Zerde_tî û Ezdayetî 05:53 17.07.2007 Min jî mîna gelekan nîvisa birêz Receb Dildar a li ser Zerdeştî û Ezdatiyê xwend. Bi rastî ez mat û ecêbmayî mam. Min dixwest ku zanyarek ezîdî bersiva birêz Dildar bide, lê ez ê jî hewl bidim û hin ti?tên ku li gor min û di rastiyê de jî ?a? in, bibersivînim. Ez ê raste rast bikevim nav teksta birêz Dildar û binirxînim. Dil dixwest ku birêz Dildar li ser mitolojî, qewl û feylosofiya ola kurdan Ezdatiyê ku di cîhanê de bê hempa ne, binivîse, da ku xwendevanên Amidakurd.comê jî jê feydekî bigirtana. Birêz Dildar weha dinivîse: "Bi baweriya min her çiqas dîne dewleta sasaniyan ê fermî zerde?tî bûye jî, lê TU CAREK KURD NEBÛNE ZERDE?TÎ Û ZERDE?TIYÊ QEBUL NEKIRINE. Dibe ku li hinek herêmên piçûk bi darê zorê bi wan dabin qebûlkirin."Birêz Dildar wer nî?an dide ku zerde?tî tenê buyê ola sasaniyan. Ger ku sasanî kurd bin, ola wan zerde?tî be û yek idia bike ku kurd tu car nebûne zerdestî, ev ji lojîkê gelek dûr e. Dewleta ku sasaniyan ava kiriye di navbera salên 224- 661 pz. de ye. Birêz Dildar bahsa medan (bapîrên kurdan) ku imparatorî ava kirine nake ku ola wan jî zerde?tî bûye. Kawayê pasîn jî Imparatorê Medan Astîyag e ku hukmê wî di navbera salên 585-550 bz. de derbas bûye. Hemû zanyarên cidî di lêkolinen xwe de nî?an didin ku Zerde?t bi xwe medî û kurd bûye. Herweha pirtuka Avesta jî bi kurdiya kevnare, bi medî hatiye nivîsîn. Dema ku em peyvên avestî bi kurdiya îro re didine ber hev em dibînin ku hê jî ti?tek zêde ji xwe wenda nekiriye. Kurdbûna Zerde?t bi du awayî em fêm dikin. Yek; di Avestayê de ku ziman bi kurdî ye û be?a gatayê ya Zerde?t bi xwe ye. Dudo; dîsa ziman, yanê navê Zerde?t û yê malbata wî bi me dide dîyarkirin ku ew Kurd e. Zerde?t: Zer: Rengek ji rengan e, taybetiyên vî rengî enerjî û dewlemendî ne. Ji bo ku zêr zer e, ji bo ku roj zer e. De?t: Firehî ye. Di zanistê de pir caran tê bikaranîn. Bavê Zerde?t navê wî Piraspa ye. Piraspa: Pir: Gelek, zaf, zor. Aspa: hesp. Wek ku em dibînin Aspa ango Hesp, di evulition ango guherandineke mezin de derbas nebûye. Navê dîya Zerde?t Doghdova ye. Dogh: Dew, an jî ?ir. Dova: Do?andin, an jî dovandin. Îroj jî Kurd ji ?îrdo?ê re dibêjin Bêrîvan. Navê jina Zerde?t Hîvova ye: Yan jî Hîve, Heyvê, an jî Hîvî ye. Heyvîn. Îroj jî em dibînin ku navê gelek keçên kurd Heyvîn e. An jî Heyveron e. Zerde?t û Zerde?tî gelek sal beriya dewleta Med hebûne. Hinek dîroknas hejmara salê dibin 8000 sal bz. Di 8000 salan de dewlet hatîne çêkirin, xera bûne. Malbat bûne e?