K’A, EM WISA BIKIN, KU LI ŞÛNA BIRÛYÊ ÇÊ BIKIN, Ç’AV JÎ DERNEXIN! 11:59 15.04.2022 Ezîzê CEWO Dem baş, kekê hêja Mûsa Kaval! Bi r’astî, ev t’êlêfonkirina te ya vê dayîyê ya piştî 21 salan, û axavtina me ya dirêj a derdorê kat û nîvekê di destpêkê da wek tiştekî jinişkêva, jinedîtîva pêkhatî li min hate xuyan.    Û (dîsa bi r’astî!) di nava axavtina me da hinek nêr’înên te yên di derbarê pêwîstîya aştîya navxweyî da, ji hêla têgihîştina pirsgirêkê va li min heşmendî hatin xuyan, û, min got, ew dê bi dilê her kesekî be, her çiqas, kêlîyên gengeşî jî hebûn, û min di derbarê wan da jî nêr’îna xwe anîn zimên …   Lê, piştî ku min nameya te ya danasînê û Destûra Bizava aştîya navxweyî, ya ku te amade kirye, xwendin, hema di sêrî da ya ku ez matma kirim, ew bû, ku tû wê wek tiştekî ne siyasî didî xuyan (dibe ku hema ji bo wê jî, ji bo ku ew ‘bêsîyasîbûn’ bê bawerkirin, te ew ‘t’evger’ nav nekirye?).   Û, lewra jî, destxweda di serê min da henek pirs û gumanan r’û dan, û, bi xwezayî, min xwest bizanibim, k’a, gelo ev mirov, ê ku van tiştan dibêje. bi xwe dûrî têgihîştina pirsê ye, yan dixwaze yên hemberî xwe di wê da bide bawerkirin? Û, lewra jî, li vira, bi dîtina min, pirsa sereke ew e, ka: “Gelo karê pêkanîna aştîya navxweyî têkilîya xwe bi siyasetê ra heye, an – na?”  Eger mirov têgeha p’eyva siyaset r’avebike, bersîva vê pirsê dê bi xwe derê hole: siyaset t’evahîya (komplêksa) wan r’ê û r’êbazan e, yên ku ji hêla dewletê, sazî, r’êxistin an k’omên mirovan ên cuda va, ji bo pêkanîna (r’ealîzekirina)  armanc û berjewendîyên xwe, tên bik’arnîn.  Lewra jî, ez nabêjim, her’e, ji wan dayîkên k’urd ên 60-70 salî bipirse, yên ku li qadên cuda, an jî ji êkranên têlêvîzîonan dersên mirovîyê, welatp’arêzîyê, têgihîtina siyasî û r’amana net’ewî didin r’ewşenbîrên me.  Na!...   Heya, eger mirov ji gundîyekî K’urdistanê yê nexwendî jî bipirse, yê ku dibe ku,  heya nizane jî, k’a p’eyva ‘siyaset’ bi êtîmolojî ji k’u tê û tê çi wat’eyê, lê di jîyanê  da ewqas tişt dîtye, ku ‘siyasetê’ û ‘nesiyasetê’ ji hevdu cuda dikie, û heya ewê jî bibêje, ku bi t’evgerî şopandina armanc û berjewendîyên xwe ji hêla k’omên mirovan va (em dewletê li hêlêkê bihêlin!), siyaset e! Ku heya mirîyên me jî siyasî ne! – Ma ji bo çi me didin devê mirinê?   Lewra jî, li vira nayê têgihîştin, k’a çima tu vê bizava (t’evger) aştîya navxweyî bizaveke ne siyasî nav dikî? Çima – ji ber ku tu evê yekê tê nagihîjî, an ji wî navî ditirsî û hewl didî hinekan di wê da bidî bawerkirin …   Ji bo çi armancê?   