“Teyrê Medan Ferwertîş” 05:37 30.06.2008 Heta îroj di derheqê kurdan de gelek nivîskar, lêkolinvan, gerok, dîroknas, arkeolog, antropolog û maceraperest li ser kurdan gelek pirtûk nivîsî ne. Ji bo hinekan macera ji bo hinekan zanist, lêkolîn, ji bo hinekan dîrok û ji bo hinekan jî mijarên balkês û mîstîk bûn û bi vî rengî pirtûkên xwe dinivîsîn. Lê belê tiştê herî balkêş ew bû ku kurdan bi xwe dirok ol û felsefa xwe nedinivîsîn. An jî gelek kêm hatibûn nivîsîn. Kurd dîroka xwe ji arşîvên asûriyan, heleniyan, persan, osmaniyan û xelkên din hîn dibûn. Ev trajedî bi serê xwe êşeke pir mezin e. Mijar, şaristanî ji ku hat? Yên ku bingeh danîn kî bûn? Di bersivên van pirsan de hemû hemfikir in ku merkez Kurdistan e. Herkes hemfikir e ku herî pêşî ajal li vê heremê hatine kedîkirin. Herî pêşî ax li vir hatiye ajotin. Huner li vê heremê li ser keviran û di şikeftan de hatine nexşkirin. Avahîsazî li vê heremê pêş ketiye. Zanîngehên herî pêşîn li ser vê axê hatine damezirandin. Pêxemberên herî pêşîn ji vê heremê derketine. Olên monoteist û yên din li vir hatine damezirandin. Hişmendî li vir reh berda ye. Felsefe, astrologî matematik li ser vê axê şîn bûne. Heta vir her tişt xweş û baş e, lê ka arşîvên me? Kanê ne nivîskarên me kanê ne dîroknas û feylozofên me? Ya herî giring jî, ka yên ku li van nirxên xwe xwedî derdikevîn li ku ne? Bersiva van pirsan herkes dizane; Perçebûn û dîsa perçebûn. Ji ber îdeolojiyên cuda perçebûn. Ji ber dîtinên netewatî û unîversalî perçebûn. Ji ber olên cuda percebûn. Ji ber berjewendiyên komî û ferdî dîsa perçebûn û disa perçebûn. Em kurd ji Aristo û Linê re gelek sadiq in. Diviya ku kurdan van herdu zanyaran ji xwe re rêber bidîtina. Ji ber ku em hertiştî kategorî û dosya dikin û mora xwe bi ebedî li binî dixin. Herkes xwe di dîtinên xwe de rast dibîne lê belê nafikire ku carna rastiyên mirov ji hinekên din re çewtî ne û berevacî. Di bin navê modernîtiyê, pêşverûtiyê, globalîzmê û unîversiyaliyê de me mal li xwe xera kiriye. Haya me ji me ne maye. Ziman li ber mirinê ye. Çand tar û mar dejenere bûye. Ol, baweriyên me yên resen di bin zext û zoran de ne û li ber tûnebûnê ne. Asimilasiyon hevsar ji dest me sitendiye û bi çargavê dibeze.Ji ber van sebeban min li ser xwe ferz dît ku ez vê romana Rêzdar Edîp Bedirxan bi xwendevanên xwe bidim nasandin. Ji ber ku ez wek kesek kurd xwe bi vê romanê serbilind dibînim. Teyrê Med Ferwertîş bi navê orjinal Med kartali Ferwertis ji aliyê Rêzdar Edîp Bedirxan ve hatiye nivîsîn. Roman ji nav weşanên Siyah Beyaz di sala 2007an de derketiye. Roman bi tevahî 350 rûpel e. Birêz Faysal Dagli, 20 rûpelên pêşî ji dîroka bapîrên kurdan Med, Mîttanî û Hurriyan û cîranen wan Asur, Misir, Îskit hwd. re wek înformasiyon veqetandiye û bi ya min wate û statuya romanê dewlemendtir kiriye. Çend rêz ji naverok û têma romanê: Piştî mirina împarator Kuruşê kebîr welatê Aryan di navbera herdu kurên Kuruş de tê parvekirin. Lê belê yek ji kurên wî biraye xwe dikuje da ji bo ku karibe bibe desthilatdarê hemû imparatoriyê. Darius