Taxmas Pada – Îdrîsî Betlîsî û yên îro 06:44 24.04.2022 Fêrgîn Melîk Aykoç   Gelên dîroka xwe bi her awayî fêrnebûne, demên şikestin, xetên îxanetê têr tênegîhîştine, tenê bi raberkirinên derdorên berjewendîperest û çavkaniyên dagirkeran li dîroka xwe vegeryane, tim wendakirine. Mixabin ku me hê jî nekaniye ku en di ronahiya vê rastiyê de vegerin, li dîroke xwe binêrin. Mînaka rastiyê tênegihîştina herî balkêş di vê havoka ku di hin stranan de derbas dibe de veşartiya: „Mîrê min mîrê mîran e, li qonaxên padîşahan e...“ Me tenê bi hewes û hêvîyeke mija di vê hevokê de her tişt tarîkiriye re li mijarê nêrîye, lê ti car ev pirsana ji xwe û dîroka xwe nekiriye: „Çima mirê me ne bi xwe padîşah e, li qonaxên derdor û padîşahên dagirkeran ne? Yên li qonaxên padîşahan be, hetanî çi radeyî dikane ji me re rêberî bikin? Ma yên li qesr û qonaxên padîşahan be, ne sîxurên padîşahan e? Û û û....“ Divê li qonaxên padîşahanbûyîn û mijra dîplomasiyê neyên tevlihevkirin. Li qonaxên wan bûyîn û dîplomasî du tiştên ji hev cûda ne. Îro têkiliyên bi Tahran û Enqerê re, peyam û pêkatinên piştî van têkiliyan pêk tên nîşanê me didin ku ev ji têkilî ji dîplomasiyê pir dûr in. Rasterast di rengekî mirov naxwaze bi nav bike de ne.   1 – Taxmas Pada   Di gelek nivîsên mixî de xuya dike ku Taxmas Pada kurê serokeşîrekî di Serdema tekçûna Medan de bi Kambîs-Kuroşê Persan re tevgeriya ye û di ruxandina Medan de roleke herî giringê bêbext lîstîye ye. Taxmas Pada, di pêvajoya serhildanên di rêberiya Gaumada û Fravartîş ya li dij Darios I. de hem rêberî û hem jî fermandariya eşîrên Med yên ketine xizmeta Darios I. dike. Ji aliyê Şîrazê bigire hetanî, Kirmanşanê, Mahabat û Urmiyê bi dehan komkujiyan pêktîne. Dariyos bi xwe di nivîsên mixî yên Behîstûnê (Bestûnê) de bi kêfxweşî behsa vî çoyê destê xwe dike. Mînak di beşekê de wiha dinivîse:  Wergera ji almanî:  „Mediyekî bi navê Takmaspada (Taxmas Pada) Mediyê girêdayîyê min. Min ew kir rêber /fermandar (artêşa ji Medan pêk tê) Wî ajot ser vî gelê serî hildaye.. Min gote wî: Ew gelê Med ên min napejirîne, lêde bikuje.... Wî ajot ser Tişan Tagma /Çîçantaxma (Rêberê serhildana Kîrmanşan, Sakiz Hetanî Mahabatê).... Ahûra mazda alîkarê min e.“ (Niha jî dibêjin; "Allah yardimcimiz dir!") „..Einen Meder namens Taxmaspada, meinen Gefolgsmann, den machte ich zu ihrem Anführer.das sich nicht mein nennt, das schlaget!“. Darauf zog Takmasbada mit dem (Heer) volk fort; eine Schlacht lieferte es dem Ziššaintakma. Ahuramazda stand mir bei. Nach dem  Willen Ahuramazdas schlug mein (Heer)volk je...