K’a, em binihêr’in, tu di nameya xwe ya danasînê da di wê derbarê da çi dinivîsî: “Bizava Aştîya Navxweyî-BAN, herekeeka hizirmendî û reformî (îslahî) ye, li sala 2016ê hatîye avakirin, ji hingê û were, ji bo aştîya navxweyî û belavkirina zêhnîyeta wê xebatê dike. … Cewherê BANê bi van pênc saloxetên xwarê dihêt naskirin:  a. Nesiyasî: BAN ne bizaveka siyasî ye, lewma ew ji bo desthilatdarîya siyasî ne hatiye avakirin û ji bo vê armancê kar na ke...” Di Destûra Bizavê da jî ev tê gotin: “Bizava Aştîya Navxweyî-BAN, sazîyeka hizirmendî û rastkarî ye (reform), li ser hejmareka binemayên (pirensîp) felsefî, civaknasî û qanûnî hatiye danandin. Ew ji bo çareserkirina arêşe û nakokîyên siyasî û civakî di nav partî û gelê Kurdistanê da, çalakî û lêkolînên akademî yên pêdivî dike…  Bizava Aştîya navxweyî wek sazî û her endamekî wê, dixebitin ku zêhnîyet û nirxên Aştîyê, li cem xwe, di siyaset û civata Kurdistanî da û li derveyî Kurdistanê belavbikin. Dema ku ev sîstem, di civetê da, di siyasetê da û di nav kesên Kurdistanî da cih bigire, neslên nû dê bi zehmet şerê hev bikin û dê bi sanahî pêk bihên,… ” Hema wisa! Balk’êş e, gelo ev hemû di nava çarç’oveya prênsîbên destpêkî da dikarin bên nirxandin? An, gelo, tu bi xwe van gotinan çiqasî û çawa tê digihîjî, an çiqasî ji wan bawer dakî?   Ma ne, sedemên bingehîn, ên ku nahêlin ku di K’urdistanê da aştî ûaramîya navxweyî pêk bê, li ber ç’avan in, û gel jî wan nav bi nav dinase! Hema bi van gotinên gulover’ berê gel ji vê dîtinê tê durxistin, û ew bi tiştên xiyalî va tê mijûlkirin. K’a, em ji nûva van gotinên Destûrê bixwînin: “... Dema ku ev sîstem, di civetê da, di siyasetê da û di nav kesên Kurdistanî da cih bigire, neslên nû dê bi zehmet şerê hev bikin û dê bi sanahî pêk bihên,… ”  Hem her kes dizane, ku ç’areserîya pirsgirêkê hema îro tê xwestin, lewra ku xiyanet û xwefiroşîya net’ewî îro k’arê xwe yê r’eş pêk tîne, li ser r’êya r’izgarîya netewî dibe kelem!   Tuyê biborînî, ku ez t’enê dibêjim: ‘tu’, ‘te’, ne ku ‘hûn’, ‘we’. Çi bikim, ev hemû wek têatroya mirovekî li ber mirov vedibe: k’a k’oma înîtsîtîvê, k’a koma k’arger a amadekirina Destûra Bizavê? Û tu dinivîsî, ku ewê bizave 6 salan berê dest bi k’arê xwe kirye – bi mirovekî? K’a  encamên k’arê wê? Gelo di nava civakê da nav û dengê wê çiqasî hatye bihîstin?   Û ji bilî vê, gelo ji hêla heşmendîyê va ‘Bizava Aştîya navxweyî’ dê bikaribe wek t’evger, cuda, bi serê xwe wan armancên ku te di Destûrê da nivîsîne, pêk bîne? Helbet, eger  li vira gotina te di derbarê Bizava (ango, t’evgera) ji bo pêkanîna (an parastina) aştîya navxweyî da ye! Wê demê, ma ne, sazîyeke me ya net’ewî-giştî êdî heye û di Destûra wê ya giştî da (Peyman) ev yek hatye misogerkirin. Û yek ji endamên koma karger a amadekirina vê Peymanê jî tû bi xwe bûyî, ne wisane, kekê Mûsa?! – Ew jî Kongrêya Net’ewî ya K’urdistanê (KNK) ye!    