.iran-erleben.de/iran-yazd.php https://www.sachmet.ch/sachmet/bildergalerie/iran-persien-achaemeniden-sassaniden-islam/yazd-eine-stadt-aus-lehmziegeln-erbaut/ http://www.muradiye.gov.tr/tarihi https://www.ilimiz.net/ilce/65/485-van-ilimizin-muradiye-ilcesi.html http://mobil.vandahaber.com/foto-galeri/van-da-yezidi-selalesi/127/resim/7/ https://www.youtube.com/watch?v=KvVoAUQpF9Q Çavkanî:  Înstîtuta Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanistî li Almanyayê