“ Yên almanî dizanin dikanin vê nivîsa Dîrokzanê Avusturyayî Robert Rolinger  ya lînka we li jêr hatiye dayîn de bixwîne. Ti dîrokzan û ramanwerên Kurd ev mijara Taxmas Pada dernexistine pêş. Yan jî li pey vê mijarê neketine. Heta navê wî jî nizanin. Yên ku mijarên dîrokî wek pirtûk pêşkêşkirine jî, haya xwe ji nivîsên mixî yên li Bestûnê tine. (Nivîsên mixî bi sê zimanan e; Medî, Elamî û Akadî)  Berê dengbêjên mîran hebûn, stranên bi pesinnameyên mîrên xwe distiran. Yên bi farsî û erebî nivisîne jî, tenê pesna hin mîr û fermandarên Erebên ku weke rêberên baweriya îslamê derketine pêş, dane. Heta çiqas xwîn rijandine, bi çendhezaran jin birine di bazarên ereban de firotine jî nedane, yên hinek dabin jî, tenê û tenê peyva „kafiran“ bikaranîne. Yanê bav û kalên xwe kirine kafir û namûsa wan û gelê xwe ji êrişkarên Erebên xwînxwar re helalkirine. Mînaka herî balkêş; weke pîrozwerekî pêşkêşkirina Xalit bin Welid û kurê wî Suleymanê li Amedê bi navê wî mizgeftek heye. Bi bandora bangaşiya Pers /Farisan Herpago`yê piştî xiyaneta xwe, poşman bûye û bi aliyê Persan ve hatiye kuştin, derxistine pêş, lê navê Taxmas Padayan tim veşartî maye. Yan ji hin derdorên berjewendiyên xwe yên qirêj di têkiliyeke wiha bêbext de dîtine, ew wek rêber û xwestiye karê baş bike, nîşan dane û hê jî didin. Yanê çerxeke wisa mejîxwarî.   2 – Îdrisî Bîtlîsî:   Yên di vî rengê Taxmas Pada de di her pêvajoyên dîrokê de bi rengên cuda derketine, hene. Rengekî wî yê din jî, yê herî baş tê nasîn, hê îro jî bi aliyên hin derdor û teorîsyenan ve wek gelperwer û rêberekî Kurd tê pêşkêşkirin, ango yê nav Îdrîsî Betlîsî`yê weke fantomekê ye, heye. Lê ti kes rastiya vê fantoma baş nizane. Sipas ji bo Doç. Dr. Vural Genc re ku wî di têza xwe ya doktorayê ya bi navê „"İdris-i Bidlîsî'yi Nasıl Bilirsiniz?“ de ev mijar bi her aliyê ve zelalkiriye. Her wiha li ser Youtubo´yê videoyke bi axaftina wî ya li ser vê mijarê heye. Em di ronahiya wê de hin aliyên Vê fantoma nav Îdrîsî Bîtlîsî bidin nasandin. Idrisî Bitlisî kurê Hakimuddin İdris El-Bitlisî ye. Hakimuddin bi xwe ji Tarîqata Nurbaşî ye. (Nurbaşî kulta 12 imaman diparêzin û Mehdîcî ne.) Hakimuddin ji bo vê welatê xwe cih dihêle û xwe li şêxê tarîqata Nurbaşî yê li Rey (Tehranê) digire. Îdrîsî Bîtlîsî li Rey (Tehranê) di nava farisan de tê dunê. Zarokatiya xwe li wir derbas dike. Demekê bi tevê bavê xwe tê Amedê, lê piştî çend salan cardin diçin Tebrîzê. Bavê wî dikeve xizmeta Yaqub Xanê Sefavî. Ew li wir dixwîne û mezin dibe. Dema Şah Îsmail Tebrîzê dike Paytext Îdîrîsê Betlîsî ji bo ku bikane weke brokratekî têkeve xizmeta Şah Îsmaîl, qesîdeyên pesinnameyî yên li ser Şah Îsmaîl dinivîse. Lê brokratên hê pêşketîtir hene, rê nadin wî. Ew jî diçe Stenbolê ku wek brokrat têkeve xizmeta Bazît II. bes ew jî ne rihet e. Demekî diçe Sofyayê li wir dimîne. (Bi dibekuyek mezin wê serdemê