K’a em binihêr’in, di Peymana KNK-ê da di vê derbarê da çi tê gotin (bi t’aybet bala te dikişnim ser xalên d, e, f, g, h):  “Prensîbên Giştî, armancên Kongreyê û pozîsyona stratejîk Bend 5: Prensîbên Giştî a. Kongre, peyama cihanî ya mafên mirovan, prensîbên mafên çarenivîsî û peymana Neteweyên Yêkgirtî ku ev prensîb pejirandine, ji bo xwe dike bingeh. b. Di terkîba endamên KNKê da, wekhevîya zayendî heye. Ev prensîb, di hemû xebatan, hemû komisyon û komîteyan da esas e û tête bi cih înan. c. Dabeşkirina Kurdistanê li dijî îrade û daxwazên gelê Kurdistanê çêbûye û mafê diyarkirina çarenivîsa gelê Kurd binpê bûye. d. Berjewendîyên sereke yên gelên Kurdistanê ji hemû berjewendîyên partî û organîzasyonên polîtîk û sivîl yên Kurdistanê bilindtir in. e. Bi hîç sebebî nabe ku, partî, rêxistin û kes li dijî berjewendîyên neteweyê Kurd, piştgirî û hevkarîyê bi dewleteke dagîrkerê Kurdistanê an bi dewleteke dî ra bikin. f. Kongre, hemû cureyên hevkarîya bi welatekî dagîrker yê Kurdistanê ra ya li dijî bizava bi giştî azadîxwaz ya neteweyî, sûcê neteweyî dizane. g. Kongre, şerê di navbeyna partî û rêxistinên Kurdistanê da red û tawanbar dike. h. Tu partî û rêxistinên polîtîk û kes nikarin dest ji hîç parçeyên Kurdistanê berdin”.   “Bend 6: Armancên Kongreyê (Li vira jî bi taybet bala xwe bide xala c.) a. Kongre, ji bo bihêzkirina giyanê hevkarî û hevxebatê di nav parçeyên Kurdistanê da, li ser bingehê yêkîtîya neteweyî û welatî û berjewendîyên sereke yên xelkê Kurdistanê dixebite. b. Kongre, bi komkirina partî, rêxistin û kesayetîyên niştimanperwer û neteweperwer yên Kurdistanê di çarçoveya vî dezgehê neteweyî û welatî da, nûnerîtîya gelên Kurdistanê dike. c. Kongre, hewil dide ku pirsgirêkên navxweyî û hemû şêweyên nakokî û dijayetîyên di nav partî û grubên polîtîk yên Kurdistanî û alîgirên wan da çareser bike. d. Kongre, hewil dide ku, pirsgirêkên navbeyna xelkên Kurdistanê û welatên cîranên wî bi rêya aştî û dostanîyê çareser bike. e. Kongre, her reng şiddetê red dike, parastina rewa qebûl dike”. Û di vî warî da jî, wek ku di çapemenîyê da dê r’agîhandin, KNK-ê t’êra xwe k’arên kêrhatî pêk anîne û îro jî pêk tîne: demeke dirêj şandên wê di Başûrê K’urdistanê da ji bo pêkanîna wan armancên xwe bi sazî û r’êxistinên siyasî û civakî yên herêmê r’a r’êzehevdîtin pêk anîne.   Ango, çi dertê hole, ew armanc û bername, yên ku di dema xwe da KNKê dabûne pêşîya xwe, tên cudakirin, bi awayekî ciyawaz tên şêwazdarkirin, ji vir û wir tiştên cuda lê tên zêdekirin û di bin navê bizavekê (t’evgerekê) da, wek tiştekî nû derdixî pêş, ew jî bi şêwazekî wisa, ku kêm tişt jê tên têgihîştin.  Armanc çi ye?   Bi r’astî, ev yek gotinek gelêrî a di wê derbarê da tine bîra mirov, dema yek di vê sedsala XXI da jinûva duçerxê (bicyclette) p’eyda dike û r’êveka wê jî (guidon – bi fransî; ruder – bi înglîzî, direksion – bi tirkî) li paşîyê va datîne…  Nizanim, nizanim!  