1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Divê dewleta Tirk hesabê Komkujiya Mereşê bide!'
'Divê dewleta Tirk hesabê Komkujiya Mereşê bide!','divê,dewleta,tirk,hesabê,komkujiya,mereşê,bide,'

'Divê dewleta Tirk hesabê Komkujiya Mereşê bide!'

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) qurbaniyên komkujiya Mereşê bi bîr anî û bang li dewletê kir ku bi vê komkujiyê re rû bi rû be

A+ A-

Alîkara Hevserokên Giştî yên HDP'ê ya ji Komîsyona Gel û Baweriyan Berpirsyar Tulay Hatîmogûllari got, "Beriya 43 salan di 19-25'ê Kanûna 1978'an de li Mereşê li dijî Elewiyan, Kurdan, çepgiran komkujî hate kirin û di encamê de zêdeyî sed kesî jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî hezar kes birîndar bûn, bi sedan mal û kargeh hatin xerakirin. Yên ji qirkirina Mereşê filitîn bi zext û zordariyê hatin koçberkirin."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di encama vê qirkirinê de beşeke girîng a Mereşê ji Elewiyan hate xalîkirin, demografiya herêmê hate guhertin."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku hîn jî cihêkarî li Elewiyan tê kirin û hate gotin, "Di ser komkujiyê re 43 sal derbas bûn, lê belê hêzên ku xwe berdan nava kûrahiya dewletê hîn jî nehatihe eşkerekirin. Hesabê êşên hatine kişandin nehate dayin, lêborîn ji kesên ku xizmên wan hatin qetilkirin nehate xwestin.

Ji bo edalet bi cih bê anîn, divê dewlet ji qurbaniyên vê komkujiyê bi taybetî jî ji Elewiyan lêborînê bixwaze. Ji ber ku cesedên gelek mirovên di komkujiya Mereşê de hatin qetilkirin bi rengekî komî hatin binaxkirin, hîn jî goreke malbatan nîne ku karibin biçin serdanê. Avakirina Komîsyona Edalet û Heqîqetê li Meclîsê, wê ji bo ronîkirina sûcên li dijî mirovahiyê û binpêkirina mafên mirovan bibe gaveke girîng.

Divê desthilatdariya AKP-MHP'ê û piraniya pêkhateyên meclîsê dest ji astengkirina ronîkirina rastiya vê komkujiyê berdin. Heta ku hesabê şerma bihurî neyê dayin, heta ku yên komkujî li Elewiyan, Kurdan û dewlemendiyên vê xakê kirine neyên eşkerekirin, heta ku berpirsyar neyên mehkûmkirin demokratîkbûn jî pêk nayê.

Desthilatdariyê îsal jî destûr neda bîranîna Mereşê û nîşan da ku hîn xwedî zîhniyeteke bi vî rengî nîne. Ji bo komkujiyên nû rû nedin, ji bo Mereş neyê jibîrkirin em ê hewldanên bi vî rengî qebûl nekin."

Di dawiya daxuyaniyê de qurbaniyên komkujiyên Mereş, Çorûm, Sêwas, Roboskî bi rêzdarî hatin bîranîn. 

ANF