îr, bûne qewm, heta bûne dewlet. Baweri, feylosofî hatine afirandin. Gelek ti?t hatine ji bîrkirin. Xweza bi xwe jî guherî ye. Navê cîyan bi sedan car hatine guhartin. Çem ziwa bûne Çiya nizim bûne, heta kevir heliya ne lê hê jî, peyvên Avestayê bi Kurdiya iroj têne femkirin, tew hinek peyv hene ku weke xwe mane. Wek ziman bawerî jî hatine evulisiyon kirin heta tê de mutasyon ji çêbûne. Di nav baweriyan de dayîn û sitendin çêdibin, mezheb û teriqet çêdibin, guhartin, zêdebûn û kêmasî çêdibin. Bê guman dayîn û sitendin di navbera her du olên kurdan Zerde?tî û Ezdatiyê de jî bûne. Dema ku em raporên lêkolinvanan dixweynin, tê gotin ku Ezdatî ji Zerdestiyê jî kevintir e. Tê gotin ku bavê Zerde?t Piraspa bixwe alîgirê ola Ezdatiyê bûye ku ev ol wê demê bi navê Daeva dihat naskirin. Car din em di pirtûka pîroz Avestayê de dibînin ku xwedawendekî bi navê Yezda, Yazat. Yezd, Ezd, an jî Izd heye. Dîsa em dibînin ku Yezdan navek ji 101 navên Ahûra Mazda ye. Zerde?t ola bav û kalên xwe reforme kiriye û Zerde?tî hatiye holê. Em heman bûyerê di nav olên din de jî dibînin. Hz. Îsa bi xwe Mûsewî bû û Mûsewîtiyê reforme kir û Xirîstiyanî derket hole. Niha em dibînin ku di navbera Mûsewîtî û Îsewîtiyê de cudahiyeke mezin nîne. Bûyereke wisa di nav Ezdatî û Zerde?tiyê de jî qewimî ye.Birêz Dildar dîyar dike ku "Zerde?tî bi darê Zorê li hinek heremên piçûk xwe bi kurdan daye qebulkirin" Di vê Îdîaya birêz Dildar de xuya dibe ku ew li ser ola Zerde?tiyê xwedî agahiyên berfireh nîne. Cîhan hemû dizane ku Zerde?tî olek mirovahî ye. Zor û zixt tu car nehatiye dîtin di Zerde?tiyê de. Di feylosofiya Zerdestiyê de zor nîne. Mirov, di Zerde?tiyê de pîroz in. Belê birêz Dildar! Zerde?tî oleke dualist e. Tê de xêr û ?er hene. Li ser her mirovî ferz e ku li hember ?er têbiko?e. Birêz Dildar gelo peyva Dualî an jî dualîstî ji we re çi dibêje? Ji kerema xwe re hinek li ser bifikirin. Pa?navê we bi xwe di bingeha xwe de peyvek Avestî ye. Bi ya we Medan ji "Dildar" re çi digotin? Kes nikare bêje peyva "Dildar" ne bi Kurdî ye. Ji bo wî jî kes bi awayek bê lêkolîn nikare bêje Zerde?t û Avesta ne mîrasê kurdan in û di nav kurdan de jî nehatine qebulkirin.Birêz Dildar berdewam dike: " Zerde?tî her ciqas dînekî xelkên Arî be jî, zêdetir di nav farisan de belav bûye û heta Hindistanê çûye"Heger ku kurd xelkek ji xelkê Arî bin û Zerde?tî jî di nav Ariyan de belav bûbe, ma nayê wê wateyê ku kurd Zerde?tî bûne. Di vir de hûn bi xwe re dikevine nav nakokiyê. Li jor, min bahsa Kaweyê Medî Astîyag kiribû. Astîyag qiza xwe dide yekî Faris an jî Pars. Kurek ji keça wî û zavê wî yê faris re çêdibe, navê wî datînin Kurus. Farisî jê re dibêjin Kurusê Kebîr, yanê Kurusê Mezin. Pa?ê Kurus di nav erkana dewleta Medan de pismamên xwe di ciyê le?kerî û îdarî de bi cîh dike. Bi hîle û canbazî tê wê merhalê û dewleta Medan dike destê xwe û aligirên xwe. Kalê xwe Astîyag dikuje û li ser hemû mirasên Medan rudinê. Ciqas rûmet û afirandinên Kurdan hebin, hemûyan yan dike malê farisan an jî tar û mar dike. Heta navê Medan bixwe ji holê radike û navek din li dewletê datine, Akamend. Lêkolinvan dîyar dikin ku faris di wê demê de ji ola Mithra bûne û ne Zerde?tî bûne. Gelek lêkolinvan dibêjin faris tu car nebûne Zerde?tî, her dem jî li hember Zerde?tiye neyartî û ?er kirine. Pi?tî Kurus jî, Darius ku Kurd jê re dibêjin Dara, li hember kurdan ?er kiriye. Di dema Darîus de li ser Zinarekî, peykerek çêkirine û hin nivîs nivîsandine. Navê Ahûra Mazda heye lê belê navê Zerde?t ne nivîsandine, ew jî tê wê wateyê ku Zerde?t ne faris e û faris jî ne Zerde?tî ne. Nivîsandina navê Ahûra Mazda ya li ser zinar û kolandina peykerê wî, nayê wateya ku faris Zerde?tî bûne. Em dizanin ku pê?