Bi gotinekê, li vira dibe ku pêwîst dike, ku mirov têgeha Aştîya navxweyî jî rave bike… Eger ji kê jî bipirsî (ew k’urd dibe, an nûnereê gelekî dinê!) dê ji te r’a bibêjin, ku  daxweza hemûyan jî aştî, aramî û hevhatin e. Lê her yek pêkhatina vê r’ewşê weke xwe tê digihîje: hinek dixwazin, ku ew serdest bin, ên dinê jî her ji bo berîkên wan k’ar bikin, û dengek ji wan derneyê. Hineke dinê dibêjin, ku divê ew sererd û binerdê welêt talan bikin, wî bikin mêtîngeha dagerkeran, hemû nirxên net’ewî bifiroşin, lê li dijî wan û k’irên wan ên k’irêt divê dengek jî ji gel derneyê. Lê, berovajî vana, p’ir’anîya gel jî aştî û aramîya welatê xwe di dadwerîya r’astîn, dêmokrasîyê, wekhevîya mafan da dibînin.   Û ji vê hêlê va di cîhanê da tuyê hîç gelekî an civakekê nebînî, ku sedî sed bi van pîvanan bijîn. Heya di welatên here pêşk’evtî da jî helwest, nak’okî û dijberîyên cuda hene! Hema ev welatana jî bi her awahî hewl didin, ku pîvanên ku di nava civakê da hevhatin, aştî û aramîyê xurt dikin, bibin prênsîpa jîyana wan a civakî.  Lê ya me – k’urdan?   Gelo welatekî me yê yekgirtî, serbixwe û azad heye? Gelio dewleteke me heye?  Di Başûrê K’urdistanê yê nîvserbixwe da dikaribû ji bo van armancan k’arek pêk bihata, lê, ji talebextan r’a, ew jî ji hêla du partîyên desthilatdar va (PDK û YNK!) hatye p’arç’ekirin, û di navbera Soran û Behdînaê da sînor danîne – wek ê di navbera du dewletan da, bi kontrola nasnameyan û tiştê dine va! Beşekî sêyem jî di bin navê  R’êfêrêndûma ji bo serxwebûnê da r’adestî Bexdayê kirine (û ev ji nîvê erd û aqarên t’evahîya herêmê ye!). Min gotara xwe ya di derbarê wê r’êfêrêndûmê da êdî ji te r’a şandye, ez jêderka wê ji nûva li vira datînim – “R’êfêrêdûm pêk hat. Paşê?” –http://www. amidakurd.net/ku/tekst/R_ÊFÊRÊNDÛM_PÊK_HAT_PAŞÊ . Serokê Parlamêntoyê ji Silêmanîyê tê, ku here Hewlêrê, ser k’arê xwe, pêşmergeyên PDK-ê yên li ser sînor r’ê lê dibir’in û wî paşva vediger’înin… Nêç’îrvan Barzanî daxwîyanîyê dide û dibêje, ku, wek ku cenebê serokk’omarê T’irkîyayê Erdoxan dibêje, K’erkûk ne bajarekî K’urdistanê ye!  Evan “şengesiyarên” bazirganîya nirxên net’ewî Başûr kirine baregeha sîxurî û leşkerî ji bo T’irkîya dagerker, û mil bi mil bi eskerên t’irk r’a pêşmergeyên PDK-ê li dijî gêrîllayên azadîya gelê k’urd didin şerkirin, zar’okên k’urdan xwîna xwîşk û birayên xwe dir’êjin– ew jî ya wan gêrîlayan, ên ku nehîştin Hewlêr bik’eve destê DAÎŞ-ê û Şengal, a ku ji hêla PDK-ê va bi destê DAÎŞ-ê va hatibû berdan, p’arastin (çûyîna kek Mesûd a Mexmûra li bal fermandarên lehemg ên gêrîlayan tê bîra te?). Ê, k’îjanê bibêjim, k’îjanê nebêjim!   