1. Hemû Nûçe

  2. Zanistî

  3. Gelo lêkolîneran yekem axêverên Proto-Hind-Ewropî dîtine?
Gelo lêkolîneran yekem axêverên Proto-Hind-Ewropî dîtine?,gelo,lêkolîneran,yekem,axêverên,proto,hind,ewropî,dîtine

Gelo lêkolîneran yekem axêverên Proto-Hind-Ewropî dîtine?

A+ A-

Lêkolîneke DNAyê ya ji aliyê lêkolînerên Fakulteya Tipê ya Harvardê ve nîşan dide ku yekem axaftvanên zimanê resen ê Proto-Hind-Ewropî nêzîkî 6,500 sal berê li başûrê Rûsyayê jiyane. Encamên ku vê dawiyê di kovara zanistî ya Nature de hatine weşandin, di nav zimanzan, arkeolog û dîroknasên çar aliyê cîhanê de eleqeyek mezin çêkirine.

 

Ev DNAya kevnar komek pêşiyên heya niha nehatine zanîn eşkere dike

Ev lêkolîn li ser analîzên genetîkî yên bermayiyên 354 kesan e ku di Serdema Kevirî û Serdema Bronz de li deverên derdora Rûsya û Ukraynaya îroyîn jiyane. Lêkolîneran komeke berê nenas, bi navê gelê Qefqasya-Volgaya Jêrîn, destnîşan kirin û wisa bawer dikin ew yekem kes in ku bi zimanekî diaxivîn û ew ziman e paşê bûye bingeha malbata zimanên Proto-Hind-Ewropî - ku kana gelek zimanên îroyîn ên li Ewropa, Hindistan û hin deverên Asyaya Navîn tên axaftin e jî.

 

Li gor vê lêkolînê, ev kom di nav demê de bi şêniyên din ên li deştên Pontîk re tevlihev dibe û ev yek dibe sedema derketina holê ya çanda bi navê Yamnaya. Ev çand e ku gelek lêkolîneran demek dirêj guman pê dikirin ku kana belavbûna zimanên Proto-Hind-Ewropî ye - lê niha ev hîpotez bi delîlên genetîkî yên berbiçav tê xurt kirin.

 

David Reich, genetîknas û yek ji pêşengên vê lêkolînê dibêje, "Ev di têgihîştina me ya li ser koka zimanî ya Ewropayê de pêşketinek e."

 

Ev nêrîn, bi du gotaran di 5ê Sibata 2025an de di kovara Nature de hatine weşandin. Herwiha zêdetirî 100 lêkolîner ên ji Fakulteya Tipê ya Harvardê, Enstîtuya Max Planckê û saziyên Ukraynayê jî, tevlî vê xebatê bûne. Di lêkolînekê de, bermayiyên ji Rûsya û Qefqasyayê, û di ya din de jî, 81 kesên ji Ukrayna û Moldovaya îroyîn hatine analîzkirin.

 

Çavkanî:

Fakulteya Tibê ya Harvardê: Lêkolîna DNAya kevnar (antik) damezrênerên malbata zimanên Hind-Ewropî destnîşan dike (5ê Sibata 2025an)

 

Nature: "Guhertinên genetîkî yên bav û kalan li stepên Ewrasyayê û koka zimanên Hind-Ewropî" (5 Sibat 2025)

 

Harvard Gazette: DNAya kevnar koka zimanan ronî dike.

 

ScienceDaily: Jêderka zimanên Hind-Ewropî heta deşta kevnar a Rûsyayê tê şopandin

 

Jêdera nûçeyê:

Ev nûçe li ser bingeha raporên li Harvard Medical School och Nature`ê hatiye amadekirin.

 

Amîda Kurd