1. Hemû Nûçe

  2. Hevpeyvîn

  3. 'Bi sistkirina têkoşînê re pêşî li çareseriyê venabe'
'Bi sistkirina têkoşînê re pêşî li çareseriyê venabe','bi,sistkirina,têkoşînê,re,pêşî,li,çareseriyê,venabe'

'Bi sistkirina têkoşînê re pêşî li çareseriyê venabe'

Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê Serhed Varto got, "Bi vegera ji têkoşînê çareserî nayê afirandin. Çareserî bi têkoşînê, bi têkbirina konsepta êrîşê dibe. Em baş pê dizanin; di rewşa heyî de çareserî ji hikumeta AKP'ê nayê."

A+ A-

  • ROJERYA WELAT
  •  BEHDÎNAN

 

Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê Serhed Varto got, "Bi vegera ji têkoşînê çareserî nayê afirandin. Çareserî bi têkoşînê, bi têkbirina konsepta êrîşê dibe. Em baş pê dizanin; di rewşa heyî de çareserî ji hikumeta AKP'ê nayê."

Serhed Varto bersiv da pirsên ANF'ê.

Piştî alîkariya çekan a ku DYA da YPG'ê, eger artêşa Tirk êrîşî Şengalê ya jî Herêmên Parastinê yên Medyayê bike, wê ev yek bandorê li ser Pêngava Xezeba Firatê bike?

Beriya niha hem bi destê PDK'ê êrîş hate kirin, hem jî dewleta Tirk bi xwe yekser êrîşî Şengalê û Qereçoxê kir. Ev êrîş ji aliyê mûxataban ve rast hatin fêhmkirin û li gorî vê yekê helwest hate nîşandan. Dixwaze pêşî li operasyona rizgarkirina Reqayê bigire, vê yekê li ser ajanda koalîsyonê ferz bike û bi bahaneya 'PKK'ê, hin hêzên Kurd berdin nava Başûrê Kurdistanê. Armanca êrîşeke nû ya dewleta Tirk ji bo vê ye. Lewma, eger Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) ku lîderiyê ji Koalîsyona Navneteweyî re dike, eger hewldaneke bi vî rengî erê bike, wê hingî xizmet ji armancên dewleta Tirk kiribe. Em dibînin, ku koalîsyon û Rûsya helwesteke zelal li dijî Tirkiyeyê nîşan nadin. Hewldaneke bi vî rengî wê têkoşîna li dijî DAIŞ'ê qels bike, li Başûrê Kurdistanê û Iraqê wê rê li ber encamên nayên payin veke. Di nava van hemû rîskan de siyaseteke bi rêbaza 'Em çekan bidin YPG'ê, lê bila dewleta Tirk jî li gorî dilê xwe tevbigere' derbasdar nîne.

Tevî destketiyên QSD'ê yên bi pêşengiya YPG'ê li herêmê; têkiliya bi Rûsyayê re li Efrînê û têkiliya bi DYA re li herêmên din, çima Federasyona Bakurê Sûriyeyê hê jî tevlî hevdîtinên Cenevre û Astana yên di kontrola van hêzan de ne, nayê kirin?

Astengiya dewleta Tirk û hêzên pê re dixebitin, heye. Ev hêzên navborî jî li gorî hin hevsengiyan tevdigerin. Dixwazin Tirkiye vê blokajê li dijî Bakurê Sûriyeyê bi kar bînin. Eşkere ye ku ev bi kêrî çareseriyê nayê. Rastî ev e; çareseriya rasteqîn a pirsgirêkên li Sûriyeyê, bi hebûna aktorên rasteqîn li dora maseyê dibe. Ya ku di dawiya dawî de bê kirin, wê kombûna hêzên li herêmê li dora maseyê be.