ango Dara di artêşê de serleşker e. Dara bi fen û fetlanokan, kurê Kuruş yê împarator dikuje. Keywistaspa weka bavê xwe û Ahura Mazda jî wek referens ji xwe re destnîşan dike û bi derbeyeke leşkerî dibe împaratorê Aryaniyan. Li Medyayê serhildan çê dibin lê belê Dara hemûyan bi hovîtî têk dibe. Rahîbek mag ango mecûsî, dixwaze li hember împarator Dara lehengek Med perwerde bike û li gor berjewendiyên xwe wî û Medyayê bi kar bîne. Çavên wî li Ferwertîş e. Lê belê ne emîn e ku Ferwertiş xwe pê bide bikaranîn. Keça magus Rihan û Ferwertiş evîndarên hev in. Ji bo destûra zewaca wan bavê Rihanê şertên bê îmkan dide ber Ferwertîş. Herçiqas Ferwertîş şertên wî bi cîh tîne jî, ew êdî emîn e ku Ferwertiş xwe pê nade bi kar anîn. Lê belê Ferwertîş êdî di nav gel de leheng e. Magus dikeve nav dek û dolaban ji bo ku Ferwertîş bide kuştin. Wî bi diya wî dide kuştin. Lê Ferwertîs car din ji aliyê Ahura Mazda ve tê jiyandin. Serpêhatiyên Ferwertîş ji Misirê heta Asurê didome. Li hember Dara bi lehengî têdikoşe. Bi ya min divê ev roman di mala her kurdî de di nav romanên herî serekede cîh bigre. Ji ber ku ev roman di her warî de têr û tijî ye. Dîrok, felsefê, ol, evîn, fen û fetlonek, mêranî, naveroka çirokê, karekterê jinên mediyan û hwd. Bi kurtayî roman rengîn, dewlemend, dagirtî û hêja ye. Nivîskar pênûsa xwe bi hostetî bi kar aniye. Herciqas ev pirtûk roman be jî li gor min nivîskar tespîtên dîrokî rast kiriye û rast nirxandiye û xweş honaye. Dema ku min vê romanê xwend çend pirtûkên ku min berê xwendibûn hatin hişê min; mîna Mem û Zîn: Ehmedê Xanî, Wiha Digot Zerdeşt: Fredric Niezche:, Sumer Rahib Devletinden Demokratîk Uygarliga: Abdullah Öcalan. Darius: Hans Knefiel. Bêhna van pirtûkan ji vê romanê tê. Wek rexne jî ez ê du xalan diyar bikim: Nivîskar ji destpêka romanê heta dawî peyv û têgiha beşa şamanîzma mongol û tirkan, Tengrî (giyana asîmanên şîn) ango Tanri, carna di cîh de carna jî di cîhên xelet de bi kar aniye. Belê herciqas roman bi tirkî hatibe nivîsîn jî, peyva Tanri di her derê de diviya nehata bikar anîn. Wek mînak; Tanri Ahura, Tanri Mazda, Tanri Ehrîmen, Tanri Zervan divê peyva Tanri nehata pêşiya navê van Xwedayan. Minakek din; ger ku di cîhê Ahura de Allah bûya ez ne bawer im ku nivîskar peyva Tanri daniya pêşiya peyva Allah û Tanri Allah binivîsanda. Bi heman şêweyî, ger ku mijar peyva Xweda bûna dîsa ne bawer im ku nivîskar Tanri Xweda binivîsiya. Ger ku kesekî zerdeştî mijarek li ser Tanri binivîsiya dîsa ne bawerim ku Ahura Tanri an jî Ehrîmen Tanri binivîsiya. Lê wisa xuya ye ku van têgihan ji ber çavên nivîskar reviya ne. Xala duyem; pirtûk çima bi tirkî hatiye nivîsîn? Ev xal kare telafî bibe, lewra mirov dikare romanê wergerine kurdî. Ez di wê ferqê de me û karim fêm bikim ku nivîskarê romaneke bi vî rengi, dikare tirk be jî, an jî nivîskar bi kurdî baş nizani be jî. Ji ber van rastiyan ez vê xala paşîn sist digirim.Ez car din spasiyên xwe ji Rêzdar Edîb Bedirxan re pêşkêş dikim ji ber ku wî berhemeke hêja bi wêjeya kurd daye qezenckirin. Can ŞEKER