Îro jî PDK bi planên AKP-ê û Erdoxan bi hukumeta Îraqê ya navendî r’a dik’eve nava hevk’arîyê, ji bo ku Şengalê bikin mêtîngeha hevbeş a Îraqê û PDK-ê, û di navbera Şengalê û Rojva da dîwarekî datînin... Û ev hemû li ber ç’avan e, tu van nabînî!?  De, kurdo, were û van hemûyan tê tê bigihîje! Û ez li vira dixwazim ji te bipirsim, kekê hêja, gelo dengek, wek bizav, ji te derket, gelo te helwesta xwe vekirî da xuyan? Pêwîst nake, tu dikarî bersîvê nedî, bila ew jî wek deynekî wijdanî ji dîrokê r’a  bimîne, … heya ku piştî demekê gelê k’urd ji we dipirse! Em bidomînin! K’urdistan bi xwe di nava çar dewletan da çarparç’ekirî ye, mafên gelê me yên mirovî û net’ewî di nava sînorên wan dewletên mêtînger da bi şêwazên cuda tên binp’êkirin, li wir t’evkujîya gel, wêran û t’alanê pêk tînin – yek bi şêwazekî p’ir’ hovane, yê dinê ji wî hovanetir, lê yên sêyemîn û çaremîn jî – ji hemûyan k’irêttir! Û heya di vê r’ewşê da jî, dema felak’etek di parç’eyekî da tê serê gelê me, di parç’eyên dinê da gel hem dengê xwe yê piştgirîyê ji bo wan bilind dike, hem jî alîk’aarîya xwe ji bo wan dişîne, ji bilî hinek serekeşîrên xwefiroş. Mînakên piştgirî û alîk’arîa vî rengî di dîroka me da pir’ in!… Ango, li bal gelê me ji vê hêlê va hîç pirsgirêkek jî nîne!  Pirsgirêka sereke di vî warî da xiyaneta net’ewî ya navxweyê ye – a xwefiroşên net’ewî (natsîonal-kolaboratsîonîstan)! Eger ev pirsgirêk ji hole r’abe, wekî dinê t’u astengîya li ser r’êya aştî û aramîya navxweyî dê nemîne… Û tu ji k’ê jî bipirsî, eger ew ne heşkor, an xayîn e, dê evê ji te r’a bibêje.   Eger ev çîna xayînan ji nava gel bê r’akirin, eger r’êvebirîyeke net’ewî pêk bê, wê demê gel jî dê bikaribe di nava hevhatin, aştî û aramîyê da bijî.   Hema ji bo ku ev çîna xayîn û xwefiroşan ji hole r’abe, an jî bêbandor bibe, divê gel xayîn û xwefiroşên xwe nas bike… Di vî k’arê net’ewî da jî r’ola r’ewşenbîr û mitaledarên me girîng e.   Eger ew, ên ku ji xwe r’a r’ewşenbîr dibêjin, an xwe wisa nas dikin, navên berz û bilind ên cuda bi xwe va p’îne kirine, divê hewl bidin, bibin bijarteya net’ewî (êlît) ya r’astîn  û bikaribin, wek ku di nava gelê me da tê gotin, şûrê r’astîyê r’ast girêdin û gotina r’astîyê hem ji gelê xwe  r’a, hem jî ji wan xayîn û xwefiroşan r’a bibêjin. Eger wisa bikin, wê demê ew xayîn û xwefiroş jî dê ji hebûna xwe şerm bikin (helbet, eger piç’ek şerm û namûsa li bal wana mabe!), ew dê neç’ar bmînin xwe biguhêrin, an jî ji welêt birevin…  Ji bo aştîya civakî r’êyeke dine nine!b An – na, eger hinek, ên ku di berîka xwe da diploma dîtine, xwe r’ewşenbîr  dihejmêrin, lê amade ne, ku ji bo xatirê çend quruşan wijdanê xwe bikin berîka xwe, şeref û namûsa xwe bidin bin p’êyê xwe û bik’evin xizmeta wan xwefiroşan, wek seyên birçî p’êlavên wan bialêsin, û di çapemenî û radîo-têlêvîzîonan da pesnê wan bidin, an li hember k’arên wan ên k’irêt bêdeng dimînin, wê demê gotina ‘aştîya navxweyî’ dê tiştekî vala û bêwat’e (fiction) bimîne!  