Newroz, Firdoûsî û lêpovajîkirina dîrokê 08:39 09.04.2022     Ezîz ê Cewo Bi r’astî, bibir’yarbûn û înîtsîatorîya r’êzdar Fêrgîn Melîk Aykoç û nirxandinên wî yên zanistî mirov dilxweş dikin! Ev mînaka wê yekê ye, eger mirov bixwaze r’astîyan bibîne û derxe holê, divê di vî warî da çawa t’evbigere! Û mamosta Fergîn jî bê r’awestan  wê erka xwe ya bîrewarî bi serfirazî pêk tine. Û ya ku li vira grîng e, ew ne ku t’enê lêdiger’e, lê, her weha, yên heyî dinirxîne û nêr’înên xwe r’asterast datîne hole… Û, her  çiqas ew pirsa agahîyên di wêjeya farsan da (Fîrdoûsî!), wek prênsîp, r’ast dinirxîne jî, ji  bo bihêzkirina vê dîtinê, ez pêşnîyar dikim, van agahî û nirxandinan jî ber çav bigirin, ên ku ezê li jêrê bînim. Lewra ku, ev ç’avkanîya ku di pirtûka min a di derbarê Zerdeşt P;xember[1] da behsa wê tê krin, pênc dewran (sedsalan) berî Fîrdoûsî hebûye. Ew pirtûka bavê dîroka Ermenêstanê – Movsês Xorênat’sî ye!  Berî ku di vê derbarê da hinek nirxandinan bînim, ezê parçeyekî ji gotara mamosta Fêrgîn a “Gengeşiya li ser rastiya Newrozê berfireh dibe” bînim:  “...Yê ku bi zanistî mijar şêlû kiriye, Firdewsi ye. ...Wî wê demê bi navê “Şahname” berhemek nivisiye. Ev berhem ji ...ne lêkolîneke zanistî ye. Bi giranî xewjînî û çîrçîrokên Faris ên wê demjiyanê ne. Fîrdewsî ne dîrokzan e, ew wê demê di nava Kurdan de hîç nayê nasîn. Mînak, Baba Tahîr Uryan jî di heman demê de jiyaye, lê di ti helbest û têkiliyan de behsa Firdewsî nake. Firdewsî 1600 salan piştî serweriya Med jiyaye, Wer xuya ye ku çavkaniyên wî tenê vegotinên Farisan in. Lema mirov dikane bibêje, wî hewl daye ku têgihîştin û ramanên Farisan serdest bike. Faris ji berê ve ketine nava du awa hewldanan, yek Medan wek verziyoneke Persan nîşan dane, a diduyan; Kurd wek parçeyekî Farisan dîtine. Firdewsî mijara Newrozê di vê çarçoveyê de nivîsiye ku rastiya dîroka Kurdan bi Kurdan bide jibîrkirin. Jiwê jî wî Aştiyago wek Azlî Dehaq /Azhî Zohaq bi nav kiriye. Li dijê vê tewnabarkirina Firdewsî, em êdî dizanin ku Aştiyago ne tenê di dibistanên Magiyan de xwendiye, ji Zerdeştê Roştî jî ders girtiye. Mirovekî herî zana, kamil û bi wîjdan e...”[2] Belê, ev r’astî ye. Û di derbarê vê r’astîyê da (ango, di derbarê lêpovajîkirina dîroka med-k’urdan a ji hêla farsan va!) di ç’avkanîyên dîrokî yên 500 salan berî Fîrdoûsî da agaahîyên balk’êş hene.  Eger mirov bala xwe bidê, r’astîyek li holê ye: cîhan û dîroka mirovahîyê t’enê bi Îranê (Fars) bisînor nabe…Ma ne, ji bilî vê herêmê gel û welatên dinê jî hene – mezin an biç’ûk, û di peykerên nivîskî yên kevnar ên wan welatan da gelek agahîyên balk’êş jî hatine  p’arastin? Û, eger mirov bi baldarî li cîhanê binihêr’e, dê bikaribe gelek zanîyarî û daneyên hêja û bi nirx bibîne, yên ku têk’ilîyên xwe bi wê herêma cîhanê r’a hene, ya ku bi kevneşopî Îran tê navkirin (Fars jî di nav da!). Û ew dane û zanîyarîyana dê bikaribin gelek r’astîyên wê derxin r’onahîyê. Beşekî wan ç’avkanîyan hatine lêger’andin, lê beşê dinê hê benda dema xwe ye… Û, heya mirovê bikaribe gelek agahîyên balk’êş di wan destnivîsan da jî bibîne, yên ku ji hêla hinek ên dinê va ji bo mijarne dinê êdî hatine lêgerandin… Bi t’aybetî jî destnivîsên ermenîyan ên kevnar dikarin kêrî vê mijarê bên. Di wan destnivîsan da gelek agahîyên