Ne ez bûm! 05:39 12.10.2012 ÇEM..  Çemê Amûdê yê ku aniha zuha ye, ji dilê min diherikî..  Rondikên dayika min ên ku bi qasî êşa Kurdistanê dibariyan,  Aniha li qublenameya pêximberekî dilsoj digerin…  Min guliyên bindestiya te vedihûnan,  Min teşiyê keservedana te vedirêsa,  Min ji te re digot tu ji hemî welatan xweşiktir î..  Min sîtava te li hemî penaberan,  Li hemî cinaweran, Li hemî şevbideran belav dikir,  Û min hemî kavilên xewna te di hestên xwe de dihêwirandin..  Em bi hev re di velerzînê de mezin dibûn,  Ez û tu û çem û dayik û komkujiyên bênav..  Esmanan li me dinêrî, Dilê te bi min dişewitî,  Dilê te ji yê esmanan naziktir bû DAYÊ!!  NE EZ BÛM.. Yê ku carekê ji caran  Ji te re gotibû ji te hez dikim, ne ez bûm,  Cêwiyê min ê eşqê,  Feqiyê Teyran bû…  Yê ku carekê ji caran,  Dixwest di zindana çavê te de bemire, ne ez bûm,  Hevrêyê êşa min Memê Alan bû...  Û yê ku carekê ji caran  Li ber pencereya dilê te agir bi xwe xist, ne ez bûm,  Cizîriyê bavê min, dilê Selmayê û dinê Botan bû..  BIRAYÊ MIN BAVÊ CIWAN.. Beriya salekê,  Wek îro bû, 03. 08. 2011,  Li elmanyayê, li nexweşxaneya Solinginê,  Li qata jêrîn,  Min xwe davêt bextê te,  Min ji te re digot zû ye zûûû, neçe!  Min bi tenê li pey xwe di nav diranên jiyanê de nehêle!  Min ji boyî te hemî miriyên pirtûka xwe ji bîr kirin,  Min hemî çirayên dilê xwe vemirandin,  Min hemî hîvên xewna xwe bi bêzariyê nixumandin,  Lê tu di himbêza min a kuştî de,  Lêborîna xwe ji bêrîkirina Amûdê dixwazî!!  HEY DARA TÛYÊ Hey dara tûyê ya ku di nav destê dayika min de ji dayik bû!  Hey agirê sînemeya Amûdê yê ku êşa dayika min ji şîr vekir!  Hey rondikên dayika min ên ku zersosinên havînê av didan!  Hey gernameya axê ya ku di şaneyên dayika min de vedihesiya!  Hey porê berbangê yê ku rêberiya kavilên dilê dayika min dikir!  Hey komkujiya xewnê ya ku ji çavên dayika min bi dûr nediket!  Hey xwedawendên bêrîkirinê Hey qehremanên serjêkirinê  De kêrên xwe ji kezeba nasnameya min derxînin..! 08. 08. 2012 Ehmedê Huseynî  ehmedehuseyni@live.co.uk