Û êdî pêwwîst nake, li vir û wir gotinên berz û bilind di vê derbarê da bibêjin.    Û anegorî vê jî, eger ji bo têgihîştin, wat’edarkirin û bert’erefkirina wan pirsgirêkan, ên ku li ser r’êya pêkhatina ‘aştîya navxweyî’ dibin kelem, ji r’ewşenbîrên r’astîn karek tê xwestin. Ew jî ew e, ku ew bi wêrekî di nava gel da r’ûyê rastîn ên wan xayîn û xwefiroşan vekin, ne ku sazî, r’êxistin û bizavên lêp vekin û berê gel ji r’astîyê biguhêr’in. Ji bo vê jî îro derfet p’ir’ in: çapemenî, r’adio-têlêvîzîon û întêrnêt hene!  Û, dema mirov di nava vê çarçoveyê da wê Destûrê dinihêr’e, ya ku tu ji bo  “Konseya Bilinda Bizava Aştîya Navxweyî-KOBBAN” pêşk’êş dikî, matma dibe û bêyî r’ayê wî di serê wî da ev pirsana r’û didin:  “Gelo ev projeya ku 6 sal berê hatye destpêkirin, di warê xurtkirina Aştîya navxweyî da heya îro çi k’arek pêk anye?”   “Gelo, ji bo ku aştîya navxweyî pêk bê, pêwîstî bi ewqas gotin, têgeh û têrmînên cuda hebû, yên ku li ser her gavekê bi şêwazên cuda hev dubare dikin, r’amana aştîya navxweyî şêlû dikin, û wat’e û armancên wê nayên têgihîştin?”   “Ji bo çi ev hemû wisa veşartî (bi dizîkava!) pêk tê? Dê çêtir nedibûya, eger te ew hemû wek nêrîn-gotarekê, bêyi wan nav, beş, dabeş, binbeş, xal û binxal û hwd, di çapemenîyê da biweşanda li dor wê wek nêrînekê bida govtûgokirin?” Dizanî, kekê hêja, ev şêwazê ku te hilbijartye, bêtir r’amana Aştîya navxweî ji bingeha xwe dûr dixe, mirov ji bilî hinek daxwez, hizir û dîtinên ne zelal, nikare di vê da, tiştekî bibîne, heya di vê da ew r’aman dihele, tê bişavtin û winda dibe. Û mirovê sade dê bixwaze wê bibîne, lê di nava wê t’or’ê da, ya ku te hûnaandye, dê serê xwe jî winda bike. Û li vira jî – pirsa sereke:    Ev hemû ji bo çi ye, armanc çi ye? Eger mirov bixaze ji bo Aştîya navxweyî k’arekî bi kêr bike, dikare, nêr’înên xwe li ser r’ê û r’êbazên wê pêvajoyê binivîse, biweşîne… An na, wek ku min di dema axavtina me ya bi t’êlêfonê da jî ji te r’a got, ev dibe tiştekî mîna lîstika zar’okan a “Mal-malokê” (li bal me ji wê lîstika zar’okan r’a dibêjin: “Holimaçk”)…    Naha ez bêm ser armanca nivîsîna vê nameya xwe. Kekê hêja, te di jîyana xwe da k’arên cuda pêk anîne, tu bi zanistê va mijûl bûyî, te mamostatî kirye, heya gihîştî asta profêsorîyê jî, te di nava KNKê da berpirsîyarîya k’arên dîplomasîyê kirye. Û ev hemû, bi t’erefên xwe yên cuda va, k’edek e. Hema k’eda te ya here mezin (wek ku ya her r’ewşenbîrekî k’urd!) dê ew be, ku r’astîyê ji gelê xwe r’a bibêjî, lewra ku di nava beşekî gelê me da hê jî girêdana bi axa, şêx û meleyên xwe va desthilatdar e.  