KESKESOR 10:23 19.09.2021 Mordem Zel Keskesoreke tîpîk, ji rêzerengên sor, zer, firteqalî, hêşînî, lacîwerdî û mor pêk tê. Keskesora herî zêde meriv rastî wê tê jî cûreya seretayî ye. Aliyê navendî yê vê cûreyê li dora 42° yan e û rengê sor bi derve, yê mor jî teqabûlê aliyê navê dike. Carna meriv rastê keskesora duyem a kevnare ku şewqa wê bi aliyê navendî ve bêtir lawaze jî tê. Hege bilindiya rojê, li gor asoyê 52 dirinceyan derbas bike keskesor çênabe. Hege bi ser 42,5 dirinceyan ve be keskesor nayê xuyakirin. Di vê da, rêzerengî berevajiyê ya din e. Ji bilî vana xeta şîşên tenê ji rengên sor ê tarî ango sor û kesk ên bihevketîyên biçûk jî tên dîtin û vana di aliyê hundirîn ê keskesora sereteyî û derveyî ya duyemîn da peyda dibin. Keskesor;  bi dilopên baranê û hebikên mijê ve şewq û şemal tê şikandin, şewq dide û belav dibe û derdikeve holê. Şiftên ku herî zêde rengînin û li berçav in, bi dilopên herî mezin çêdibin. Şiftên ku zirav û firehin bi dilopên baranê yên herî biçûk çêdibin. Mînaka herî li berçav, şiftên spî yên ji aliyê ewrên mijî ango şiftên mijî ve tên binavkirinin.   Her çiqas bi gelemperî, weke nîvçemberî xuya bikin jî, nêrîna ji lûtkeya çiyayekê ango ji cihekê bilind şiklê keskesorê weke helqeyê tê xuyakirin. Ji bo ku keskesor çêbe, divê li ezman roj hebe. Dema herî zêde ya ku keskesor derdikeve, zêdetirîn ber bi esrê ve, wexta çilesrikan e. Keskesor timî li benda hemberî rojê ye.  Ji bo meriv keskesorê bidîne, divê rojê bigre pay xwe.   Keskesora talî, bi sîtava dilopên baranên cuda çêdibe û bi aliyê 50-53 °an tê dîtin. Rêzerengên vê keskesorê berevajiyê ya ewilî ne. Di hundir da sor, di derve da heşînî. Ji ber ku ev keskesor li gor ya ewilî li qadeke fireh belav dibe, bêtir tefandî ye.     Li gor mîtolojiyê, Qralîçeya xwedavendên Yûnanan Hera, gava dixwaze bi rûerdê ra têkilî çêke, kincên rengîn li qasidê xwe Îrîs dike û wî dişîne. Di Atînaya berê da, gava mirîyan keskesorê didîtin têdigihîjtin ku Îrîs heye. Di gelek çand û baweriyan da weke pira navbera cinet û cihnemê tê hesibandin. Ev dîtbariya herî bi heybet a nav xwezayê, di çanda rojavayî da weke sembola hêviyê tê qebûlkirin. Li gor misilmanên Îranê, her rengê wê wateyekî ye. Kesk tê wateya bereketê, sor şer, zer jî tê wateya mirinê. Li Sibîryayê weke zimanê rojê tê hesibandin. Xwecihîyên Başûrê Emerîqayê jî, dîtbariya wê ya li ser deryayê weke weke şens û sihûdê didînin. Li Kurdistanê jî weke Keskesor, Bûka Baranê, Keskûala, Qozeqer, Kevana Dawid, Heftreng û Eyşa Fatê tê binavkirin. Di heman demê da sûda ala netewî tê hesibandin.