1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. PEN Östergötland hat damezrandin!
PEN Östergötland hat damezrandin!,pen,östergötland,hat,damezrandin

PEN Östergötland hat damezrandin!

A+ A-

Heftiya bihurî komîteyek herêmî ya nû ya PENa Swêdî hat damezrandin: PEN Östergötland. Komîteyên herêmî yên PENa Swêdê li bajarê Göteborg û herêma Skåneyê hebû û niha PEN Östergötland li van zêde bû.

Amadekara PEN Östergötlandê û endama rûmetê ya PENa Swêdê Birgül Özbaris derbarê vî karî de wiha dibêje: Ji bo me cihê şahî û şanaziyê ye ku niha komîteyeka me li herêma Östergötlandê jî heye. Ji niha ve eleqedariyeka mezin heye  û ez bawer im em ê bi hev re kar û xebatên girîng bikin.

Komîteyê ji bo payîzê ji niha ve bernameyên xwe amade kiriye û bernameyên demsalên din jî têne amadekirin. Di 23ê kewçêrê de, PEN Östergötland wê beşdarî şahiya 10. salvegera Şaredariya Linköpingê bibe û di 6ê berfanbarê de wê beşdarî festîvala pirtûkan a Tellus a li bajarê Linköpingê bibe.

PEN Östergötland ji bo hevkariya bi rêxistin, komele û înîsiyatîfên din ên ku nirxên PENê parve dikin, amade ye. Armanca PEN Östergötlandê afirandina platformek e ku tê de raman bi azadî werin ziman û çand û axaftin bikarin bibin hêzek ji bo demokrasiyê. PEN Östergötland aramnc dike ku di beşdarbûna xebata neteweyî û navneteweyî ya ji bo azadiya derbirînê de bi pêş bikeve.

 

Amîda Kurd