hêja hatine parastin û hatine-gihştine dema me, yên ku dikarin ne ku t’enê kêrî lêger’înên dîroka gelê ermenî bi xwe bên, lê, her weha, kêrî lêger’înên dîroka gel û welatên dinê yên herêmê jî, yên weke: med-k’urdan, asorîyan, farsan (hexamanîyan, sasanîyan, p’ert’ewîyan) û yên dinê bên. Lêger’înên wan dikaribûn gelek r’ûp’elên tarî yên serdemên cuda r’onî bikirana… Û di nav wan destnivîsan da ji bo lêger’înên zanistî ya here balk’êş serekç’avkanîya dîroka ermenîyan e – berhema Movsês Xorênat’sî ya “Dîroka Ermenîstanê”(dewra V a s.m.). Di vê p’irtûkê da mîteke (efsane) farsan a di derbarê Îştûvêgûyê P’irhespî (erm. Բյուրասպի Աժդահակ/Byuraspi Aždahak) – padişahê Medyayê yê dawîyê da heye, yê ku di ç’avkanîyên ewropî da bi navê Astîag//Astîagês tê nasîn. Ev mîta delîleke berbiç’av e di wê derbarê da, k’a çawa di cîhana kevnar da têk’nolojîyên siyasî yên gemar hatine bik’aranîn.   Û, ya balk’êş jî ew e, her çiqas Movsês Xorênat’sî neç’ar bûye, wê mîtê di p’irtûka xwe da cî jî bike, lêbelê, bi wê r’a wisa jî helwesta xwe ya neyînî li hember wê vegotye, û ew tiştekî vala, bêwate û bêkêr nav kirye.[3] Lê, ji bo ku her tişt baş bê têgihîştin, divê mirov bizanibe, k’a ev p’irtûka bi çi sedeman û çawa hatye nivîsîn. Û ezê jî hema ji wê destpê bikim! Ji dîrokê tê zanîn, ku Movsês Xorênat’sî p’irtûka xwe ya “Dîroka Ermenîstanê” bi  daxwaz û spartina Sahak Bagratûnîyê serekfermandar, r’êvebir û mêkênasê[4] ermenî yê dewra V a s.m. nivîsye  Û, lewra jî, Xorênat’sî vê p’irtûka xwe bi pesnbêjîyên ji bo Sahak Bagratûnî û bangawazîya xwe ya berbi wî destpêdike: “Min di daxweza te ya bêhemp’a da ew dyarîya qencî û dilovanîya xwedayî ya bêdawî, a li ser te da hatye, û bandora rewanî ya bê r’awestan li ser r’amanên te dîtin; dema min ji dîdara te zêdetir r’ewanê te nas kir...” – Û ev şêwazê nivîsînê di p’irtûkê da heya dawîyê didome: û ew dem bi dem bi şirove û danezanan berbir’î Sahak dibe, an nêr’înên xwe tîne zimên... Û çaxê ku dem pêr’a digihîje, û ew divê bi daxwez û ferzkirina Sahak wê mîta (efsane) farsan a navborî ya di derbarê Îştûvêgûyê P’ir’hespî (erm. Բյուրասպի Աժդահակ/ Byuraspi Aždahak) da di p’irtûka xwe da cî bike, ew ne t’enê helwesta xwe ya neyînî li hember wê dîyar dike, lê wisa jî, li dijî nivîsîna wê ber xwe dide, bi Sahak r’a dik’eve nava gengeşîyan: “…Çi pêdivîya te bi van ç’îr’okên bêwat’e heye, an jî tuyê çi ji van gotinên bêwat’e û bêkêr bikî?... Lewra, ji bilî wê, ew (fars) bi xwe jî wan hemûyan tê nagihîjin...”[5]    … Lê, dema piştî berxwedaneke weha, ew dîsa neç’ar dibe wê mîtê di p’irtûka xwe da cî bike (bi ferzkirina Sahak!), ew wê di dawîya p’irtûka yekem da (“Dîroka Ermenîstanê” bi xwe ji sê p’irtûkan pêk tê), wek pêvekekê datîne, û hema li wira jî, bi wê r’a wisa jî serpêhatyeke dinê ya di derbarê heman Îştûvêgûyê P’ir’hespî yê padişahê Medyayê yê dawîyê da datîne, ya ku ewî “...di p’irtûkeke keldanîyan da dîtibûye... “Ev çi xwestek e, gelo, ku tu li hember wan mîtên bêkêr û bêcûre yên di derbarê Ajdahakê Byûraspî da didî pêş? – Xorênatsî dinivîse. – An jî, tu ji bo xatirê çi me bi van ç’îr’okên farsan ên bêwat’e û bêtem va didî mijûlkirin, an çêtir e, mirov bibêje – bi wan ç’îr’okên di derbarê qencîyên wî yên ne qenc da, di derbarê wê da, ku dêwan xizmeta wî kirine, ku ewî nikaribûye r’astîyê û derewan ji hev cuda bike, ku dêwan sergirkên milên wî maç’kirine, û ji wan zîya derketine... ...Ji bilî van ...