Li DYA nîqaş tê kirin, ku ji bo Tevgera Azadiyê ya Kurd û dewleta Tirk li maseyê vegerin, bibin navbeynkar. Gelo pêkane ku mîna FARC'ê, PKK bi navbeynkariya Neteweyên Yekbûyî, DYA û YekÎtiya Ewropayê ji bo aştiyê bangê bike û ragihandina agirbestê bîne rojevê?

Di rewşa heyî de realîteyek li ser vê nîqaşê nîne. Erdogan û hikumeta AKP'ê bi hemû derfetên dewleta Tirk li dijî gelê Kurdistanê û Tevgera Azadiyê şerê qirkirinê dimeşîne. Vê yekê jî li tevahiya parçeyên Kurdistanê dike. Ya ku em li dijî vê bikin berxwedan e. Bêguman hin derdor li ser çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd nîqaşan dikin, dikarin nîqaşê bikin. Tevgera Azadiyê ya Kurd heta roja îro ne tenê niyeta xwe ya erênî eşkere kir, di heman demê de deklarasyonên çareseriyê, nexşerê û planên aştiyê parve kir. Tevger zelal e. Di nava rêveberiya heyî ya dewleta Tirk de feraset, niyet û zihniyeta çareseriyê nîne. Bi taybetî di nava gotinên 'çareserî dibe ku bibe' yên AKP û saziyên dewletê, ku konsepta tinekirinê mezin kirine, hewldanek ji bo sistkirina berxwedanê ye. Haya me ji vê gava taktîkî heye û rojeva sereke ew e, ku li dijî şerê topyekûn bi berxwedaneke topyekûn bersiv were dayin û konsepta êrîşê teqez were şikandin.

Birêz Ocalan û tevgera we, gelek caran gotin, 'Ev pirsgirêk di dawiya dawî de wê li dora maseyê çareser bibe'. Ji bo pêşî li êrîşên gengaz ên li dijî Şengal, Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojava were girtin, ji bilî dijwarkirina şer tiştekî din bê kirin nîne?

Eger êrîş hebe, wê teqez bi berxwedanê bersiv jê re were dayin. Divê ev yek baş were fêhmkirin; vegera ji têkoşînê bi ti awayî rê li ber çareseriyê venake. Çareserî bi têkoşînê, bi şikandina konsepta êrîşê dibe. Naxwe, bi nêzîkatiya 'em bersivê nedin, em xwe sist bikin' çareserî nabe. Em di vê mijarê de bêteredût in; di rewşa heyî de çareserî ji hikumeta AKP'ê nayê. Bendewariya çareseriyê ji AKP'ê, şaşitî ye. Lazim e her kes bi vê zanibe; di rewşa heyî de dewlet ne tenê di destê AKP'ê de ye. Li pêş Erdogan hebe jî, tifaqa MHP-Ergenekon û angajmanên wan hene. Hemû hêzên vê tifaqê çarenûsa xw bi hev ve girêdane. Çarenûsa xwe bi tasfiyekirina Têkoşîna Azadiyê ya Kurd ve girêdane. Wê nikaribin vê bi ser bixînin, lewma taliyê wê ji hev bikevin. Mîna ku di vê referandûma dawî de jî derkete holê, li Tirkiyeyê daxwazeke mezin a ji bo demokrasiyê heye. Tevgera Azadiyê ya Kurd û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê wê tevî civakê çareseriya xwe bafirînin.

Di mehên dawî de hin wekîlên HDP'ê jî qala pêvajoyeke nû ya çareseriyê dikin...

HDP li gorî bername, rêzikname, tifaq û rêbazên xwe yên têkoşînê, dikare pêşniyarên çareseriyê bike. Lê belê rewşa li nava dewletê, mîna ku min qalê kiriye. Em bawer in, bi xurtkirina demokrasiyê bi hêzên demokratîk ên li Tirkiyeyê re HDP pêşengiya çareseriyê dike û wê vê yekê bidomîne. Em xebatên HDP'ê girîng dibînin, hêja dibînin, lê belê di rewşa heyî de AKP ne partner û hêza çareseriyê ye.