îya Zerde?t jî Ahûra an jî Aura di ola Mithra de heye lê ne wek xwedayekî xurt, wek firî?teyek dihat nasîn. Zerde?tê kal di ola nû ya Zerde?tiyê de statuya firî?teh Ahûra bilind dike û wî mîna Xwedayê herî mezin û yekem dide nasîn. Kurd ji ber zor û zixta farisan, ber bi çiyayan ve çûne da ku karibin xwe li hember wan biparêzin û ?aristaniya xwe li wir ava kirine, ji bo wê ji, farisan ji kurdan re gotine: "Koord" Bi zimanê farisî Ko tê wateya Çîya. Or jî tê wateya Agir, yanê "Çîyayiyên Arperest."Hê jî faris ji kurdan re dibêjin Kord û ji Kurdistanê re jî dibêjin Kordestan.Rîwayet û hikayeta li ser qîzdayina Farisan gelek bi nav û deng e. Rîwayet bi navê "Xewna Astiyag" tê nasîn. Ez ê dirêj nekim lê bi kurtayî riwayet weha ye: Astîyag xewnek dibîne ku di la?ê qiza wî de darek ?în dibe û ?axên wê darê li Astiyag dilefin û wî difetisînin. Roja din Astîyag ji ?êwirmendê xwe re xewna xwe dibêje û dixwaze xewna wî were tehlîl û ?irovekirin. ?êwirmend di tehlila xwe de weha dibêjin: "Tu dê qîza xwe bidî yekî û dê ji wan re zarokek kurîn çêbibe. Ew zarok dê te bikuje" Li ser vê yekê, Astîyag gelek dihizire. Naxwaze qîza xwe jî bikuje. Astîyag dibêje ez ê qîza xwe bidim yekî bê esîl, da ku kurê wê çê jî bibe, nikaribe min bikuje. Astîyag qîza xwe dide yekî Parsî. Di navberê de dem diçe ji qîza wî re kurek çêdibe û navê Kurus lê dikin. Pa?ê jî diyar e. Kalê xwe Astîyag dikuje. Dewleta Kurdan serûbin dike. Di wê demê de kurdan Farisan ango Parsan bê esil didîtin. Wan nedikirin nav qesr û sarayên xwe. Ji bo vê jî di nav hinek lêkolinvanên Kurd de niqa? tên kirin ku Faris bê esil in. Yanê ne xelkek ji xelkê Arî ne. Aryanî dihat wateya esilane. Meriv ne Aryan bûna, bê esil bû. Di wê demê de eger faris Arî bûna dê Astiyag qîza xwe nedana wan. Ji bo ku Astîyag dibeje ez ê qîza xwe bidim yekî bê esil. Lêkolînvanê kurd Selahaddin Muhotuli di pirtûka xwe ya bi navê "Aryan Uygarliklarindan Kurdlere" de weha idia dike: Di dema Medan de faris ango pars gerok bûn, sazbend û reqase bûn, parsê dikirin, Loma jî kurdan ji wan re digotin Parsek.Birêz Dildar berdewam dike: "Ji ber ku sîyasiyên me propoganda Zerde?tiyê kirine, niha fikirek di mejiyê xortên me yên nûhatî de bi cîh bûye û dibêjin qey dînê kurdan ê kevn Zerde?tî ye."Birêz Dildar; wek kurdekî meriv dikare hin sîyasetan neecibîne. Di mesela propogandaya olî an jî kulturî de mafê her sîyasetvanekî/a kurd heye ku afirandin û rumetên kurdan derxe holê. Heta ku sîyasiyan propoganda Zerde?tiyê an jî Ezdatiyê nekiribûn, du kurdên ji baweriyên cuda bê