Em şîv in Hun paşîv in 06:33 24.04.2022 Hesen Harranî Min dixwest di van rojan de ji xwe re hemhalî û têkilîya  cîhana xwe ya hundirîn û welat û miletê xwe di nava pergala wêje û helbestê de binexşanda û rûberûyê şopevan û xwînerên xwe bikira. Lê şert û mercên em têde ne mixabin vê derfetê nade min.   Lê mixabin ev pêkan nabe û me dihêwirîne ser kar û barê nebaş ku li welatê me rûdidin me hemîyan  mişkulê dikin.  Me dikişînin ser bala têkilî û şerê nabeyna Kurdistanîyan.   Di ayendeya sîyasî û civakî de di nava gelekî de yên  îxanetkar jî û berxwedêr jî ji heman miletî tên hesibandin. Em çiqas yên îxanetkar ne Kurd û dij Kurd bihesibînin ji di qeyd û tomarîya dîrokê de her û her dîsa ji wî miletî tên zanin û tên bibîrkirin.   Ji ber vê yekê şûna em bi hest û xwesteka xwe ya hestîyarî yekî ne Kurd yê din jî herî Kurdewar bihesibînin û binivîsînin, emê herdu alîyan li gorî rastîyê Kurd bubînin û wiha pêde herin. Ya rast jî ev e.   Li vir kar û mebesta me ya rastîn ew e ku em rol û cihê alîyên sêyasetê û kê bi kar û barê xwe û bi sîyaseta xwe  ji Kurdan re çi tîne û ji Kurdan çi dibe bi mêzîna ûjdanê bînin ziman.   Heqîqeta sîyaset û sîyasetvanan di sekin û nêzîkatîya wan ya  li hemberî dijminê miletê wî de dîyar dibe. Navê ew hêza sîyasî çi dibe bila bibe qet muhîm nîne. Li vê derê kar û armanca min qet û qet alîgirîya partîyek û dijayetîya partîyekî din nîne. Heqîqet çîye û divê çibe dixwazim wî bînim ziman.   Mijara me serdehatina dewleta Tirk ya bi ser Kurdan û Kurdistandê ye. Û ev dewlet mebest û sîyaseta wî, armancên wî yên demdirêjî li ser Kurd û Kurdistanê çîye dixwazim vîya bi Kurtasî bînim ziman.   Xeletî û xwexapandinekî wek nexweşîyek ontolojîk li ser me Kurdan heye, divê ez vîya wekî herkes dibêje ez jî dubare bikim. Ev nexweşî ev e ku alîyekî Kurd  jibo bekaya xwe ya berjewendîya aborî û bazirganî an jî jibo hebûna xee ya serkirdayetîya herêmî  bi dijminê xwe re dibe yek û ew alîyê  Kurd yê din têkdibe. Ew alîyê Kurd jibo hebûna xwe ya sînorteng ji pêşîya xwe radike û paşê ew jî ji ber ku lewaz dibe, ji hêla dijminê xwe ve bi hêsanî dibe paşîva şevê. Ev rewş di dîroka Kurdistanê de herdem dubare bûye û mixabin îro jî dîsa di merîyetêdeye. Û ti cara jî dersek û îbretek jî jê nehatîye girtin.   Pêşî dixwazim vê yekê bînim ziman. Mebest û armancên dewleta Tirk li ser herêmê çine û dixwaze bigihêje ku?   Her Kurdekî xwedan aqil û raman ger baş li ser tevger û peyamên Tirkan hûr binêre wê bibîne ku armanca Tirkan li ser axa rojhilata navîn û hemî Kurdistanê dixwaze bibe hakim. Dixwaze bibe hakimê hemî rojhilata navîn û bi vê hemleyê gava armanca xwe ya dewletmezinîya xwe ya cîhanî bikar bîne. Ev jî Osmanîya nû ye. Jibo vê yekê li gelek deverên Kurdistanê di nava hewldanandeye. Hinek alîyên Kurd mixabin di nava ev kar û barê dewleta Tirk de jibo Kurdan jî cihekî dihesibînin an jî ji wan re li pişt perdeyê wiha tê gotin û ew jî bi vê yekê bawer dikin. Ger li pişt perdeyê ev  tê gotin jî binê vîya qelse û ti emareyên vê heqîqetê di merîyetê de nîne. Divê ev baş bê zanîn.   