Ma tu nizanî, ku bedbextîya gelê me bi giştî ji Başûr destpê dibe (r’asttir  dibe, mirov bibêje – ji partîyên siyasî yên desthilatdar – bi serk’êşîya PDK û r’êvebirîya herêmê!). Ma, ne, wek ku tu bi xwe dibêjî, te sê salan li Başûr profêsorî kirye. Ma ne, wê demê p’êwendîyên te bi xwendevan, mamosta û gel r’a hebûne. Ma, ew xiyaneta bi serk’êşîya kek Mesûd di herêmê da pêk tê (ya ku min li jorê behsa wê kir!), te nedêtye, an nebihîstye? Ma, gelo, te di nava wan sê salan da te ç’ev û guhên xwe li ber wan r’astîyan girtibûne?   Wekî dinê, dîsa bi r’astî, mirov dikaribû, li şûna van hemû sergêjîyan k’arekî zanistî- lêger’înî pêk banîya, ji bo ku wan r’ê û r’êbazan binirxîne, ên ku dikarin r’ê li pêşîya aştî û  aramîya di nava civakê da vekin, lewra jî minê ji wan hemûyan ev gotinên ji Destûrê cuda bikira: “Ew (ango ew, a ku te navê wê “Bizav” danye! – E. C.) ji bo nirxandina arêşe û nakokîyên siyasî û civakî di nav partî û gelê Kurdistanê da ... lêkolînên akademî yên pêdivî pêk tîne …” Û ya dawîyê: min hewl da, ku ez tiştekî bi sîstêmî yekgirtî di wê Destûra te da tê bigihîjim, lê, mixabin, min dît, ku ew karekî bêwat’e ye, lewra jî min ew hemû wek Word kopî kir, navê te jê paqiş kir (ji bo ku neyê xuyan, k’a kê ew amade kirye – ma ne te ew ji bo nirxandinê neweşandye jî!), û ew wek tiştekî ne ji navê kesekî, ji hinek dost û hevaln r’a şand, ji bo ku ez nêr’înên wan jî bigirim.    Û ji wan pênc mirovan êdî sisêyan helwest û nêr’înên xwe ji min r’a şandin, û ez wan nêr’înan jî li vira datînim. Weha:  A.S. dinivîse:  “Ez hêvîdar im, tu pêwendîya te bi van kaxazokan ra nine, xwe te pêra negîhandye, aqilê xwe bifirînê, an dîn bibî...?” (Ê ku ev nivîsye, hevalekî min ê dema xwendk’arîyê ye!)  F.R. dipirse:  “Ê te ev hemû ji ku anye? Tu dikarî ji me ra bibêjî, ka ew kî ye, yê ku van tiştan dinivîse? Çi ye, ew bi van dixweze, ku gel di nava wan xeber û gotinan de serê xwe winda bike û rastîyan nebîne? Ma ne, rastîya rewşa me li ber çava  ye! Ma ne, ew tiştekî veşartî nîne, hemû li ber çavan e, yên ku nahêlin yekîtîya miletê me çê bibe, aşkere pişta xwe dispêrin dijiminê meyî sedê salan û miqabilî birayêd xwe şer dikin... Hema min ji van nivîsaran tiştek fehm kir: ew bi zanebûn hatine nivîsarê, ku miletê me nikaribe rastîyê û ne rastîyê, milethizîyê û xayîntîyê ji hev ferq bike...  Hey wax! Û yên ku li dû vana diçin hene, gelo?...” Lê K.E. nêr’îna xwe bêhtir berfire r’avekirye û heya r’adeyekê ewî ez matma jî krim: “Dizanî, – ew dinivîse, – em derdorê 30 salî hev nas dikin, min pirtûk û gotarên te xwendine, me dem bi dem li ser pirs û pirsgirêkên cuda galegal kirye.  