ku?tin û lihevxistin nikaribûn werin cem hev. Êzî, ji ber zor û zixta Misilmanan nikaribûn bêjin em Ezîdî ne. Roj bi roj Ezîdî diheliyan. Ola kurdan Ezdatî û bawermendên wê Ezîdî, hatibûn merheleya tunebûn û qirkirinê. Ev rastiyek e ku di fermanên li ser Eziyan hatine dayin de para kurdên misilman jî heye. Sîyasiyan rûmet dane hemû alîgirên olên xwe; çi Elawî, Xirîstiyan, Misilman û çi jî terîqet û mezhebên kurdan ên din. Em îro dibînin bi rihetî Ezîdiyek û Misilmanek kurd dikarin werin cem hev û ji baweriyên hev re rêz bigirin. Bêyî Zerde?t û Zerde?tiyê, kurd nikarin bêjin Newroz mîrata bav û kalên me ye, lewra Newroz û agirê wê yê Pîroz ji Zerdestiyê tê. Bê Zerde?tî ala jî ne alaya Kurdan e, lewra sembola Zerde?tiyê li ser Alaya Kurdan e. Bêyî Zerde?tiyê bila kes nebêje Seydayê Cîgerxwîn, ?êx Ahmedê Xanî û yên din helbestvan û diroknasên Kurdan in, lewra îlhama xwe ji wir digirin. Bila tu kurd bi agir sond nexwe, bi agir nifir û pezn nede, lewra Agir sembol û pîrozbahiya Zede?tê kal û qewmê wî yê. Bila tu kurd navên mîna Zerde?t, Adar, Bêrîvan, Heyveron, Hogir, Rojîn, Rojda, Horas, Hegîn û Horînas û hwd. li zarokên xwe neke, lewra ev hemî navên Zerde?tiyan in. Bila tu kurd bi kurdî nenivîse, lewra kurdî zimanek Avestî ye û Avesta pirtûka Zerde?t a pîroz e. Bila tu kurd nebêje em xelk an jî neteweyek in, lewra bapîrên wan Medî ne û Zerde?t bi xwe jî Medî ye. Ez dikarim lîsteyê gelek direj bikim, lê ne hewce ye. Ma hûn nizanin ku di malên hemû Ezîyan de wêneyên Zerde?tê kal hene. Yek ji Koma Musîka Ezîdiyan navê wê Koma Zerdestê kal e. Her çiqas hin cudahî di naverok ola Zerde?tî û Ezdatîyê de hebin jî, Ezdayî bi piranî ji xwe re dibêjin em Zerde?tî ne.Mesela mar, dûpi?k û pisîke, ji bo kurdan belgeyeke ku kurd Zerde?tî ne. Lewra mîna ku birêz Dildar jî dibêje, Zerde?tî oleke dualîst e. Ne tenê di Zerde?tiyê lê di dînên Semawî de jî, neyê gotin jî di rastiyê de dualîzm heye, lê ev ne mijara nivîsara me ye.Mar bi jehr e, Jehr dikare mirin û nexwe?înê bide mirovan loma jî di nav Zerde?tiyan de ajelek neba? tê ditin. Zargotin û nifirên kurdan di vî warî de gelek in: "Tu wek marê bi jehrî yî" "Mar bi te vede"hwd. Mar wek neyar tê nasîn, divê meriv xwe ji merivên marîn biparêze. Dûpi?k jî wisa ye; bi jahra xwe dikare mirin û nexwe?în bide meriv. Dûpi?k di nav Kurdan de wek qelle?, ango xayîn tê nasîn, bi dizî û ji ni?ka ve bi meriv vedide. "Tu wek dûpi?kê yî." Pisîk: Kî xwarina xwe? û cîhe germ bide pisîkê û wê miz bide pisîk li wir e. Di nav kurdan de sembola nankoriyê ye. "Tu wek pisîkê nankor î." Belê, wek tê zanîn, hinek cudahî di navbera her du olên kurdan de hene. Lê nayê wê wateyê ku kurd nikarin bibin alîgirên yek ji herdu olên kurdan. Kurdên Elawî, Kurdên Nusuryanî, Kurdên Cihû, Kurdên Xiristîyan jî hene.Ez hêvîdar im ku birêz Receb Dildar li ser mîtolojî û felsefeya Ezdatiyê jî, ji me re binivîse.Li gel rêz û silavan Can Şeker 30 çile 2006