Çima nîne? Jibo vê yekê her daneyên sîyasî û cîvakî, kulturî û aborî li dij vê rastîyê dişixule. Zimanê Kurdî ne bi yasayî qebûl e, qedexeyên li ser hêlên Kurdewar berdewam e, ti gavavêtinek jibo mizekere û nîqaş li er çareserkirdinî kêşeyî Kurd û Kurdistan nîne. Her wiha diçe kîjan deverên  Kurdistanê avahîyên înkar û bişavtinê yên sereke wekî dibistanên Tirkî û leşkerî ava dike û rê li pêşîya Kurdayetîyê digire û bingehî xebat û tevgerên Tirkayetê bicîh dike.   Em vîya herî baş û zelal li Efrîn û Başûrê Kurdistan dibînin.   Îro li başûrê Kurdistan deverên ku Tirk di warê aborî û bazirganî de bibandorin û di warê leşkerî de jî bicihbûne bi lez û bez dibistanên Tirkî vedikin û bi stendin û kirîna hinek malbatan zarokên van malbatan dikişînin van dibistanan û li wir wan bi gorî hişmendîya Tirkayetîyê  perwerde dikin. Tovê Tirkayetîyê bi vî awayî li van deveran davêjin.   Ez şaş û heyîrî dimînim ku hêna jî gelek Kurdên ku qaşo xwe Kurdewar û Kurdistanperest dibînin vê rastîyê nabînin û tewra vê konseptê jibo Kurdan tiştekî baş dibînin û alîgirîya xwe jêre eyan dikin. Îro hêl û cenahên Kurdan ku sîyaset dikin û jibo Kurd û Kurdistanê xwe xwedî teserif dibînin  mixabin bi awayekî xeflet ketine vê defika fetisandina Kurd û Kurdistanê.    Ez bi dengekî bilind dibêjim ez hêlên sîyasetê navê wan çi dibe bila bibe bihêlin tevlî vê konseptê bibin, li hember deng û bêlebat mayîna wan bixwe jibo paşeroja Kurdistanê bêtalihêyekî mezin dibînim. Ez fam nakim van derdor û organên ku sîyaset dikin alîgirî û piştgirîya wan jibo vê konsepta dewleta Tirk ti cara fam nakim. Ez nizanim van derdor û alîyên sîyasetan çawa bi vê konseptê bawer dikin  ku wê piştî biserketina vê konseptê wê wan bi Kurdayetî û bexşandina Kurdistanê memnûn bike! Jibo bûyîna vê soz û waedê çi garantorî û daneyên normên navnetewî hene ku Kurd pê bigirin û bi wî li ser pêkanîna meslehetên xwe bikaribin bisekinin.   Biborînin jibo pêkhatina tiştekî wiha ti dane û ti garantîyek ez nabînim û tine jî. Beravajîyê vê rastîyê her tişt jibo îspatkirina bicîhnehatina van teahudan heye.   Ez jibo sîyastên Başûr dibêjim. Dijminatîya min bi we re nîne. Lê min îqna bikin. Jibo hun li hemberî birayên xwe yên din piştgirî bidin dijminê welat û miletê xwe hun li holê çi garantî û çi teahudê di bin ewlehîya norm û yasayên navnetewî de dibînin? Bazirganî û aborîya qaçax ku di nav zagonên tahkîmata navnetewî de tu ewlehî û danasînên wî nîne hun bi Tirkan re dikin çiqas ev jibo hebûna we dikare bibe garantor? Her gav avêtina wan ku li ser axa Kurdistanê tê avêtin û lingê wan li wir bicih dibe şûnde hun nabînin li wir çi kar û xebatên paşeroja xwe dikin? Û hun nabînin ku ew bingehavêtinên wan di warê Tirk kirina herêm û guhertina demografîyan de  jibo Kurd û Kurdistanê di demên pêş de çiqas xeterî çêdike?   Divê sîyaseta Kurdistana Başûr vê rastîyê bibîne. Kurdistan û paşeroja Kurdistanê nabe qurbana bazirganîyên demkî  û malbatî! Nabe! Nikare bibe! Ger her Kurd serdehatinên Tirkan wekî dagirkirina demdirêj ya welatê Kurdan hemî nebînin ev xefletekî zor giran û xetere. Hebûna Kurdan di vir de di xetereya tinekirinêdeye. Divê her Kurd vê rastîyê bibîne.   