îro ez p’eyv û gotinên wan bi destê xwe dinivîsim, ên ku em ji wan nefret dikin, heya mirov ji demgê wan jî zivêr dibe: – ez wat’eyê didim gotinên wan ên bêwat’e û bûyerên wan ên p’ir’ kevn, ên ku ew bi xwe jî tê nagihîjin, weha, ez şirove dikim, her t’enê bila dilê te şad bikim an k’arekê bigihînim te. Lê tu divê nefreta me ya li hember wan gotegotan bizanibî, lewra jî me di pirtûka xwe yekem da cîh neda wan, ne jî di beşê dawîyê da, lê em ewê di cîhekî dinê yê cuda da datînin. Û ezê weha destpêbikim. …Min ew di pirtûka keldanîyan da dîtye... Ewî (Astîyag//Ajdahak//Աժդահակ. – E. C.) gotye, ku divê hemû fêrî jîyana bi şêwazekî hevbeş bibin, ku divê hebûna kesekî ya cuda nînbe, lê divê her tişt ji bo hemûyan giştî-tomerî  be. Her gotineke wî, her k’arekî wî vekirî, li ber ç’avan bûye. T’u r’amanên wî yên bi dizî û veşartî nînbûne, û her tiştê ku di dilê wî da hebûye, ewî li ber hemûyan vekirî anye zimên: û ewî bir’yar dabûye, ku mafê dostan heye, şev û r’oj bik’evin bal wî û derên. Û ev jî, wek ku tê gotin, qencîya wî ya neqenc bûye”.[6]    Balkêş e, ne?! Ma, Îştûvêgû di t’evahîya dîroka mirovahîyê da çi ne serk’êşê r’amana wekhevîya sosyalî bûye?! Wek ku tê xuyan, hema ev jî bûye sedema wê, ku mirovên nêzîk xiyanet li wî kirine, bûne hevk’ar û hevp’arên derbek’aran û bi wê yekê di dîroka Împêratorîya Medyayê[7] da xala dawîyê danîne... Qey bibêjî, her tişt hatye gotin, t’enê dimîne, ku mirov wan hemûyan r’ast têbigihîje û r’ave bike, bi t’aybet jî, ya ku Xorênat’sî vekirî dibêje, ku ew bi xwe neç’ar bûye, wan  hemû gotinan binivîse, yên ku ew ji wan zivêr e û nefretê li wan dike, yên ku heya dengê wan jî li guhên wî zid bûne,... ku ew neç’ar bûye, wat’eyê dide ç’îrokên kevn û bêwat’e yên wan (farsan), ên ku ew (fars) bi xwe jî tê negihîjin, her t’enê bila dilê Sahak Bagratûnî şad bike an k’arekê bide wî…   Wekî dinê, bi hûrbînî di pirtûka “Zerdeşt pêxember (Rûpelên dîroka “windabûyî”…)” da – r’ûpelên 41 – 51.[8] Belê, hemû dîroknûsîya fermi ya farsan li ser ç’îrok û efsaneyên dûrî heş û sewdayê mirov pêk hatye, lewra jî her nivîsk’ar an helbestvanekî, dema k’arê nivîsîna berhemekê kirye, ew dîrok û ç’îrok bingeh girtine.   29. 03. 2019.     [1] Ezîz ê Cewo: “Zerdeşt pêxember (Rûpelên dîroka “windabûyî”…”) – PDFa wê li vir e: https://www.academia.edu/.../ZERDEŞT_PÊXEMBER_RÛPELÊN_D... [2] https://www.amidakurd.net/ku/tekst/Gengeşiya_li_ser_rastiya_Newrozê_berfireh_dibe [3] Մովսես Խորենացի, Հայոց պատմություն, Երեվան, 1991//Movsês Xorênatsî, “Dîroka Ermenîstanê”, Weşangeha “Hayastan”, 1990; têbînîyên rûsî ji weşana wê ya rûsî: Мовсес Хоренаци, “История Армении”, Издательство “Айастан”, 1990, rû. 89 - 92.: Ezîz ê Cewo, “Êzdîtî: Divê mirov rastîya wê li ku bigere?”, Amed – 2017, rû. 72 – 78. [4] Mêkênas (maecenas)– mirov, ê ku piştgirîya weşana wêjeya bedewetîyê, ya dîrokî û huner û çandê dike, li wan xwedî derdikeve û projeyên wan fînanse dike. [5] Di nasîyaa 3. da binihêr’in! [6] Di nasîyaa 3. da binihêr’in! [7] Li xerîteya Împêratorîya Medyayê binihêr’in – nasîya 1., r’û 122 [8] https://www.academia.edu/.../ZERDEŞT_PÊXEMBER_RÛPELÊN_D...