Li Farqînê Vedîtineka Mezin a Dîrokî
Li Farqînê, di nav sînorên çar gundan de, devereka ku dikare dîroka mirovahiyê ronî bike hat dîtin
Li Farqînê, di nav sînorên çar gundan de, devereka ku dikare dîroka mirovahiyê ronî bike hat dîtin.
Bîrên di hundurê kevirên mezin de hatine kolandin, derenceyên bi dest hatine çêkirin, mezelên nav keviran û pergala avê ya binerd a pêşketî, bûne vedîtineka grîng a ji dîroka veşarî ya li ser axa welatê me.
Hevşaredara Silîva (Farqîn) Sevîm Bîçîcî, bi alîkariya Rêveberiya Karên Çand û Civakî, di dema xebatên envanterê turîzmê de gihîştine ev dever dîtin. Sevîm Bîçîcî derbarê vê dîroka kevnare de wiha got: “Ev avahiyên dîrokî yên ku heta niha derneketibûn ronahiyê, ne tenê ji bo Farqînê, lê ji bo dîroka tevahiya Mezopotamyayê xwedî girîngiyeke mezin in. Bi taybet grîng e ku Wezareta Çand û Tûrîzmê û arkeolog û dîroknas bên herêmê û lêkolîn bikin. Şaredariya Farqînê ev dîroka kevnar derxist holê, lê ji bo kolandin û xebatên zanistî, pêdivî bi piştgiriya çavkaniyên akademîk heye.”
Çavkanî: Rûpela X a Şaredariya Farqînê.
Nûçe: Amîda Kurd