Ger îro tevgera Kurd ya Bakur bêşikandin piştî wî ti garantîya hebûna Başûr û Rojava namîne. Divê her Kurd vê yekê baş bibîne û têbigihêje. Berjewendîyên bazirganî û malbatî divê riya çûyîna paşeroja Kurd û Kurdistanê şaş neke avarê neke,  tar û mar neke. Her tişt tê qebûlkirin û efûkirin lê mixabin tiştên jibo berjewendîyên ku xisar bide doza netewî û Kurdistanî nayê efûkirin û wê helbet cezayê xwe bibîne. Vîya kî bike bila bike yê bike jî kî dibe bila bibe wê miqabilê wî biqewime. Dema per û baskê mirov şîkîya şûn de tişta ti bikî namîne. Her hêzekî Kurd ji havudu re per û bask e. Kon û star e. Kîjan hêza Kurd jibo berjewendîyên xwe yên herêmî hêzekî din ya Kurdî ji xwe re xeter bibîne û jibo ji holêrakirina wê bi dijminê xwe re bibe yek û pê re tevbigere ev îxanet e. Lanet e. Xwîna ciwan û zarokên Kurdan qet û qet divê bi vî awayî neyê rijandin. Ev heram e gunehe û lanet e.   Sîyaseta Başûr bi ti awayekî nikare min îqna bike ku ev sekin û tevgera wan Kurdewarîye û nakeve rêza pîvanên îxanetê. Na ne mimkune. Çima? Lewre armanc û mebesta dijminê te li holê ye. Hemî mebest û armancên wî bidestxistina petrol û çavkanîyên te yên binerdêne. Li wir Gaz û petrol dîtine û hun jî baş vê yekê dizanin û we bi wan re di vî warî de hevpeymanên bi dizî jî kirine. Armanca Tirkan ne qendîl e bidedtxistina gaz û petrola qendîl e. PKK jibo gihaştina vê armanca xwe asteng dibîne û jibo ji holêrakirina wî we digire alîyê xwe û dixwaze bi destê we birayê we bikuje û ji holê rake.   Haydê we vî karî ji wan re kir û hun bihevudu re biserketin gelo piştî vê serkeftinê hunê çiqas li pîya bimînin?  Bawer bikin temenê we salekîye.  Wekî ku li Bakur dikin wê heman rê bidin pêşîya we jî. Wê du rê bidin pêşîya we. Riyekî li miqabilê Kurdayetîyê ya aborî û baziraganîyê, ya din jî tinebûna we, ji holêrakirina we. Riya vê yekê jî hêssne. Dek û dolabên Tirkan pirin. Qulpekî wê ji we re bibînin, sûcekî çêkin û b7din destê dadê û wê ee li îcaba we binêrin. Ma herdem ne wilo bûye! Ji xwe li Bakur gelek malbat û derdor jibo berjewendîyê bazirganî û aborî ji Kurdbûna xwe feregat nekirine û nebûne amûrekî pergals înkar û tinekirina Kurdan? Li Bakur çerxa vê pergalê wiha digere. Yan tuyê ji Kurdbûna xwe biborî û hemî îmkan û derfetên aborî û bazirganîyê bidin destê te, yan jî wê dosyeyekî sûc bînin pêşîya te û berê te bidin zindanê. Pir pir wê yê we jî wiha bikin. Yanê hunê ji Kurdbûn û Kurdayetîya xwe biborin û hemî şerîket û holdîngên aborîyê jî bikin bin destê we. De ka dema we ev pejirand û şûn de hun bêjin ev bû çi? Ma îxanet ji xwe bi van amûran nayê kirin?   Dîsa dibêjim û dubare dibêjim  welleh Tirk piştî şikestina tevgera azadî tiştek jî nadin we û wê hemî derfetên we jî ji destê we bigirin û pergala talan û çetetîyê li wir ava bikin. Li Efrîn çi kirine wê li wir jî heman tişt bikin. Jibo vê yekê jî hemî amedekarîyên wsn hene. Ev bû deh sale belesebeb 30 hezar Tirkmen li wir perwerde nakin. Biaqilbin û hişê xwe li serê xwe kom bikin. Ewqas. Em şîv in hun paşîv in birano!