Dema tu ji civînên KNK-ê vedigeryayî, me li ser kar û barên wê goftûgo kirye... Lê te bi van nivîsaran mejûyê min tevlihev kir. Ez tê negihîjim, çi diqewime. Ê, vê carê tê van hemûyan di kuda cî bikî... Boy navê Xwedê be, gel guneh e, hûnê mejûyê wî tevlihev bikin... Û xêncî vê, dizanî ev hemû ne ewqas bê şop û bênav e. Binihêre, min di derbarê wê BAN-ê da hinek tişt dîtin. Ev ewqas jî dewlemend nînin: ew çend parçeyên agahîyên fêykî ne, ji bo ku bidin kivşê, tiştek heye. Ez wan çavkanîyan ji te ra dişînim, tuyê bala xwe bidêyî!  Lê di nav wan da agahîyek di derbarê BAN-ê da di kurdipedia-yê da hebû, ya ku venebû, lê kurtedanasîna wê ya destpêkî balkêş bû. Bala xwe bidê li wira çi heye: “Bizava Aştiya Navxweyi - BAN. Internal Peacelul Movment IPMM. Bang ji Bizava Ashtiya Navxeweyi-BAN bo partiyên kurdistanî, Dewletên heremi civata Navnetewi, Gelé Kurdistané bi xún bi qehremiya péshmergén xwe, xaka Kurdistané ü Iraqé ji Daisha hov tézgarkir li hember terora wé, ji cihné re bú çeper. Pashé li 25.03.2017  referandumek demokratik bo çarenüsa xwe kir, mixabin ew ji layu Dewletén herémi ü Civata navreetewi ve bi fundi hate redkirin. Binihêre, di derbarê şerê dijî DAÎŞ-ê da hîç behsa lehengîya gêrîlayê HPG û YPG-ê nayê kirin, û rêfêrêndûma 25.03.2017-an jî, yak u bi rêya wê PDK û YNK nîvekî Başûr radestî Bexdayê kirin, wek tiştekî mîna şerê li dijî DAÎŞ-ê dide xuyan… Û, dizanî, ev hemû ne ewqasî jî bênav û bêxwedî ye! Ez dîmenê xudanê van hemûyan ji t era dişînim. Min  ew ji vîdioyekê skrînşot kirye. Ew professor Mûsa Qewal e!” Helbet, kekê hêja, min bi kurtî bersîva van dostên xwe yên rêzdar da, min mabesta şandina wan belgeyan bi wî şêwazî ji wan r’a şirove kir, û, ji bo ku wana  nêr’înên xwe dîyarî min kirine, min spasîya xwe ji bo wan pêşk’êş kir.  Mala wan ava!   Ya dinê, nizanim, te hêvî dikir, ku ezê ji te r’a r’astîyê binivîsim, an – na! An te t’irê, ezê jî mîna hinekan ji wan hemûyan r’a ç’epkan lêdim, te bixapînim, Lêbelê, ... Min xwest te hişyar bikim, ku ev rêya ku te daye pêşîya xwe, dikare paşê wek bûmêrangekê li te veger’e, û nav û k’eda te di dîrokê da bi awayekî ne baş binivîse. Di cîhanê da mirovên ku r’astîyê diger’in, hene. Ewqasî, merc û r’ewşên jîyanê vê demê derfetê nadin, ku her kes bikaribe, r’astîyê bîne zimên. Ev jî nexweşîyeke xeter a civaka me ye.. Tu dizanî, carna diqewime, ku mirv, ew bi xwe jî tê nagihîje, k’a ew ji k’u hat, tiştekî dike serê xwe (îdêa-fik’s!), ewê di nav xwe da her mezin dike, dide dû wê û r’ojekê digihîje ber kevîya gelîyekî k’ur… Û, eger yek wî r’anewestîne, dawî dê xeterî be!  Wekî dinê, dîsa ez her tiştî hêvîya te dihêlim: te ev r’ewş çawa p’ejirand, hema bila wisa jî hebe! Mirovahîyê di dîrokê da têgihîştina r’astîyekê wat’edar kirye. Ew jî ew e, ku her mirovek, heya r’adeyekê, bi xwe ç’arenûsa xwe hildibijêre, û ew bi xwe jî berpirsyarê wê ye û ji bo wê bersîvdar e!  Li gel slav û rêzên biratîyê – Ezîz ê Cewo   15. 04. 2022. Pyatîgorsk/Rûsîya