bi Balim Sultan re jî têkilî datîne.) Ji wir tê Stenbolê, lê brokratên Rûmelîyê rênadin wî, ji wê di hin karên Brokratîk yên piçûk de dixebite. Dema daxwaziya wî pêknayê ji wir diçe Mekkê. Li Mekkê nameyên pesinnameyan ji bo şahzadeyê Osmaniyan weke Ahmed; Selîm (Yavuz) re dinivîsîne. Piştê Yavuz tê ser kar wî dixwaze Stenbolê. Bîsta Şah Îsmaîl mîrên Kurdan vedixwîne bajarê Koy û li wir wan ji kar digire, (lê ev wekî 11 mîrên Kurdan yên sunî çûn teslîmê Şah Îsmaîl bûn tê zanîn. Rastî ne wisa ye. Şah Îsmaîl bang wan dike û dibe, di cîhê wan de kesên Sefavî weke mîr dişîne wan herêman (wê serdemê hetanî Meletyê di bin fermana Sefaviyan de bû.) Yavuz vê Firsend dibîne. Ji bo wan eşîran bi xwe ve girêde, bi diyarîyan re Îdrîsî Bîtlisî weke şandeyê xwe  dişîne wan herêman. Çîrok wî bi kurti ev e.   Kesayetiya wî;   1 - Kesekî brokrat û tasawufî ye, ti aliyekî wî yê gelperwerî û netewî tine. Ew wek brokrat tim li xwediyekê (Hamîyek) digere. Yanê di bîr û boçûna wi de gelperweriyê cih bihêle, eşîrperwerî û tarîqatperweri jî tine (Bi cihîştina Nurbaşîtîyê re ji bavê xwe re jî îxanet kiriye). Rûsan jî bang wî bikira û di warê brokrasiyê de ew têkira xizmeta xwe, wê biçûya. Mînaka balkêş Nurbaşî Sefavî bûn, 12 imam diparastin, wî ew cih hîşt, çû û bi Bazid II. û Yavuzê sunî ve zeliqî. 2 – Di cihana wî de Kurd yan jî Kurdayetî tine, bi zimanê farsî mezin bûye û xwe weke Ecem (Wê demê ji bo Îranê dihat bikaranîn) dibîne. Tenê di yek nameyekê xwe yê li Mekkeyê nivîsîye de wiha gotiye: „Ez Ecem ji êla el Ekrad im!“ nivîsîye. Wekî din ti gotin, gotar û çalkîyeke wî ya di derbarê Kurdan, yan jî xizmeta Kurdan de tine. Yanê Mîna bêje: „Ez tirk kurdî (Kurdê Tirk) me! Ez Faris Kurdî me!“ ti nirxeke vê gotinê tineye. 3 – Wê serdemê ew di nava Kurdan de nedihat nasîn. Malbata wî jî ne malbateke di warê siyasî de bi bandor bû. Heta di nav Bîtlîsê de jî baş nedihat nasîn. Ew û Şerefxanê Bîtlîsî di heman serdemê de dijîn. Her çendî di nivîsên Şerefxanê Bîtlîsî de navê wî derbas be jî, wer nirxeke girîng nade wî. Yanê ne wek rêberekî Kurd, wek brokratekî Yavuz hatiye di nava Kurdan de geryaye û hewldaye ku eşîrên Kurd bi Yavuz ve girê de. Îro Serokê îstixbarata Tirk Hakan Fîdan jî heman rolê dilîze. Ti cudahî di navbera wan de tine. Hin nijadkurdên wî diparêzin îro Di TRT6 (kurdî) de dixebitin.   Taxmas Pada û Îdrîsî Betlîsî   Herdu jî di xizmeta dagirkeran de ne, Taxmas Pada bi çeka xwe û xwînxwariya xwe bi Persopolîs û Darios I.ve girêdayî ye, her fermana Darios pêktîne. Îdrîsî Bîtlîsî birokrat e, ji xizmeta serkaran re amade ye. Di encamê de di xizmeta Yavuz de dijminahiya beşeke Kurdan dike. Her hewl dide ku Kurdan di xizmeta Osmaniyan de bigire. Kurê Nasirûddewle, Mansûr her çendî ji ber êrişen Romayiyan bi 10 000 leşkerî ve alîkariya Alpaslanê Selçûkî dike (leşkerê Alparslan tenê sê çar hezar e.), lênaxe serê Alparslan napelixîne, dikeve xizmeta wî, ew jî Dewleta Mervaniyan dirûxîne. Yanê di vir de jî ew rengê evîndariya „Mîrê min Mîrêmîran e, li qonaxên padîşahan e!“ xuya dike. Bi navê serkeftinê bikeftinê dijî. Û ew roj e, ev roj e, em serberjêr diçin.   Bi kurtî berdewemiya vê xetê   Ev xeta di dema Hatina îslamê de jî xuya dike. Yên baweriya  îslamê werdigirin, bi têgîhîştin û xwînxwariya Ereban nêzîkê Kurdên ne îslam yan jî ne xiristiyan dibin. Ev di Fermanên Kurdên Êzdî yên li serhedê de bi Zelalî xuya dike.   Mijara şerê Kozanê û em di strana Evdalê Zeynikê ya bi navê „Wer Kozanê /Xozanê“ de dibînin. Li bajarokê Sîs (Kozan) Kurdên Elewî /ne misliman serî hildidin, Osmanî pê nikanin, ji derdorên bi xwe ve girêdayî alîkarî dixwaze. Surmelî Mehmet Paşa 400 siwariyan ji bo alîkariya Osmaniyan dişîne Kozanê. Ev tevgera Surmelî Mehmet Paşa jî rengekî vê xeta xwar e.   Dîsa bi Alîkariya Bedixanan êrişê Seîd Begê, bi piştgiriya Yêzanşêr li Bedirxaniyan xistin jî rengekî vê xeta xayîn e. Yanê „mîrê min li qonaxên padîşahan e!“   Di dema Tevgera Kemal de jî mînaka herî balkêş Cemîlê Çeto ye. Kemalîst bi nameyeke qaşo bi aliyê Mistefa Kemal ve hatiye nivîsandin didin Cemîlê Çeto, ew bi nameya bi navê Kemal bawer dike û bi hin hêviyan dikeve nava Îxanetê, le tê girtin. Di hundir de berxwidêr û rêber Emre Temir ji wî re wiha dibêje: „Cemo ez ne ew mirovim ku li ser min were gîrîn, çi ji destê min hat min ji bo gelê xwe kir. Dilê min rihet e. Lê tu? Tu rebênê bêhiş, te ji dijmin re xizmet kir û îro jî dixwazin te bikujin, tu bi wî halê xwe bigîrî!“   Mirov dikane Dîyap Axa û mijara Hasan Xêrî, mijara Pirço û Rayberê li Dêrsimê jî di vê merheleyê de binirxîne.   Bi kurtî îro jî ev rengê Taxmas Pada û Îdrîsî Betlîsî di rojevê de ye. Rengê vî yê li Bakur, Başûr û Rojava hene. Hin weke Îdrîsê Bîtlîsî geh li Tahranê geh li Enqerê ne û mixabin ku navê vê jî bi aliyê heman derdoran ve weke dîplomasî tê binavkirin. Lê hajî tinin ku wê aqubeta wan ya Cemîlê Çeto be. Divê ev mijara têkiliyên bi dagirkeran re baş were nirxandin, li ser mînakên dîrokê û yên vê serdema me  bi têgîhîştineke têr were rawestandin û ev xeta Taxmas Pada û Îdrîsê Bîtlîsî baş were zelakirin, daku êdî tikes nekeve vê dafikê. Bi hêviya di vî warî de lêkolînên hê berfirehtir û têgîştinên têr pekwerin.   Lêkolînên min Çavkaniyên romanên min „Serwerê Med Aştiyago û Nevîyê Aştiyago Gaumada http://docplayer.org/37370258-Das-phantom-des-medischen... https://www.youtube.com/watch?v=_sApacYufOY https://www.bernamegeh.com/cemile-cetonun-hikayesi/